Jinên Lor, sembola têkoşîn û rizgariya li dijî zilamsalariyê ne

- Berjin TEKOŞER
271 views
Ger em kronolojiya dîroka hezar salî ya jinên Zagros nexasim jî jinên Lor lêbikolin, em ê rastî navên bi dehan jinên qehraman bên ku di qadên cuda de bûne xwedî rol. Ew xwedî çandeke kevnar in ku dîroka mirovahiyê dane destpêkirin. Di çanda herêmê de rola dayikê her tim girîng bûye

Her wiha ev çanda kevnar bûye çavkaniya çand, huner û vejîna jin û xwedawendan. Di çanda herêmê de rola dayikê her tim girîng bûye; cihekî taybet ji pîroziya jinê re hatiye dayîn. Nexasim li Îlam û derdora wê baweriya Mîtrayî pir li pêş bûye û her wiha bi demê re gelek xwedawendên jin bandor li çanda wan kiriye. Dibe ku hin kes bibêjin niha tu roleke jinê di nav civakê de tune ye, lê ev nirxandin şaş e, belku civak bibe êsîrê şaristaniyê, lê berxwedana jinê ya di nav civakê de her tim bi awayên cuda dewam kiriye. Rexmê hemû êrîşên pergalê yên li dijî jinê, dîsa jî vê coka avê bi awayekî rê ji bo herikîna xwe dîtiye.

Jinên Lor ên di dema Yarsanî de

Di dirêjahiya dîrokê de, guhertinên derûnî û şêwaza jiyana civakan her tim di encama wan de ye û bandor li wan kiriye. Guhertinên olî û bîrdozî, ola Yarsan jî di bin bandora guhertinên olî yên mezin de dihêle. Di hemû qadan de rola bi jinê hatiye dayîn û kar û barê jinê hîn zêdetir civakî bûye. Her wiha berê li Loristanê tenê ola Yarsanî karibûye bi awayekî meqûl roleke girîng a civakî, siyasî û olî bide jinan. Ola Yarî jixwe di bingehê de li ser tewazûna wekheviya di navbera her du cinsan de tê avakirin. Ji bo wê jî girîngiyek mezin dide hebûna jinê û li ser vê bingehê jî di birêxistinkirina civakê de bi pêşengtiya jinê re girîngiyek cihê dide. Her wiha di ola Yarsanî de ji bilî “bav an”, “dayê” jî rol dilîzin, û bi vî rengî rêhevalên rêûresmê hebûna xwe ji nû ve bi vî rengî kifş dikin. Ji ber wê gelek jinên wek Xatun Mîzerd, Lîza Xanim a Caf, Rêhan Xanim, Xatun Dayrak Remzbar û Daye Xezan Sergetî derketine û di nav civakê de bi awayekî raste rast rol lîstine û di birêvebirina civakê de cih girtine.

Hin ji van jinên navdar ên Loristanê

Xatun Dayrak jineke kurd a ji tayîfa Caf e. Ew di sedsala heftan a hicrî de jiyaye. Di serdema xwe de yek ji wan jinên pêşeng a civaka kurd hatiye nasîn û li herêma Kirmaşanê xwedî bandorek berbiçav bûye. Tê gotin; ew keça Hisên Beg Celd e. Di warê helbestvaniyê de jî  jîr bûye. Her wiha ew wek helbestvana sedsala heftan a hicriyê qemerî hatiye nasîn. Ew li bajarê Kirmaşanê çavê xwe li cîhanê vedike. Xatun Dayrak di serdema xwe de bi rola xwe ya pêşengtiyê ku dihate nasîn; nexasim jî di nav civakê de bi qasî bandora wê hebûye, karibûye bi rê ve jî bibe.

