Şoreşa Jin Jiyan Azadî bû yek salî

- Zîlan Vejîn
204 views
Em salvegera yekê ya şoreşa Jin Jiyan Azadî pêşwazî dikin. Di serî de şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînim û sonda ku em ê xeyal û armancên wan bi cih bînin didin. Salvegera şoreşê di serî de li mîmarê felsefeya Jin Jiyan Azadî Rêber Apo, hemû jin û gelên Îranê pîroz dikin. 16ê Îlona 2022an rojek werçerxan e di têkoşîna azadiya jinan de. Vê şoreşê mohra xwe li destpêka sedsalê da ye û bi vê şêwazê jî diyar kiriye ku wê ev sedsal bibe sedsala azadiyê ya jinan. Felsefeya Jin Jiyan Azadî bûye nexşerêya şoreşa vê sedsalê.

Heqîqeta vê Rêber Apo diyar kir û got ‘wê sedsala 21an bibe sedsala azadiya jinan û azadiya civakê’. Em dibînin dengekî ji bajarekî biçûk ê Kurdistanê ber bi herêmê û cîhanê ve olan da. Wekî bahozekê xwe li dilê hemû jinan pêça  û girt nava xwe. Bû lêgerîna heqîqeta windabûyî ku her jinek di kûrahiya dil û mejiyê xwe de li pey lêgerîna wê bû. Çima ev serhildan ew çend bi bandor bûn? Çima ev serhildan ev çend bû îfadeya hemû civakê? Ji ber pirsa jinê ji ya netew, mezheb, welat, ziman, çandê wêdetir pirseke civakî, îdolojîk û siyasî ye. Pirsgirêkeke dîrokî û rojane ye. Li îranê bi qanûnên şerî’etê , li Efganîstanê Talîban, li Şengalê DAIŞ, li Efrînê çeteyên Erdogan û li Nîjeryayê Boko-Haram bi navê namûs û kevneşopiya civakî ya feodal; bi navê îslama radîkal li dijî jinan kiryaran pêk tînin. Li Rojhilat kuştina Şilêr Resûlî û Jîna Emînî jî di encama vê hişmendiyê de pêk hat. Şilêr ji bo ku destdirêjî li ser nebe, ji pencereya mala du qatî xwe avêt û jiyana xwe ji dest da. Jîna jî di encama derba Geşta İrşad ku li serê wê dabûn şehîd bû. Her du bûyer jî îfadeya çanda tecawizkar, di bin navê namûsê, qanunên şerîetê û îslama tundraw de pêk hatin. Di van salên dawî de bi sedan bûyerên bi vî şêwazî çêbûn. Dema em pirsgirêkên jinan didin gelhev di şêwe de cuda be jî hemû bi armanca qirkirina jinan pêk tên. Dewlet bi siyaseta qirkirina jinan dixweze pêşiya civakê bigire. Metirsiya herî mezin ji bo sîstema desthiltdar jî jinên azadîxwaz in. Bi van rêbazan dixwazin jinan li gorî zihniyeta heyî terbiye bikin, bitirsînin û sînordar bikin. Lê berteka ku civakê nîşan da, diyar kir êdî dê bêdeng nemînin.

