Jin diherikin şoreşa azadiyê

- Zîlan Vejîn
187 views
Jin bi coş û heyecanekî mezin ber bi şoreşa azadiyê ve diherikin. Kî dikare vê heqîqetê nebîne û li xwe mukur neyê. Em jin bi coş û bi heyecan in. Keyfxweşî û hêviyek gelek mezin di dilê me de jîn dibe. Zext û zehmetiyên me gelek in lê hêvî û baweriya me ji her demê zêdetir û bilindtir e. Çima? Em vê coş û heyecanê ji çi digirin? Jinan gelek tekoşîn kirin û bedel dan. Lê piştî çend sedsal û heta hezaran salan me nexşerêyek hevbeş a jinên cîhanî di pêşengiya jina kurd de, bi felseya Jin Jiyan Azadî diyar kiriye. Li ser vî hîmî em hemû ber bi şoreşa azadiya jinê ve diherikin.

Ji ber îro em berhem û destketiyên ked, fedakarî û bedelên ku jinan dane dibînin û dijîn. Ev me bi hêz dike, coş û heyecanê dide me. Em îro ji hemû dem û kêliyên me li pey xwe hiştine bihêztir in û yekgirtî ne. Em ji xwe û ji hev bawer in, xwedî li îrade û xwebûna xwe derdikevin. Bi vê nexşerêyê yekîtiya me ji her demê xurtir û berfirehtir bûye. Ev bandora xwe li ser bihêzbûna yekîtiya gelan a demokratîk jî dike. Em dibînin ku têkoşîn û xebata me ya azadiya jinê bandora xwe li ser hemû civakê û cîhanê dike. Roj bi roj di hêla pergalî, rihî û hişmendî de gûhertinan çêdike. Pergala pênc hezar sal a bi çanda tecawuzkar a qirker a heya roja îro hatî lawaz kiriye û gavan pê paşde dide avêtin. Li ber têkoşîna azadîxwaziyê, rejîmên heyî ketine nav tengasiya herî mezin. Bi rêya pêşketinên me bi têkoşînê çêkirine dengê me gihişt hev, rihê me bû yek û birkek hevbeş a nirx, destketî û têkoşînê ava bû. Ji bo azadiya jinê dengek ji kudera cîhanê bilind bibe, hemû jinên cîhanê wî dengî dibihîzin û pê re dibin yek deng, yek rih û yek helwest. Ji ber her kes di lêgerîna azadiyê de ye û bi hêviya azad bibe dijî.

