Li dijî şer û tundiyê jiyaneke nû

- Roza METÎNA
229 views
Jinên kurd ên ku li her qadê pêşengiya berxwedan û têkoşînê dikin ji bo li dijî polîtîkayên şer ên taybet, xizanî, qirkirina jinan û ekolojiyê, tunehesibandin, êrişa li ser ziman, çand û hunerê sekneke xurt nîşan bidin, xebatên xwe didomînin. Bi kampanya, konferans, xebatên li kolanan, çalakiyên curbicur li dijî tecrîd û şer serî radikin. Li dijî îktidarên bi salan dijminatiya jinan û gelê kurd dikin, li ser esasê rêxistinbûyin û xwenûkirinê hêviyên xwe mezin dikin. Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk li ser van esasan konferansa jinan li dar xist û jinan li vir peyamên gelekî xurt dan. Di konferansê de dengê hevpar ê li dijî tundiyê bilind bû û biryara dewama hewldan û xebatên avakirina jiyaneke nû hat dayin.

Li dijî şer û tecrîdê peyama têkoşînê

Partiya Çep a Kesk derbarê pêvajoya nû de konferansa jinan di 8-9’ê Îlonê de li Navenda Çand û Perwerdeyê ya Odeya Endezyarên Makîneyê (TMMOB) ya li Enqereyê pêk anî. Civînê du rojan berdewam kir û li ser gelek xalên giring nîqaş hatin kirin. Piştî konferans bi dawî encamname hat eşkerekirin. Di encamnameyê de jinan bal kişandin ser hinek xalên giring. Ji van xalan ên sereke şer û tecrîd bûn. Îktidara AKP MHP’ê di çarçoveya şerê taybet de, ji bo rewakirina tundiya li ser jinan, komkujî û îşkenceya li jinan tê kirin, polîtikayên xwe dixe meriyetê. Bi taybet jî bi mekanîzmaya mêr-dewlet û hiqûqê. Ev îktidar hiqûqê li gor berjewendiyên xwe dixe meriyetê. Bi vê re tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan , tecrîda li ser girtiyên ji bo doza xwe li berxwe didin û tecrîda li ser civakê kûr dibe. Loma jinan di konferansê de, li dijî şer û tecrîdê peyama têkoşîna hevpar dan û gotin divê demildest tecrîd bi dawî bibe.

Dijminatiya îktidara heyî

Mijareke din a giring dijminatiya îktidara heyî ya li dijî jinan û gelê kurd e. Bi polîtîkayên tinehesibandin, bêcezahiştin û bi polîtîkayên bişavtinê şerekî taybet li dijî jinan û gelê kurd tê meşandin. Bi vê çarçoveyê, di qutî û tûrikan de cenaze tên teslîmkirin. Her wiha bi kargoyê cenaze tên şandin. Li hemberî cenaze û goristanên kurdan bêtehemuliyeke gelekî mezin heye. Loma jî her carê êrişî goristanên kesên nirxên gelê kurd diparêzin û di doza têkoşîna gelê kurd de jiyana xwe ji dest didin, tê kirin. Jinan di konferansê de bal kişandin ser van mijarana jî û banga berxwedanê kirin. Jinan gotin ew radestî polîtîkayên bi şer tên meşandin nabin û li dijî şer ew ê têkoşîna xwe li her qadê bidomînin. Her wiha jinan peyama berfirehkirin û mezinkirina rêxistinbûyina xwe dan.

Rêxistinbûyina herêmî

Berî ev konferans bê lidarxistin Partiya Çep a Kesk û HDP’ê li kolanan bi gel re civîn çêkirin. Li ser esasên rexne û pêşniyaran ev civîn hatin meşandin. Di van civînan de xala giringiya rêxistinbûyina herêmî jî derket pêş. Giringî û taybetmendiya rêxistinbûyinê ya di her qadê de hat ravekirin û li ser hat sekinandin. Di konferansê de jî jinan bal kişandin ser vê xalê û gotin:” Bi hemû cudahiyan re, bi hemû jinan re, bi piştevanî û rêxistinî, bi perspektîfa wekheviyê, ava bikin. Em ê rêxistinbûna herêmî xurt bikin.” Ev xal di eslê xwe de bingeha têkoşîna mayinde xurt dike. Ji ber di serê her tiştî de rêxistinbûyineke xurt û bi pergal tê. Xwedîderketina li vê pergalê xwedîderketina li berxwedanê û destkeftiyên jinan e.

