Jinên Kurd li dijî qedexe û zilmê li berxwe dan

- Roza METÎNA
370 views
Di vê serdemê de binpêkirinên hiqûqê gelek çêbûn û edalet ji holê rabû. Polîtîkayên şerê taybet derketin lûtkeyê. Zagonên neteweyî û navneteweyî hatin çewisandin. 

Zihniyeta qedexeya derketina derve îlan kir, dibistan û malên gel wekî karargahekê bi kar anî herî zêde ji têkoşîn û sekna jinên Kurd tirsiya. Li dijî gotina nîjadperest û zayendperest a ‘Bila TC û nîjada Tirk her hebe, bi fîstanekî destan nayê nivîsandin’ jinên Kurd hîn jî li qadan e. Tu carî dev ji hêviyên xwe yên zindî bernedan. Rêxistinbûyina xwe li ser esasên jiyaneke azad û wekhev ava kirin. Jinên Kurd li dijî zihniyeta ku kurd qetil kirin û di gorên bêkesan de veşartin dîsa dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin. Jinên Kurd li dijî qedexe û zilmê li berxwe dan.
Piştî biryara “Plana Rûxandinê” ya di demsala bihara 2014’an de êrişên plankirî yên di dema îktidara AKP’ê de bi awayekî hîn berfireh dewam kirin. Ev êriş bi her awayî li ser tunehesibandina Gelê Kurd bû. Di navenda van êrişana de jî bi taybet jin hebûn. Ji ber ku jin di her awayî de xwediyê roleke taybet in. Di salên 2012-2015’an de di bin navê çareserkirina meselaya kurd de pêvajoyek derket pêş çavan. Lê belê di vê pêvajoyê de jî çêkirina kalekol û qereqolan dewam kir. Çewisandina jin û civakê dewam kir. Her wiha bi destên îktidara heyî ev pêvajo hat bidawîkirin û dîsa polîtîkayên tasfiyekirin, tundî, qirkirinê ketin meriyetê. Ev pêkanîn ji aliyekî ve jî bi piştgiriya çapemeniya alîgir derket pêş. Çapemeniya alîgir her tim bi teknîkên xwe yên manîpîlasyonê dixwest vî şerê taybet rewa nîşan bide. Bi van polîtîkayana li bajarên Bakurê Kurdistanê qedexeyên derketina derve hatin destpêkirin. Di van qedexeyan de sûcên mirovahiyê bi destê îktidarê pêk hat. Mirov di jêrzemînên Cizîrê de bi awayekî zindî hatin şewitandin. Îktidarê xweliya li jêrzemînan avêt parkan û li ser wê xweliyê jî konser çêkir. Ev êrişên tinekirinê yên li dijî îrade, têkoşîn û nasnameya kurdan bûn. Lê belê li dij vê yekê jî rihê berxwedanê derket pêş. Gelê kurd bi îradeya serhildan, têkoşîn û seferberiyê bersiv da van êrişan, newestiyan û gelek leheng di vê rêyê de çûn ser dilovaniya xwe. Ew bûn ronahiya rêya Gelê Kurd, bûn çirûskek li asîmanan. Her tim hêviyên têkoşînê zindî hiştin. Kurd bi xeyalê zindîhiştina têkoşînê û parastina destkeftiyên bi salan di eniya serhildana Rêveberiya Xweser a Demokratîk de li berxwe dan û li dijî hişmendiya yekperest derketin. Di wê serdemê de îktidar bi hemû derfetên dewletê çû ser Gelê Kurd. Li Silopya, Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Sûr, Farqîn, Gimgim, Dêrik, Kerboran, Hezex, Geverê dorpêça dewletê dest pê kir. Bi vê re zarokên bi navê Rozerîn Çûkûr û Hêlîn Şen jî bi guleyên vê sîstemê hatin qetilkirin û şopeke mezin di hafizaya gel de bi cih bû. Bi guleyên JOH-POH, Tîma Esedullah hîn gelek kes hatin qetilkirin. Yextiyarên ku dema îbadeta xwe dikirin û hatin qetilkirin jî elbet nehatin jibîrkirin. Li zarokên hatin girtin cezayê heta hetayê hat birîn. Ev polîtîkayên tunekirin û tasfiyekirinê piştre li Girê Sipî, Efrîn û Serêkaniyê jî dewam kirin.