Piştî 44 salan jinan serî hilda

Piştî çil û çar salan êdî jinan rewş û şêwazê hebûna xwe ya di nava pergalê de qebûl nekir û serî rakirin. Kuştina Jîna û bûyera Şilêr Resulî vekirina serê meseleyê bû. Qetla Jîna bû destpêka jiyana nû. Jinan bi îfadeya felsefeya Jin Jiyan Azadî diyarkirin ku ew yên xwe ne, ne yên ti kesî ne û gotin Êdî Bes e. Xwebûna xwe bi fikir û îradayeke azad îfade kirin. Di nava vê salê de gelek tişt qewimîn û gelek pêşketin di hêla jinan û civakê de çêbûn. Di nîv sedsalê de gelan û jinan li Îranê ev her du şoreş kirin. Şoreşa 1979an bi pêşengiya gel û jinan pêk hat. Lê piştre bi gotina Şîatî û bîrdoziya îslamî şoreş ji xeta wê derxistin.Bi vî rengî qulipî dijberî civakê û hemû jinan. Ya duyemîn jî şoreşa Jin Jiyan Azadî ku bi heman lêgera azadî û demokratîkbûnê hate destpêkirin. Bêguman çavkanî û bingehê vê şoreşê tekoşîna jina kurd e ku çil sal e bi felsefeya Jin Jiyan Azadî li Kurdistan berdewam dike. Mirov dikare bêje çavkaniya herî mezin a şoreşa jinê ya li Îranê Kurdistan e. Kurdistan bingeh û îlhama vê serhildan û şoreşê ye. Civak û jin di Îranê de xwedî dînamîk û hêzeke nebes a serîrakirin û têkoşîna li hemberî serkutkarî û desthilatdariyê ne. Lewma dengê ku li Kurdistanê bilind bû hemû civaka Îranê li dora têkoşînê kom kir. Helbet xisleta jinê ya civakî û rola wê ya dîrokî sebeba sereke ya vê yekîtî û giştgîrbûna serhildanan bû.

Beşên civakê hemû tevlî şoreşê bûn

Şoreşê bi kuştina Jînayê destpê kir û hemû beşên civakê girt nava xwe. Herkes di beşa xwe de tevlî bû. Beşa civakê ya di kolanan de şev û roj çalakî pêk anîn birîndar bûn, şehîd bûn û beşek ji wan ji çavên xwe bûn, gelek  ji wan hatin girtin, îşkencekirin, darvekirin. Esas wan berxwedêran hişt heta îro şoreş mayînde bibe. Yên dî bi hunerê; mûzîk, aheng, pênûs û kamerayên xwe piştgirî dan şoreşê. Van hunermendan rastiya ruhê şoreşê û hovîtiya dewletê bi cîhanê re parve kirin. Bêguman şoreş bedel dixweze. Gel û taybetî dayîkan ev bedel dan û hîn jî didin. Dayîk bûn parêzvan û hêza domdarbûna şoreşê.  Şehîd bûn havênê şoreşê û bi bîranînên wan hîn ev ruh civakê li dijî rejîmê li ser pêyan digire. Her bedelek bû nirxeke hevbeş ê şoreşê, civak hemû li dora wê kom bû û azweriya ji bo serxistina şoreşê bilind kirin û serhildan domdar kirin. Merasîmên bîranînên şehîdan êdî wekî çandekê bi berdewamî pêk tên. Gelek tişt bi vê şoreşê re wekî çand, rê û resim lêhatin. Tişta bû çand ne gengaze ku ji holê bê rakirin. Ew çand dibe bîr, herdem di mejî û ruhê civakê de dijî. Ya sereke ew e ku şoreşê çandekî nû di civakê de ava kir. Tirsa ku rejîmê bi kiryar û siyaseta xwe ava kiriye bi têkoşîna nifşên nû, jin û xortên ciwan ji holê hat rakirin. Berovajî ev hêza têkoşer bi xwe bûye tirsek mezin ji bo rejîma sêdarê ya Îranê.

