‘Jin rêya azadîyê hildibijêrin’

645 views

Şerdem EDESSA/ Qandîl

 

“Lê me di kesayeta Şîrîn Elemholî de dît ku jina Kurd çiqas bi hêze û serê xwe li hemberî tu kesî natewîne. Bêguman îro gelek jinên ciwan berê xwe didin çiyayên azad. Ev jî lêgerîna jinên Kurd dide diyarkirin. Îro ji Rojhilatê Kurdistanê bi hezaran jin berê xwe didin nava tevgera azadiyê, guhertin û şoreşa mezin jî eve. Her diçe lêgerîna azadiya jina kurd hîn xurtirt dibe.”

 

Rêveberiya KJAR’ê Zîlan Vejîn: Tevlîbûna jinên ciwan di nav refên gerîla de baweriyeke nû da avakirin.  Di heman demê de tirs di dilê dijmin de çand.  Beriya vê têkoşînê rejîma Îranê jineke ji xwe bêbawer, bêhêvî dabû çêkirin. Lê me di kesayeta Şîrîn Elemholî (Ronahî) de dît ku jina kurd çiqas bi hêze û serê xwe li hemberî tu kesî natewîne. Bêguman îro gelek jinên ciwan berê xwe didin çiyayên azad. Ev jî lêgerîna jinên Kurd dide diyarkirin. Îro ji rojhilatê Kurdistanê bi hezaran jin berê xwe didin nava tevgera azadiyê, li gorî nêrîna min guhertin û şoreşa mezin jî eve. Her diçe lêgerîna azadiya jina kurd hîn xurtirt dibe.

Hûn rewşa jinên Îran û bi taybet jinên Kurd li rojhilatê Kurdistanê di qada civakî û di nav malbatê de çawa dibînin?

Li Îranê rewşa ku jin têde jiyan dike rewşeke bênasnameytiyê ye. Rewşekî ku hebûn û tinebûna wê nediyare. Jin rojane bi qedexe, zor, şîddet û yasayên bê maf re û bi bûyerên cûr be cûr re rûbirû tê û tu garantiya jiyana wê nîne. Ji ber ku li gorî hişmendiya pergala Îranê rojane jin bi kîjan pirsgirêkê rerûbirû bê û heta eger bê kuştin jî dîsa ya ku tê tawanbarkirin û dîtin jine. Ev netenê di huqûq û lêpirsînan de, di tevahî qadên civakê de bi vî awayî ye. Dewlet civakê jî bi heman zîhniyetê perwerde dike. Ji xwe di cihên fermî de jin ne reng û ne dengê wê heye. Eger deng rake û rengê xwe nîşan bide divê li gorî çarçova yasayê zilam jêre diyar dikin de be. Di tu cihê fermî de jin heya niha bi fikir, vîn û îrada xwe beşdar nebûne. Ji xwe ji bilî çarçova ku dewlet jêre diyar dike pêwîste tiştekî ne bifikire, ne jî bike. Jinên ku ji derveyî tiştên diyar derkevin jî wê bedelê wî jî bide ber çavan. Ji ber ku hukmên pir giran ser têne meşandin.Ya ku tê girtin, cezayê giran lê tê birîn, dîsa jine. Li Îranê cezayê ku herî zêde tê pêkanîn darvekirin, ango îdame. Hin kes eger şert û mercên wan taybet di warê aborî de dest bide ji ber cezayên giran neçar dimîne welatê xwe biterikîne û bireve derveyî Îranê.

Zilan vejin-2Dema em behsa vana dikin ne ku di nav malbatê de rewşa jin cûda û çêtire. Kiryarên ku di nava malbatê de têne meşandin jî berhema vê zihniyete ye. Jin ne di qada civakê de, ne di hundirê mala xwe de ji bilî xizmetê, xwedî tu mafekî nîne. Ya ku tevna jiyanê dihûne û diafirîne, jinê lê maf jêre nayê dayîn ku tenê biryarekî jî derheqê jiyana xwe de bide. Zehmetiya herî zêde jin di ber zarok de dide, lê dîsa jî zarok ayîdî bav tê dîtin. Lewre maf ji dayîk re nayê dayîn ku bi vîneke azad û bi awayê pêwîst wan perwerde û mezin bike. Zarok bi hişmendiya zilam mezin dibe, şêwe digire û tê terbiyekirin. Di encam de pergala serdest di civakê de bi rêya tund û tijiyên yasayan û di malê de jî bi rêya tund û tijiyên zilam hewl dide jineke wisa çê bike ku tim di hewldana ku xwe bi dewlet û zilam bide ‘ecibandin’ de be.

