Tevgera azadiya Kurd bi rihê enternasyonalîzmê û bi îdîaya ku bibe tevgera hemû mirovahiyê dest bi têkoşînê kir ji hemû şoreşgerên cîhanê re bû hêvî. Ji çar aliyên cîhanê bi hezaran şoreşger ji bo xeyalên xwe pêk bînin berê xwe dan Kurdistanê. Şoreşgera femînîst Alîna Sanchez jî yek ji wan bû. Weke Che Guvera ew jî ji Arjantînê û doktor bû bi rihê enternasyonalîzmê di şoreşa Rojava de cîh girt.
Di sala 1986’an de hate dinê û piştî li Kubayê li Zanîngeha Tibê ya Latîn Amerîkayê (ELAM) perwerde dît, di 2011’an de tevlî YPJ bû. Tim di nav lêgerîna jiyaneke azad de bû û çiyayên Kurdistanê weke cihê vê dît. Lewma navê Lêgerîn Çiya li xwe kir. Li Rojava di xebatên tendûristiyê de kedeke mezin da. Bi sedan şervanên birîndar derman kir û wan ji nû ve vegerand jiyanê. Ne tenê bi doktoriya xwe, bi dilsozî û hevaltiya xwe jî tim nefes da jiyanê û rengîn kir. Ji hemû hevalên xwe hez kir û bi qasî vê jî hat hezkirin. Di 17’ê Adara 2018’an de li bajarê Hesekê yê Rojava di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Di salvegera şehadeta wê de, dayika wê Patrîcîa Gregorînî ji Newaya Jin re axivî û behsa kesayeta wê ya şoreşger, lêgerînên wê yên azadiyê û têkoşîna wê kir.
Tê gotin ku kesayeta însan hîn di zaroktiyê de ava dibe. Zaroktiya şehîd Lêgerîn Çiya çawa derbas bû û danûstandinên wê yên bi derdorê re çawa bûn?
Alîna ji zarokatiya xwe ve her dem pirr şa bû, zindî bû û enerjik bû. Alîna herdem pir piştgirî dida. Dema pêwîstiyê wan hebû her tim alîkarî dida birayên xwe û dema tiştek dixwest wan qanix dikir. Her tim çi xwestibe ew pêk anî. Biçe kû derê gelekî dihat hezkirin, ji ber wê jî çi dixwest dikaribû bike. Tim bi berpirsyarî tevgeriya û alîkarî da. Lewma hê di zaroktiya xwe de weke dayikekê xwedî li birayê xwe yê piçûk derket û lê mêze dikir. Her tim dixwest alîkarî bide her kesî û jiyana xwe, hebûna xwe bi wate bike. Gelek jîr bû, bi aqil bû û hişê wê pir xurt bû. Her wiha bedena xwe jî baş nas dikir. Lewma dema jimnastîka artîstîk dikir her dem di pêşbirkan de dibû yekemîn. Hevala her kesî bû. Alîna xweşik bû, jîr bû, zîrek bû, bedena wê zindî bû û di heman demê de dilnizm bû û xwe li jor nedidît. Ez bawer dikim ev taybetmendiyên wê yên xweşik hin kesan jî aciz dikir. Carna hin zarok jê dihesidîn, lê dîsa jî ti carî wan ji xwe dûr nexist.
Salên wê yên dibistanê çawa derbas bûn, li ku derê û kîjan beş xwendin? Di van salan de lêgerînên wê yên azadiyê û şoreşgerî çawa pêş ketin?
Wê antropolojî dixwend, lê enerjiya wê hin zêde bû û ew têra wê nedikir. Ji ber vê yekê carna hinekî zehmetî dikişand. Alîna gelekî bi meraq bû. Jiyan bixwe û her tişt bala wê dikşand. Dema antropolojî dixwend, mamosteyekî jê re pêşniyar kir ku ji zanîngehekê alîkariya bursê bistîne, biçe welatê Kubayê beşa tibê bixwîne û bibe doktor. Lewma Alîna hat cem min got, “Ez çi bikim”. Min jê re got, “Biçe û bixwîne”. Paşê ji bo xwendine çû Kubayê. Ji wir pir hez kir. Carekê jî çû Cancun ji bo ku hinek kar bike û ji bo pêdiviyên xwe pere kom bike. Lê li wir tenê rojek ma. Ji wir çû San Cristobal û saziyên civakî yên sivîl yên ji Barcelonayê nas kir û bi wan re tevlî pêngaveke polîtîk ya ji Chiapas heta Panamayê bû. Di vê pêngavê de amadekariya meşekî ji bo cotkaran kirin. Di tevahiya rê de li wesayeta Subcomandante Marcos daxuyanî da û ji bo raya giştî axaftin dikir.
