Li îranê 6’ê Tîrmehê ji bo cara duyemîn hilbijartina serokomariyê birêve çû. Di hilbijartinan de Mesûd Pizîşkiyan wekî serokomar hat hilbijartin. Hefteyek beriya wê di tora pêşî de beşdarbûn pir kêm bû, ji ber wê ti kes nehat hilbijartin. Gel û rêxistinên siyasî, girtî û bi taybet jî jinan hilbijartin boykot kirin û neçûn ser sindoqan. Lewma bi israr xwestin cara duyem hilbijartinan dubare bikin, lê pir zelale ti tişt ji bo dengdêran neguherî. Yên ku çûne ser sindoqan yên ku nêzî dewletê ne. Ti eleqeya xwe bi civak û gel tine ne. Ji sîstema mêrsalar re zalimekî din û zilmekî nû derdixin holê. Ji bo wê jî hemû hilbijartin bi rengê lîstokan tên birêvebirin.
Her kes dibêje, aliyekî Mesûd Pizîşkiyan kurd e. Rast e, lê çima mirovekî wiha dikin serokomar? Çima Pizîşkiyan? Sekna Pizîşkiyan di sîyasetê de çiye? Ev hemû ne tesadûf in. Dijberî wê bi hêzên hegemon re hatine plankirin. Dema ku Reîsî kuştin, dixwestin planên xwe bi hinek kesên din dewam bikin. Ji bo ku gelê kurd bixin nava xeteke şaş û cardin bixapînin, li milê din jî bi destê kesekî ku ji kurdbûnê dûr e bide qetilkirin, Pizîşkiyan hat desnîşankirin. Ji aliyekî jî pêwistiya wan bi kesekî ku di siyasetê de hinekê nerm be hebû, ew kes jî Pizîşkiyan e. Ya herî giring jî qewlên ku dide jinan e. Herkes dikare li raboriya Mesûd Pizîşkiyan binêre û bibîne ka kesayeta wî çawa hatiye amadekirin. Îro pêwistiya dewletê bi kesek wiha heye û ev kes derxistin holê.
Mesûd Pizîşkiyan hewl dide şoreşa jinê bitemirîne
Nêzîkatiyên wî li hemberî jinan li ser bingehê dogmayên dînî û mêrsalariya hişk e. Çawa wê bibe kesekî ku ji bo jinan hin gavan biavêje? Pesnê wî didin û dibêjin ku doktor e, rast e. Lê doktorek ku bêje “ji ber dijberî baweriya min e, ez jinan derman nakim”, wê çawa bibe doktorekî bi exlaq û bê alî. Ev nêrînên ku wî herdem parastî, îro bi hin hewldanên xapînok naguherin. Ya ku ev kesayet hewl dide bike, tenê xapandin û bêdengkirina jinan û temirandina şoreşa jinê ye. Me dît, ji bo vê şanoyê pejirandin ku çend jin jî beşdar bibin. Lê ya rastî riya siyasetê qet nadin jinan. Pizîşkiyan û yên din di dema hilbijartinan de keçên xwe anîn û li kêleka xwe gerandin. Bi vî dîmenê jinên di nava çarikan de xwestin ji bo jinan hemûyan peyaman bidin. Nimûne xwestin hîcabê hîn balkêştir, muedebtir, bi exlaqtir nîşan bidin. Siyaseta ku dewleta Îranê li ser jinê bi rêve dibe bi reng û rûyên cuda be jî, di navarokê de herdem heman tişt e. Ji bo wê jî nabe ku bi qasî serê derziyê jî jin hêviyê ji siyaseta Pizîşkiyan bikin. Mejî meclîsa Xubrêgan û Wêlayetê Feqî ye. Ya ku divê em biguherînin ew mejî ye. Hedefa me guhertina wê zêhniyeta dîrokî ye ku ji bo desthilata mêrê zalim hatiye avakirin. Lewma ji bo parastina vî eqlî jî her tiştî dikin.