Herwiha rewşa bêkariya ku tevahî civak di xizaniyê de gevizandiye di warê aborî, derûnî-ruhî û civakî de bandoreke pir giran li ser jinê jî kiriye. Ji bilî karên nav malê kareke din ku jiyana xwe pê rêve bibe nabîne. Zilam li derveyî malê karê meslekî dike, lê ji ber ku ev qad li jin pir hatiye tengkirin, jin di nav sînorên malê de sînordar dimîne û bi vî awayî jî ji hemû xebatên civakî bêpar tê hêştin. Lê ruxmî hemû êrîşan li Îranê û li rojhilatê Kurdistanê kevneşopiya berxwedana jin hîna jî heye û gelek çaran serî li hemberî sîstema dagirker û despot radike.

Weke hûn jî dizanin jina Îranê û Rojhilat her dem pêşengtiya serhildanan kiriye û li hember desthilatdaran li berxwe daye, ew rihê berxwedanê çavkaniya xwe ji çi digire?

Raste, jina Îran û Rojhilat wekî ku tê zanîn xwedî dîrokeke dewlemend a berxwedanê ye û tucar ev rewşa dasepiyayî di hindirê xwede nepejirandiye û teslîm nebûye. Berovajî vê her dem berxwe daye. Lê ev hêrs û kîna di hindirê wê de mixabin veşartî maye. Ev hêrs di fersendeke herî biçûk de xwe dide nîşandan. Mixabin îro li rojhilatê Kurdistan û Îranê jin rêya rizgariya ji van zulim û bêmafiyan herî zêde di reva ji Îranê û xwekuştinê de dibînin. Amadeye ku jana xweşewitandinê rake ji ber ku êdî tehemmula wê nemaye li hember vê jiyan û pergalê. Lê tevî her tiştî, dema tenê xaleke biçûk a hêvî û azadiyê jî bibîne ber bi wê ve dibeze. Çawa ku di dîroka cîhanê de tu şoreş bêyî pêşengtiya jinan serneketine, di dîroka Îranê de jî her bi vî awayî bûye. Jinên Îranî pêşengtiya şoreşa Îslamî jî kirin. Tevî hemû fedakarî û lehengiyên ku nîşan dane jî di dîroka 5 hezar saliya zordariyê de ne di dinyayê de, ne jî lî Îranê negihîştine daxwazên xwe yên rewa yên wekhev, edalet û azadiyê.

Ew rihê berxwedaniyê her dem di jinan de hebûye, ji ber ku jin bindeste. Herdem hatiye çewisandin. Li kûderê deriyeke ber bi azadiyê ve vekirî bibînin xwe digihîninê.

Gelek jinên Rojhilat beşdarî nava tevgera azadiyê bûn. Çi bû sedem ku jinên Rojhilat berê xwe bidin çiya?

Li kuderê rêya çûyîna azadiyê û çareseriyê hebe jin ser wê rêyê dimeşin. Her çiqas zehmetiyên xwe hebin jî lê dîsa vê yekê esas digirin û van zorahiyan nas nakin. Çawa ku miroveke tî rêya xwe gihandina avê çiqas astengiyên wê hebin jî her lê digere û heta nebîne dest jê naqere jinên ku li pey azadiyê bigerin jî wê karibin hemû astengên li pêşiya xwe derbaz bikin. Eger çi weke mirov, çi weke jin, çi weke Kurd daxwaza wan a azadiyê di civakê de pêk bihata û beramberî pergal û hişmendiyeke zordar û qirker nebûna, pêwîstiya têkoşîna di çiyayan de dernediket holê.

Piştî beşdarbûna jinan di nav refên tevgera azadiyê de di nav civakê de çi guhertin çêbûn? Hûn lêgerînên jinan ya azadiyê çawa dibînin?

