Jineke ku bûye armanca nîjadperestiya sipiyan: Sara Baartman

- Newaya Jin
194 views

Ez hatim te bibim malê-
malê, tê bîra te ew berrî?
Ew çîmena hişîn
Hênike bayê li bin darên berû
li wê derê tav jî naşewitîne
Min dûşeka te raxist li binarê girekê
Nivîna te bi qal û qirşan û bi pelên ne’neyê dorpêçkiriye,
xemilandiye bi kulîlkên zer spî
Dengê strana çem tê
dema bi ser kevir û xîzê re diherike
Hatim te birevînim
ji wan çavên vedikolin
ji ew ê di tariyê de dijî
Ji wî cinawir û hûtê ji mirovî veguherî
Ew ê ku bi pencên emperyalîzmê
laşê te perçe perçe dibire û hûr dike
ruhê te dişibîne yê şeytan
Xwe jî wekî xwidayê tenê radighîne!
Hatim dilê te yê bi jan aş bikim
Vaye himêza xwe pêşkêşî ruhê te yê westiyayî dikim
Ez ê rûyê te bi kefa destê xwe veşêrim
Yek bi yek ramûsim xal û xetên gerdena te
Dê cejnê bijîn û şa bin çavên min bi xweşikbûna te
Û ez ê ji te re stran bistrêm
Wa hatim ji te re aramiyê bînim
Hatim te bibim malê
Ew a ku çiyayên kevnar navê wê hildidin
Min dûşeka te li qûntarê girekê raxist
Nivîna te bi qal û qirşan û bi pelên ne’neyê dorpêçkiriye,
xemilandiye bi kulîlkên zer spî
Hatim te bibim malê
Ez ê ji te re stran bistrêm
Ma ne te ji min re aramî anî.*

Sara Baartman ji gelên xwecihî yên Başûrê Efrîqayê Khoîkho ye. Ew jineke ku ji ber cûdabûna bedena xwe wekî hebûnekî xerîb an jî teşabetekê hatiye pêşkêşkirin. Ew jî yek ji qurbaniyên nêrîna nîjadperest-kolonyalîst ya sedsala 19. a Ewrûpayê ye. Ji ber  pirbûna dengên ‘hot’ û ‘tot’ di zimanê  gelê Khoîkho de Ewrupiyan bi îfadeyekî henekî ya biçûk dixe ji wan re gotine Hottentot. Lewma Sara Baartman a ku navê xwe yê rastî Saartjie wekî ‘Venusa Hottentot’ hatiye binavkirin.

Sara Baartman di sala 1789’an de  li nêzî çemê Gamtoos hate dinyayê ku di roja me de ji vê herêmê re dibêjin Rojhilatê Capê. Sara di çewlikekî de mezin bû ku îhtîmalekî mezin malbata wê di wê çewlikê de wekî koleyan kar dikir. Hîn Sara du salî dayika wê, di temenê ciwaniyê de jî babê wê yê gavan dimirin. Sara bi daholvanekî Khoîkhoyî re dizewice û zarokeke wê çêdibe. Lê piştî ji dayîkbûnê bi demekî kurt zarokê Sara dimire.

