Li Kurdistanê êrişa li dijî xwezayê

- Roza METÎNA
255 views
Xweza ji bo mirovan xwediyê pênaseyeke giring e. Jiyan, hêvî û têkoşîneke mezin di nava xwe de dihewîne. Bandorê li ser derûnî, binhişî, tevger û gelek aliyên din ên mirovan dike. Loma jî parastin û xwedîderketina li xwezayê divê jêneger be. Lê belê dema em li pratîka cîhanê dinêrin berovajî parastinê, zirareke mezin ji aliyê mirovan ve digehe xwezayê. Bi zihniyeta babiksalarî, hegemon û çewisîner desthilatdar bi awayekî sîstematîk êrişî xwezayê dikin. Ev zihniyet li her aliyên Kurdistanê jî bi awayekî sîstematîk êrişî xwezaya Gelê Kurd dike. Li dijî vê êrişê deng û awaza Gelê Kurd jî bilind dibe.

Êrişal li dijî azadiya jinan

Xweza herî zêde dişibe jinê. Jin xwezayê ji xwe re wekî qadeke berfireh a azadiyê dibîne. Hêvî, xeyal, xwestek, têkoşîna xwe ya jiyanê di nava vê xwezayê de dide. Loma jî em dikarin bêjin ev êrişên li dijî xwezayê bi awayekî sîstematîk tên kirin di heman demê de jî li dijî azadiya jinan tê kirin. Loma jî bi taybet divê jin li dijî êrişên li ser xwezayê li berxwe bidin. Nehêlin qadên jinan ên li xwezayê bên tengkirin. Bi taybet têkoşîna hevpar a li dijî êrişên piralî yên îktidara AKP-MHP’ê li vir gelekî giring e. Ev îktidar her sal bi awayekî eşkere êrişî xwezaya Kurdistanê dike û li her derê her tim dixwaze qadê li jinan teng bike.

Rol û mîsyona yekîtiyê

Mêr di her qadê de dixwazin hegemonyaya xwe ava bikin. Di qada tendirustî, civakî, siyasetê, wêjeyê û gelek qadên din de mêr her tim dixwazin xwediyê serweriyekê bin. Ji bo vê serweriyê bi dest bixin jî yan êrişî destkeftiyên jinan dikin an jî çav berdidin destkeftiyên jinan. Aramî û bereketa xwezayê yek ji destkeftiyên jinan e ku heta roja îro hatiye. Lê belê li her aliyên Kurdistanê bi destên îktidara AKP-MHP’ê ev bereketa ji aliyê jinan ve hatiye heta roja îro dibe hedef. Leşkerên di bin kontrola vê îktidarê de jî dema agir bi daristanên Kurdistanê dixin wekî ku serfiraziyeke mezin bi dest xistibin vîdeoyan dikişînin û li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve dikin. Êriş, xizanî, qeyran, kaos, tundî ku berhemên mêr in di texrîbkirina xwezaya Kurdistanê jî derdikeve holê. Loma jî rol û mîsyona yekîtiya di navbera Gelê Kurd a li dijî ve yekê de divê jêneger be. Li dijî bêdengiya cîhanê berxwedan û serhildana hevpar wekî dilopeke ava hênik e.

Bêdengiya di qada navneteweyî de

Her îktidara rêveberiya dewleta tirk bi dest xistî teqez êrişî xwezaya Kurdan kiriye. Kêm nekirine, berovajî vê zêde kirine. Xwezaya Kurdan ji xwe re wekî qadên rantê pêşkêşî alîgirên xwe kirine. Mînakek vêya ya berbiçav Heskîf e. Ji bo berjewendiyên xwe dîroka bi hezaran salan di bin avê de hiştin. Li her derê bajarên Kurdistanê bendavan ava dikin û zirareke mezin didin xwezayê. Ev yek jî bi çarçoveya polîtîkayên şerê taybet tê kirin. Ji ber berjewendiyên di qada navneteweyî yên bi dewleta Tirk re li dijî van êrişan û zirardayina xwezayê li cîhanê jî bêdengiyek heye. Kesên dibêjin em parêzvanên mafên mirovan û ekolojîst in dema xwezaya Kurdistanê tê şewitandin bêdeng dimînin.