Tevilbûna her jinekî ji bo nav refên Gerîlla cesaret, vîn, bawerî û hestên azadîxwazî da jinên din û tevahî civakê. Bêguman guheritinên mezin bixwe re anî, edî jina kurd a rojhilat bi awayekî aşkere dengê xwe yê ji bo azadiyê berzkir. Tevlîbûna jinên ciwan di nav refên gerîla de baweriyeke nû da avakirin.  Di heman demê de tirs di dilê dijmin de çand.  Beriya vê têkoşînê rejîma Îranê jineke ji xwe bêbawer, bêhêvî dabû çêkirin. Lê me di kesayeta Şîrîn Elemholî (Ronahî) de dît ku jina kurd çiqas bi hêze û serê xwe li hemberî tu kesî natewîne. Bêguman îro gelek jinên ciwan berê xwe didin çiyayên azad. Ev jî lêgerîna jinên Kurd dide diyarkirin. Îro ji rojhilatê Kurdistanê bi hezaran jin berê xwe didin nava tevgera azadiyê, li gorî nêrîna min guhertin û şoreşa mezin jî eve. Her diçe lêgerîna azadiya jina kurd hîn xurtirt dibe.

Hûn beşdarbûna jinandi nava serhildanan de bi taybet li Rojhilat çawa dibînin, gelo ew beşdarbûn têrê dike?Zilan vejin-1

Bêguman ev beşdarbûna jinan tê wateya xwegihandina asta zanebûna ku li dijî hemû qedexe, tund û tijî, destdirêjî, girtin, işkence, kuştin û bêkariyê ku berhema zihniyeta zayendperestin, derkevin e. Herweha bawerî bi hêza xwe ya derûnî anîn û parastina xwe ya cewherî birêxistinkirine.

Di Rojhilat de jî beşdarbûn çêbû. Bi salane ku çalakiyên cihêreng ên jinan li dijî pergalê û ji bo bidestxistina mafê xwe yên rewa çêdibin. Lê belê ev çalakî îdolojîk, siyasî û rêxistinî nebûne, lewre pir lewaz mane û girseyî nebûne; bi komeke biçûk ve sînordar mane. Îdeolojîk nebûn, nerêxistinî û nebûna yekîtiyek di navbera wan de bixwe re anî û belavî di navbera wan de çêkiriye. Hêzek çiqas belav be ewqas lewaz dibe. Ev rastî li Kobanê di şexsê jinên Kurd de xwe da nîşandan ku hêzekî çiqas birêxistin be ewqas bi bandore.

Beşdarbûna jinan di serhildanên Rojhilat de baş bû, bi taybet li deverên ku pêşengtî lê kirin. Dîsa ew dayikên pîr ku bi temenê xwe yê mezin beşdar bûn, ew jinên ku li ser eniya xwe Kobanê, YPJ û YPG nivîsandibûn û jinên ku li ser mîkrofonan diruşme digotin, hem li çalakiyên ku têde bûn û hem jî (bi rêya medyayê) li raya giştiya cîhanê bandor kirin. Em vaya pirgirîng,watedar û binirx dibînin. Bêguman ev yek cesaret dide jinên ji netewên din jî.

Lê dîsa jî ger em di rastiyê de temaşa bikin, nebese. Raste di nava rejîmekî wek Îranê de hem serhildan, hem jî ewqas beşdarbûna wan (ji ber qedexeyên civakî) ne hêsane. Lê dîsa jî di rewşekî de ku êrîşên DAİŞ’ê rasterast li ser hemû deskeftên dîrokî yên Kurd û nasnameya jinan heye, pêwîst bû tevahî jinên Kurd ên Rojhilat di rojên çalakiyê de li qada serhildanê bûna.

Weke hûn jî dizanin di van demên dawiyê de, gelek bûyerên nexweş li îranê rûdidin weke êrîşn asît(kezab) avêtina rûyê jinan, hûn vêya çawa dibîn çima jin dibin qurbanê kiriyarên bi vî awayî, dibin van êrîşan de çi heye û çima keçên bedew cilên renga reng li xwe dikin hedef tên girtin?