Salvegera serhildanê bi çalakiyan pêşwazî bû

Di salvegera şoreşê de di serî de jinên kurd, beşên Kurdistanê, derveyî welat bi kelecan û berpirsyariyek mezin beşdarî çalakiyan bûn. Ji bo têkoşîna jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bigehe armanca xwe, bi taybet jinên Kurdistanê sala borî bênavber di nava çalakiyan de bûn, xebatek bê navber û dewlemend meşandin. Ev xebat û çalakî gelek binirx û watedar bûn. Di salvegera şoreşê de di serî de jina têkoşer û berxwedêr Zeyneb Celaliyan, Nêrgiz Muhemedî, Gulroxê Îrayî, Nîlufel Beyanî, Sipîde Qulyan û gelek jinan ji girtîgehan di bin zextên rejîmê de bi peyamên xwe piştgirî û beşdariya xwe ji çalakiyên salvegera şoreşê re diyar kirin. Li gel ku dizanin dibe di girtîgehan de bedelê vê bibe zext, îşkence û ceza li ser wan, dîsa jî bi wêrekiyeke mezin helwesta xwe diyar kirin. Cihê ku herî zêde zext lê hebe, li wê derê berxwedanî û îrade mezin dibe. Dîlgirtiyên azadî û demokrasiyê yên di girtîgehên rejîmên qirker û faşist de îspata vê yekê ne. Ev jî di şexsê jina kurd Sakîne Cansiz de di girtîgehên dewleta Tirkiyê ya faşîst de pêş ket, bû çandek û ew jî bo sembolek. Herwiha gelek jinên Îranî yên wiha hene. Nimûne Tahîre Qezvînî ku bi hin navê din jî tê naskirin, jinek nivîskar û helbestvan e. Ji ayîna Behayî ye. Sala 1232an li bajarê Qezvîn ê Îranê hatiye dinê. Yekem jin e ku li Îranê ji ber fikrên xwe yên femînîst û ji ber rûbenda xwe di kombûneke ayînî ya şêxan de ji ser rûyê xwe radike, tê girtin û bi çend jinan re di temenê 35 salî de tê darvekirin. Termê wê diavêjin nava çaleke li derdora Tehranê. Dema di girtîgehê de ye wiha dibêje “Kengê we xwest hûn dikarin min bikujin, lê hûn nikarin pêşî li azadiya jinan bigirin”. Rastî û heqîqeta têkoşîna jinan, kiryar û hukmên ku li ser jinan hatine sepandin çiqas dişibin hev. Şîrîn Elemholî ku ew jî jinek kurd e di temenek ciwan de di girtîgehên rejîma Îranê de li ber xwe dide. Şîrîn jî dibêje “Hûn dikarin canê min ji min bigirin lê hûn nikarin onura min ji min bigirin”. Leyla Qasim a li ber rejîma Baas li ber xwe dide dema dibin ber sêdarê wiha dibêje, “Bi kuştina min hûn ê gelê kurd şiyar bikin”.
Jinan li hemberî rejîma Îranê ti caran serî netewandine, her dem berxwedanî û têkoşîn kirine û xebata xwe bi rêxistinî pêşve birine. Dibe ev çend nimûne bin ku em dinivîsin, lê bê hêjmar nimûneyên jinên têkoşer ên li hemberî zordarî û neheqiyan hene. Ne tenê ji bo azadiya xwe, ji bo azadiya civakê xwedî îradeyek ji pola bûne. Ji ber dizanin ew avakerên civakîbûna mirovahiyê bûne. Wan tovê pêşî yê çanda jiyana komînal û azad çandin. Di şexsê wan de civak hat kolekirin û lawazkirin. Ji bo careke din vegera ji vê çêbibe, îro di nav hewildan û têkoşînek mezin de ne. Bi felsefeya xwebûnê ya xwe-za, di qonaxa xwe avakirinê de ne. Bi têgîna amargî vegera li dayîkê, vegera li cewherê xwe, civakîbûna xwe û pêşengiya rast e.

Tevgera jinê bi heqîqeta Apoyî gerdûnî bû

Niha di nav gelek rêxistin û parityên Rojhilatî û Îranî de jin cih digirin. Helbet di Kurdistanê de gelek partiyên siyasî, Îslamî û mezhebî yên cuda hene. Di nav hemiyan de jî jin cih digirin. Lê bi kîjan feraset û hişmendiyê, bi kîjan nasname û hebûnê cih digirin, ev mijar a nîqaşê ye. Bi bilindbûna diruşma Jin Jiyan Azadî heqîqeta rast a her rêxistin û partiyeke Kurdistanî di mijara jinê de zêdetir aşkere bû. Yên herî kêm bi îrade, reng û dengê xwe yê xweser piştgiriya şoreşa Jin Jiyan Azadî jî kirin dîsa jinên ku di nav wan tevgeran de bûn. Bêguman piştgirî hebû, lê di çarçoveya hişmendiya hizbî de bû, ne di çarçoveya gerdûnîbûna têkoşîna jinan a xweser de bû. Yanî meseleya jinê ji bo wan ne meseleyeke sereke ya çareseriyê ye. Ji bo wan dibe ev pirsgirêk weke gelek pirsgirêkên din di rêzên dawî de jî cih bigire. Lê em dikarin bêjin bi têkoşîna jinan a van 40 salên dawî re ferasetek çêbû ku li ser meseleya jinê biaxivin û bigirin rojeva xwe. Ev jî di encama têkoşîna 50 salî ya Rêbertiyê de pêk hat. Di Tirkiyê de 60 sal zêdetire ku rêxistin û partiyên çepgir ên sosyalîst şer û xebatê dikin, lê hîn rêxistineke wan a bi navê jinê ya xweser nîne. Partiyên Rojhilat jî bi vî şêwazî ne, 60 sal zêdetire hebûna xwe diparêzin, lê rêxistineke wan a bi navê jinê nîne. Em nikarin vê ji armanca van rêxistinan dûr bigirin dest. Ji ber paradîgma û armanc şêwazê rêxistinê jî diyar dikin. Lê di Kurdistanê de cara ewil Rêber APO di paradîgma û armanca xwe ya têkoşînê de cih da rêxistin û azadiya jinê. Heger îro ev heqîqet ew çend gerdûnî bûye, bingeha xwe ji vê derê digire.   