Jinên  Kurd li dijî tirsê sekinîn

Bi teknolojiya pêşketî îktidarê xwest îradeya Gelê Kurd têxe binê deste xwe. Endama Meclîsa DBP’ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyê Pakîze Nayîr û aktivîsta KJA’yê Fatma Uyar jî di 4’ê Çileya 2016’an de di dema qedexeya derketina derve de li Silopyayê hatin qetilkirin. Dema hatin qetilkirin di eslê xwe de bi vê yekê hat xwestin peyamek bê dayin. Peyama avakirina tirs, xof û bêhêvîtiyê. Lê belê jinên Kurd, Gelê Kurd li dijî tirsê sekinî. Dîsa Dayika Taybet di wê serdemê de hat qetilkirin û hefteyekê cenazeyê wê li erdê ma. Ev mînak di rûpelên dîrokê de wekî sûcekî li dijî mirovahiyê cihê xwe girt. Jinên têkoşer li dijî dorpêça li bajêr rêxistinbûyinek û îradeyek mezin derxistin holê. Ji bo îradeya xwe teslîm nekin li dijî feraseta bi zihniyeta baviksalarî tê xwedîkirin li berxwe dan. Jinên mîna Dayika Taybet, Sêvê, Pakîze, Fatma bû remza serhildanê. Cemile Çagirga ya 10 salî ya ku dayika wê cezaneyê wê di sarincê de veşart bû yek ji bûyerên herî girîng ên wê tu carî neyê jibîrkirin. Jinan wekî her serdemê di vê serdemê de jî berdêleke gelekî giran dan. Kurd gelek caran bi destê kesên axa wan dagir kirine bûne hedef. Li derveyî welat jî ji qetilkirin û hedefgirtinê rizgar nebûne. Wekî Evîn Goyî  Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil. Dîsa wekî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez…

Mafê Gelê Kurd hat binpêkirin

Piştî ku li bajarên Kurdistanê qedexeya derketina derve ji aliyê dewletê ve hat ragihandin şûnde gelek binpêkirinên mafan derketin holê. Her wiha polîtîkayên şerê taybet ên wekî belavkirina fuhuş û hişbirê jî bi awayekî sistematik ji aliyê sîstema heyî ve dîsa ket meriyetê. Gelê Kurd di wê serdemê de jî mafên xwe yên wekî xizmetên tendirustiyê, mafê xwe yê jiyanê, yên hiqûqî, azadiyê, xwarin û vexwarinê, her wiha ji mafên xwe yên jiyaneke ewle bêpar hatin hiştin. Di qada navneteweyî de jî ji aliyê rayedarên dewletê ve, wekî ku kurd sûcdar bin hat nîşandan. Di wê serdemê de di qada navneteweyî de jî bêdengiyek mijara gotinê bû. Maddeyên ‘Plana rûxandinê’ ya 2014’an a MKG’ê ye hat xwestin yek bi yek têkeve meriyetê. Dîsa hiqûq û daraz li hemberî Gelê Kurd wekî tîreke ji kevanê derkeve, hat bikaranîn. 

Zayendperestiya sîstematîk dewam kir

Di serhildana Rêveberiyên Xweser de hemû derfetên dewletê ji bo tesfiyekirina kurdan di meriyetê bû. Di bingeha vê tasfiyekirinê de jî zimanekî zayendperest ê tund hebû. Ev ziman bi taybet li hemberî jinên Kurd hat bikaranîn. Di wê serdemê de ji ser bincil, alavên taybet û wêneyan êrişeke zayendî li dijî jinên Kurd hat kirin. Em dikarin bibêjin di heman demê de têkoşîneke mezin a Gelê Kurd li dijî vî zimanê zayenperest jî her tim dewam kir û hîn jî dewam dike. 