Xatun Dayrak bi rengê xwe bandorê li civakê dike

Her wiha di Ola Yarî de jî xwedî bandor e, ji civak û baweriya gelê xwe re, ji civakê re qeyd û qanûnan datîne. Xatun Dayrak di vê sedsalê de bi gotin û çarikên ku ji hestên wê vediqetin û tên xwar bala her kesekî dikşîne ser xwe. Bi taybetî di van çarikên xwe de balê dikşîne ser pirsgirêk û mijarên olî, çandî, civakî û wêjeyî, bi vî rengî bandorê li ser civaka xwe dike. Tê gotin ku Xatun Dayrak hejmarek zêde helbest li pey xwe hiştine. Wê di sedsala ku tê de jiyaye, wisa kiriye ku bi awayekî baş û xweş hem civak û hem jî jin bi rêxistin kirine. A rast mirov dikare bibêje ku di sedsala 7’an a hîcrî de Xatun Dayrak jinên ji Ola Yarsan bi awayekî pir baş, li dora çanda dewlemend a wekhev û li ser zanebûnên dema tê de dijiya, perwerde û bi rêxistin kiriye. Di demek wiha de meşandina xebatek wiha ya birêxistinkirinî helbet bi qasî girîng e, li gor dema ku tê de bûye jî zehmet e, ji bo wê jî pîroz e. Her wiha li dora çand û baweriya Yarî, li gor pêdiviyên jiyan û civakê, dîsa anîna gel hevdu ya jinan a bi awayekî herî baş a di nav civakê de, birêxistinkirina wan, li gor wê sedsalê şoreşek e. Ev jî wek mîrateyek dîrokî ya dewlemend a jina kurd e ku heya roja me ya îro hatiye parastin.   

Daye Tewrêza Hewramî

Jinan di gelek dem û dîrokên cuda de, ji bo parastina civak û çanda xwe têkoşîyane, ji bo birêxistinkirina civakên xwe kar kirine, di qadên çandê de rol lîstine û mohra xwe li serdemên ku tê de bûne, dane. Gelek caran jî ji bo dayiknîştiman tevlî artêşan bûne û şer kirine, di qadên zanist, huner û wêjeyê de jî kar û xebat kirine. Di her serdemekê de ji têkoşîn û xebatê kêm nemane, belku bandor li kar û xebatê yên qiştî civakê jî kirine. Yek ji wan jinan Daye Tewrêza Hewramî ye ku berhemek mezin, têr û tije li pey xwe dihêle. Daye Tewrêza Hewramî û nexasim jî xebata wê ya di rêya çand û wêjeyê de bûye çîrûskek ji roniyê ya li pêşiya wêjeya kurdî. Bi taybetî jî girîng e ku mirov bibêje; wê rolek pir mezin ji bo parastina zaravayê kurdî Hewramî lîstiye, ev zaravayê kurdî parastiye. Her wiha li gel parastina ziman, di wêjeya kurdî ya li Rojhilatê Kurdistanê jî rolek di asta şoreşê de lîstiye. Ev berhemên wê di roja me ya îro de jî bi eleqeyek mezin tên xwendin û lêkolînkirin. Di pirtûka Serencamê de behsa helbestvan û rewşenbîra Yarsan Daye Tewrêza Hewramî tê kirin û hatiye gotin ku ew di destpêka sedsala hicrî de, li Hewremanê hatiye dinyayê. Bêguman bi qasî ku rewşenbîr, helbestvan û wêjevanek baş bûye, têkoşîna wê ya ji bo dayiknîştimaniyê jî ew çend girîng û li pêş bûye. Ew yekem helbestvana jin e ku helbestên wê dikevin nav pirtûka Serencamê. Daye Tewrêza  Hewramî di sedsala 14’an a hicrî de koç dike.

Fatime Lor

Fatime Lor yek ji jinên bi nav û deng ên dema Baba Tahir e. Ew di qernê 4-5 hicrî de jiyaye. Li gor gotinên dema Şah Xoşîn de, di pirtûka pîroz a Serencam a Yarsan de, Fatime wek jineke Yarsan hatiye danasîn. Her wiha Dr. Zerîn Kob di pirtûka xwe ya lêgerînê sûfîzmê de ev yek piştrast kiriye. Hin kes Fatime Lor wek dayik an jî xwişka Baba Tahir dizanin; lê ev yek nehatiye piştrastkirin. Dibe wisa be jî; lê dibe kesek din bi heman navî hebe ku dayik an jî xwişka Baba Tahir bûye. Mînak Edmonz jî dibêje; “Fatime Lor kesek ji bilî Bîbî Fatime, xwişk û hemdema Baba Tahir bûye.” Wisa dixuye ku Fatima Lor ji eşîra Birehşahî ye ku li Gerînê (herêmek li bakurê Loristanê û başûrê Nehavendê) jiyaye. Dibe ev herêma cihê Baba Tahir be, yan jî herî kêm ew ji bo demekê li wir bi cih bûye. Tê gotin ku gora Fatime Lor li kêleka gora Baba Tahir e.