Lê dema pir piçûk bû jî ji min re digot, “Daye, min bibe wir ji bo ku Subcomandante Marcos nas bikim”. Dema weha diaxivî min ji Alîna re digot ku ew ne tiştekî ewqas hesan e ku weke mirov biçe şekir bikîre bike. Lê di dawî de tiştê ku dixwest pêk hat. Ew bi xwe vê xeyala xwe pêk anî. Piştî wê ji min re got, “Daye ez bawer nakim ez bikaribim vegerim û li zanîngehê xwendina xwe temam bikim. Dibe ku salekê ji vir biçim û li dûr bim”. Nekaribû li balafiran siwar bibe, lê paşê ev tirsa xwe derbas kir. Dema ku vegeriya Kubayê hewl da ku bimîne, lê belê biriyar da ku biçe Ewrupayê. Çû Barcelona lê bawerim saziyên civaka sivîl yên Ewrûpî bendewariyên wê bi cîh neanîn û ji ber van helwestên wan bê bawer bû. Ji wir çû Hamburgê, lê nezanim çima. Ji wê derê jî dixwest li Calcuta biçe gel Daye Teresa. Ji min re got ku bi qasî heyvekê wê nikaribe internetê bikarbîne û biaxive. Em difikirîn ku li Hindistanê ye. Lê belê ne weha bû.
Tevgera Kurd kengî nas kir, herî zêde ji çi bandor bû? Dema çû Kurdistanê ma ev bi we re parve kiribû? Di vê mijarê de helwestên we û malbatê çawa bû?
Weke ku ev jiyan têrî wê nedikir, tim di nav hewldan û lêgerînekê de bû. Gelê Kurd çawa nas kir nizanim. Bawer dikim hevalên wê ji bo biçe Kurdistanê wê dawet kirin. Çû wê derê û ji wir gelekî hez kir. Dema li wir bû rojekê bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk destpê dike. Heval dixwazin wê ji wir derxin, lê naçe ew dixwaze li wir, li cem wan bimîne. Lê piştî çû Kurdistanê tevgera Kurd jê re got ku vegere Kuba xwendina xwe dewam bike. Ji ber vê yekê ew careke din vegeriya Kuba û xwendina xwe temam kir. Lê dema ku dîsa vegeriya li Kuba her tim ji bo şoreşê kar dikir.
Ew evîndara projeyên şoreşê û Kurdistanê bû. Me hemû jê re digot ne pêwîste ku biçe ewqasî dûr, lê wê digot, “Tiştên ez dixwazim encex dikarim li Kurdistanê pêk bînim”. Me digot li Arjantin û li dêverên din jî pêwîstî hene. Lê Alîna got, “Min ev ne hilbijart, ew ez hilbijartim”. Her tim digot “Ez ji wir û karê wir hez dikim. Eger ez neçim ez nekarim kêfxweş bibim”. Ew evîndara şoreşê û hevalên tevgerê bû. Ji ber ku hemû pirr jê hez dikirin û ew jî pirr dilgerm bû. Gelekî kêfxweş bû. Ew dixwest li Amerikaya Latin û Kurdistanê projeyekê hevbeş pêşbixe. Lê bi awayekî ev kir, ji ber ku di navbera herdu gelan de ew dilsozî, girêdan û pirên têkoşînê ava kir.
Li aliyekê insanên baş hene û aliyekê din insanên xerab hene. Lê ez bawerim insanên Rojava yan jî yên di nav tevgerê û şoreşê de ji bo başiyê kar kirine û ji bo wê hewqas hezkirin heye. Ev kedekî mezin e. Ji bo her tiştî aliyekî wê yê tarî heye. Lê di vê mijarê de ji bo min cudahiya tevgerê heye, ji ber ew karê ku bi zanebûn û hezkirinê dikin pirr girîng e. Pirranî jî dilnizm in. Li cem wan desthilatdarî, berjewendî û hesabên piçûk tune ne. Lewma ew ji tevgerên din cuda ne.
Di roja me ya îro de hûn rewşa ciwanan û cîhanê çawa dibînin? Ji bo ciwanên ku di nav lêgerînên azadiyê de hûn dixwazin çi bêjin?
