Pirsgirêka azadiya jinê pirsgirêkeke li hemû erdnîgariyan tê jiyîn, berxwedana jinê jî berxwedaneke ku berbelavî hemû dinyayê bûye ye. Mekana ku wê derketinekî çêbike diyarkirin wê bihêle ku ev şoreş şênber bibe.
Di her serdemê de pêşketinên civakî li hinek mekanan dibin zemînên derketinên nû û pêşiya pêşveçûnên ku hemû dinyayê bandor dikin vedikin. Afrîkaya ku mirovahî li wir derketiye, Hîlala Bereket a ku warê civakbûyîn û şoreşa yekemîn a jinê ye, Mezopotamyaya Jêrîn a ku tê de dewletên bajêr derketine, Rihaya ku olên yek xwedayî çêbûne, nîvgirava Ereban a ku Îslamiyet li wir derketiye, welatê Ronesansê Îtalya, mekanên şoreşên gelan Fransa û Rûsya tenê çend cihên ku pir zêde pêşketinên civakî lê çêbûne ne. Pêşketinên civakî bêzeman û bêmekan nikare bê fikrandin. Di sedsala 21. a ku kapîtalîzm krîzan ava kiriye û berxwedana ku li hemberî wî kûrewî bûye de em ê çawa mekana derketineke şoreşgerî diyar bikin? Tişta ku wê herêmekî li gorî herêma din hîn stratejîk, wê berxwedanekî li gorî berxwedana din hin veguhêrîner bike çi ye?
Têkiliya navbera mehelî û gerdûnî
Şoreş û veguherînên civakî yên ku dîroka mirovahiyê diyar dikin di rastî de di mekanekî de derketine lê bandora wan belavî hemû dinyayê bûne. Baskên kêlekê yên çeman di astekê de herrikînê bandor dikin lê mûdaxeleyeke li ser çema esasî tê kirin hemû baskan bandor dike. Nakokiya esasî naskirin, rêbaza çareseriyê tespîtkirin, stratejî û taktîk avakirin, zeman û mekana rast tespîtkirin û her wiha gelek xebat dihêlin ku mûdexaleyên ku şekil didin herrikîna esasî bikin. Tişta têkiliya di navbera mehelî û gerdûnî de bi wate dike ev e.
Azadiya jinê pirsgirêkeke gerdûnîye
Pirsgirêka azadiya jinê pirsgirêkeke li hemû erdnîgariyan tê jiyîn, berxwedana jinê jî berxwedaneke ku berbelavî hemû dinyayê bûye ye. Mekana ku wê derketinekî çêbike diyarkirin wê bihêle ku ev şoreş şênber bibe. Helbet di pêşveçûnên civakî de her timî îhtîmalên cuda jî hene. Divê ji van re jî vekirî bin û dema em bi nêzîkatiyeke dîyalektîk dinêrin dibînin ku mekanên ku pirsgirêk herî zêde li wir kûr dibin, lewma pêwîstiyên xwe bi pergaleke alternatîf hene û mekanên ku hêzên şoreşger birêxistinî û amade ne mekanên ku wê derketinên şoreşgerî lê çêbibine. Wekî Tevgera Azadiya Jina Kurdistan em karakterê serdemê wekî sedsala jinê, nakokiya bingehîn wekî nakokiya jina kole- mêrê serdest, şoreşa serdemê wekî şoreşa jinê, hêza pêşeng wekî partiyên jin pênase dikin. Em bawer in ku mekana vê şoreşê jî wê Rojhilata Navîn û bi taybetî jî Kurdistan be û girêdayî gelek palpişt û nîşanek hene. Çawa Rojhilata Navîn ji şoreşa yekem a jinê re bûye dergûş îdîaya me ew e ku wê bibe mekana ku şoreşa duyemîn jî li wir haveyn bigre. Ger em binasiyên dîrokî û aktûel ên vê îdîayê bi rêz bikin;
Bingehên dîrokî yên şoreşê li rojhilata navîn
Ji şoreşa cotkari-gundan a Rojhilata Navîn heta şoreşa bajêra, ji mîtolojiyan heta olan, ji zanistê heta felsefeyê, heta bazirganiyê herêmeke bingehîn a ku gelek pêşveçûnên civakî lê zîl dide ye. Heta şoreşa îndûstrî û teknîka zanistî ya ku di sedsala 16. de li Ewropayê pêş ket ji bo dîroka mirovahî erdnîgariya navendî bû. Zemîna zayîna çemên şaristaniya demokratîk û şaristaniya dewletdar bû. Di bermahiyên dîrokî yên ku bîrê hevpar ên mirovahiyê ne û çanda gelên qedîm ên li ser wê axê dijîn de şopên civakbûna li derdora jinê pêş ketiye hene. Di heman demê de li ser van axan dij-şoreşa mêr dewlet û çînîtiyê ava kiriye û dîroka kolebûna jinê veşartiye. Lewma, nakokiyên şoreş û dij-şoreş ava kirine li derdora jinê kom dibin.
