Kurte diroka jin li Nepal

- Necîbe QEREDAXî
86 views
Ji sala 2001’ê û vir ve, Foruma Civakî ya Global her du salan carekê weke tor û qadeke alternatîf dicive. Herî dawî di sala 2024’an de li Nepalê bi beşdariya zêdetirî 98 welat û 1000 rêxistin, tevger û kesan hat lidarxistin. Piraniya beşdaran jin û ciwan bûn ku ji welatên Asya û Başûrê Asyayê bûn. Helbijartina Nepalê weke malovana Foruma Civakî ya Gerdûnî ya 2024’an ji ber çend sedeman biryareke bi armanc bû.

Yek ji wan, Nepal welatekî biçûk e û di bin serdestî û nakokiyên di navbera Çînê û Hindistanê de ye. Niha Amerîka hewl dide bandora xwe li ser zêde bike. Hin akademîsyen û siyasetmedar dibêjin hukûmet û dewleta Nepalê neçar maye vê stratejiyê qebûl bike ji bo ku ev herdu dewlet Nepalê nekin cihê kêşmekêşên xwe. Hatina hêjmareke mezin a mirovan ber bi Nepalê ve bi awayekî rasterast jî nebe, piştgiriyê dide welat. Hem hewldaneke ji bo vejandina warên gerûgeştê, bazirganî, aborî û siyasî. Ya duyem; di warê siyasî de ji sala 2008’an û vir ve gerîlayên Maoîst piştî 240 salan dawî li desthilata monarkî anîn. Ev pêvajo hîn jî neqediyaye. Lewma dixwazin bi van çalakiyan giraniya xwe çêbikin. Ji salên 1990’î û vir ve, sîstemeke pir-partî heye ku di bin serweriya aboriya lîberal de ye. Vê jî hiştiye ku bazara taybet xurt bibe, derfetên ji bo turîzma olî, jiyan û aboriya komînal a civakî xirab kiriye.

Ji aliyê civakî û dîrokî ve Nepal Ji hêla civakî ve Nepal

ciwan û zindî ye. Li gorî amaran û rêxistinên jinan, hêjmara jinan li welat ji mêran zêdetir e. Lê bêkarî û xizaniyê bandoreke mezin li ser civakê kiriye. Gelek rêxistin, tevgerên karker û cotkaran ên jinan û giştî hene. Lê ji aliyê zihnî ve girêdayî dewlet û desthilatê ne. Hêviya wan ji dewletê heye. Ev jî eşkere rê li ber demokratîkbûna civakê digire. Aliyeke din de jî Nepal welatek e li ser xeta erdhejê ye. Ji ber wê her çend salan carekê bi sedema xirabûna avahîsaziyê û hilweşîna xaniyan hêjmareke zêde ya xelkê jiyana xwe ji dest didin. Ji aliyê dîrokî ve, Nepal welatekî kevnar e û cihê gelek şaristaniyan e ku di encama pevçûnan de hatine hilweşandin. Hin çavkanî diyar dikin ku dîroka çanda herî kevn a xwecihî li wî welatî vedigere 30.000 sal berî zayînê. Jiyana gel li ser çandinî, bazirganî û tûrîzma olî ye. Ji ber ku Nepal ji aliyê pir-olî ve cihekî dewlemend e. Li gorî hêjmareke dîroknasan, li Nepalê pevçûnek olî ya tund çênebûye. Her çend pirraniya wan Hindû ne jî, lê bi hindikahiyên din ên wekî Budîst, Misilman, Cihû û anîmîstan re bi hev re dijîn.

Li Nepalê bandora ol û mîtolojiyê

Ji ber paşxaneya dîrokî û civakî ya li Nepalê, civak di bin bandora ol û mîtolojiyên kevnar de ye. Li paytexta Kathmandu li her derê fîgurên xweda û xwedawendên ji kevnariya Asyayê hene. Ew bi çandên din ên cîran re gelek hevpar in. Xala herî giring peyva “Namaste” ye ku ji bo silavê ye û tê wateya “Silav ey gerdûna ku tu xwe di min de dibînî”. Di aliyê sosyolojiyê de wekî her devera cîhanê beşa herî hatî çewisandin jin in. Her çend ew hêjmara herî mezin in jî, lê yên herî marjînal û kedkar jî xuya dikin ew in. Rêjeya xizanan bi giranî di nava jinan de ye. Jin bi giranî di sistema kast, civakî û olî de yên herî marjinalîzekirî ne. Tê gotin ku çand û ol cudahiyê naxe navbera jin û mêran. Lê di pratîkê de tiştek din heye. Jinan di dema têkoşîna xwe ya wekheviyê û perspektîfa sosyalîst a şoreşgerên Maoîst de hêvî dikir ku bigihin mafên xwe. Lê ji sala 2008’an ve piştî desthilata Maoîst, komkirina hêzê di navendeke desthilatdariyê de ya ku weke kevneşopiyeke hevpar a desthilatdarî û dewletê ye, ev xewna civakê û bi taybet jî ya jinan têk çû. Niha jî li ser “Sozyalîzma rastî çiye û ya heyî çima wisa ye” di nava civakê de gotubêjek pir xurt heye. Ev jî piştrast dike ku hemû şoreş û guhertin piştî hatina desthilatdariyê daxwazên civakî ji bîr dikin û pişta xwe didin jinan. Ji bo tevgerên ku di bin desthilatdariya mêr de bigihin desthilatdariyê tenê pêwistiya wan bi jinê heye.