Ez difikirim ku cihan pir di aliyê rastgir de ye. Tiştê ku şoreşger dikin utopiyayek e. Ji aliyê din ve nabe ku vê utopyayê li ser lingan bihêlin û pêk neyenîn. Lê ya baş ew e ku têbikoşin. Ji ber ku di heman demê de êrîşên dijwar hene û ji ber xwe biparêzin pêwiste têbikoşin. Her çiqas cihan ji aliyê desthilatdaran ve tê rêvebirin jî, bi pêşxistina piştgirî û danûstandina gelan ew utopyayên me û derfetên pêkanîne xurt dibin. Ez miroveke zêde optimist nînim, lê bawerim ev rêyeke baş e. Ez bawerim ku ruh her tiştî dixe tevgere. Eger cihanê hilweşînin, em ê li cihekî din vê têkoşîna xwe berdewam bikin. Dema ku cihan hebe ya girîng ew e ku mirov li gorî hîs û fikirandina xwe be û ber bi armanca xwe ve biçe.
We got, Alîna li pey lêgerînê bû, ev yek li ser kesayeta wê û pêşketina wê çawa bandor kir? Ev lêgerîn çi bi xwe re anî û jiyana wê çawa guherand?
Alîna azad bû. Azadî tiştê herî mezin e. Divê mirov azad be. Ji bilî azadiyê ez jî tiştekî naxwazim. Watedayîn azadî ye. Azadî hebûn e, ifadekirina xwebûn e. Giring e ku her kes wekî xwe be. Ji bo vê divê mirov kêmasiyan xwe jî qebûl bike. Ev jî tenê bi pêşketine dikare pêk were. Weke mînak, perperîk, pêşî ji kurmekî çêdibe. Eger ev kurmbûna xwe qebûl nekiriba wekî din nekaribû bibe perperîk. Alîna jî her qonaxa jiyana xwe qebûl kir û ev bi awayekî azad derbas kir. Xwe weke insanek cuda nişan neda. Kêmasiyan xwe jî qebul dikir û weha pêş diket. Parçeyekî pêşketina wê li Kuba bû, parçeyek pêşketina wê jî bi jiyana hemû hevalên xwe yên li zaningehê re çêbû. Li Kurdistanê jî gelekî pêş ket, ji ber ku li wir di nav şoreşê de karê hûndirîn yê kesayetê bi awayekî kûr û berfireh tê kirin. Alîna navê xwe kiriye Lêgerîn, ya ku li azadiyê digere. Bawerim di wextekî de ket wê ferqê ku ew êdî azad e û ketiye nav lêgerîna heqiqetê.
Piştî şehadetê we çi hîs kir û îro hûn çawa hîs dikin? Rewşa şehadetê bandoreke çawa li ser jiyana we kir?
Ez dilsoza Alîna me. Ji ber vê dilsoziya Alîna ez têm hezkirin. Ez niha nikarim Alîna bibînim, lê hevalên wê bi min re ne. Bi dîtina hevalan, yên ku weke Alîna li Rojava bûn, an hevalên ku Alîna nas kirîbûn û tên gel min ez xwe pirr baş hîs dikim. Dema ez çûm Rojava, hêvalên wê min gelekî baş pêşwazî kirin. Pirr nirx didin mirov, baş mêze dikin û ev dihêle ku ez xwe baş hîs bikim. Dema ez bi hevalên wê û tevgerê re me ev ji bo min pirr baş te.
Ez di nav xwezayê di nav erdekî de dijîm. Dema Alîna şehid bû min parçeyeke ji vê erdê da projeyek ku ez fikirîm Alîna wê jê hez bike. Wê demê destpêke min ji hevalên wê re pêşniyar kir. Lê belê wext derbas bû û zelal nedibû. Ji ber ku nekaribûn berpirsyariya vê projeyê rakin. Piştî ez bi gruba Amerikaya Latin ku Alîna jî berê di nav de bû axivîm. Keça Berta Caceres jî di nav de ye û ew jî hewl da. Lê wan jî nekaribûn. Fikira min avakirina navendeke perwerdeya gel bû. Ji bo wê di dawiyê de min ji Claudia Corol re pêşniyar kir, ji ber ku ew di nav kordinasiyona perwerdeya gel de ye. Ew proje niha li Córdoba hêdî hêdî bi keda wan pêş dikeve. Her heyv carekê kom dibin. Ew wê bibe cihekî perwerdeyê gel û navê wê “Espacio Alina Sánchez” be. Di heman demê de ji bo têkoşinên cihên din yên cihanê jî piştgirî bide.
Alîna tim di dilê min de û hîs dikim ku Alîna her tim heye. Ew min dixe nav tevgere. Ez hemû karê ku dikim bi kêfxweşî pêk tînim. Gelek kes hene ku ji bo Alîna wan nas dikim. Alîna şoreşger e, parêzvana jiyan û mirovan e. Ji ber ku her tim di jiyanê û di dilê mirovan de hêzek, agirek heye ku me li ser piyan dihêlê û hêza têkoşînê dide. Alîna jî wî agirî geş dike û diparêze. Alîna ji bo min hêza parastin û têkoşînê ye.