Bi armanca qezencê hate bikaranîn

Dema ku mêtîngerî berbelav dibe, mêtîngerên Hollandî bi Khoîkhoyan re hatin beramberî hev. Kolonyalîstan bi demê re gel xistin nava pêvajoyekî karkeriya bi darê zorê. Sara dema 16 salî ye mêtîngerên Hollandî hevjînê wê dikujin. Hema piştî wê Sara  wekî kole difiroşin bazirgan Pîeter Wîllem Cezar ê Efrîqî. Cezar wê dibe Cape Townê û wekî xizmetkara mala birayê xwe bi kar tîne. Wê demê di wateya Saraya biçûk de jêre dibêjin Saartjîe. Li gor îdiayan Sarayê 29’ê Cotmeha 1810’an bi Cezarê ku ew wekî kole kirî û bijîşkê keştiyên Ingilîzan û dostê birayê Cezar Wîllîam Dunlop re ‘kontratek’ mohr kir. Li gorî ‘kontrat’ê ew ê bi Cezar û Dunlop re biçe Ingilîstan û Îrlandayê, li kêleka karkeriya malê di pêşangehên keyfê de bê pêşkêşkirin û nîşandan. Li gorî peymanê Sarayê wê kêmek ji qezencê bigirta û piştî pênc salan jî wê destûr daban ew vegere Başûrê Efrîqayê. Lê ji aliyê Sarayê ve mohkirina ‘kontrat’ê bi guman e. Ji ber Sarayê xwendin û nivîsandin nedizanî. Ew ji çandekî wisa bû ku tê de tomarkirinên wiha nivîskî tine bûn. Her wiha pirsgirêkên aborî yên malbata Cezar hebûn. Lewma îhtîmala ku Sara ji bo qezenca maddî bikar anîne zêdetir e. Ji ber vê fikra serwer ew e piştî ku li dijî Cezar û Dunlop derbarê bikaranîna dij-mirovî ya Sarayê de doz hate vekirin, ev belge hatiye amadekirin.

Wekî teşabetekê hate teşhîrkirin

Kemax û hêtên Sara Baartman fireh û mezin, rengê çermê wê tarî bû. Ewrupiyên kolonyalîst yên xwe wekî nîjadê serdest didîtin laşê Sarayê ji xwe re kirin objeyekî kelecanê. Dunlop xwest Sara were Londonê. Wî dixwest Sarayê wekî teşabeteke dinyayê nîşanî herkesê bide. Sara anîn Londonê û bi ser navên ‘lûtkeya kirêtiyê’, ‘deformasyona herî mezin a cîhanê’ li kolanekî Piccadilly ku gelek hebûnên din jî dihatin nîşandan, hate teşhîrkirin. Zilam û jinên Ingilîz ji bo Saraya di qefesekî metre û nîv de nîv tazî tê nîşandan bibînin pere didan. Ji bo mirovên ji deverên cuda yên Ewrupayê Sara bûbû navendekî balkêş. Ev dema ku Sara ji aliyê Dunlop û Cezar ve dihat teşhîrkirin, li Ingilistanê ew deme ku tevgera li dijî koletiyê pir xurt e. Dijberên koletiyê ku kirinên li dijî Sarayê ji derveyî exlaqê civakê didîtin û wisa bawer dikirin ku Sara bêy daxwaza xwe tê teşhîrkirin, dest bi lêpirsîna pêşandana laşê wê kirin. Di encamê de wan kesên wê teşhîr dikin derxistin pêşberî dadgehê. Lê van kesan bi îdiaya Sarayê mohra xwe lê daye ‘kontrat’ek pêşkêşî dadgehê kirin. Li gel vê ji ber îfadeya Sarayê ya ‘li dijî wê kirinên xirab tine ye’ dadgeh bê encam ma. Heman kesan li pêşberî vê, ji bo zêdetir pere û cilên germ bidin wê, di ‘kontrat’ê de guhertin çêkirin. Cezar xwe ji van pêşandanan vekişand, Dunlop pêşandana Sarayê ya li fuaran domand.

Ji Ingilistanê heta sîrkên Fransayê

Pîştî çar salên wê yên li Londonê û mirina Dunlop, îlona 1814’an  Henrî Taylor ew ji Ingilistanê bir Fransayê û firot kesê bi navê S. Reaux ku karê wî li sîrkan pêşandana lawirên perwerdekirî bû. Reaux, Sara li derdora Parîsê teşhîr kir û ji kesên mereqa laşê wê dikirin gelek pere qezenc kir. Reaux Sara bi çêlika kergedanekê re xiste heman qefesê. Kirinên ji bo lawirî çi bin ji bo Sarayê jî heman tişt bûn. Fermana rabe, rûne ya ji bo lawir û Sarayê heman bû. Bi vî awayî Sara di sîrkên Parîsê de dihat teşhîrkirin. Bi demê re hema bêje tazî hiştin, tenê bi pêştemala li ber navrana wê ew teşhîr kirin. Pêştemala li ber kirî jî bi israra wê bû. Di van deman de navê ‘Venusa Hottentot’ lê kirin. Sarayê di vê demê de bala zanyarê xwezayê George Cuvier kişand. Cuvier avakerê Muzeya Dîroka Xwezayî û profesorê anatomiya comparatîv bû. Ji bo ku bikare Sarayê wekî mijarekî ‘zanîstî’ lêbikole destûr ji Reaux wergirt. Ji Adara 1815’an ve anatomist, zoolog û psîkologên Fransî Sara ‘lêkolîn’ kirin. Piştî ‘lêkolînan’ Cuvier gehişt encama ku Sara delîleke ji bo hebûna xeleka winda ya di navbera qonaxên mirovbûnê de. Bi vî awayî ji bo klîşeya Efrîqî ketiyên seksê û çîna duyem in Sara kirin materiyal. Piştî ku kirî Reaux destdirêjî li Sarayê kir û bi armanca ceribandinekê ew ducanî hişt. Keçeke wê çêbû ku navê Okurra Reaux lê kirin û di pênc saliyê de ji ber nexweşiyek nenas mir.

