Kurdistan navenda şerê cîhanê yê sêyemîn e. Dagirkerên li Kurdistanê jî bi hemû hêza xwe hewl didin ku mêtîngeriya li ser gelê Kurd dewam bikin. Yek ji dagirkerên sereke bêguman dewleta Tirk e. Ruhê Osmanîtiyê di şexsê faşîzma AKP-MHP’ê de îro şîn bûye. Ew ruh li ku derê dibe bila bibe rê nade hebûn, çand û zimanê Kurdan.
Ji dîrokê heya roja me ya îro tu rêbazê qirkirina fîzîkî û çandî nemaye ku li ser gelê Kurd nehatibe ceribandin. Ev hê jî bi rengekî giran dewam dike. Rabûn û destpêkirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê destwerdana li vê siyasetê ye. Ji ber wê ye ku bi piştgiriya hêzên hegemonîk ên cîhanê bi hemû derfetên xwe êrîşî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dikin. Li dijî van êrîşan jî gerîla berxwedaneke bêhempa nîşan dide, ruxmî teknîka herî pêşketî ya di destê artêşa Tirk a dagirker de gerîla bi ser dikeve, dijminê gelê Kurd bi bin dixe, tirsa mirinê dixe dilê dijmin.
Dîrok xiyanetê jî berxwedana gerîla jî dinivîsîne
Rêbazên mêtîngeriyê tên guherandin. Dewleta Tirk îro bi hemû hêza xwe êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike, hewl dide Kurdan qir bike, li qada navneteweyî rê li naskirina statu û îradeya gelê Kurd bigire. Li Bakurê Kurdistanê ji dijminatiya li mirovên Kurd heta bi dar û daristanên Kurdistanê, dijminatiyê li her tiştên bi navê Kurdîtiyê dike. Dijminatiya Erdogan ê faşîst li hemberî gelê Kurd ewqas mezin e ku navê li gorî hestên xwe yên faşîzan li Kurdistanê dike. Di rewşeke wisa de bi pêşengiya xiyaneta PDK’ê li dijî gelê Kurd artêşa Tirk a dagirker ketiye axa Başûrê Kurdistanê. Hewl dide Başûrê Kurdistanê dagir bike. Gerîlayên azadiyê bi berxwedaneke bêhempa û bi bedelên giranbuha li pêşiya dagirkeriya dijmin dibin asteng. Dîrok xiyaneta PDK’ê jî berxwedana gerîla jî dinivisîne. Ev xiyanet wê were darizandin, berxwedan jî wê bi azadiya gelê Kurd tacîdar bibe. Ji ber ku gerîla hêza berxwedana bêhempa ji berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê digire.
Êrişên herî mezin li ser civakê ne
Bêguman planên dijmin ên dagirkirina Kurdistanê bi êrîşên li ser çiyayên Kurdistanê re sînordar nîne. Îro êrîşa herî mezin li Başûrê Kurdistanê, li ser civakê tê meşandin. Gelê Başûr gelekî serhildan û raperînê ye. Desketiyên îro hene ku xiyaneta mala Barzanî jî li ser van destketiyên gel xwe dide jiyankirin, bi ked û xwîna xelkê Başûr hatine avakirin. Her bihosta xaka Kurdistanê bi xwîna xelkê me yê Başûr hatiye avdan, ji Helebce heyanî Enfalê xelkê Başûr di komkujiyan re derbas bûye, êşên bêhempa kişandine. Ruxmî wê dev ji berxwadanê bernedane li hemberî dijmin serî netewandine. Lê îro li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk helwesta divê bê nîşandan, lawaz e. Ji ber ku hêza xelkê Başûrê Kurdistanê heye ku yek yek baregehên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hilweşîne. Di wextê xwe de li Behdînanê gel baregehên artêşa Tirk dorpêç kirin, nehîştin wesayitên wan ên zirxî ji cîh bilebitin. Ketine nava baregehên wan û hilweşandine. Îro ew ruh lazime. Çima ew ruh lawaze? Dagirkerî tu carî bi êrîşên leşkerî-mîlîtarîst re sînordar namîne. Êrîşên herî mezin li ser civakê dagirkeriya mejî, hest, çand, ziman e. Îro li Başûrê Kurdistanê tu berê xwe bide ku derê tu tiştekî bi zimanê Tirkî dibîne. Dikanek boyaxê difroşe, mobîlya, yan jî xwarinê. Rengê Tirkî, tamên Tirkî û şêwazê jiyanê derdikeve pêşberî mirovan. Bi giştî Başûr niha weke labaratûarekê tê bikaranîn. Welatên rojavayî bi dehan sazî û dezgehên di bin navê saziyên civaka sîvîl ava kirine li herêmê. Di wan saziyan de bi hezaran kes kar dikin, maaş werdigirin û bi awayekî xwezayî jî berpirsin ku bîr û fikrên van saziyan di nava civakê de belav bikin. Ya din jî sektora tîcaretê ya bi Tirkiyeyê re ku di her warî de tê kirin. Yek ji wan sektoran rêzefîlmên Tirkan e. Bi wan rêzefîlman li şûna jiyana bi Kurdî, çanda Kurdî, hestên Kurdî, tamên Kurdî, yên Tirkî didin nîşandan. Haya civakê zêde ji vê nîne, van fîlman weke beşeke ji hunerê dibîne. Lê dema tu bandora wê ya li ser civakê dibîne, bi taybetî jî li ser jinan, eşkere dibe ku ev huner nîne. Ev rêbazê dagirkeriyê ye ku li ser civakê tê bikaranîn.