Mizgeft hilweşandin 

Vê zihniyeta ku bi zimanê zayendperest derket pêş di heman demê de bû sedema hilweşandina mizgeftan jî. Zihniyeta ku dibêje ‘zarok be jî, jin be jî çi pêwist dike bikin’ dest dirêjî hestên olî jî kir. Desthilatdariya AKP’ê ya bi salan bi rêya olê Gelê Kurd xapand di serdema serhildana Rêveberiyên Xweser de bû sedema hilweşandina mizgeftan jî. 

Lokman Bîrlîk bi erdê ve kaş kirin

Vê sîstema pesnê xwe bi rêya olê dide di heman demê de jî bû sedem ku birîndarên li erdê bi windakirina xwînê jî jiyana xwe ji dest bidin. Her wiha ciwanên têkoşer ên wekî Lokman Bîrlik bi erdê ve kaş kirin. Bi rêya girtin, binçavkirin, cezayên giran û îşkenceyê xwestin Gelê Kurd ji doza xwe ya bi salan gavê paşde biavêje. Lê Gelê Kurd ji dîrokê heta niha bi têkoşîna xwe ya bêhempa tu carî gav paşde neavêtiye. Ji dîrokê heta niha bi pêşengiya jinên Kurd berxwedanek bêhempa mijara gotinê ye. 

Xwedê tune ye dewlet heye 

Zihniyeta yekperest di vê serdemê de bombe li ser Gelê Kurd barand. Mîlîtarîzma di vê serdemê de derket pêş mînakek mezin a nîjadperestiyê derxist pêş. Di wê serdemê de li gor beyanên welatiyan ên di raporan de cih digirin, kesên bi unîforma û bi panzêran ketibûn bajarên Kurdan gotine, ‘Xwedê tune ye, dewlet heye’, ‘ Hûn hemû terorîst in’ kiribûn. Lê belê vê zihniyeta ku her tim pesnê xwe bi olê vedabû, her wiha trafoyên bajêr jî bi destên xwe ji cihê wan rakiribûn, terorîzma herî mezin bi destên xwe pêk anîbû. Sekvanên li ser avahiyan hatibûn bicihkirin jî gelek kurd kuştin. Li gor beyanên gelek şahidan heta alavên bi qîmet ên welatiyan hatin dizîn. Di zivistanê de gel bê av û ceyran hatin hiştin. 

Destdirêjiya li dijî nirxên kurdan

Di wê serdemê de êrişeke mezin li dijî nirxên Gelê Kurd ket meriyetê. Goristanên cangoriyan hatin hilweşandin. Bi vê re hat xwestin dest dirêjî rûmeta gelekî bikin. Ev êriş û texrîbat di heman demê de li dijî bîra gelekî bû. Vê zihniyeta ku hestiyên cangoriyan di bin peyarêyan de veşartin hemû kîna xwe di vê serdemê de jî derxistin holê. 

Pitik hatin qetilkirin

Zihniyeta yekperest bi hêrs û kîneke mezin wekî her demê di vê serdemê de jî xwe da xuyakirin. Wan bi gotina ‘Di jêrzemînê de encama bextewar’ ew dijminatiya li hember Kurdan a bi salan dîsa eşkere kirin. Her wiha nêrin û sekna wan a li dijî zarokên Kurd jî neguhert. Li gor jêderk û raporên hatin parvekirin heta pitik jî hatin kuştin. Di heman demê de malbatên zarokên birîndar bi ala spî xwestin bibin nexweşxaneyan jî hatin gulebarankirin. Zarokên Kurd ên bi salan ji mafên xwe yên wekî perwerdeya bi Kurdî, bêpar hatibûn hiştin her tim hatibû xwestin ji nasnameya xwe bên dûrxistin vê carê dîsa mafê wan ê jiyanê hatibû desterserkirin. Bandor û texrîbateke mezin li ser derûniya wan pêk hatibû. Her çiqas îmzeya Tirkiyeyê li binê peymanên parastina zarokan hebe jî lê belê di vê serdemê de ev mafên parastina zarokan hat binpêkirin. Mafê tendirustiya ruhî ya zarokan hat binpêkirin. Her wiha rîska bermahiyên di vê serdemê de jî ji bo zarok û civakê mijara gotinê bûn. 