Têkoşîna jinan lingên rejîma îranê hejand

Ya rastî li pêşberî vê şoreşê lingên sîstema rejîma Îranê yên bingehîn hejiyan û tirseke mezin di wan da jiyan bû. Ti êriş û hêzekê ne ji derve de, ne jî bi şêwazekê li hundir nekarî vê bike. Lê jinan ev kir. Li şûna dewleta Îranê bikeve nava hewildana pêkanîna daxwazên jinan û civakê dest bi serkutî, milîtarîzekirin, qedexekirin, kuştin û girtinan kir. Ji ber sîstem alternatîvekî demokratîk û azadîxwaz napejirîne. Ji derveyê van kirinan ji destpêka meha Adarê heya demekî dirêj keçên xwendekar jehrî kirin. Piştî wê pêla girtin û sêdareyê xurt kirin û ji bo pêşî li rastiyan bigirin gelek rojnamevan, aktîvîstên jin girtin ku hîn jî di girtîgehan de ne. Her wiha wê demê bi kuştinên namûsî xwestin rojevê tijî bikin. Her kes dizane ev kiryar hemû bi destê dewletê pêk tên. Ji bo pêşî li têkoşîna jinan bigirin her carê bi rêbazekî qirkrina jinan pêk tînin. Di demekê de ku herî zêde jin di nava têkoşînê de cih digirin û pêşengiya herî mezin ji bo azadî û demokrasiyê dikin kuştinên namûsî pêk tên. Armanca van tirsandin, perçiqandin û bêbawerî û bê-îrade hiştina jinan e. Ev hemû bi destê mêr têne kirin. Jinên ku xwe dikujin jî dîsa di encama zihniyeta desthilatdar û serwer de vê dikin.  Li hemberî gûhertinên ku şoreşa Jin Jiyan Azadî di hêla civakî û çandî de bixwe re anîn, rejîm ketiye nava bêçaretî û tengasiyeke mezin. Dewlet hîcabê wekî qanûnekî şerîatê li hemberî jinan bikar tîne, bi vî şêwazî dixwaze jinan bêdeng bike. Lê tekoşîna jinan a li hemberî hîcabê di esas de ya li hemberî hemû qanûnên li dijî jinan e. Hîcab di qanûna dewleta îslamî ya Îranê de wekî sembol û tabûyek e. Eger ew tabû û sembol rabe, vê wekî hilweşîna xeleka bingehîn a pergala xwe dihesibînin. Lê di milekî din de jî bi wê zexta hîcaba bi zorê dixwaze têkoşîna jinan teng û sînordar bike. Di rastiya armanca sepandina hîcabê de esas perdexistina ser mejî û rihê serhildêr ê jinan heye. Ji ber tekoşîna jinan niha herî zêde dewlet di nava zorî û tengasiyê deye. Herwiha qanûna hîcabê qanûneke îdeolojîk e. Jin jî pir îdeolojîk li hemberî wan qanûnan derketin. Ev dijîtiya jinan a li hemberî vê qanûnê derbeyeke mezin li rejîma Îranê da ye. Helbet rabûna jinan li hemberî rejîmê şerekî azadiyê ye. Meseleya azadiyê jî ne meseleyekî madî û şeklî ye. Meseleyekî ruhî, fikrî, zanistî ye. Jinan bi asta zanîna xwe, azadiya xwe û ya civaka bindest îfade kirin û ji bo vê têdikoşin û gelek bedel dan û hîn jî didin.

Destkeftên şoreşa Jin Jiyan Azadî

Piştî şoreşa 1979an cara yekê ye ku dewlet li hemberî çalakiyên jinan rûbirûyî tengasiyên mezin dibe. Bi taybet li hemberî bê-hîcabiya jinan dewletê malbatên rayedarên xwe birin ji bo xwepêşandanan bikin û li dijî jinan helwest raber bikin. Bi taybet hewl didin bi hêza jinên navpergalî vê bikin. Ji bo vê divê jin tekoşîna xwe ya li hemberî pergalê berfireh û bênavber bikin. Bêguman daxwazên jinan ne tenê têkildarî hîcabê ye. Hîcab meseleya li ser sehnê ye, lê di rastiyê de jin di Îranê de daxwaza azadiya fikrî, siyasî, beyan û ruhî dikin.  Ji dewletê hêvîkirina vê jî helbet dê pirsgirêkê çareser neke. Li hemberî her nêzîkatiyeke ku bi zihniyeta zayendîperest tê kirin têkoşîn û gihiştina mafên xwe yên rewa ya herî rast e. Ji ber her helwest û pêkanînên li ser jinan çavkaniya xwe ji hişmendiya mêrsalar digire. Jin bi mîsogerkirina azadiya xwe, dê azadiya civakê jî mîsoger bikin. Vê şoreşê bixwe re çi anî, ev gelek giring e. Di serî de hêvî û baweriyeke gelek kûr di jinan, azadîxwaz û demokrasîxwazan de ava kir. Hevgirtinekî demokratîk a gelan li dora banga azadiya jinan xwe kom kir. Di gelek qadên jiyanê de gûhertinên zihnî çêbûn û jinan karî xwe îfade bikin. Çand û îfadeyeke nû di civakê de çêkir, di ziman û wêjeya jiyanî û siyasî de gelek tişt hatin guhertin. Peyvên ku îfadeya zayendîperestiyê dikin kêm dibin. Ev şoreş di heqîqeta xwe de şoreşa zihnî, ruhî, çandî û civakî ye. Ji ber bingeheke kûr a îdeolojîk û dîrokî heye. Şoreşeke ku hemû beşên civakê girtiye nava xwe û ber bi jiyaneke nû ve diherikîne. herka jiyanê bi çand û zihniyeteke nû ya demokratîk û wekheviyê tê hûnandin. Şiyariya di dil û mejiyên mirovan de ava kiriye dê ti carî neyê lawazkirin. Berpirsyariyeke mezin xist ser milê her azadîxwekê û pêşengên civaka demokratîk. Hişmendiya neteweya demokratîk li ser hîmê paradîgmaya civaka ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê di civaka Îranê û Rojhilat de bû rêya alternatîf ya xilasiya ji wê kevneşopî û pergala dewletî.

