Mahrang Baloch, pêşenga tevgera jinê û gel ya li dijî terora dewletê. Bavê wê li Belûcîstanê di bin çavana de hatibû înfazkirin. Mahrang Baloch digot; “Dilşadiya rastîn di aktîvîzmê” de ye. Ez jib o axa Belûcîstan û mafên gellê xo şer dikim”. Mahrang Baloch, aktîvîsteke Belûcî ya mafên mirovan û jinan e. Li dijî wendakirin û kuştinên derveyî hiqûqê ên dewleta Pakîstanê li eyaleta Belûcîstan, tekoşînê dide. Bavê Mahrang Baloch,sala 1993’an, li bajarê Kalat yê Belûcîstanê ku nav sînorê Pakistanê de ye, malbateke musluman de ji dayik dibe.
Bavê Mahrang Baloch Abdul Gaffar Lango, karker, aktîvîstekî siyasî çepgir e. Xebatkarê Partiya Karkeran WAPDA bû. Sala 2006’an de bi êrîşeke revandinê re rûbirû ma. Di 12’yê Kanûna 2009’an de vê care jî li Karçiyê ku diçû nexweşxaneyê ji aliyê hêzên ewleyiyê ên Pakîstanê ve hat revandin.Mahrang Baloch wê demê zarokeke 16 salî bû. Bertekeke ji zarokek nedihat hîvîkirin nîşanê vê bûyerê da û dest bi perotestoyê kir.
Baloch ev çalakiya xo bi slogan û pankartan, di kolanan de 2 sal domand. Vê seknê ew di nav tevgera xwendekaran û dûre zî di nav berxwedana Belûciyan de kir pêşeng.
Du bavê re ap
Bavê Baloch Temûza 2011’an de mirî hat dîtin. Di laşê wî de şopên îşkenceyê hebûn û hatibû perçekirin. Mahrang Baoch, dê pişt re ev rewş weke polîtîkaya “bikuze û bavêje sergoyê” ya hikumeta Pakîstanê bi nav bikira. Bavê Baloch ne yekemîn bû û ne jî yê dawî. Sala 2014’an de li herema Awranê, gorên komî ku cesedên 300 belûciyên ku ji aliyê dewletê ve hatibûn wendakirin, têde bun, hatin dîtin. Birayê Mahrang Ajmal Mola Baksh Baloch jî di Kanûna 2017’an de hat revandin û 3 mehan di bin çavan de ma. Piştî ku hat berdan bû ji pêşengên sereke yê berxwedana Belûciyan. Ji bo ku bibe dengê wendakiriyan medyaya dijîtal bi kar anî. Li gel xebatên birêxistinkirinê, çalakiyên protestoyî, organize kirin. Bi xebatên medyaya dijîtal bû dengê Belûciyên wendakirî.
Pêşketina jinên Belûcî;
Wekî civakê, di qada siyasî ya Belûciyan de zî feraseta camêrane serdest bû. Lê bi zêdebûna wendakirinên bi darê zorê ên dewleta Pakîstanê, camêrên Belûcî ji qada siyasetê xwe dan alî. Li ser vê jinên Belûciyan berpirsiyarîya tekoşîna li dijî wendakirin,bêedaletiyên siyasî û aborî, operasiyonên leşkerî û pergala kedxwariyê, da ser milên xwe û ew valatî tije kirin. Mahrang Baloch Bolan Zanîngeha Tibbê qedand û payeya bijîşkiyê girt. Sala 2019’an li dijî wendakirinên dewletê dest bi kampanyayan kir û ji koma jinan ya lêgerîna heqan re pêşengî kir. Tevlî Komîteya Yekîneyên Belûcan bû û ji çalakiyên wan ra pêşengî kir. Baloch giringî dida mijarên parastina edaleta hawirdor, civatî û edaletê jî. Di vê çarçoveyê de li dijî talana dewlemendiyên xwezayî yên Belûcîstanê ji aliyê hikumeta Pakistanê de zî çalakîyê protestoyî organize dikirin û ev digot;”mirovên di korîdora îqtîdarê de her wext dewlemendiyên axa me ji însanên me çêtir dîtin”.
Sala 2019’an pêşengiya çalakiyên li dijî çavdêrîya bi kamerayan ya rêvebiriya Zanîngeha Belûcîstanê kir. Rêvebiriya zanîngehê bi van kamerayan xwendekar dişopandin û dîmen jibo şêlandin û tecîza xwendekarên jin bi kar dianîn.Li ser protestoyan alîkarê rektorê zanîngehê neçar ma ku îstîfa bike.
Dilşadiya rastîn di aktîvîzmê de ye.
Dilşadiya rasteqîn di aktîvîzmê de ye û derbarê netewa xwe û civatên din de di axaftinê de veşartî ye. Ez jib o mafên gellê Belûcîstanê û axa ku ez jê me, şerr dikim. Baloch xwe wek netewperestek pênase dike. Balocha ku hêj zaroke tê girtin, di girtîgehê de dimîne û di bin metirsiya girtinê de ye, wiha dibêje; “ Ji ber ku min di girtîgehê de pir dixwend û wextê xo bi xwe re derbas dikir pirtir bi azadiya xwe ve girêdayî me. Hun nikarin min bi hepiskirinê perçe bikin. Dê pirtirîn min azad bikin”. Sala 2014’an bi dîtina gorên komî xwepêşandanên girseyî dîsa dest pê dikin. Pêla 2’emîn ya xwepêşandanên girseyî, dawiya sala derbasbûyî de hatin destpêkirin. Ev xwepêşandan hêz di rojevê de ne. Hêzên dewletê îddîa kirin ku di xwepêşandanên Cotmeha 2023’an de 4 ciwanên belûcî di şerî de hatine kuştin.