Li Başûr bombardûmana asîmîlasyonê
Di çavê civakê de nirxên çand, ziman, kevneşopiya neteweyî lawaz bibe, çanda rêzefîlmên Tirkan dikeve şûna wê. Di her warê jiyanê de xelkê Başûr di nava hejariyê de ye. Beşek ji siyaseta jor (PDK) yekser bi dijminê gelê Kurd re tevdigere, beşa din jî di bin zextê de ye ku weke PDK’ê lê were. Ew jî li şûna ku pêşengiyê ji civakê re bike, civakê, nirxên civakê biparêze di nava hewla xweparastinê de ye. Civak bi vî awayî bi tena serê xwe, bêparastin maye. Civaka bêparastin ji destwerdanê re vekiriye. Li ser xelkê Başûr bombardûmana asîmîlasyon û dagirkirina mejî di asta herî bilind de dewam dike.
Ev polîtîka herî zêde bandorê li ser jinan û ciwanan dike. Her du hêz jî dînamîkên civakê ne. Dema ev her du hêz bê bandor bin civak ber bi hilweşînê ve diçe. Li herêmê weke nav gelek rêxistinên jinan hene, weke şexs jî gelek kesên naskirî hene. Lê li meydanê kesên ku derkevin û rê nîşanî civakê bidin, hişyar bikin, Kurdistanê bi hemû zor û zahmetiyên wê jî bidin nîşandan ku axeke hêjayî hezkirinê ye, axeke hêja ye ku di oxira wê de têkoşîn bê meşandin, axeke hêja ye ku ji bo wê fedakarî bê kirin, nîne. Bi vî awayî dagirkerî bi dînamîkên civakê dilîze. Hestên civakê diguherîne. Civak ji dêvla li ser axa xwe ji bo avakirina jiyaneke aram, azad têbikoşe, xeyalên jiyanek li derveyî erdnîgariya xwe diafirîne. Ev jî rê li ber koçberiyê vedike ku li ser rêya koçberiyê bi hezaran kes dimirin.
Kuştin û şîdeta li dijî jinan
Li Başûr di heman demê de kuştin û şîdeta li dijî jinan bi rêjeyeke mezin zêde bûye. Em vê jî nikarin ji polîtîkaya dagirkeriyê qut binirxînin. Rojane hema bêje agahî ji hemû bajarên Kurdistanê tên ku jinekê xwe kuştiye, xwe şewitandiye, yan jî hatiye qetilkirin, şewitandin. Agahiyên xwekuştinê bi guman in. Her roj goreke nû li goristana bêkesan zêde dibe. Ez dixwazin qala yek ji van jinên hatine qetilkirin bikim. Avan Ceza, jineke 17 salî bû. Di 6’ê Hezîrana îsal (2024) rakirin nexweşxanê ku di asteke bilind de hatibu şewitandin. Zilamê ku pê re zewicîbû got, wê bi xwe di hemama malê de xwe şewitandiye. Lê derket holê ku Avan a bi cêwîkan ducanî bû, ji aliyê zilamê pê re zewicî ve destpêkê biriyê wê û porê wê bi jîlêtê hatin kurkirin, piştre li hemamê benzînê bi ser de dike û wê dişewitîne. Avan di 12’ê Hezîranê de li nexweşxaneyeke Silêmanî jiyana xwe ji dest da, bi herdu zarokên di zikê xwe de. Yanî sê can hatin şewitandin. Ev êşeke mezin e. Rêxistinên jinan di merasîma cenaze de jî Avan tenê hiştin. Min gelek çavê xwe gerand û xwest ku rêxistinên jinan, ew şexsiyetên bi navbang ên jin li wê merasîma cenaze bibînim. Lê kesek tune bû. Çawa Avan di 16 saliya xwe de hatibû zewicandin bi tenê di bin zext û tundutîjiyê de bû, di mirina wê de jî Avan tenê hate hiştin. Di civaka exlaqî û polîtîk de bûyereke wisa sedema serîrakirin û serhildanê ye. Lê deng ji tu kesî derneket. Em li vir qala dînamîkên civakê dikin. Bi vî awayî em dibînin ku dînamîkên civakê hatine hilweşandin. Dema li hember zilmeke wiha bêdengî hebe êdî mirov dibêje ji vê êşê mezintir tune ye. Li hember vê deng dernekeve wê li hember çi deng derkeve. Ev bûyer hinceta têkoşîneke mezin a jinan e li dijî desthilatdariya zilam.
