Em hebûn, em hene, em ê hebin

- Şevîn NÛDEM
215 views
‘Sibe wê şoreş dîsa biteqe, ew ê we bi dengê bilûrê bitirsîne û ragihîne: Ez hebûm, ez heme, ez ê hebim!’
Ev hevok a dawiye ku jina şoreşger Roza Luxemburg di gotara xwe ya dawî ya 14ê Çileya 1919’an de nivîsand. Du rojan beriya vê, serhildana karkeran a ji bo parastina pergala xwe rêveberinê ji aliyê artêşaElmanyayê û çeteyên wê yên faşîst ve hatibû tepisandin. Roja piştî ku Rosa ev gotar nivîsand, çeteyên faşîst ên dewletê ew û hevrêyê wê Karl Liebknecht revandin û her du rêberên şoreşger bi îşkenceyên hovane qetil kirin. Lê belê dengê bilûra şoreşê sedsalekê şûnde jî hîna desthilatdaran ditirsîne.

Bi taybetî jî dengê jinên têkoşer ên ku di şoreşa Kurdistanê de hebûna xwe ji nû ve avakirine û îdîaya nivîsandina dîroka xwe ya azadiyê bi dengekî bilind ragihandine, xofeke kûr xist dilê hêzên mêtinger û faşîst. Çawa di şerên parastina şoreşa Rojava de çeteyên Daîşê herî zêde ji dengê tilîliyan û wêrekiya şervanên YPJê ditirsiyan, îro jî leşkerên Tirk ên dagirker herî zêde beramberî çalakî û vîna gerîlayên YJA Star bêçare dimînin. Her wiha dewleta Îranê jî ji ber tirsa xwe ya ji şoreşa Jin Jiyan Azadî bi rêya kuştin, girtin, êşkence û tundkirina qanûnan hewl dide pergala xwe ya zayendperest û olperest li ser lingan bigire. Beramberî êrişên qirkirinê û tecrîdê berxwedan û şoreşa jinan li seranserê Kurdistanê bi rê û rêbazên cuda didome.

Bingeha jineolojiyê zanînên dîrokî ne

Yek ji bingehên vê hêza şoreşger a jinan zanînên wan ên dîrokî ne ku, bi dahûrandin û tehlîlên Rêber Apo re rêgezên azadiya jin û hişmendiya civaka exlaqî û polîtîk derxistine holê. Ev dewlemendiya zanînê di heman demê de binyata Jineolojiyê ye. Beşeke van zanînan xwe disiphêre bîra çanda civakî û civaka xwezayî. Beşeke din a van zanînan bi pêşveçûyîna têkoşîna siyasî, leşkerî û civakî di ezmûnên nêzîkî 50 salan ên têkoşîna azadiyê de hatine bi dest xistin. Kombûna zanînê ya di encama ked û şerên mezin, lêkolîn û perwerdeyên berfireh, rêxistinbûyîn û hevaltiyên xurt, êş û kêfxweşiyên kûr de hatiye afirandin, ji her nifşekî jinan derbasî nifşekî din bûye. Nivîsandina rojnivîs, helbest, pirtûk û gotaran; vegotina bîranîn û çîrokan; xwendina wêje ya welat û serdemên cuda; lidarxistina civîn û nîqaşên siyasî; danûstandinên jiyanî û çandî; nîşandana helwestên têkoşer çend ji van rêbazan in ên ku ji bo pêşxistina şoreşa zêhnî û civakî bandorker in. Bi vî awayî danehevên dîrokî bi şêwazên cuda, bi civaka Kurd re û her wiha bi zimanên cuda bi jinên azadîxwaz ên netew û welatên cuda re tên parvekirin.

Li dijî jinên pêşeng ên şoreşê êrişên sîstematîk

Ji ber hêzên mêtinger jî di ferqa hêza bîra dîrokî û çandî de ne, van bi êrişên xwe bi taybetî tinekirina bîrûbawerî û hêviyên siberojê yên civakê armanc dikin. Ew bi rêbazên zirav ên şerê taybet belavkirina torên hevgirtina civakî û puçkirina eqilê mirovan dkin armanc. Di aliyê din de jî beriya her tiştî dewleta Tirk bi êrişên dagirkeriya leşkerî û suîkastên plankirî yên li dijî jinên pêşeng tinekirina dîrok û siberoja şoreşa jinê armanc dike. Bêdengiya raya giştî û saziyên navnetewî li hemberî kuştina bi sedan jinên Kurd destnîşan dike ku dewleta Tirk bi tena serê xwe tevnagere. Qirkirineke sîstematîk li dijî pêşengên şoreşa jinê yan bi rêya êrişên balafirên bê mirov ên artêşa Tirk an jî bi rêya tîmên kujêr ên MÎT’ê di rojevê de ye û her ku diçe berfireh dibe. Nexasim jinên pêşeng ên bi jiyan, raman û çalakiyên xwe nûnertiya civaka sosyalîst û kesayeta azad dikin dibin hedefa êrişan: Ji Sakine Cansiz heta Evîn Goyî, ji Sevê Demîr heta Denîz Poyraz, ji Sosîn Bîrhat û Jiyan Tolhildan heta Şervîn Serdar, ji Raperîn Amed heta Yusra Derwêş û Leman Şiwêş, ji Jîna Emînî heta Nagîhan Akarsel… Lêgerîn û lêkolînên Nagîhan Akarsel ji bo xwegihandina sirrên dîroka jinê û pêşxistina zanist, jiyan û xwebûna jinê ticar nesekînin. Bi coş û hezkirineke mezin ew ê berê xwe da keşîfkirina pênaseya têgeh, pêşxistina teorî, rêbaz û sazîbûyînên Jineolojiyê. Keda hevala Nagîhan misoger kiriye ku  jineolojî nasnameya xwe wekî zanista şoreşa jinê û zanista hevjiyana azad derxistiye holê. Di heman demê de wê di gotar, helbest, çîrok û rojnivîsên xwe de rûpelên giring ên şoreşa jinê dinivîsandin. Ji sala 2019an heta şehadeta xwe di sala 2022an de wê gav bi gav xebatên hevbeş bi jinên azadîxwaz re ji bo damezrandina Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd li Silêmaniyê pêşxistiye. Ev projeya ku hevala Nagîhan wekî ‘xewna min’ pênase dikir, di 22ê Hezîrana 2023an de ket meriyetê. Bi vî awayî êdî navnîşaneke ji bo komkirin, parastin û lêkolandina çavkaniyên çand û wêje, çîrok û dîroka jinên Kurd çêbûye.

Li ser şopa Nagihan Akarselê xebatên jineolojî

Di salvegera şehadeta hevala Nagîhan 4ê Cotmehê de jî wê Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Helebê bi vekirina Mala Xwendinê ya Ş. Nagîhan Akarsel gavekî din ji bo pêşxistina çanda xwendinê û xebatên zanistî yên jinan bavêje. Êdî jinên nifşên cuda yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî bibin xwedî cih û derfet da ku ew bikarin dîrok û çîrokên berxwedana xwe bixwînin, parvebikin û binivîsin. Li dijî êrişên qirkirinê yên hêzên mêtinger û baviksalar ên ku di kesayeta jinên pêşeng de hebûn û azadiya tevahiya jinan armanc dikin, em ê bîra dîrokî ya şoreşa jinê biparêzin, xewn û xeyalên xwe pêkbînin. Bi vî rengî em ê bêjin: Em hebûn, em hene, em ê hebin! Çiqas hûn êrişên mêtinger û faşîst li ser jin û gelên azadîxwaz dijwar bikin jî, wê sibe şoreş dîsa biteqe!