Tiye ango Taia, di hin cihan de jî wek Tiy an jî Tiyi tê nivîsandin; keybanûya Misrî Beriya Zayinê (BZ) di 1398’an tê dinyayê. Ew wek keybanûya bi hêz û jîr tê nasîn. Hevjîna Amenhotep ê 3’yemîn e, dayika Akhenaton ango Amenhotep ê 4’emîn û keybanûya Misrê ye. Dayika wê Tuya, bavê wê jî Yuya ye. Ew 12 sal piştî mirina hevjînê xwe, di serdema fîrewniya kurê xwe de jiyana xwe ji dest dide. Tiye ji gelê Luwî ye.
Jixwe jeoarkeologê ji Swîsreyê Eberhar Zangger, di berhema xwe ya bi navê “Şaristaniya Luwî, Di Serdema Bronz a Egeyê de Xeleka Kêm” de, dide zanîn ku fîrewnê herî dewlemend û bi hêz Fîrewînê 3’yemîn Amenhotep dixwaze bi keybanûya Luwî re bizewice. Tiye girêdayî baweriya herî qedîm a Luwiyan ku yek ji kevintirîn gelên Anatolyayê ye û vê baweriyê digihîne Misirê. Tê gotin ku gora Tiye li Geliyê Qralan hatiye dîtin.
Jiyana keybanûya Misrê
Bavê Tiye, Yuya ji bajarê Akhmîn a Misra jorîn e. Ew ne endamê fîrewnan bû, lê xwedî ax û erdeke dewlemend bû. Misirnas destnîşan dikin ku bavê Tiye, Yuya ji ber taybetmendiyên mûmyaya bi gelek cureyan nivîsandina navê wî xuya dike ku ew bi eslê xwe ne Misrî ye, kesekî biyanî ye û jixwe navê wî jî ne bi Misrî ye. Hin kes didin diyarkirin ku nêrînên siyasî û hêza olî yên keybanûyê ne kevneşopî bûn û ev taybetmendiya wê ne tenê ji ber hêzbûna wê, ji ber ku bi eslê xwe biyanî bû dihat. Tiye di duyemîn sala hikumdariya xwe de bi Amenhotep ê 3’yemîn re dizewice. Pêwîstiya Amenhotep ji pêwendiyek bihêztir hebû. Hevjînê wê ji bo wê gelek perestgeh ava kiriye û perestgehek li Nûbîa ya Sedeingayê ji bo wê ava dike û li vir ew weka Xwedawenda Hothor a pîroz dihat dîtin. Her wiha di sedsala 12’emîn de jê re goleke çêkirî, çêkiriye.
Li muzexaneya Misrê peykereke mezin a Tiye heye. Peykera wê biqasî yê hevjînê wê mezin e. Ev jî nîşan dide ku di asta berpirsyarî û biryardayîna di mijarên birêvebirinê de xwedî mafên wekhev bûne.
Misirnasên Emerîkî Davîd O’Connor û Eric Cline dibêjin ku ya girîng ne ew e ku ew ji ku derê hatiye, ya rast ew e ku ew çi bû. Beriya wê tu keybanû di jiyana hevjînê xwe de evqas bi awayek ber bi çav cih negirtibûn. Tiye bi awayek bi rêk û pêk li ser peyker, gor û perestgehan li cem Amenhotep ê 3’yemîn tê xuyakirin. Navê wê li ser mucewher, dîzik û tiştên biçûk tê dîtin. Mînak, li ser serê wê taybetmendiyên Xwedawend Hothorê ku qiloçên çêlekê, dîskên rojê li ser hatine zêdekirin û wêneyeke ku berê ji bo qralan hatiye veqetandin a di şeklê sfenksê de temsîl dike. Ev jî tê wateya ku ew hevpara îlahî û dinyewî ya fîrewn rola xwe lîstiye. Amenhotep ê 3’yemîn li Sedeinga yê bakurê Sûdanê jê re perestgehekê ava dike û li wir tê pîrozkirin.”
