Li her derê Jin Jiyan Azadî

- Berîtan Güneş
318 views
Li Rojhilatê Kurdistanê, li Îranê û pêl bi pêl li Bakur, Başûr, Rojava û li hemû cîhanê dengek bilind bû; ew deng dengê jinên berxwedêr ên Kurdistanê bû; JIN, JIYAN, AZADÎ. Ev deng ji wan cihan bilind dibû ku jin herî zêde rastî zilm û zordestiyê dihatin. Loma navnîşan pir di cih de bû: Rojhilatê Kurdistanê. Bûyer bûyereke pir eşkere bû ku ji bo jinan bû dilopa dawî ya vê bindestiya ku bi salan e didome û ev dilop ji aliyê jinan ve veguherî şoreşa hemû jiyanan. Belê ez behsa Şoreşa Rojhilatê dikim û di şexsê Jîna Emînî de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim.

Şoreşa ku li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir. Gava em li navnîşana şoreşê dinêrin, em dibînin ku vê şoreşê ji heqîqeteke pir mezin dest pê kiriye. Ev heqîqet jî ev e ku jin bi salan e li Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî jî jinên kurd di bin zilm û zordariyeke mezin de, derveyî mirovahî, wekhevî û mafên mirovan, jiyaneke pir zehmet dijîn. Her wiha rewşa jinên Rojhilat, taybetî jî ya jinên kurd, ji sala 1979an ve girantir bûye. Ji ber di vê dîrokê de polês an jî ‘cerdevanên exlaq’ derketine. Ev polês dixwazin li hemû qadên jiyanê jinan kontrol bikin. Û tenê ji ber hebûna van polêsan jî ev şoreş pir di cih de, pir biwate ye. Bêguman ev şoreş wê rojekê teqez pêk bihata, lê bûyera ku hat serê Jîna Emînî bû dilopa dawî bo jinên rojhilatê.

Şoreşa Rojava ji bo jinan bû hêvî

Baş e, gelo çima vê bûyerê li cîhanê evqasî deng veda, ez dixwazim hinekî behsa wê jî bikim. Gava ku em li dema bûyera Jîna Amînî û hinekî jî li bêriya wê binêrin, em digihêjin Şoreşa Rojava. Jinên kurd li dijî hemû tarîtî û hişmendiya DAIŞê, yanî li dijî zilamtî û zilamperestiyê, şoreşeke bi pêşengiya jinan da destpêkirin û ev şoreş hem ji bo jinên kurd hem ji bo jinên Rojhilata Navîn û cîhanê bû hêviyeke nû. Ew hêviyên ku bi salan her ku çûbû qels bûbûn dîsa xwe dan der û ji bo hemû jinên cîhanê bûn peyameke pir mezin. Bi rêbertî û pêşengiya jinan îro şoreşek li hemberî hişmendiya tarî dest pê dike û ev şoreş dîsa bi destê jinan digihêje armanca xwe û bi ser dikeve. Hêza ku ji vir hatiye standin wêrektiyeke pir mezin daye jinan û hêviyên guhertin û vegugertinê careke din li ba jinan şîn kirine. Her wiha êdî şoreşa Rojhilat jî heman peyamê dide hemû jinên cîhanê û jinên cîhanê jî bi vê hişmendiyê li dora Şoreşa Rojhilatê, bi dirûşm û paradîgmaya Jin, Jiyan, Azadî kom bûne û xwedî li vê şoreşê derketine û dengê vê şoreşê mezin kirine.

Çima li Rojhilatê Kurdistanê?

Xaleke din jî heye ku pir giring e. Gelo vê şoreşê çima li Rojhilat dest pê kir û li cîhanê belav bû? Bêguman sedem kurdbûna Jîna Emînî bû. Hîn jî dewleta Îranê gelek mafên kurdan ên çandî, dîrokî, nasnameyî, zimanî nade wan û kurdên Rojhilat wekî her sê parçeyên din ên Kurdistanê gelek pirsgirêkan dijîn. Mirov dikare mînakeke balkêş li ser van pirsgirêkan bide. Bo nimûne, dema ku me cara pêşî behsa Jîna Emînî dikir, esasen me digot Mehsa Amînî. Ji ber ew navê wê kurmancî bû û ti carî di fermiyetê de derbas nebûbû û bi destê dewletê ev nav hatibû tinekirin. Her wiha li kû derê êriş zêde bin, li kû derê mafên mirovan bêhtir bên binpêkirin, li kû derê tarîtî, zext û zordarî zêde be, şoreş herî zêde li wir xwe biqewet dike û bêhtir watedar dibe. Gotineke Birêz Abdullah Öcalan heye em dikarin wê jî li vir bibêjin. “Di çalakiyên civakî de ya ku serkeftinê diyar dike hêza heqîqeta xwe ye.” Û ev heqîqet, ji ber zilm û zordariya li Rojhilat û ji bo şoreşê pir rewa û pir mezin e.

Êrişên tund ên rejîma Îranê

Herî dawiyê jî vê tiştê dixwazim bêjim ku rejîma Îranê piştî van bûyeran bi rastî jî bi awayekî pir hovane êriş kir. Bi sedan mirov kuştin, bi sedan jî di girtîgehan da mehkûmî îdamê kirin. Lê ev esasen bersiva pirsa “Çima evqasî bi hovane êriş kirin?” jî dide me. Ji ber ku derfetek û îhtîmalek pir mezin hebû ku ev şoreş ji bo hebûna rejîmê bibe talûkeyeke pir mezin û pêşeroja rejîmê têxe xetereyê. Û ez wisa jî dibînim ku li Rojhilat û cîhanê êdî ti tişt ne wekî berê ye. Dema ku paradîgmaya Jin, Jiyan, Azadî bikeve mêjiyê jinekê û guhertinekê çêbike, ev heman talûkeyê diafirîne. Kî bi vê paradîgmayê hevdu nas kiribe, an jî ji bo vê paradîgmayê xebatek meşandibe, ew li wir şoreşeke mejî ango şoreşeke ku em dikarin jê re bêjin şoreşa hevnasînî çêkiriye. Barê heqîqetê yê vê şoreşê pir mezin e, loma em dikarin bibêjin ku heta kesek jî hebe dikare xwe bidomîne.

Hêz û çalakiya jinan

Jin, di vê sedsalê de bi rastî xwedî qeweteke pir mezin in û xwedî çalakiyên pir biwate ne. Ji ber wê yekê ye ku li hemû cîhanê niha êriş li ser destkeftî û serkeftinên jinan hene. Ez dikarim bibêjim ku piştî Şoreşa Rojhilat li Kurdistanê gelek jinên ku felsefeya Jin, Jiyan, Azadî afirandine, ji bo vê paradigmayê bedelên giranbiha dane, bûne hedefa serdestan. Wekî Nagehan Akarsel, wekî Hevrîn Xelef û Lemanê û her wiha hevalên din. Ev tê wê maneyê ku ev paradîgma pir di cih de ye, ev paradîgma dikare her çar parçeyên Kurdistanê, hemû Rojhilata Navîn û hemû cîhanê biguherîne û bersivekê bide hemû hişmendiyên dagirker, nîjadperest, zilamperest û kapîtalîst. Yanî esasen ev paradîgma di nav xwe de van yekan vedişêre û dihewîne. Li dû Jin, Jiyan, Azadî paradîgma, rêxistin û hişmendiyeke pir mezin veşartiye. Ez dibêjim heger tenê kesek jî mabe ku ev hişmendiye nas kiriye, ti carî ev hişmendî dê kêm nebe û dê xwe bidomîne.