Di felsefeya Vedîk de mafên jinan

Çavkaniyên dîrokî dibêjin ku di dema felsefeya Vedîk de, (ku di gelek çavkaniyan de wekî ol tê hesibandin) mafên jinan hatine parastin. Mafê wan hebû ku hevjînê xwe hilbijêrin, bixwînin û bibin xwedî milk. Mînak, jina bi navê Asura Shachi bi Indra re zewicî û ew bi navê Shachipatî hate naskirin. Jinan jî rîtuelên weke Opanayan (rîtuela bena pîroz) hebûn û zewaca zarokan jî nedihat qebûlkirin. Lê di serdema piştî Vedîk de, keşeyên Brahmana yên hilbijartî ku zordestî li jinan dikirin, hêza xwe avakirin, li ser civakê serdest bûn û wekheviya Vedîkî ya jinan winda bû. Yasadanerê Brahman yê herî bêrehm Manusmrîtî bû. A yekemîn; di malekê de jin bi rûmet in, keyxweş u razî ye. A duyemîn; divê jin di zaroktiya xwe de ji aliyê bavên xwe ve, di ciwaniya xwe de ji aliyê mêrê xwe ve û ji aliyê kurên xwe yên mezin ve bêne kontrolkirin. Ev du biryarên dijberî hev in. Ya yekem di berjewendiya jinan de ye û ya duyemîn jî ji bo kontrolkirina wan e. Paşê, civaka baviksalarî ya dawî, peyama Manûsmrîtî ya li dijî jinê pêk anî.

Di civaka Hindû de jin

Civata Hindû çar kesayetên jin ên navdar ên bi navê Ghosha, Lopamudra, Gargi û Sulaba Maitreyi ku di serdema Vedîk de çalak bûn nas kirin. Gargi yek ji fîlozofan bû, ku di pirtûka Janaksabha de bi Yajnavalkya re nîqaş kir. Jin wê demê bi hêz bûn. Li gorî mîtolojiya Nepalî, di civaka Hindû de, Kalî weke xwedawenda hêzê ye. Ji ber ku wê karakterên xirab ên mîna Sumba, Nishumba, Mahishasura, Raktavija û gelek ên din têkbir. Di Hindûîzmê de sê karakterên mîtolojîk ên din jî hene: Durga wekî hêz, Saraswatî wekî pisporiya di karên xwe de û Laximî wekî dewlemendî pênase bûne. Her wiha kesayetên din ên bi navê Panchakanya (pênc keç, yên ku pakîze ne) hene. Evana Ahalya, Draupadi, Tara, Kunti û Mandodarî ne. Li gorî mîtolojiya “Swastani” dema ku xwedayan nikarîbûn li hemberî xerabiyê bi ser bikevin; xwedawend Kalî rabû û ew têk bir. Ji ber hêza wê, hemû xwedayan serî li ber wê danîn û ew bû cihê rêzdariyê. Li gorî lêkolînan, Bûdîzm jinan ji mêran kêmtir nabîne û cudahiyên biyolojîk û fizîkî yên di navbera herdu zayendan de qebûl dike. Rewşa jinên Misilman, Xiristiyan û Cihû ji ya jinên di bin bandora olan de ne cudatir e. Her wekî li i deverên din ên cîhanê ku jin bi gelemperî ji mêran kêmtir têne hesibandin û divê her dem di xizmeta mêran de bin; ji ber ku di olan de wisa hatiye formulekirin. Jinên Nepalî ji bo mîsogerkirina mafên xwe tim li benda guhertinên qanûnî, beşdariya saziyên dewletê û qada siyasî man e. Lê bêbaweriya ji van nêzîkatiyan jî di nîqaşên wan de diyar dibe. Ji ber nebûna rêyeke din, lêgera çareseriyan a di nava sîstemê de dewam dike. Hêviyek din ji bo riyeke din nemaye. Lê piraniya wan dizanin ku riya alternatîf ne ew riya hevpar e ku heta niha hatiye ceribandin.

 

*Dê berdewam bike