Polîtîkayên koçberiyê hatin ferzkirin

Di vê serdemê de binpêkirinên hiqûqê gelek çêbûn û edalet ji holê rabû. Polîtîkayên şerê taybet derketin lûtkeyê. Zagonên neteweyî û navneteweyî hatin çewisandin. Qadên jiyanê hatin texrîbkirin. Di heman demê de rê li ber polîtîkayên koçberiyê vebûn. Bi rêya polîtîkayên koçberiyê wekî salên 90’î polîtîkayên asîmîlasyonê jî dîsa ketin meriyetê. Bi rêya polîtîkayên koçberiyê hat xwestin Kurdistan vala bê hiştin û dewsa mirovan polîtîkayên mîlîtarîzmê bên belavkirin. Gelê Kurd li dijî polîtîkayên koçberiyê jî di nava şert û mercên dijwar de berxwedana xwe zindî hişt.

Cenazeyên 29 rojan li kolanan man…

Her çiqas ji ser wê serdemê re demeke dirêj derbas bûbe jî lê belê dayikên hîn negihiştine cenazeyên zarokên xwe hene. Mînak zêde ne lê belê yek ji vê mînakê Hacer Arslan e. Hizne Arslan ev 10 sal in li cenazeyê keça xwe Hacer Arslan digere. Di wê demê de gelek kesên xizmên wan jiyana xwe ji dest dan nikaribûn merasîmeke cenazeyên zarok an jî xizmên xwe jî li dar bixin. Yek ji şahidên wê serdemê Hizne Arslan hîn jî dibêje:’ Qêrînên li jêrzmemînan ji guhê min dernediketin’. Hizneya ku cenazeyê birayê wê 29 rojan li kolanê ma gotina kurê xwe ya ‘Berxwedan jiyan e’ ji bîr nake û dibêje, ‘Vê gotinê hêzek da min’. Kurê wê jî ji aliyê heman zihniyet û ferasetê ve hat qetilkirin. 

Jinên Kurd li dijî qedexe û zilmê li berxwe dan

Zihniyeta qedexeya derketina derve îlan kir, dibistan û malên gel wekî karargahekê bi kar anî herî zêde ji têkoşîn û seknan jinên Kurd tirsiya. Li dijî gotina nîjadperest û zayendperest a ‘Bila TC û nîjada Tirk her hebe, bi fîstanekî destan nayê nivîsandin’ jinên Kurd hîn jî li qadan e. Tu carî dev ji hêviyên xwe yên zindî bernedan. Rêxistinbûyina xwe li ser esasên jiyaneke azad û wekhev ava kirin. Jinên Kurd li dijî zihniyeta ku Kurd qetil kir û di gorên bêkesan de veşart dîsa dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin. Jinên Kurd li dijî qedexe û zilmê li berxwe dan. Niha jinên Kurd pêşengiya banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dikin û bi vê re ji bo jiyaneke azad, wekhev, demokratîk, ji êrişan dûr, xwedî edalet li qadan e. Qadan vala nahêlin. Rihê têkoşînê bi sekna xwe her tim zexm dikin. Jinên di wê serdemê de bi zehmetiyên gelek mezin rû bi rû man jî niha dibêjin em aştî û azadiyê dixwazin. Zeycan Taşkin a ku di serdema qedexeya derketina derve de li Cizîrê hevjînê wê hat kuştin û bi du zarokên xwe tenê ma wê serdemê wiha vedibêje; ‘ Hevjînê mi ji bo destavê derket. Di wê demê de bi guleyên hatin reşadin qêrînek pê ket. Ez newêrîbûm derketama. Min got ger ez derkevim ez ê jî bêm kuştin û wê zarokên min bi tenê bimînin.’. Zeycana ku ev bi salan e bi zehmetiyeke mezin zarokên xwe, xwedî dike tevî vê yekê jî dibêje:’ Ez aştiyê dixwazim’. Lê belê vê sîstema yekperest tu carî nexwest vê qêrina dayikên kurd a ‘Em aştiyê dixwazin’, bibihîse. Li dijî vê yekperestiyê heta sala 2025’an jî jinên Kurd bi têkoşîna xwe ji jinên cîhanê re bûn mînak.