Hîmê azadiya Kurd û Kurdistanê azadiya jinê ye

Rêber APO di heqîqeta jinê de paradîgmaya xwe civakî kir. Lê hîma azadiya kurd û Kurdistanê jî azadiya jinê diyar kir. Di tehlîl û analîzên Rêbertiyê de jinan xwe dîtin û îfade kirin. Bi naskirina felsefeya Rêbertiyê re jinan jî heqîqeta xwe di heqîqeta paradîgmaya wî de dîtin û beşdarî nav refên têkoşînê bûn. Jina bi îrade, bûyî xwebûn û xwe rêxistin kirî azadiya xwe mîsoger dike. Li Rojhilatê Kurdistanê jî weke jin me xwe bi felsefeya Rêbertiyê nas kir. Ji bo wê pêwiste em jin ji her kesî zêdetir ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO di nava xebat û têkoşînê de bin. Heger îro em ew çend bi heyecan û coş di her qada têkoşînê de bi reng û îradeya xwe beşdar dibin, ev bi saya ked û fedakariya Rêbertiyê ye. Rêber bi hezkirin, bi eleqeyek mezin di hêla îdolojîk û siyasî de jin di hemû xebatên partî û rêxistina APOYÎ de kir pêşeng û yên bi vê bawer nekirin jî di refên têkoşînê de cih neda wan. Çawa ji bo azadiya me jinan hemû derfet ava kirin û bingeh çêkir, pêwiste em jî vê bikin. Ev di heman demê de erkekî exlaqî û polîtîk ê dîrokî ye. Rêbertî îfadeya gel û civakekê ye. Lewma divê em jin û civaka kurd bi hemû gel û jinên azadîxwaz re, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê di qadên civakî, hiquqî, siyasî û hwd de xebatan bikin.

Civak xwedî li şoreşa Jin Jiyan Azadî derket

Di arîşeya temambûna yek saliya şoreşa Jin Jiyan Azadî de dîsa civaka me li dora nirxên xwe yên pîroz, li ser goristanan bi vê diruşmê şehîdên xwe bi bîranîn û hevdû tenê nehiştin. Helbet ew şehîdên şoreşa Jin Jiyan Azadî û demokrasiyê ne. Ew sembolên mezin ên wê şoreşa mezin a gerdûnî ne. Helwesta hevbeş a partiyên Rojhilat jî di vê wateyê de destketiyekî vê şoreşê ye. Ev jî encama ked û bedelên ku gelê me bi bexşîna zarokên xwe yên herî hêja bi dest xistiye. Helwesta gelê me ya hevgirtî ku hemû gelên Îranê li dora tekoşînê kom kir, bû sebeba hevbeşiya hizban jî. Bi taybet xetabên hevbeş ên me jinan ên di pêşengiya KJARê de, bandoreke xwe ya ber bi çav hebû. Ji destpêka şoreşê heya niha rêxistina pêşeng a jinan di Rojhilat û Îranê de, bê navber di nav xebat û têkoşînê de ye. Hem li qada Ewrûpa meş, semîner, konferansên ku pêkhatin weke piştgirî ji bo gelê me yê li kolanan  û li ser goristanên şehîdan bû. Her çend rejîmê berî salvegerê bi girtinan û gefan xwest pêşî li çalakiyên gel bigire jî, lê dîsa nekarî. Xamineyî di demê derbasbûyî de diyar kir ku hin hêz dixwazin yekîtiya netewî û ewlekariya netewî bi mesal zayendî ya jinê têk bibin. Lê esas hikumet û dewleta heyî bi siyaseta xwe aramiya milet têk biriye, parçebûnê di nava gelên Îranê de ava dike û li hemberî gel bi kar tîne. Gel û jinan bi çalakiyên xwe bersiva herî baş û rast ya di cih de dan wan tespîtên bê bingeh ên Xamineyî. Em di demekê de ne ku hem têkoşînê ji bo azadiya gel û welatê xwe dikin, hem jî ji bo azadiya xwe dikin. Ji bo wê jî di vê heyama hestiyar û nazik de ku em ev çend bi dijwariyên şoreşê re rûbirû ne, bi îrade û ezmek mezin a ji bo azadî û demokrasiyê heya serketin û azadiyê em ê bênavber berdewam bikin.