Meşa dirêj ya dîrokî
Lê derket hole ku van ciwanan piştî binçavkirinê hatine qetilkerin. Li ser vê protestoyan careke din dest pê kir. Ciwanan 23’yê Mijdarê dest bi çalakiya çadirvedanê kirin. 6’ê Kanûna 2023’an ji bajarê Turbatê birê ketin û piştî meşa hezar û 600 km’yî gihiştin Îslamabadê. Meş li pêşiya Kulûba Çapemeniya Netewî bi dawî bû. Hêzên dewletê hêj di daketina bajarî û pêve bi doran êrîşên çalakwanan kirin. Di serî de Baloch û aktîvîstên jin bi sedan kes hatin binçavkirin. Her çendî rayedarên Pakîstanî gotibin çalakvanê binçavkirî hatine berdan jî, ji wan 100 çalakvan di zîndanê de man û hinekê wan jî hatin wendakirin. Mahrang Baloch bal kişand ser îhtîmala wendakirinên nû û got; “ Di salên borî de me gelek tijtên qirêt dîtin û em bi dewletê nebawer in. Ji bo ku em dengê xwe bilind bikin li vir in. Gere dewlet wendakiriyên me teslîmê me bike”
Baloch ile kadın aktivistler başta olmak üzere yüzlerce kişi gözaltına alındı. Pakistanlı yetkililer tutuklananların bırakıldığını iddia ederken eylemciler, 100’den fazla protestocunun hapiste kaldığını, bazılarının da kayıp olduğunu ifade etti. Mahrang Baloch yeni bir kaybetme ihtimaline dikkat çekerek, “geçmiş yıllarda o kadar çok şey
Hesta herî zor
Destpêka Çileya 2024’an bi îddîaya “gel li dijî dewletê sor kiriye”, li dijî Dr Mahrang Baloch û bi sedan protestokeran li bajarê Kahirpûr ya eyaleta Sindhê doz hat vekirin. Dr. Mahrang Baloch di axaftina xwe ya Al Jazeerayê de got ; “Me pêşnîyareke ji 5 xalan daye hikumeta Pakîstanê ku komeke ji Neteweyên Yekbûyî ji bo lêgerîna derbarê binpêkirinên mafan de were Pakîstanê. Dîsa Baloch wext Daîreya Tekoşîna li Dijî Terorê, sûcên xwe yê Kurbatê ku wendakirinên bi dare zorê qebûl bike û mangayên kuştinê ku ji aliyê saziyên dewletê ve tên parastin werin laxwkirin. Di heman axaftinê de Baloch, gotinên xwe wisa domandin. “Ev protesto dê li tevgerekê vegere. Em dixwazin aqûbeta wendakiriyên xwe fêr bibin û dive hikumet div ê mijarê de agahiyên rast bide. Em dixwazin bizanibin ku heskiriyên me dê vegerin an na. Nizanibûna vê hest û êşeke dijwar e”.
Bi hezaran insan hatin wendakirin.
Ligel ku, ji aliyê nifûs û dewlemendiyên wekî petrol, komir, zêr, paxir û xazê ve eyaleta herî mezin û dewlemend ya Pakîstanê eyaleta Belûcîstanê ye jî, xizanîya herî mezin jî li vir e.Gel bi xizaniyê rûbirû ye. Pergaleke cudakariyê ya demdirêj hatiye meşandin.Eyalet piştî ku ji Hidistanê veqetiya ji aliyê Pakistanê ve hat îlhaqkirin. Ji wê wextê û vir ve ji bo azadbûna ji serwerîya Pakîstanê, herî hindik 5 serrhildanên mezin ên gel pêk hatin. Herî dawî ji destpêka salên 2000’î ve, ev 20 sal in li dijî xespkirina dewlemendiyên xwe û azadiyê, Belûciyan dest bi tekoşîneke nû ya çekdariyê kirin. Navbera hêzên Pakîstanê û Belûcan de şer û pevçûn dewam dikin. Hêzên dewletê bi qetilkirin û zextan dixawzin vê tekoşînê bitepisînin. Aktivîstên Belûc dibêjin; Tenê di sala 2023’an de herî hindik 504 kes bi kuştinên bêdadgeh hatin qetilkirin.
Li gorî Komîsyona Lêgerînên Wendakirinan ya Pakistanê, ji sala 2011’an heta Tebaxa 2023’an li Belûcîstanê 2708 kes hatine wendakirin. Aktîvîstên Belûcî vê hejmarê, herî hindik 5000 kes diyar dikin.
Jibo wergerê spas ji S. Gültekin re.
Ew nivîs Sibata 2024’an de bi zimanê tirkî di rojnameya me de hat weşandin
https://www.newayajin.net/devlet-terorune-karsi-bir-oncu-mahrang-baloch/