Ew ji warê Ararat a serhildêr bû. Agirek ji berxwedana bi sedsalan ku di dilê Araratê de lê dide û wek hêtûnê diforî û vediguherî rengê jiyanekê ku ji nû de diwelidî. Ew keça serhildêr a Serhedê, hevrêya rojê ku xwe ji agirê berxwedana bi sed hezar salî ya axa nîştiman ji nû de diafirand û vediguherî dengê berbanga siberojên nû…
Ew dengê tofana di dilê her jineke vî welatî bû ku di dilê Araratê de dibû hêtûn û dikelî. Dengek ku hawara welidîna rojên ronî digihand û bang dida… Banga serhildirêya îro û siberojên nû… Ji bo wê digot; “Ez dixwazim mêjî, dil û bedena xwe bikim pirek ji agir ku 8’ê Adarê bigihîne 21’ê Adar ê.”
Çîrûskên ji agirê serhildêriya jinekê
Sema Yuce di sala 1971’ê de, li gundê Kargaliya Jêrîn a ser bi navçeya Tûtax a Agiriyê tê dinyayê. Malbata wê ji kevneşopiya berxwedana li Kurdistanê dihat û tevlî serhildana Agiriyê bûbû. Semaya ku bi vê kevneşopiyê hatibû mezinkirin, dema ku hîn biçûk bû bapîrê wê jê re digot “Leyla Qasim” û vê yekê jî ew ber bi lêpirsîneke kûr ve bir. Jixwe hîn dema biçûk bû jîr bû û her kesekê dizanî ku ew jî şopînera kevneşopa berxwedaniyê ye; ji bo wê di nav malbatê de jî her kesekê bi navê “Leyla Qasim” bang li wê dikir. Sema dibistana seretayî û amadeyî li Agiriyê xwend. Serketina wê ya li dibistanê û dilsoziya wê ya germ a bi hevalên wê re ji xwe di dersên wê de xuyanî dibû. Sema bi biryardariya xwe di sala 1989’an de derbasî beşa civaknasiyê ya ODTU’yê bû û çû Enqereyê. Polîtîkayên wan salan û gotinên wek “Me ew bin ax kirin û bi betonê ser pêça” ku li her aliyê Kurdistanê belav dibû, bû sedem ku Sema hîn di pola 3’yemîn a beşa civaknasiyê de bikeve pey bersivan û êdî ji bo xwe jiyana asayî nepejirîne. Di wan salan de, li wir ciwanên welatparêz nas dike û di nav ciwanên YCK’ê de cih digire. Di sala 1991’ê de dest ji zanîngehê ber dide û beşdarî nava refên têkoşîna azadiyê PKK’ê dibe. Ji bo xebatê cara ewil derbasî Mêrdînê dibe. Dûre jî ji bo Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne, derbasî Bekayê dibe. Li vir demekê perwerde dît û piştî demeke kin derbasî qada Serhedê bû. Li wir dest bi kar kir. Çavdêriya Sema ya di dema perwerdeyê de wiha tê vegotin: “Ez Rêbertî weke pêngav û rabûnekê dibînim ku dikare mohra xwe li serdemekê bixe. Ew jî Apoîzm e.”
Li dijî xeta xiyanetê sekna berxwedêr
Sema di sala 1992’an de, di pêvajoyekê de ku kar di asta herî bilind de dihat meşandin, li bajarê ku lê mezin bûye, di encama bêbextiyekê de tê binçavkirin û girtin. Lê tevî wê jî Sema tu caran ji sekna xwe tawîzê neda û li dijî xeta xiyanet û bêbextiyê bi sekneke berxwedêr bû mînak. Sema Yuce di rûnişta duyemîn a darizandina xwe de bi 22 sal hebsa giran tê mehkûmkirin. Destpêkê li Nevşehîr, dûre jî sirgûnê girtîgeha Çanakkaleyê tê kirin. Di tevahiya pêvajoya ku di girtîgehê de dimîne li ser hişmendî û nasnameya jina azad xwe kûr dike. Her wiha nêzîkatiyek ku derdora xwe jî dikşand vê hişmendiyê nîşan dide û her yek ji hevalên xwe yên jin ên li girtîgehê re ji nêz de eleqedar dibe, ew jî bi xwe re pêş dixistin û di hişmendiya zayendî de kûr dikir. Sema Yuce bi taybetî dema ku li ser helwest û kesayeta jina azad disekine û lêhûrbûnê dike, ji xwe re Zeyneb Kinaci û Zekiye Alkan dike esas. Jixwe di girtîgeha Çanakkaleyê de berpirs e û li dijî xeta xiyanetê ya li girtîgehê di nav têkoşînê de ye.
Sema Yuce li girtîgeha Çanakkaleyê û di 6’emîn sala dîlgirtina xwe de, ji bo ku balê bikşîne ser xeta xiyanetê ya li girtîgehê û polîtîkayên şer ên dewletê, di 21’ê Adara sala 1998’an de bedena xwe dide ber agir û bi vê çalakiyê dixwaze bibe bersiva herî mezin a li dijî xiyanetê. Sema di şeva 21’ê Adara 1998’an de bi gotina; “Ez dixwazim bedena xwe bikim pirek di navbera 8’ê Adar û 21’ê Adar ê de”, çalakiya xwe ya mezin pêk anî û çalakiya wê li tevahiya welêt deng veda. Asta hizrî ya ku Sema Yuce gihaştibûyê, ji bo Tevgera Jinên Kurd bû asta herî berz. Sema di encama çalakiya xwe de pir giran birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Fakulteya Cerahî ya Stenbolê. Demek dirêj li nexweşxaneyê dimîne û di 17’ê Hezîranê de beriya ku bigihe şehadetê wiha dibêje; “Ez bûm Newroz, ez bûm Mezlûm.” Di nameyên ku li pey xwe de hiştîbûn de wiha dinivîse: “Di van kêliyan de ku ez van rêzikan dinivîsim jî, min ji bo xwe Rêber Apo kir navenda yekane ya hizrî, moral û jiyanî û ew kêliye ku min hemû astengiyên hundirîn di xwe de derbas kirin. Azadî ji bo me hemûyan e û em dikarin gav bi gav bigihin azadiyê.”