Krîza modernîteya kapîtalîst
Tevî ku kapîtalîzm di van du sed salên dawî de pir giran êrîş dike lê nikare feth bike lê li gel vê yekê Rojhilata Navîn jî nikare pergala xwe ya alternatîf pêk bîne û di nav sancoyan de ye. Kevneşopiyên resen ên çandî bi şêweyê jiyana modernîteya kapîtalîst re, civakbûna wî bi ferdperestiya kapîtalîzmê re, manewiyata wî bi çanda madî ya kapîtalîzmê re di nav lihevnekirineke cidî de ye. Dema em bi nêzîkatiya modernîst digrin dest ev rewşa ku wekî pirsgirêk xuya dike di esas de ji me re potansiyela modernîteya alternatîf nîşan dike. Lewma, projeyên modernîteya ku ji jor de wekî projeyên endazyariya civakî tên ferzkirin li ser tevna çandî û dîrokî ya herêmê ji sîqal ne wêdetir e. Carinan jî paş ve dide û dibe sedem ku paşverûtî dîsa rû bide. Berxwedanên dînî, çandî û etnîkî yên ku li dijî polîtîkayên netewe dewletan û împeryalîstan ên li herêmê pêş dikevin, ji bilî tiştên kevin di terzekî dogmatîk de jiyîn an jî bi modernîte re lihevkirin û ji bilî sîxurtiyê ne xwedî ti projeyekî ne. Netewe dewletên ku di du sed salê dawî de tevn û çanda dîrokî ya herêmê tine hesibandine û sînoran bi cetwel diyar kirine her tim di rewşeke şer û pevçûnê de ne. Mîrate û ekolojiya dîrokî û çandî ya herêmê û aboriya wê ya ku têrî xwe dike tûşî talana emperyalîst dibe. Tevna çandî ya tê xirabkirin şopên bîra hevpar a mirovahiyê û jiyana li derdora jinê pêş dikeve radigire. Erdnîgariya ku pirtûkên pîroz wekî bihuşt pênase dike bi hilweşîneke cidî ya ekolojîk re rû bi rû ye. Berhemên binerdê û serê erdê tê dizîn, tê talankirin û şer, xizantî, bêkarî û koçberî bûye çarenûsa mirovan. Berxwedana gelan, lêgerîna wan a pergaleke nû û helwestên wan ên antî-emperyalîst tê berealîkirin û ji hêla hêzên pergalê ve tên xirabkirin, derfetên wan ên derketinê ji holê tên rakirin.
Zextên mêrsalarî û krîza azadiya jinê
Mecbûriyeta ku şoreşa Rojhilata Navîn divê di asta şoreşa jinê de be, di mîhwera encamên vê tabloyê de girêdayî rewşa jinê ye. Zextên mêrsalarî û pergala kedxwariyê ya ku di nav du sed salên dawî de bi dagirkirina herêmê re qat qat zêde bûye pirsgirêka azadiya jinê kûr dike. Jinên her roj xwe dişewitînin û ber bi xwekuştinê ve diçin di vê erdnîgariyê de pirsgirêka azadiya jinê çawa sotîner e datînin holê. Di temenê biçûk de zewac, tundî, pir zewacî, ji bo pir zarok anînê tade dîtin, sinet bûyîn, kolebûyîn tenê qismekî biçûk a vê krîzê nîşan dide. Di lêkolîneke ku li ser jinên Ereb hatî kirin de ji 37%ê jinan tûşî tundiya di nav malbatê de dibin. Tê diyarkirin ku li Îranê di pêvajoya pandemiya Koronayê de 2700 jin xwe kuştine. Li Efxanîstanê mafê jinan ê perwerdeyê ji destê wan hatiye girtin. Tenê ji 2% jin ji derfetên kontrola zarokanînê sûdwerdigrin. Ji 70% zêdetir ê zewacan di temenekî biçûk de û bêdilê jinan tên kirin. Ji her sê jinan yek bi tundiya fizîkî û cinsî re rû bi rû tê. Li Iraqê rêjeya tundî û xwekuştinê ya li dijî jinan pir zêde bilind e. Vesazkirinên zagonî yên di derheqê bi pir jinan re û di temenê biçûk de zewac jî vê rewşê rewa dike. Li Iraqê ji 30%ê jinan di temenekî biçûk de tên zewicandin û piştî DAIŞê ev rewş hîn bêhtir belav bû. Li Başûrê Kurdistanê bi şewitandinê kuştin, xwekuştin û sineta jinê hê j derbasdar e. Li gorî lêkolîneke di sala 2014an de hatî kirin ji 58% jin hatine sinetkirin. Bi sala 2018an re ev nîsbet daketibe 37% jî hîn sineta jinan berdewam dike.