Qerqûde, mejî û organên wê yên genital li muzeyê hatin pêşandan

Sara Baartman di nava xîzanî û hejariyê de jiya û 29’ê Kanuna 1815’an hîn 26 salî bi nexweşiyekî giran a nayê zanîn mir. Cuvier termê wê ji polîsan wergirt û ‘lêkolîn’ li ser pêk anî. Ji kilsê qalibekî laşê wê derxist, li gel skeletê wê mejî û organên genîtal yên ku dermankirî û xistî nava şîşeyên cam parast. Heta 1974’an ev organ li Muzeya Mirovî-Musee de I Homme ya Parîsê hatin nîşandan. Tiştên Sara Baartmanê jiyane, 1981’an di pirtûka rexnekirina zanîsta nîjadperest ya pateolog Stephan Jay Gould a bi navê ‘The Mîsmeasure of Man’ ( Pîvana mirovahiyê ya şaş) de wekî serpêhatî cih girt û lewma carekî din derket holê.

Sara êdî li  Başûrê Efrîqayê ye

Piştî serkeftina hilbijartinên Kongreya Netewî ya Efrîqa-ANC, Serokê Dewleta Efrîqayê Nelson Mandella sala 1994’an ji hikûmeta Fransayê xwest ji bo Sara bi aramî were oxirkirin, organên laşê wê yên mayî radestî welatê wê bikin. Lê demekî dirêj vegera erênî çênebû. Aktîvîst, helbestvan û nivîskara bi navê  Dîana Ferrus a ji Başûrê Efrîqayê 1998’an dema li Hollanda-Utrechê şagirt e ji bo Sara Baartman helbestekê dinivîse. Ev helbest bala Senatorê Fransî Nîcolas About dikişîne. About helbestê li Senatoyê dixwîne û daxwaza radestkirina parçeyên laşê Sarayê tîne rojevê. Çileya 2002’an Senatoya Fransayê biryar da bermayên laşê Sarayê radest bike. Di encama têkoşîna 8 salan de, 6’ê Adara 2002’an Sara Baartman li axa welatê xwe Başûrê Efrîqayê hat veşartin. 9’ê Tebaxa 2002’an ku roja Jinên Efrîqa ya Netewî ye jî, bermayên laşê wê li herêma Hankey ya ser bi Rojhilatê Capê hatin binaxkirin. Sara Baartman weke sembola şermê ya mêtîngeriya kapîtalîst, nîjadperestiya sipîyan, çanda baviksalarî ya dijberî jinê û zanîsta nîjadperest cihê xwe di bîra mirovahiyê de girt. Wekî jinekê kirinên der-mirovî yên li dijî wê, rûyê kirêt û gemar yê her cûre desthilatiyê carekî dî bi bîr dixe. Li milê din Sara di dilê kesên xwedî li nirxên mirovî derdikevin û gelê ku jêre bûye sembola netewî de gehişt cihê xwe yê birûmet û wisa dijî.

* Ev nivîs Nîsana 2020’an di Newaya Jin de bi Tirkî hat weşandin.

* Helbest: (Diana Ferrus)

 

Werger: Gulîstan Çiya ÎKE