Kolektîva Kezî û I. festîvala navneteweyî ya fîlmên jinê 

- Dersim ZEREVAN
217 views
Di bin dirûşma “Narîna wê ji azadiyê ye, çîroka wê ji berxwedanê ye” em wekî KEZÎ kolektîfa jinên sînemager dest bi yekemîn festîvala navneteweyî ya fîlmên jinê dikin. Em bi kelecana vê ezmûna yekemîn e ku bi pêşengiya jinên Kurd tê kirin û wê li Rojavayê Kurdistanê pêk were.

Di nava guhertin û veguhertina li Rojhilata Navîn de, di nava gefên şer û şoreşa Kurdistanê de em hewl didin festîvala jinê pêk bînin. Wê teqez pêk were. Bi vê festîvalê re em ê ji seranserê cîhanê li hev kom bibin û hevdu hembêz bikin. Her jineke ku berê xwe dide vê erdnîgariyê mîna berê xwe bide diyarê evînê, bi hesret û hêviya dîdariya evînê bi rê dikevin.

Derwêş û dostê rêwîtiya jiyana min 

Gava ku gulên pembe hevalên min bûn, çawa ji dilê min dihat ez dikeniyam û dilîstim. Sînor ji rev û hilperka min re nebû. Derwêş û dostê rêwîtiya jiyana min Xelîl Dax bi çav û hestên xwe ev kêlî, ev serdem dîtibû û anîbû ziman. Di şiverêyeke li nava geliyên Ava Zê, di bin tava havînê de û bi barên giran ku em ji çêkirina fîlmê FIRMÊZKÊN AVA ZÊ vedigeriyan, bê taqet ketibûn. Lêvên me bi hev ve mabûn ji tîna, gewriya me ziha bibû. Surprîza dîtina kaniya aveke cemidî ji wê west û xwêdanê ti şop nehiştibûn. Siya darên berû û çinaran, hinek nan û tûzika deviya kaniyê, tiştekî me bi ser nexistiba nemabû.  Piştî bêhnvedanê, me kulmê xwe tije av dikir û diavête hev, bi jina ya ku bi min bû. Xelîl li lîstoka me dinêrî, yan li paşeroja me dinêrî; mîna dengê falciyekî ji xwe bawer ev gotin ji nava lêvê wî derketin: ‘Wê rojek were hûn ê dîroka sînema jinê binivîsin’. Jin a bi min re dil û mejiyê wê têrê nekir, ku xwe bide ber vî barî û çirûska asoyê jiyana xwe vemirand û bû kujerê rêwîtiya xwe. Ew gotin hîna wekî guharekî di guhê min de ye û her cara ku ez fincana qehwa xwe diqûlibînim li fala xwe nanêrim, ji ber ku ji zû de fala jiyana min hatibû xêz kirin û di paşeroja min de çi hatibû gotin pêk hat.

Di cîhana sînema de jin 

Bi van jinên ku em li hev kom bûne di bin banê KOLEKTÎVA KEZÎ de, bê ku hinasekê bigirin, bi merdî ku her yek ji wan karê pênc kesan dike, xwe ji dil û can didin kar da ku bibin parçeyekî ji gotinekê, nameyekê û wesiyetekê ku wê çiqas bi hêz bibin da ku her serpêhatî û çîrokeke jiyana jinan bikin fîlmek. Fîlmek ango dozek, hesabxwestineke ji pergala desthilatê, ji zayendparêziyê ye. Fîlmeke, lê em dibêjin ku mafê kesî nîne ku îradeya jinan biçewisîne, wê ji nedîtî ve bên. Fîlmeke, bi rêya wê em diyar dikin bê mebesta me ji jiyanê çi ye. Em çawa hez dikin bijîn. Fîlmeke felsefe, zanistî û erka me ya xwedîderketina me ya li mîrateya me ya dîrokî, civakî û siruştî ye. Ji bo wê em ê fîlman çêbikin. Ji xwe hûnandina hunerê herî zêde li jinan tê.Festîval wê li Qamişloyê pêk were û ji 25’ê Gulanê heta 31’ê Gulanê dewam bike. Di serî de ji Kurdistanê, Rojhilata Navîn û ji welatên cîhanê wê mirovên cuda li vir kom bibin. Kombûn ne tenê ew e ku em ê li fîlmên hev temaşe bikin, bidin temaşe kirin û belav bibin. Ji wê zêdetir di cîhana sînema de jin dikarin bibin xwedî nasnameyeke çawa, wê nîqaşa wê bê kirin. 