Ya ku jin dixwaze azadî ye
Şoreşa me dixwaze bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî guhertinan çêke. Ya ku jin dixwaze azadî ye. Ji destpêkê de di nava têkoşîna me de şoreşa zêhniyetê pêk hat, kesayet ji xirabûnê hat rizgarkirin. Tevgera me kesayet birêxistin kir, kom bi kom jin anîn gel hev û perwerde kir. Civak bi pêşengiya jinên hişyar û xwedî rêxistin ji nû ve ava kir. Me pişta xwe da hêza xwe ya cewherî. Ya ku xwe biparêze û di her tengasiyê de bikare bibe xwedî rêya çareseriyê jin e. Hem ji bo xweseriya xwe, hem ji bo mirovahî û xwezayê jin dikare bibe hêza sereke ya parastinê. Lê niha pergala mêr derbarê wê de biryar digire, li ser laşê wê her planekê çêdike, ji bo serweriya li ser jiyana wê her cure qanûnan saz dike. Dema jin vê berovajîkirinê napejirîne jî tê kuştin, sêdarekirin, tundiya fîzîkî û derûnî lê dikin. Lê bi şoreşa me re rêyek vebû ku jin ne mecbûre vê koletiyê bi sebrek mezin tehemûl bike. Ew xwedî hêza gerdûnî ye û dikare li ser lingên xwe bisekine.
Parastina şoreşê erkê me jinan e
Zilamên wekî Mesût Pizîşkiyan enceq ji bo berjewendiyên desthilata xwe her tiştî bikin. Li ku derê me dîtiye dewletê ji bo jinan gavek avêtiye? Nimûneya vê nîne. Eger hin gav hatine avêtin ew jî bi ked û têkoşîna jinan pêk hatine. Heta jin bi dewletê tiştekê didin pejirandin bi dehan bedel didin. Li Îranê jî bi salane jin bedelan didin. Di pêvajoya du salan a serhildanan de ku dikeve sala sisêyan jinan bi sedan bedel dan. Ew dewleta ku niha Pizîşkiyan dixwaze serokomariya wê bike, dixwaze ew bedel vala biçin û şoreş encamê negire, dixwaze pêşî li guhertinan bigire. Bandora şoreşa jinê ya cîhanî ev du sale li Îranê weke serhildan û Şoreşa Jin Jiyan Azadî bi rêve diçe. Vê şoreşê pir guhertin çêkirin, hîn jî çêdike, nûbûnan bi xwe re tîne. Ma pêkan e ev zêhniyeta mêr-dewletê bi hêsanî rê bide guhertinan? Pir zelal e rê venake, dijberî wê dê hem serkut bike, hem marjînal û navaroka wê jî vala vala bike. Nabe em weke jin rê bidin ku bi zimanê xwe yê nerm, bêyî ku em pê bihesin me bikişînin nava wê qirêjiyê û bifetisînin. Fikra me zelal e, rêya me vekiriye, em bi armanca xwe ve kilît bûne, ji bo azadiyê têkoşîna me berdewam e, ti kes nikare me ji refên vê şoreşê dûr bixe. Di serî de Pizîşkiyan û hemû beşên ku li derdora wî kom bûne, bi temamî ji bo reşkirina jinan kar dikin. Ji ber wê jî keça xwe weke modela pêşerojê derxist holê. Dixwazin Pizîşkiyan wekî kesek demokrat nîşan bidin. Bi wan jinên li kêleka wî danîn jî dixwazin şoreşa jinê bêbandor bikin. Lewma ya herî zêde pêwist ew e em hişyar bin, siyaseta qirêj vala derxin. Ji ber parastina şoreşê erkê me jinan e. Hem pêşengên jin weke kesayet, hem jî rêxistinên jinan li hemberî vê rewşê divê hişyar û zana tevbigerin. Ji bo me xeta sisêyan û siyaseta demokratîk giring e. Li gel vê avakirina zêyniyeta kolektîf ku bikare jiyanek pir reng û ji şer dûr mîsoger bike.