Feraseta selefîst didin pêş
Li Başûrê Kurdistanê civak ji gelek aliyan ve hatiye dorpêç kirin. Xaleke din jî ew e ku selefîstiyê didin pêş. Ev feraset ji her alî ve di nava civakê de xwe birêxistin dike. Çanda civakê ya resen ji holê radike, li dijî vê çandê diaxive. Feraseta selefîstî hêdî hêdî dikeve nava şaneyên civakê. Lê li dijî wê jî xemsariyeke mezin heye. Selefîst ji welatekî cîran ji xwe ber ranabin û nayên hucreyên xwe di nava civakê de birêxistin nakin. Ev hêz bi polîtîkayeke bi zanebûn arasteyî civakê tê kirin. Merasîmên sergirtina jinan ên girseyî têne lidarxistin. Her jineke serê xwe digre dibe amûra propogandayekê li ser torên dîjîtal. Yanî dibe mijareke ku her kes bêje ez jî tiştekî wisa bikim, tiştekî gelekî baş e. Ev li ber çavê herkesî rû dide. Lê weke tiştekî xwezayî tê pêşwazîkirin. Ev xalên me behsa wan kirin dema tu ji dûr ve lê dinihêre weke her yek bi serê xwe mijarek e, ji hev qut e. Lê ne wisa ye, hemû bi hev re girêdayî ye. Dagirkerî, polîtîkayên asîmîlasyonê bandorê li ser civakê dike. Hewl dide civakê ji cewherê xwe dûr bixîne. Dema di vî warî de bi ser ket êdî dikare her tiştî bike. Ji ber bi polîtîkayên xwe xistina meriyetê civak bêparastin û bêrêxistinkirin hiştiye.
Têkoşîna li dijî polîtîkayên qirkirinê
Em nikarin bêjin di van xalên me anîn ziman de ji sedî sed ev polîtîka li Başûr bi ser ketiye. Lê dijmin ji bo bi serxistina vê polîtîkayê bi şev û roj dixebite. Li dijî wê divê civak hişyar be, yên îdîa dikin ku pêşengên civakê ne divê hay ji erkên xwe hebin. Bi taybetî rêxistinên jinan ên hene divê ji formalîtebûnê bêhtir, di nava civakê de, di nava jinan de karên pêwîste bikin. Ji bo Başûrê Kurdistanê demeke ji vê zehmetir nîne. Xelkê Başûr bi dehan salan li dijî rejîma Baas a faşîst, li dijî diktator Sedam li ber xwe da. Îro bi hevkarî û xiyaneta PDK’ê, faşîzma dewleta Tirk êrîşî Başûrê Kurdistanê û destketiyên gelê Kurd ê li Başûr dike. Rabûna li ber van êrişan di serî de jin û ciwan erka civakê ye. Civak hişyar nebe, li nirxên xwe xwedî dernekeve, tu kes civakê naparêze. Sibê, dusib çeteyên DAÎŞ’ê ku bi pêşengiya PDK’ê ji aliyê dewleta Tirk ve li Başûrê Kurdistanê ji bo li dijî gerîla bidin şerkirin hatine bi cîh kirin wê dakevin nava gund û bajarên Başûrê Kurdistanê. Îro em li dijî vê polîtîkayê dernekevin dibe sibe gelek dereng be. Jiyaneke bi rûmet û selamet derveyî axa xwe civak nikare li tu derê bijî. Ji ber wê jî em Kurdistana xoşewîst neterikînin û jiyanê li derve negerin, jiyan li Kurdistanê ye, ji bo xweşikahiyên vê jiyanê em bijîn divê em têbikoşin. Li derveyî vê rêyeke din nîne li pêşiya me.