Pêla sînemayeke çawa ji bo fîlmên jinê?

Bêyî ku jin bikevin bin minetî û rehma vê sektora ku bi destê zilam dizîvire û feraseta zayîndperest ku zagona xwe ferz dike, li ser şêweyê çêkirina jinan ji projeyên xwe re, çareseriyên alternatîf wê çi be? Bi hevgirtin û rêxistiniyeke çawa dikarin di vê qadê de li ser linga bisekinin. Ya ku di fîlmên xwe de diyar bikin, resendiya koka xwe ye. Dayik, mak a ku lê vegere, ya ku ji suriştê jiyan veja ye. Lewra armanca me ew e, jiyana îro ku sexte ye û ne hêjayî jinê ye, lê layiq wê hatiye dîtin, em ê bi yek ruh û ramanî di rûyê wê de bisekinin. Ji bo rasteqîna jiyana jinê diyar bikin di derbarê wê de em ê gelek guftigoyan bimeşînin. Pêla sînemayeke çawa ji bo fîlmên jinê, bi kîjan rêbazê vebêjî, em wekî sînemager dikarin çi bişopînin, zaniyariya wê rave bikin. Di cîhana sînemayê de di bin sîwaneke yekgirtî ku em bi her awayî palpiştiyê ji hev re bikin, derfetên çêkirina sînema ji jina re biafirînin. Ne wisa be pergal bi hemû derfetên xwe yên madî û manewî li pişta zilam disekine di vê qadê de.

Pêwîstî bi rêxistiniyeke hevpar a jinan heye

Pergala kapîtal heya jê tê dixwaze vê qadê li jinê teng bike. Jinê weke hebûneke cihgir li qada karê fikrî, çêkerî, derhêneriyê dibîne. Di dirêjahiya dîroka vî karî de jin timî bi kar aniye û huner û jîriya wan jî xistiye bin xizmeta berjewendiyên xwe. Jinên ku xwestine li vê qadê bibin xwedî cihekî, gelek zor û zehmetî kişandine. Ji bo em karibin li vê qadê cih bigirin û bi hêza xwe berheman biafirînin, bêyî ku bikevin bin siya kesî, pêwîstî bi rêxistiniyeke hevpar a jinan heye. Weke jinên ku li her qada têkoşînê xwe ispat kirine, li qada sînemayê jî em dixwazin bi erka pêşengiyê rabin, hêz û ezmûna xwe bi pêş ve bibin.

Em vê festîvalê diyarî şehîdan dikin

Festîval bi navê şehîd Nûjiyan tê lidarxistin. Nûjiyan hem şoreşgerek bû ku li hemberî her şêwe dagirkeriyê û dijminê jinê rabû; ji dewleta Tirk heta bi DAÎŞ’ê û xiyaneta Kurdan ku bi destê wan Şengal hate firotin, têkoşîn meşand. Hem jî weke rojnamevanekê herî zêde serpêhatiyên jinan tomar dikir. Ji aliyê mejiyê şer ê mêr ve hedef hat girtin û hate qetilkirin. Her wiha Nûjiyan jineke hunermend bû ku di çêkirina fîlmê jina têkoşer Sakîne Cansiz de yê bi navê ‘JIYANA MIN HER ŞER BÛ’ û di fîlmê ‘RÛPELÊN SOR’ de weke lîstikvana sereke cih girt. Ev festîval berhema hemû jinên ku têkoşîn kirine û şehîd bûne. Em vê festîvalê diyarî wan dikin. Ji bo me bextewariyeke gelekî cuda ye ku xewn û xeyalên jinên ku gelek hesret di dilê wan de maye û xewn û xeyalên xwe bikin yek. Gelek jin di vê pergala zilamsalar de bûn qurban. Gelek ji wan bêyî ku kes dengê wan bibihîze bedena xwe dan ber agir û xwe kirin xwelî, gelek jê ji ber zilmê bi gelek hincetên cuda bi destê kujerên diyar, bûn qurbanî. Dayikxwedavendên ku em îro bi mîrateya wan bi anûr dijîn û berxwedêrê azadiyê ku şoreşeke Kurdistanî sosyalîst û enternasyonalî jiyan, ku heya mirovahî hebe wê bi mîrateya wan serbilind bin.