Li Başûr Operasyonên ‘xweşikbûnê’!

- Berîtan ZAGROS
383 views
Hemû sîstemên îdeolojîk yên çavkaniya xwe ji eqliyeta mêr digirin, ji bo xwe mezinkirin û mayînde kirinê jinê ji aliyê hiş, mejî, hest û beden ve îstîsmar dikin. Siyaseta xwe li ser kolekirin, pêşkêşkirin an jî bikaranîna jinê dihûnin. Ev sîstem şekil û rêbazê wan biguherin jî di cewherê xwede hemû di mijara jinê de xwedî heman fikrîne, hemû jî di heman rêyê re derdikevin.

Eger em van herdu sîsteman jî bi nav bikin, ya yekemîn olên yek xwedayî ku di roja me ya îro de herî zêde jî di îslamiyetê de berbiçav dibe, li ser bedena jinê siyaseta xwe dimeşînin. Balkêşe qanûnên xwe yên destpêkê li ser jinê ferz dikin û ji jinê dikevin rê, li ser hemû civakê ferz dikin. Helbet bingeha kolekirina jinê herçend bi olên yek xwedayî re destpêkiribe jî, dîroka wê hîn kevintire. Lê gelek olên yek xwedayî di roja me ya îro de heya astek di encama têkoşîn û berdelên giran yên jinan de derbaskirine, lê ev hîn jî li ola îslamiyetê û gelek mezhebên wê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê zindî ye. Bi derketina DAIŞ’ê re jî ev careke din hate zindîkirin.

Îslamiyet li ser bedena jinê xwe mezin dike

Weke nimûne salane hinek partiyên îslamî yên wekî Yekgirtû û Komela Dadgerî ya Îslamî li Herêma Kurdistanê zarokên keç û jinên ciwan bi merasîmên  ‘Taca Zêrîn’ dipêçin. Salane hejmara van jinan digihije hezaran.  Bihezaran jin li Herêma Kurdistan li beramber banga  ‘ji rê dernekevin û nekevin bi bandora sîstema sermayedar’ de baweriyên wan tên îstîsmarkirin.  Ev tevna îslamî herî zêde li ser bedena jinê tê mezinkirin.  Ev îstîsmara li ser bedena jinê helbet destpêka wê ye, di warê hiş û mejî de jî ev jin bi temamî dixin nava çar dîwarên malê,  ji bo bê dawî arezûyên mêr tatmîn bike. Ev merasîmên qaşo ‘Taca Zêrîn’ bi xwendina pirtûkên îslamî yên girseyî berdewam dikin û di van perwerdeyan de bi temamî ev jin tên dîl girtin. Di heman demê de ev hewldanên tevgerên îslamî û sîstema sermayedar herî zêde êrişî jinê dike, wê îstîsmar dike û xirapkariyeke mezin lê dike.

Bazara sermayedar li ser bedena jinê mezin dibe.

Sîstema sermayedarî hem sîstema xwe ya kolekirina xwebexş ya jinê, bêhişkirina jinên ciwan, wan bê dawî pêşkêşê mêr kirin û sorkirina ajoyên herdu cinsan, hem jî ji bo geşepêdana aboriya xwe bi çirke çirke bedena jinê îstîmar dike. Îstîsmara li ser beden, rihê jinê û manîpûlekirina wê, her diçe kûrtir û firehtir dibe. Bandora sîstema sermayedar heya şaneya herî biçûk ya civakê jî nifûs dike. Sîstem bedena jinê pirtik pirtik dike û pêşkêşê mêr dike. Li gorî her parçeyeke bedena wê rêbazên îstîsmarê pêşdixe û fiyet ji bo wê diyar dike. Ji ber vê jî bazara sermayedar herî zêde li ser bedena jinê mezin dibe. Nimûneya vê ya herî berçav û trajîk jî li Başûrê Kurdistanê ye. Herdu sîstemên olî û sermayedarî li herderê bandorê li jinan dike, lê li Başûrê Kurdistanê gihiştiye asteke metirsîdar. Li gorî amarên fermî yên Komelaya Bijîşkên Estetîkê ya Herêma Kurdistanê, salane nêzîkî 45 hezar ‘Operasyonên Xweşikkirinê’ tên kirin. Ji vana %70’yê wê jinin, sedî 30 jî zilamin. Temenê kesên van emeliyatan dikin jî di navbera 25-45’ê de diçe û tê.