Ewropa û Amerîka tawîzan didin Îranê

Li gel van pêşketinên şoreşê, çawa ku civakê destûr neda ti kes li ser esasê berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê şoreşê bike malê xwe û zemîna desthilatiya xwe berfireh bike, pêwiste ji niha û şûnde jî destûr nedin ti hêz û alî li ser têkoşîn û bedelên ku civakê di oxira şoreşê de dane xwe bide axaftin û jiyîn. Niha di rewşeke wiha de ku gelên Îranê li ser piyan e, daxwaza azadî û demokrasiyê dike, welatên Ewropa û Amerîkayê ji bo berjewendiyên xwe tawîzan didin Îranê. Nêzîkatiya wan welatan diyar dike ku ti derdekî wan têkildarî mafên mirovan û daxwazên gelên Îranê yên demokratîk nîne. Di rewşekê de ku têkoşîna jinan û gelan rejîmê lawaz dike û mecbûrî çareseriyê dike, ev hêzên hegemon ên dinyayê jî bûne boriya nefesê ji bo Îranê. Lê divê ev neyê jibîrkirin şoreşa ku jinan û gelan pêşengiya wê kiriye herdem bi ser ketiye. Niha di rastiya Rojhilata Navîn de, di şexsê Rojhilat û Îranê de ev rastî xwe îfade dike. Bi hemû jinên azadîxwaz û taybetî bi jinên Îranê re, em ê bênavber heta serkeftinê şoreşê bibin û mîsoger bikin. Hem em ê li hemberî hişmendiya dewletî ya rasterast li ser jinan tê sepandin têkoşîna xwe berfireh bikin, hem jî em ê li hemberî hişmendiya feodal, cinsiyetperest û namûsê di nava civaka xwe de perwedeyê pêk bînin û guhertinan çêkin.

Di pêşengiya jinan de şoreşa gelê Aryayî

Çawa bihara Ereban di pêşengiya gelan de çêbû, niha jî di pêşengiya jinan û gelên Zagrosî de şoreşa civakî û jiyana nû û sosyalîst a gelê Aryayî pêş dikeve. Jin hêz û dînamîka bingehîn a gûhertin û vegûhetinê ne. Ji bo civakeke azad û demokratîk nirx û destkeftiyên jinan di oxira wan de gelek bedel dane, dê bi şoreşa Jin Jiyan Azadî ber bi serkeftinê ve bibin. Hemû kiryarên li ser jinan wê bibe sebeba herî mezin a têkoşîna rizgariyê. Ev şoreş dê bibe ronesansa Rojhilata Navîn a serdema nû. Di salvegera şoreşê de pêwiste xwedîderketin û beşdariyeke ji her demê zêdetir çêbibe. Şoreşa azadiyê di kesayeta jinê de şoreşa her kesekî civakê ye. Bi vê hest û berpirsyariyê wê ruhê şoreşê bi serhildanan geş û bilind bikin.

*Zîlan Vejîn Hevseroka PJAK