Jin nirxên enternasyonalîst pêş dixin

- Sarah MARCHA
312 views

Sarah MARCHA Û Amara AMÛDÊ

Di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ya navneteweyî de, li çar aliyên cîhanê bi milyonan jin derketin qadan û careke din hêza têkoşîn û yekbûna xwe derxistin holê. Di 1’ê Gulanê, ango roja navnetewî ya têkoşîna karkeran a li dijî moderniteya kapîtalîst de, hemû tevgerên çepgir wê dîsa dakevin qadan. Jin dîsa pêşengiya meş û çalakiyan bikin. Lê belê di sedsala 21.

de ji bo ku tevgera azadiyê ya jinên cihanê şekil bigire û bikaribe di milê rêxistinkirinê de bibe hêza şoreşa jinê, divê gaveke nû were avêtin. Ji bo pêşxistina projeya konfederalîzma demokratîk a jinên cihanê, ezmûnên dîrokî girîng in. Ji ber vê yekê pêwîst e  rola pêşeng a jinê ya di nava avakirina nirxên sosyalîst û enternasyonalîst de were nirxandin. Bi vê lêkolînê, em dixwazin careke din balê bikşînin ser berxwedana dîrokî ya jinên têkoşer ên cihanê û li ser berdewamkirina projeya wan a avakirina sosyalîzma demokratîk lêhûrbûnê bikin.

Flora Tristan û yekitiya karkeran

Dema li cîhanê têkoşîna li hemberî pergala kapîtalîst belav bû, ji sedsala 18. ve jinên sosyalîst destnîşan kirin ku eger azadiya jinê û azadiya civakê nebe, piştgiriya neteweyan a ji bo azadiya mirovahiyê jî nabe. Jina milîtan û nivîskar Flora Trîstan jî yek ji wan jinên ku têkoşîna vê daye. Li hemberî netewperestî û cinsiyetperestî, di avakirina hişmendiya enternasyonalîst a azadixwaz a jinan de roleke pêşeng list. Bi eslê xwe Perûyî û Fransî bû. Di sala 1843’an de di pirtûka xwe ya bi navê “Yekitiya Karkeran” de li ser bingeha azadiya “çîna herî bindest”, ango azadiya jinan, projeya yekemîn a avakirina rêxistinkirineke navneteweyî ya giştî pêşkeş kir. Wê dîl, rih, hest û aqilê jinê weke hêza evîn, çalakî û jiyanê ya herî sereke ya mirovahiyê pênase kir. Bang li jinên ji her çînî, netewî, her temenî û xwedî her helwestî kir ku ji bo Yekitiya Karkeran were avakirin bikevin nav tevgerê, xwedî lê derkevin û misyona xwe ya pêşengtiyê bi cîh bînin. Flora Tristan di heman demê de destnişan kir ku yekitiya mirovahiyê jî tenê dikare bi wekheviya jin û mêr pêk were. Wê bi van gotinan bang li jin û mêrên sosyalîst kir û xwest ku weke endamên Yekitiya Karkeran ji bo azadiya jinê dengê xwe bilind bikin: “Em bi awayekî eşkere dibînin û diyar dikin ku jibîrkirin û tinekirina mafê xwezayî yê jinê bû sedema sereke ya belaya herî mezin a dinyayê. (…) Em bang li jinan dikin ku ew di roja me ya îro de nehêlin ku ji ber bêadaletî û zilma mêr mafê wan were tinekirin. Ji ber ku zilamê ku azadî û wekhevî ji jinê stand, dixwaze vê bi jin û dayîkan jî bide pejirandin.”