Sînorên rejîmên dîktator li ser azadiya jinê
Rejîmên dîktator ên ku du sed salên dawî li herêmê serwer in têkoşîna maf û azadiya jinan di sînorên ku dewlet diyar kirî de girtine dest. Kes, rêxistin û saziyên ku ji vê çarçoveyê derketine bi kiryar û zextên cidî re rû bi rû mane, destûr ji pêşketina wan re nehatiye dayîn. Xebatên jinan di kontrola dewletê de pêş dikevin û em mînakên wê li Misir, Tirkiye, Sûriye û Iraqê dibînin. Bi mafên sînordar ên ku piraniyê wan li ser kaxizan dimînin re hatiye xwestin ku jin bibin jinên baş ên malê û xizmetî polîtîkayên netewe dewletan bikin. Wiha propaganda hatiye kirin wekî ku azadiya jinê ji hêla rejîmên Kemalîzm û BAASê ve qenciyeke ji jinan re tê pêşkeşkirin. Bi vî awayî hatiye xwestin ku di rewakirina projeyên modernîteyê de jin bibin amûr. Her çiqas bi qelsbûna van rejîman û têkoşîna tevgerên azadiya jinê re guhertin çêbûbin jî bandora feraseta ku xebatên jinan di bin kontrola netewe dewletan de digre bi giştî ji holê nehatiye rakirin.
Perspektîfên kevneşopî
Perspektîfên berxwedanên dînî, çandî yên ku wekî derketinên antî-emperyalîst tên dîtin li ser azadiya jinê nîne an jî jixwe li dijî vê ne. Wekî mînaka şoreşa Îslamî ya Îranê, guhertin piranî di eleniya jinan de encaman aniye. Rewşa jinên li Iraq, Afxanîstan, Libya û Misirê yên ku bi lêgerîn û hêviya azadiyê beşdarî tevgerên gel ên sala 2011an bûn kete rewşeke xirabtir.
Qelsbûna tevgerên modern û oryantalîzm
Bandoriya tevgerên li dijî pergalê yên ku nikarin fikr û modernîteya ku navenda wê Ewropa ye derbas bikin li herêmê qels in û li gel vê yekê ne xwedî nerîneke ku azadiya jinê ji bilî projeyên modernkirinê bigrin dest in. Tevî nakokiyên ku wekî potansiyel ji bo pêşketina tevgerên anarşîst, ekolojîst û femînîst pêwîst in jî meyzandina oryantalîst ya van tevgeran dibe sedem ku li herêmê marjînal bimînin. Ji ber ku rojevên wan ên polîtîk, terzê li ser pirsgirêkan sekinandin, şêweyê jiyanê ji watedayîn û çareserkirina krîzên herêmê dûr in, lewma nikarin zemîn peyda bikin.
Derfetên modernîteya demokratîk li rojhilata navîn
Ji bo ku nêzîkatiyeke ku kûrahî û hêza çareseriya pirsgirêka azadiya jinê ya ku dikare hîn bêhtir bê firehkirin nîne; li Rojhilata Navîn pêwîstî bi têkoşîneke ku xwe dispêre perspektîfa şoreşa jinê heye. Ne tenê ji ber pirsgirêkan; palpiştên dîrokî û civakî yên kevneşopiya şaristaniya demokratîk jî li Rojhilata Navîn derfetan dide vê şoreşê. Tevna exlaqî-polîtîk a Rojhilata Navîn ji ber mêrsalarî, neteweperestî û olperestî zirar dîtibe jî hîn zindî ye. Gelek xisûsên ku li gorî meyzandina pozîtîvîst paşverû û nepêşketî tên nirxandin dikarin veguherin hêmanên modernîteya demokratîk. Bê ku endazyariya civakî bikin, pûxteyên civaka exlaqî-polîtîk dikarin veguherin xweseriyên lokal, komûn, kooperatîf, akademiyên azad û yekeyên demokratîk û komûnal. Bi eraziyên ji çandinî û ajaldarî kirin re destdayî ku kes li wir bêkar û birçî namîne, bi cureyên ajal û rûberka riwekî yên ku xwedî çeşîtbûna herî dewlemend a dinyayê ne, bi kaniyên ava şîrîn re pirsgirêkên ekonomîk dikarin pir zû bên çareserkirin. Derfeta ku bi aktîfbûna çavkaniyên enerjiya ekolojîk ên wekî tav û bayê re êdî pêwîstî bi bendavan, santalên nûkleer û tesisên petrolê nemîne heye. Ji ber ku hê jî beşeke mezin a nifûsê li çolter û gundan dijîn derfetên ku qadên jiyana ekolojîk, şêweyên jiyana komûnal biparêzin û pêş bixin hene. Ji ber ku jin di pêşxistina jiyana ekolojîk, jiyan û aboriya komûnal de hilgirên çand û civakbûnê ne dikarin roleke hîn bibandor bilîzin. Lewma li gorî gelek herêmên dinyayê di mijara avakirina zemîna modernîteya demokratîk de hîn biavantaj in.