Zihniyeta betonkirinê

Bi vê bêdengiyê re gelek tişt ji aliyê îktidarên heyî yên dewleta Tirk ve wekî alavake li dijî xwezaya Kurdistanê hat bikaranîn. Yek ji van tiştên wekî alav hatine bikaranîn jî qeyûm e. Di 19’ê Tebaxa 2019’an de bi fermana Wezareta Karê Navxweyî qeyûm tayînî sê şaredariyên di destên HDP’ê de yên li Wan, Amed û Mêrdînê hat kirin. Her wiha qeyûm tayînî gelek şaredariyên HDP’ê yên li navçeyan jî hatin kirin. Ji ser tayinkirina qeyûman 5 sal derbas bûn. Bi rêya qeyûman pergala hevserokatiyê û destkeftiyên jinan bûn hedef. Bi vê ve girêdayî êrişên li dijî xwezaya Kurdistanê jî hîn zêde bûn. Zihniyeta qeyûm zihniyeta betonkirinê ye. Her dera kulmek ax, av an jî dar lê hebe bi destên qeyûman hatin betonkirin. Betonkirina bajarên Kurdan a bi destên qeyûman hîn jî dewam dike. Têkoşîn û nerazîbûna li hember vê yekê jî dewam dike. Lê belê divê ev têkoşîn û nerazîbûn mezintir bibin.

Polîtîkayên koçberkirinê

Li gel feraseta qeyûman di bin navê operasyon û ewlehiyê de agir bi daristanên Kurdistanê tê xistin. Her wiha zilm, tundî û îşkence li gundiyan tên kirin û li vir polîtîkaya koçberkirinê dikeve meriyetê. Feraseta salên 90’î ya gundên Kurdan dişewitand û vale dikir û ya niha heman feraset e. Bi van polîtîkayan di heman demê de rê li ber asîmîlasyonê jî tê vekirin. Ji aliyekî jî dewlet nahêle welatî ajalên xwe biçêrînin, xwedî bikin û bi vê re hewl didin xwedîkirina ajalan jî ji holê rakin. Em dikarin bêjin hemû polîtîkayên dewletê li ser kaosê hatiye avakirin û li dijî nasname û têkoşîna Gelê Kurd e.

Qadên rantê tên avakirin

Yek ji polîtîkayên dewletê ew e ku daristanên Kurdistanê bişewitîne û dewsa wê qereqolan ava bike. Li bajarên Tirkiyeyê jî daristan tên şewitandin û piştre li cihên hatine şewitandin otel tên avakirin. Ango ev qad ji rantê re tên veqetandin. Li Kurdistanê jî hem ji rantê re tê vekirin hem jî qereqol di bin navê “ewlehiyê” de tên avakirin. Li gel li Tirkiyeyê qeyraneke aboriyê ya mezin heye jî butçeyeke mezin ji bo şer tê veqetandin. Bi pereyê ji çekan re tê veqetandin jî bombe li ser Gelê Kurd tê barandin û xwezaya Gelê Kurd tê texrîbkirin.

Polîtîkayên tecrîdê

Li Tirkiyeyê di bin navê “ewlehiyê” de gelek tişt tên kirin. Di bin vî navî de dewlet dixwaze berjewendiyên xwe bîne cih û paldanka xwe zexm bike. Di bin navê ewlehiyê de hem xweza tê texrîbkirin hem jî cerdevanî li welatiyan tê ferzkirin. Ev bi xwe jî polîtîkeyeke tecrîdkirinê ye. Bi vê tecrîdê re dixwazin gelê Kurd ji rehên xwe qut bibe. Vê hewldana qutkirina ji rehên xwe em dikarin wekî kolonyalîzma li ser xwezayê jî pênase bikin. Em dikarin qutkirina ji rehên xwe di heman demê de wekî dûrxistina ji azadî û têkoşîna xwe jî pênase bikin. Loma li dijî van polîtîkayên bi aqilê mêr derdikevin pêş têkoşîn, berxwedan, pêşengiya jinê û yekîtiya di navbera Gelê Kurd de gelekî giring e.