Rejîma Îranê herdem tirseke wî li hemberî jinê heye. Yek sedema vê jî ewe ku di Îranê de lêgerîna jinan pir xurte. Yanî jin di her firsendê de li hemberî sîstema heyî nerazîbûnên xwe tîne ziman.  Lê binêrin van salên dawî hemû guhertinên yasayî li ser jinan tên çêkirin. nizanim divê jin çawa cilan li xwe ke, divê li gor kîjan pîvanan tevbigere, divê cend zarokan çêke, vana hemû ser navê jinê ji aliyê rejîmê ve têkirin. Nerînê jinê derbarê van zagonan de nehatiye girtin, lê her roj ji bo jiyanê li jinê hîn zehmetir bikin mijûl dibe. Dewleteke wusayeke ku nîqaşa ku jin û zilam dikarin di hevdû re sporê li yek qadê tamaşe bikin, yan na.  Herwiha demeke dirêje di rojevê de hîştin û niha jî ji xwe qedexeye. Li gelek cihan ji bo jin û zilam bihvere kar nekin gelek tişt ser wan karan hate gotin, tenê hedef ew bû ku jinan li derveyî qada aborî bihêlin. Dewleta Îranê ji jina karker û rewşenbîr ditirse ji ber vê jî herdem jinê weke potansiyela gunehbar dide nişandan. Yanî Îran jinê dike hedefa  hemû êrîşan. Beriya niha dewleta Îranê gotibû ku jinên diçin ser kar ger rastî êrîşan bên em berpirsyariya vê ranakin, wer xuya dike agahiya rejîmê ji van êrîşan heye. Bingeha hemû van êrîşan dîsa kolekirina jinane. Dewleta Îranê dixwest van êrîşan bi awayekî normal bide nîşandan lê, li Îranê êrîşên pir xedar û zalimane li ser jinan bi awayê esîdavêtina rû, pêş ketin. Ev êrîş bi armanca hebiskirina jinan di nav malê de û tengkirina qada civakî ango qada jiyanê li wan, tên kirin. Li hember vî vehşetî ku tu ferqeke wî bi zihniyet û kiryarên DAİŞ’ê re nîne helwestên hîn radîkaltir ji ya heyî pêwîste. Hemû jinên Îranî û taybet jinên Kurd ên azadîxwaz pêwîste êdî tirsê bişkînin û li hember saziyên ku biryara esîdpaşiyê dane derbazî çalakiyan bibin û êdî tu merhemetekî ji dewletê hêvî nekin. ji ber ku jixwe kiryarê vî karî hişmendiya dewletê bixweye. Zîhniyeta ku bi esîd avêtina rû jinan qir dike û zihniyeta ku Reyhane Cebarî û bi hezaran jinên din ku parastina rûmeta xwe ji wan re weke tawan hatiye dîtin, darve dike, yeke. Lewra li hember êrîşên DAİŞ’ê li Rojava û Başurê Kurdistanê, esîdavêtin û darvekirin li Îranê divê hemû jinên Kurdistanî û Îranî xwedî helwest bin.

KJAR BAYRAGIHêvîyên we ji  jinan çiye?

Êrîşên ku DAİŞ li ser Kurdistan û taybet jina Kurd dike, êrîş li ser hemû nirxên mirovahiyê ye. Lewra hemû miroveke xwedî vîjdan û hemû gel û çînek, taybet jî hemû jinên cîhanê divê vî êrîşî weke êrîşa li ser xwe bibînin. Eger berxwedana YPJ (li Rojava, taybet jî Kobanê) û YJA Star (li Bakûr, Başûr û taybet li Şengalê) nebûya wê hemû jinên cîhanê rûbirûyê metirsiya tunebûn û êrîşên bi vî awayî ên hovane bibûna. Îro YPJ şerê parastina rûmet û nasnameya hemû jinên kedkar, têkoşer û azadîxwaz a cîhanê birêve dibe. Lewra piştgirî û xwedîderketin, taybet jî alîkariya manevî û maddiya jinên cîhanê ji bo YPJ, erkê ser milê her jinekiye. Pêwîste neyê jibîrkirin ku li Şengalê bi hezaran jinên Êzîdî hatin kuştin, tecawizkirin û hezaran jî hatin revandin û heta niha tu agehiyek li ser rewş û çarenûsa wan tineye. Di qada navnetewî de pêwîste hemû jinên rewşenbîr, demokrat, çalakvanên siyasî, hunermend, parêzer, nivîskar, civaknas û hwd lêpirsîn û lêkolîn ser rewşa van jinan bikin û vaya ji bo xwe weke erkeke exlaqî li hember hemzayendên xwe yên Kurd bibînin.

Di vir de erkên jinên Kurd li parçeyên din ên Kurdistan û derveyî welat hîn girantire; ji bo jinên Kurd êdî asta alîkariya maddî û ji dûr de xwedîderketin derbaz bûye. Kobanê û Şengal ax û bajêrê hemû jineke Kurdistanî ye. Lewra tevlîbûna rasterast di refên berxwedana Kobanê û Şengal de erkê ser milê hemû Kurdistaniyek, taybet jî jinên Kurde. Pêwîste neyê ji bîr kirin ku yekane rêya qewitandina dijminan ji axa xwe birêxistinbûn û berxwedana hemû aliye.