Di bin banê KJAR de têkoşîn
Li hemberî van polîtîkayên mêrsalar rêya sereke ew e jin bi “Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistan” KJAR re bibin yek û xwe bi pergal bikin. Wê çaxê garantiya xweparastin û birêxistinbûnê jî wê hebe. Niha di rojeva me jinan de Konfederalîzma Jinên Cîhanê heye. Her wiha şoreşa Jin Jiyan Azadî li her derê rê li ber zêdebûna xebatan vekir. Tenê divê em bibin xwedî rol, derkevin qadan û dest bidin hev da ku ew hêz derkeve. Di vî warî de nabe ku ti bendewariyeke jinan ji dewletê hebe. Pêwist e bendawerî ji têkoşîn, bersxwedan û nasnameya me bi xwe be. Em dibînin li girtgehan di serî de hevala Zeyneb Celaliyan, Ciwana Sine, Pexşan Ezîzî, Spîde Qulyan, Gul Rux û bi sedan jin bi nasmama xwe ya berxwedanê û îradeya azad, li hemberî her cure êrişên dewleta Îranê têdikoşin. Ew jinên têkoşer nasnameya me hemûyan in. Pîvan û emsalên me ev jinên berxwedêr in. Ew jinên çarik reş yên ji aliyê pergala mêr ve li derdora Pizîşkiyan tên nîşandan nabin pîvan ji bo jinan. Sekna jinan li ser esasê sekna Zeyneb û hemû hevalên wê yên li girtîgehan Jîna, Şilêr, Nîka, Sarîna û Hedîs in. Her wiha hemû jinên ku çavên xwe ji bo azadî û şoreşa xwe dan, ciwanên ku li kêleka jin bûn xelek û şehîd bûn, beşek mezin jî birînar bûn nimûneya pêşengî û serketinê ne.
Bandora kongreya KJAR
Di van pêvajoyên dîrokî de weke KJAR me kongra xwe çêkir û li hemberî hemû nebesiyan rexnedan pêş xist. Yek ji rexnedanêne me têkildarî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû. Di vir de me lêpirsî ka li Rojhilat me xebatek çawa meşand. Xala din ya lêpirsînê ew bû, di şoreşê de me heya niha nekarî çi bikin û em ê ji niha şûnde çi bikin. Bêguman ev rexne û xwerexnekirin ji bo her jinekê derbasdar e. Ji ber ku jin bi KJAR hene, KJAR jî bi jinan heye. Di nasname û îradeya me de parçebûn tine ye. Dibe ku em ne li cem hev bin, lê ya ku wê nasnameyê çêdike li ku dibe bila bibe berdewamkirina rêxistinî, têkoşîn û berxwedana xwe ye. Li şûna bi protestoya rejîma faşîst-zilamsalar zirar û ziyanê bidî laşê xwe, xwe birêxistin bike. Zirara herî mezin a tu bidî pergala serdest hêza te ya fikir û rêxistina te ye. Jixwe ew ji wê hêza me ditirsin, lewma hewl didin nehêlin em bên cem hev û her carê bi projeyek nû ya dogma dixwazin me dîl bigirin. Di kongreyê de me bername û planên xwe derxistin. KJAR nasnama her jinekê ye, divê lê xwedî derkevin, têkoşîna xwe pêre bikin yek û xwe ji siyseta dewleta melayan a Îranê biparêzin. Dema ku me karî li Îranê jinan bi nasnama wê ya xweser bişînin meclîsê, wê çaxê em dikarin bêjin ku em ê di Îranê de zêdetir bi xurtî bikarin têkoşîna siyaseta demokratîk birêve bibin. Her çendî li hin qadan nîşan nede jî, şerê dewletê bi temamî bi jinê re ye. Niha tenê zilm û zalim kar dike, li hemberî wê jî şoreşa jinê û têkoşîn heye. Lewma divê em vê rewşê bibînin û rêya xwe baş bibijêrin.