‘Çawa ku li ezmên du roj nabin, ji bo jinê jî du çavkaniyên moralê nabin’
Sema Yuce di nameya xwe ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de wiha qala xwe dike: “Ez di sala 1971’ê, li Agiriyê hatim dinyayê. Di nav Tevgerê de min navên rêxistinî yên Leyla û Serhildan bikaranîn. Ez di nav malbatek ku di nav feoldalîteya Kurd de xwedî cih bûye, lê di tevahiya dîroka komara Tirkiyeyê de ne bi rejîmê re bûne yek û ne jî tam karîne nasnameya kurdayetiyê biparêzên, her wiha her ku çûye di nav pergalê de heliyane û bi qasî madî her wiha manewî jî lewaz dibin de mezin bûm. Em şeş xwîşk û bira ne. Malbata min welatparêz e. Di nav malbatê de apê min ê mezin bi navê Leyla Qasim bang li min dikir. Hem ev yek ku ji salên 70’î di hişê min de mabû û hem jî bandora wê ya kûr bû hevdîtina min a bi têkoşîn û girsebûna salên 90’î. Di zaroktiya xwe de, di şexsê malbata xwe de ez bûm şahidê tevahiya şer û nakokiyên rastiya Kurd û min ev yek ji nêz ve dît. Herî dawî jî di saziyên perwerdeyê yên Kemalîzm de ev yek hîn zêdetir bi pêş ket.” Yuce di beşek din a nameya xwe de dibêje çawa ku li ezmên du roj nabin, ji bo jinê jî du çavkaniyên moralê nabin û wiha didomîne: “Ji ber ku min xwe li ser bingeha rast birêxistin nekir, asta têgihîştina Rêbertiyê bi dem û mekan re li hev neanî, min nekarî paşverûtiyên di kesayeta xwe de derbas bikim. Di heman demê de, di nav refên têkoşînê de tevî ku li dijî koletiyê bi hêrs bûm, li dijî xwe ferzkirinên civaka serwer a mêr min nekarî sekneke bihêztir raber bikim.” Sema Yuce di beşek din a nameya xwe de dibêje, ew dema ku dizivire û li pey xwe dinêre, dibîne ku wek jinek Kurd, her mirovek Kurd ku ber bi rêya birêxistinê ve diçe, her wiha wek her mirovekê ku gelek lewaziyên beşerî ku tûşê dibe, dît ku min jî pirsgirêkên kesayet, kêmaniyên siyasî û rêxistinî jiyan kirin û wiha didomîne: “Lê min tu caran di cihê xwe de nehejmart. Doktirîna azadiyê ku di pêşengtiya Rêber Apo de bi pêş diket, her tim bû hêza ku ez li ser pêyan digirtim. Di vê xalê de ez dibînim ku hemû nakokiyên civaka Kurd û çînên serdest ên Kurd di kesayeta jinê de gihiştine asta xwe ya dawî û ev jî xala derbasbûnê ye. Bêyî mubalexe, di kesayeta xwe de di asta nakokiyê de, nakokiyeke bi hezar salan hîs dikim û têdigihijim. Ev di heman demê de KÊLIYA ku min xwe derbas kiriye, îfade dike.”
‘Ez dixwazim bibim şopdarê Kawayê hemdem Mazlûm’
Sema Yuce di nameya xwe de işaretê bi nirxandinên Rêber Ocalan ên 8’ê Adarê dike û wiha pê de diçe: “Jinên Kurd gotinên Rêber Apo fêhm kirin, ku di 8’ê Adarê de gotibû ‘divê îdeolojiyek rizgariyê ya navenda xwe jin be, bê afirandin û tiştek bi vî rengî ji pirsgirêkên şer heta aştiyeke mayînde wê ji gelek pirsgirêkan re bibe çareserî’. Jixwe di meşa xwe ya bi 8’ê Adarê destpê kir û bi 21’ê Adarê giha lûtkeyê ev yek îspat kir. Li ser vê bingehê ez dixwazim mêjî, dil û bedena xwe bikim pirek ji agir a di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de. Ji bo ku bibim xwendekarek baş a Kawayê hemdem Mazlûm Dogan û hemû şehîdan, dixwazim wek Zekiye bişewitim, wek Rehşan bibim Newroz. Ez dixwazim bi awayekî bi biryar li ser şopa hevalên din ên bûne Newroz, Bêrîvan, Ronahî, Mîrza Mehmet û Eser bimeşim. Hezkirina min a azadiyê mezin e û ez dixwazim wê bi azwerî û hişmendiya jiyanê re bigihînim hev.
Sema Yuce di helbestekê ku bi xwe nivîsî ye de hestên xwe wiha tîne ziman:
Ez îro hatim dinê
Tam hefsed û sî roj berê, di 1’ê Nîsanê de
Min henaseya xwe ya ewil li Amedê, li ber deriyê Mêrdînê stand
Bi navê Zekiye Alkan banî pîrika min kirin
Bêhna welat jê dihat
Sînga wê ya şewitî
Ji bo ku diya min êş nekşîne, jana wê zêde nebe
Di bedena xwe agirek mezin pêxistibû