Bedeneke mezin a mirovahiyê…

Her wiha Flora Tristan diyarkir ku ji bo di civakê de jin û mêrên azad hebin, ango ji bo hevjiyaneke azad pêk were, divê berî her tiştî jin perwerdeya ehlaqî, entelektuel û profesyonal bibînin. Ji ber ku jin pîvanên ehlaqê diyar dikin. Her weha divê weke dayik, heval û hevjîn li ser zarok û mêrên civakê bandora xwe nîşan bidin û wan jî perwerde bikin. Flora Tristan di heman demê de ji bo li ser bingeha parastina pirrengiya şexs û neteweyan, rêxistina hevpar a karkeran were sazkirin, kete nav hewldanan. Wê got, “Bi hemû derfetên heyî, pêwîst e em ji zarokan re bidin fêmkirin ku dinyaya me bedeneke mezin a mirovahiyê ye. Mîna bedena mirov, hemû parçeyên vê bedena mezin bi hevdu re girêdayî ne, pişta hev digirin û ew ji heman çavkaniyên jiyanê vedixwin. Dema ku piyek, milek an tiliyeke me diêşe, bi tamamî bedena me nexweş dikeve. Bi êşa damarek, adaleyek, rîşalekî canê me, piraniya bedena me diêşe. Ji bilî yekbûna vê bedena mezin a mirovahiyê û piştgiriya hemû netewe û mirovan, tiştekî hesantir nîne ku em karibin vê rastiyê bi zarokan bidin fêmkirin. Eger heta niha ev nehatibe fêrkirin, sedema vê helwestên olî û siyasî ne ku şexs û neteweyan parçe kirine.”

Enternasyonala yekemîn

Flora Tristan, ji bo di qada navnetewî de projeya Yekitiya Karkeran û pêwîstiya rêxistinkirina çîna proleter bide naskirin li her cihên Fransayê geriya. Wê di jiyana xwe de ji ber hevjinê xwe gelekî êş kişand û bi sedema nexweşiyeke girêdayî şîdeta ku ditiye, di sala 1844’an de jiyana xwe ji dest da. Lê belê fikr û ramanên Flora Tristan li ser tevgerên sosyalîst bandoreke mezin kir û di sala 1864’an de li Londonê rêxistina karkeran a navneteweyî ya yekemîn (ya giştî) hat avakirin. Armanca vê rêxistinê ew bû ku li hemberî pergala kapîtalîst, di çarçoveya piştgirî û têkoşîna çînî de tevgereke karkeran a cihanê were avakirin. Di sala 1885’an de ev rêxistin weke “Komela Navneteweyî ya Karkeran” hat binavkirin. Lê belê ev zêdetir weke Enternasyonala Yekemîn tê naskirin.

Klara Zetkîn ji bo mafê jinê têkoşiya

Klara Zetkîn jî di rêxistinkirina tevgerên sosyalîst a cîhanê de hem di qada giştî, hem jî di qada xweser de rolekî girîng list. Klara Zetkîn endama Partiya Sosyaldemokrat (SPD) a Almanyayê bû. SPD’ê di destpêkê de bi bandora zayendîperestiyê digot, “Bila jin nebin karkerên bindest ên kapîtalîzmê û li mala xwe kar bikin.” Wê demê di wê nêrînê de bûn ku divê têkoşîna sosyalîst bi vî rengî were meşandin: “Divê mêr muçeyek baş bistînin ku bi tamamî terî malbatê bike û pêwîst neke ku jin li derveyî malê kar bike.” Klara Zetkîn ev nerîn qabûl nekir. Her tim mafê jinê ya aboriya xweser û karkirina li derveyî malê parast û ji bo ev pêk were têkoşîn da. Di wê demê de dihat gotin ku eger jin li derveyî malê kar bikin, ji bo mêran derfetên kar kêm bibin. Bi taybet ji ber ku muçeya jin ji muçeya mêr gelekî kêmtir bû, ji bo berjewendiya xwediyê kargehan, keda jin a erzan baştir bû. Lê belê jinên sosyalîst bi hevalên xwe yên mêr dan fêmkirin ku pirsgirêk ne karê jinê, newekheviya di navbera jin û zilam de, têgihiştina kapîtalîst û cinsiyetperestiya burjuvaziyê ye. Jinên sosyalîst têkoşîna çînî weke têkoşîna herî bingehîn pênase dikirin û têkoşîna cins weke têkoşîna duyemîn a di nav vê de didîtin. Lê belê di heman demê de ji ber rewşa taybet a jinan a di nava pergala kapîtalîst de, wan pêwîstî didît ku di nava rêxistina giştî ya partiyan û Enternasyonala Sosyalîst de rêxistineke xweser a jinan jî hebe. Weke mînak, di wê demê de li Almanya avakirin û tevlîbûna jinan a rêxistinên siyasî qedexe bû û di nava tevgera sosyalîst de (weke Partiya Karkeran a Belçîkayê), pêwîstiya rêxistinkirina jinan nedihat dîtin.

