‘Jinên kurd, çand û zimanê jiyanek nû ne’

- Newaya Jin
589 views

Doxtor Narê ji kurdên êzîdî yên Ermenîstanê ye. Di sala 1982’an li bajarê Ermenîstan ê Gyumrî tê dinyayê. Libelê malbata Narê jî wek gelek malbatên kurd,  ji cî û warên din hatiye û li Ermenîstanê bi cîh bûye. Bi gotina Doxtor Narê, ew ji warên ku wek cihên dinê û dûr dihatin nasîn hatine. Di çîrokên ku Narê di temenê xwe yê biçûk de guhdarî kiribûn, wiha dihat gotin û ev yek jî ji bo lêgerîna warê bav û kalên wê sedemek di cih de bû. Ji vê çendêye ku, Narê çîrok û nivîsên bavê xwe yên li ser jiyan û serpêhatiya kalên xwe lêdikole, derdikeve rêvîtiyeke dîrok ê. Doxtor Narê, bi gotina: “Bav û kalên min, ji bajarê Kurdistana bakûr Wan ê hatine û xwedî çanda êzdayetî ne,” dest bi axaftina xwe dike û wiha pêde diçû:

 ‘Ez ji karê xwe hez dikim’

Doxtor Narê: “Ez di sala 1982’an li bajarê Gyumrî yê Ermenîstanê hatim dinyayê. Ez ji malbatek êzîdî me. Min dibistana dayîkê û dibistana muzîkal ya kolejê li vir qedand. Di wan salên ku min dibistan dixwend, yanî di sala 1988’an li bajarê Gyumrî erdhejek pirr mezin çêbû û ew bû sedemê gelek êş û janên giran. Ew sal ji bo min û di heman demê de ji bo malbata min jî salên pirr bi êş bûn.

”Doxtor Narê, wiha didomîne: “Piştî ku min zanîngeha beşa bijîşkî qedand, li nexweşxaneyê min di beşa jinekolog de dest bi xebatê kir. Ez zewicîme û dû zarokên min hene. Helbet ne tenê doxtor, di heman demê de bi karê nivîskî re jî ji nêz de elaqedar dibim. Gelek nivîsên min yên li ser tenduristiyê di rojnameya Zagros de hatin weşandin.”

Li Wan ê ber bi Ermenîstanê jiyanek e dûr û dirêj 

Doxtor Narê diyar kir ku, bab û kalên wê ji welatê dûr hatine û ev yek anî ziman: “Bavê min di wê mijarê de gelek nivîs nivîsîne û ez ji wan nivîsên bavê xwe hînê gelek tiştan bûm. Gelek caran jî ew rastî wek çîrokan dihatin ziman; ez jî bi rêya wan nivîs û çîrokan fêr bûm ka em ji kuderê hatine. Em ji bajarê bakûrê Kurdistanê Wan ê ji eşîra reşî ne. Ew eşîr, bi navê (Reşko) yanî, bine çiyê û (Reşî) nêzî Hesenkeyfê, gola wanê, (Gola Reş-Reştuniya) û hin caran jî wek warên din hatiye binav kirin.”

Doxtor, axafrina xwe wiha didomîne: “Kalê bavê min, maşoqê mitrîdatê patîşahê mîdiya yê ye; ku li rojhilata kevnar de hakimek navdar bû. Bexçeyek pirr mezin çêkiriye û li deverên cûda yên Kurdistanê giyayên cur bi cur kom dike. Wan giyayan, ji bo nexweşiyan bikar tîne. Herwiha gelek giyayên ku ji bo derman kirinê tên bikaranîn, li wî baxçeyî tên çandin. Babê min di vê mijarê de gelek nivîs nivîsandin û di rojnameya Rêya Taze de çap kirin.”

‘Jinên kurd, ziman, çand û rengê jiyanek nû ne’

Doxtor Narê, herwiha baldikşîne ser têkoşîna jina kurd jî û dibêje: “Têkoşîna ku îro jina kurd li rojavayê Kurdistanê dide meşandin, ne tenê li rojava, li hemû cîhanê bandorek mezin daye avakirin.” Doxtor Narê, bi gotina: “Jina Kurd bûye deng, reng û çavê hemû jinan”, dest bi axaftina xwe dike û wiha pêde çû: “Jina kurd îro li tevahiya rojhilatanavîn rola pêşengtiyê dilîze û ji bo jinan bûye hêviya jiyanek nû. Jin di her neteweyekê de pêşeng in. Jina kurd, jina herê azad û serbilind e. Jinên kurd, ziman, çand û rengê jiyanek nû ne. û welat perwer, welatparêzên hêja ne. Jin xwedavenda vê axa pîroz û afirînera jiyana bi bereket e. Di cîhanê de yên herê bêqisur, herê bedew, dayîk û jin in. Îro gerîlayên jin li her deverê di nav şer û berxwedanê dene. Ji bona Jinên kurd vê sedsala 21’an bibe sedsala azadî û serkeftinê”.

Doxtor Narê, axaftina xwe bi van gotinan bidawî kir: “Têkoşîna şervanên jin, wê bibe dengê zarokên nû ji dayîk bûyî û wê bibe hêviya jiyaneke nû ji bo hemû zarokên ku li ser vê axa bi êş û kederê mezinbûn e.