Bandora wê ya di birêvebirinê de
Tiye keybanûyek gelek bihêz bû; ew hem di serdema hevjînê xwe de hem jî di ya kurê xwe de xwedî hêzeke mezin bû. Amenhotep ê 3’yemîn werzişvanekî baş, evîndarê jiyana li derve û fîrewnekî mezin bû. Ew gelek caran neçar ma ku daxwazên qraliyetên biyanî Mîtanî Tushrat û Babil ên Kadashman ê 1’emîn ên ji bo zêrên Misirê û zewacên li qraliyetê bifikire. Nifşên fîrewniyê ji aliyê jinên Misira Kevin ve dihatin hilgirtin û zewaca bi kesekê re ji bo kesên ji nifşên wan dihatin rêya fîrewnbûnê vedikir. Tiye ne tenê jineke bi hêz bû, jineke bi rê ve dibir. Ew di heman demê de şêwirmenda pêbawer a hevjînê xwe bû. Ew jinek bi aqil, jîr, bi hêz û bi bandor bû ku karî bi hêza xwe hurmeta qralên biyanî bi dest bixe. Ji ber wê jî qralên biyanî dixwestin rasterast bi vê jina jîr re di nav danûstandinê de bin.
Tiye ne tenê di kar û barên fîrewniyê de, di karûbarên têkiliyên derve de jî bi awayek çalak rol dilîst û yek ji ewilîn jina keybanû ya Misrê bû ku navê wê di têkiliyên fermî de tê nivîsandin. Tê gotin ku Tiye dema kurê wê Akhenaten tê ser textê fîrewn, şîretan li kurê xwe dike. Di danûstandina nivîskî ya kurê wê bi Qralê Mîtanî Tushrata re bandora wê ya siyasî li ser qesrê bi awayekê ku pesnê wê bike, tîne ziman. Tushratta ji bo bîranîna têkiliyên baş ên ku bi hevjînê wê re danîbûn, bi rêya nameyan bi awayek rasterast bi Tiye re di nava têkliyê de bû û daxwaza xwe ya têkiliyek dostane ya bi kurê wê Akhenaten re tîne ziman.
Nameyên Amarnayê
Amenhotep ê 3’yemîn (BZ 1353/BZ 1350) di 38 an jî 39’emîn fîrewniya xwe de mir û li Geliyê Qralan tê veşartin. Tiye 12 sal piştî mirina hevjînê xwe jiyana xwe ji dest dide. Tiye di nameyên xwe yên Amarnayê de wek keybanû û evîndara fîrewn tê bibîranîn. Nameyên Amarnayê ku ji bo Tiye hatine nivîsandin, digihêje serdema Akhenaten. Di nivîsa 21’ê Kanûnê ya sedsala 12’mîn a desthilatdariya Akhenaten (BZ 1338) de cara dawî hem behsa xwe û hem jî neviyê xwe Meketaten dike. Tê payîn ku piştî vê dîrokê di demek kin de jiyana xwe ji dest dide. Ev agahî di encama lêkolînan de hatiye piştrastkirin. Ev lêkolîn jî xwe dispêre lêkolîna li ser perestgeha Akhenaten a ku piştî Amarnayê li gora ku Thebesê hatiye çêkirin.
Ger Tiye piştî sala 12’an a fîrewniya Akhenaten (BZ 1338) demek kin jiyana xwe ji dest dabe, ev tê vê wateyê ku BZ derdora 1398’an hatiye dinyayê. Dema hevjînê Tiye jiyana xwe ji dest dide ew wê demê 48-49 salî ye.
Di encama lêkolîna di sala 1898’an de li gora Amenhotep ê 2’yemîn a li Geliyê Qralan hatiye kirin de mûmyaya wê ku wek jina pîr hatibû binavkirin tê dîtin. Di sala 2010’an de mûmyaya wê tê analîzkirin ku di encama DNA yê de hat tespîtkirin ku ev aîdê keybanûya Misirê Tiye ye. Ji gora Tiye tenê mûmyaya wê heta roja me ya îro maye. Sedema vê yekê jî ew e ku gora wê hatiye talankirin û tenê mûmyaya wê maye. Balkêşe ku di mûmyaya wê de pora wê heta serdama me xwe parastiye.