Dengê hevpar ê li dijî tundiyê

Dema rêxistinbûyineke xurt û bi pergal bê avakirin wê demê rê li tundiyê jî dikare bê birrîn. Li Tirkiyeyê bi salan e tundiyeke sîstematîk ji aliyê îktidarên tê ve li jinên kurd têkirin. Kîjan îktidar tê polîtîkaya xwe ya li dijî jinên kurd naguhere. Berojavî vê yekê tundiyeke piralî dixin meriyetê. Hemû sazî, dezge û derfetên di destên dewletê de li dijî jinên kurd tên bikaranîn. Tundiya bi destên leşker û cerdevanan jî yek ji vê mînakê ye. Herî dawî vê carê li Dêrikê yek jê cerdevan 3 kesî bi awayekî sîstematîk tecawizî jineke 22 salî kiribûn û piştre hatibûn berdan. TJA’yê û saziyên jinan li gelek bajaran li dijî vê yekê çalakiyên nerazîbûnê li dar xistibûn. Di konferansê de jinan bal kişandin ser vê tundiya bi awayekî sîstematîk tê kirin û dengekî hevpar ê li dijî tundiyê derket pêş. Ji bo ev tundî bi dawî bibe li ser hinek rê û rêbazan nîqaş hatin kirin. Hat gotin yek ji sedem û rêbaza vê tundiyê tifaqa dewlet- mêr-darazê ye. Li dijî vê yekê jinan giringiya rêxistinbûyin, xweparastin û yekîtiya jinan anîn ziman.

Êrişên li dijî yekîtiyê

Partiyên “Îslama Siyasî” ji bo destkeftiyên jinan ji holê rakinçi ji destên wan tên, dikin. Ji bo ranta siyasî, ji bo zexmkirina paldankên xwe, ji bo îktidara xwe keda bi hezaran salan a jinan dixwazin bi polîtîkayên xwe yên qirêj têxin binê axê. Di heman demê de bi polîtîkayên xwe yên nîjadperest, yekperest û qirêj xizmetê ji xizaniya jinan re dikin. Loma jî anîna ziman a jinan a giringiya rêxistinbûyin, xweparastin û yekîtiya jinan gelekî bi qîmet e. Êrişên li Tirkiyeyê yên li dijî jinên kurd û gelê kurd her tim dewam kirine. Tevî qeyrana aboriyê ya mezin a li Tirkiyeyê jî êrişên li ser her çar aliyên Kurdistanê yên li dijî yekîtiya gelê kurd dewam dike. Mînaka êrişên li dijî balafirgeha Erbetê û buroya KNK’ê van êrişana bi awayekî eşkere radixîne pêş çavan. Bi van êrişana jin xizan tên hiştin û destkeftiyên gelê kurd dixwazin bi gefxwarina li yekîtiyê têxin nava talûkeyeke mezin. Jinan di konferansê de bal kişandin ser xizaniya jinan û giringiya yekîtiya gelê kurd û peyama xurtkirina birdozî û têkoşîna gelê kurd dan.

Hewldan û xebatên xwenûkirinê

Li ser esasên giringiya yekîtiya gelê kurd û peyama xurtkirina birdozî û têkoşîna jinên kurd û gelê kurd hewldan û xebatên xwenûkirinê yên jinan demeke dirêj e dest pê kiriye. Jixwe berî vê konferansa jinan li kolanan bi jinan û gel re civîn dihatin lidarxistin. Ew ê di çarçoveya kampanyaya TJA’yê de dîsa bi taybet bi jinan re civîn bên lidarxistin. Wê li ser perwerde û rêxistinbûyinê bê sekinandi. Tevgera Jinên Azad (TJA) deklerasyona kampanyaya xwe ya dê 6 mehan bidirûşma ” Bi Jin Jiyan Azadiyê re, ber bi Azadiyê ve” bidomîne di 15’ê Îlonê de li Rihayê eşkere kir. Li dijî tecrîd, polîtîkayên şerê taybet, êrişên li ser ziman, çand, huner û xizaniya jinan ev kampanya wê bidome. Ev xebatana hemûyên jin pêşengiya wê dikin ji bo xwe nûkirinekê ye. Li konferansa Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk a li Enqereyê hat lidarxistin jî jinan bi taybet bal kişandin ser giringî û taybetmediya hewldan û xebatên xwenûkirinê. Dewleta ku jivê hewldan û xebatên xwenûkirinê aciz e jî di her derfetê de êriş dike. Lê ya giring dewama têkoşîn û sekna bi hêz a jinan a li dijî vê dewleta yekperest e.

‘Em ê careke din hebin’

Di konferansa li ser esasên têkoşîna li dijî tundî, tunehesibandin û xebatên xwenûkirin û avakirina jiyaneke nû hat lidarxistin de, jinan gotin, “Em ê careke in hebin.” Di vêçarçoveyê de wê kolan bi dirûşm, deng û tilîliyên jinan tijî bibin. Dê li dijî zihniyeta jinan li nava kolanan qetil dikin, peyama xurtkirina rêxistinbûyinê bê dayin û li dijî daraza mêr diparêze dê dengekî hevpar derkeve holê. Zihniyeta Peymana Stenbolê di şevekê de betal kir û zagona 6284’an bi tifaqên qirêj dike mijara bazarê, dê di bin dirûşm û dengê jinan de bilerize, têk biçe. Wê jin careke din hebin û xwe pêş bixin. Jin bêyî ku bêjin ka gelo wê mêr bêjin çi, wê çi bikin, dê bi rengekî azad jiyanê bixemilînin. Wê jin li dijî şer û tundiyê, liser avakirina jiyaneke nû rêya xwe bidomînin. Wê bi dirûşma“Jin jiyan azadî” aştî, azadî, jiyaneke xweş derxin pêş.