Enternasyonala sosyalîst a Jinan

Wê demê jin ji du aliyan ve têkoşîna cinsî didan meşandin: Ji aliyekî ve pergala dewletê ya cinsiyetperest protesto dikirin, ji aliyê din ve jî ji bo ku hevalên wan yên mêr pêwîstiya pêşketina jinê weke nirxeke sosyalîzmê ya girîng bigirin dest têkoşîneke dijwar didan. Di nav tevgerên sosyalîst de jin tenê tevlîbûna partî û rêxistinên siyasî bes nedidîtin. Di heman demê de dixwestin ku di navbera jin û mêr de maf û pîvanên wekheviyê hebin û van di qada aborî û her qadên jiyanê de pêş bixin. Bi vî rengî Enternasyonala Sosyalîst a Jinan hat damezrandin. Di sala 1907’an de ji 15 neteweyan bi tevlibûna 59 berdevkan Yekemîn Konferansa Jinên Sosyalîst, li bajarê Stuttgart a Almanyayê hat lidarxistin. Di salên 1910, 1915 û 1917’an de jî lidarxistina van konferansan berdewam kir.

Armanca konferansan

Armancên bingehîn ên van konferansan ev bûn:

• Di navbera jin û mêr de pêşxistina wekheviyê. Ji bo mafê jinê weke yek ji mafê mirovan were qebûlkirin û pêşî li neheqî û piçûkxistina li dijî jinê were girtin, têkoşîn.

• Di navbera rêxistinên ku tevlî Enternasyonala Sosyalîst a Jinan dibin de avakirina têkîliyan û di qada siyasî û çalakî de rêxistinkirina helwesta jinan.

• Ji bo rêxistinên jin ên sosyalîst ku têkoşîna cinsî didin meşandin tevlî Enternasyonala Sosyalîst a Jinan bibin, berfirehkirina têkiliyan.

• Li hemberî desthilatdarî û çewisandina li dijî jinê û ji bo pêşxistina jinan di her qadên jiyanê de avakirina bernameyeke çalakiyan.

• Bi giştî pêşxistina mafê mirovan û aştiyê.

Biryarên konferansan

Biryarên sereke ku di van konferansan de hatin wergirtin jî ev bûn:

• Divê partiyên sosyalîst û rêxistinên siyasî yên proleter di warê teorî û pratîkê de ji bo mafê jinê yê hilbijartinê têbikoşin û wê biparêzin.

• Mafê jinê yê hilbijartinê divê di çarçoveya mafê dengdanê ya gerdûnî de be. (Di wê demê de tenê zilamên xwedî milka taybet, ango zilamên burjuvaziyê dikaribûn tevlî hilbijartinan bibin. Jinên femînist ên burjuvaziyê yên ku ji bo mafê xwe yê hilbijartinê têdikoşiyan, piranî wekheviya çînan û mafê dengdanê ya gerdûnî, ango mafê hilbijartinê ya hemû mirovan nedigirtin dest. Ev nêzîkatî ji aliyê jinên sosyalîst ve weke bihêzkirina pergala kapîtalîst dihat dîtin û dihat rexnekirin.)

• Divê hemû sosyalîst qebûl bikin ku heta pêşketina jinê tamam nebe, wekheviya aborî û siyasî jî nabe. Divê di her welatî de sosyalîst ji bo bidestxistina mafê jinê yê hilbijartinê, ji bo pêşxistina kooperatîfên jin û tevgera sendîka (yekitiyên karkeran) bikevin nav hewldanan. Her weha ji bo jinên karker bi armanca pêkanîna pîvanên sosyalîst tevlî van xebatan bibin ked bidin.

• Jinên ku tevlî tevgera sosyalîst dibin ji bo azadiya çîna karker û ji bo parastina mal û malbat, berjewendiyên welatên cuda yekpar dibînin. Ji ber vê yekê divê hemû jinên sosyalîst ji bo pêşxistina hestên biratiya navneteweyî ya gelan li hemberî milîtarîzmê bikevin nav hewldanên mezin.

• Ji bo dayikên xwedî zarokên biçûk an xwedî zarokên astengdar mecbûr nemînin ku di karekî bi meaş de bişixulin, divê pergaleke alîkariyê ya aborî were sazkirin.