Her wiha li gorî heman çavkaniyê rêjeya herî zêde ya ‘operasyonên xweşikkirinê’ li Hewlêr, di rêjeya duyemîn de Silêmanî û paşê jî Duhok tê. Rojane her bijîşkek estetîkê, 10 operasyon dike.

Ji ber van emeliyatên ‘Xwe Xweşikkirinê’ hema bêje bedena jinê hemû dikeve bin kêran û ji hev tê xistin. Ev operasyonên dibin navê ‘Xweşikbûnê’ de tên kirin jî mirovan ji mirovbûnê derdixe, yek tîp û bê nasname dike. Di rastiyê de kesayeta wê têk dide. Ne tenê yek tîp dibin, di heman demê de reftariyên wan jî ji nûve tên dîzaynkirin û weke robotan tê kirin. Ev dîzayna laşê jinê bi temamî li ser esasê arezûyên mêr tên rêxistinkirin. Ji bo jin bên arastekirin jî medya dijîtal, tv, reklam, afîş û hwd. bê sînor tên bikaranîn. Helbet ev yek li gel têkdana kesayeta jinê û mejiyê wê, tendûristiya wê jî dirûxîne. Jinek ku bênavber bikeve ber van operasyonan û kêr li benda wê bikeve, helbet rûberûyê gelek nexweşiyên kronîk û bêçareser jî dibin. Ev di heman demê de pêşî li nexweşiyên psîkolojîk jî vedike. Balkêşe yê ku van emeliyeta teşwîq dikin û jinan arasteyê wê dikin, mêr in, lê dîsa yê wan teşhîr dike û hedef nîşan dide û dikûje dîsa mêr in. Jin jî beramber vê rewşê ne xwedî têgihiştineke azad û serbixwe ye. Vîna wê di hilbijartina vê şêwazê jiyanê de nîne. Herçend wisa difikirin ku ev azadiye û bi xwe derbarê xwe de biyarê didin jî, lê ne di ferqa wê de ne ku hem ji aliyê fîzîkî ve hem jî ji aliyê kesayet ve tên qirkirin û rêzgirtina li beramber kesayeta wan namîne. Civak bi çaveke sivik û ne şîrîn li wan dinêre û heta gelek caran heqaret li wan tê kirin.

Ji bo perwerdekirinê dive siyasetek hevpar a Tevgerên jinan hebe

Di encamê de jin dibe qurbana sîstema olperest û sermayedar. Lê hilbijêrka jiyanê ya herî lawaz dimîne jî xeta azadiya jin a xwe dispêre aqilekî azad e. Ji ber sîstemê wan her arasteyê ajoyan û beden dike, di warê hişê azad yê afirîner û ayîdê xwe, hilberîner û xwedî kesayet de lawaz dimîne. Helbet ev babet heya niha di rojeva rêxistinên jin yên Başûrê Kurdistanê de ye û weke qadeke taybet anjî mahrem çav lê tê kirin. Rêya aqlê azad nîşanî jinan dayîn, bûyîna ayîdê xwe û hwd, hema bêje gelek lawaze. Divê mirov reşbîn nebe, lê mixabin di vî warî de jî tabloyeke gelekî xirap li Başûr heye. Divê tevgerên jin di vê qadê xwedî siyasteke hevpar ya perwerdekirinê bin. Eger wisa nebe, divê were zanîn wê jin ne tenê di warê fizîkî de werin qetilkirin, ya herî girîng jî di warê kesayetî de tê qirkirin.