Dîroka piştî peymana Lozanê me mijûl dike û ev mijûlahî dê berdewam bike. Di 24ê Tîrmeha sala 1923an de bi pêşengiya Brîtanya û Fransayê, bi mohrkirina peymana Lozanê dawî li dîzayna herêma Rojhilata Navîn û piştre jî şerê cîhanê yê yekemîn anîn. Beriya mohrkirina vê peymanê di sala 1916an de bi peymana Sykes-Picot; konferansên li Parîsê, San Remo, Enqere û hwd, hezên Ewropî çendîn civînên berfireh çêkirin da kû bikarin ev herêma navenda şaristaniya mirovahiyê ye di nava xwe de parve bikin. Ji bo vê parvekirinê jî ji xwe di sala 1914an de Şerê Cîhanê yê 1. destpê kirin. Piştî ku şer di sala 1918an de xilas bû, êdî hêzên serkeftî li pêşiya xwe ti astengî nedîtin da kû stratejiya dagirkerî yanî kolonyalîzmê pêk bînin.
Lê, li hemberî wan hêzan pirsgirêkeke nû rû da. Ev jî ragihandina Sovyetê di sala 1917an de wekî Yekîtiya Komarên Sosyalîst bû. Hêzên kapîtalîst ên Ewropayê ev wekî xeteriyeke mezin li hemberî kapîtalîzma xwe dîtin û stratejiya parvekirin û kontrolkirina cîhanê bilez kirin, da kû bandora sosyalîzmê li cîhanê belav nebe. Ji bo herêmên stratejîk ên wekî Rojhilata Navîn baştir bên kontrolkirin pêwistî bi avakirina rêxistinên navendî hebû. Ji ber vê jî fikra avakirina netew-dewletan ên ku ji aliyê kapîtalîzma Ewropayê ve hatibûn ceribandin, xwestin li Rojhilata Navîn jî pêk bînin. Piştî hemû konferansan biryar girtin êdî dawî li nîqaşan were û stratejiya avakirina netew-dewletan bê pejirandin. Ji bo vê, ji Cotmeha 1922an heya 24ê Tîrmeha 1923an li bajarê Swîsreyê Lozanê civiyan. Lê nehiştin hêzên Sovyetê beşdarî van civînan bibin. Endamên şandeya Soyvetê ya ku hatibû Lozanê hatin kuştin. Hêzên serekê yên civîna Lozanê birêve birin Brîtanya û Fransa bûn. Lê tê gotin hêza esasî Brîtanya bû. Brîtanya piştî rûxandina desthilata Osmaniyan êdî bûbû navenda hegemonyayê. Yanî êdî Brîtanyayê dê serdestiya cîhanê bikira. Êdî ne Stenbol, lê belê London bûbû paytexta hegemonya ya hêzên kapîtalîst. Tê zanîn hegemonya tê wateya ku sîstem xwe li ser sîstemekê wekî hêza sereke ava dike. Hegemonya wekî rêbazeke çandî û îdeolojîk a ku li gorî nirxên burjuwazî tevdigere, mohra xwe li jiyan, siyaset, ekonomî û bi giştî li jiyanê dide. Hegemonya tê wateya ku hêzek xwe li ser hemû hêzên din re dibîne. Yanî piştî 1918an êdî diviya cîhan li gorî sîstema Brîtanyayê bê rêvebirin. Eger em dixwazin rastiya peymana Lozanê fêm bikin, ev agahî giring in. Destgirtin û nirxandina ji dîrokê û kapîtalîzmê qut, dê me bibe tespîtên kêm û şaş.
‘Peymana Aştiyê ya Lozanê’
Navê fermî yê vê peymanê ‘Peymana Aştiyê ya Lozanê’ ye û ji 143 xalan pêk tê. Di vir de aştî nayê wateya aştiya ji bo gelan. Bi peyva aştî tê gotin ku, em hêzên serkeftî yên şerê cîhanê yekgirtî ne, hêzên ku li dijî me şer kirin winda kirin; êdî wateya şer nema. Bêguman bi karanîna vê peyva xweşik xwestin qirêjiya xwe, xwînrêjiya şer û konsepta xwe ya kolonyalîzmê jî veşêrin. Jixwe wisa diyar kirin wekî Ewropa peymanên aştiyê çêdike. Lê tişta ku wana wekî aştî binav kir, Kurdistan û Rojhilata Navîn kir gola xwînê. 100 salin ev xwîn dirije û jiyana me hemû di nava şerî de derbas dibe. Bedela aştiya di nava dewletan de şerê li dijî gelan bû. ‘Peymana aştiyê ya Lozanê’ jî ev bû. Bi lîstokeke pir erzan û qirêj pergaleke wisa avakirin ku ne em ne jî ew dewletên ku li ser serê me wekî çoyên lêdanê ferz kirin, dikarin xwe rizgar bikin. Heger em peymana Lozanê di çarçoveya resmekî giştî de nenirxînin, wekî beriya sedsalan hatiye pîlankirin, em ê 100 salên din hê jî di nava şer de bin. Hezên Ewropî ji bo berjewendiyên xwe netew-dewlet ava kirin, da kû bikarin dizî û talanên xwe bê astengî bidomînin. Destpêkê destûr dan Tirkan ku 1,5 milyon Ermenî qir bikin. Kesî jî dengê xwe dernexist. Di heman demê de li ser serê 500.000 Sûryanî jî ew lîstok pêk anîn. Soz dan wan û gotin li gel me li dijî Osmaniyan şer bikin, bibin dostên me, em ê ji we re dewletan ava bikin. Heman lîstok anîn serê mîr û eşîrên Kurdan jî. Belkî bi fîzîkî Ermenî û Sûryanî qir kirin, lê stratejiya li ser Kurdan hîn xirabtir bû. Bi peymana ‘Aştiyê ya Lozanê’ re şerê bêdem û bêsînor li Kurdistanê sazî kirin. Peymana Lozanê ji bo Kurdan sazîkirina şer û komkujiya ye. Yanî her roj şer e. Şerê fîzîkî, şerê bişaftinê. Peymana Lozanê sorkirina netew-dewletên Tirk, Ereb û piştre jî Faris li dijî Kurdan e. Di 143 xalên peymanê de bi yek gotinê bahsa Kurdan nakin. Kurdan wekî amûrekî bazirganiya dîplomatîk dibînin û bi dest digirin. Navê lîstokê ev bû: dema du kes şer dikin, ê sêyem şa dibe. Yanî dema Kurd-Tirk-Ereb û Farsan şer dikirin, di serî de Brîtanya û Ewropa şa dibûn, îro jî şa dibin. Ji ber kû di peymanê de Kurd wekî ‘neteweyeke tine’ hatin îlankirin, rêyên siyasetê, dîplomasî û hiqûqê ji Kurdan re hatin girtin. Heya îro em nikarin biçin ti dadgehekê û giliyan derbarê tawan û sucên şer de bikin. Destûr dan, herkes Kurdan her roj bikuje. Li pişt komkujiyên li Agirî, Zîlan, Koçgirî, Dersim, Mahabad, Helebçe, Şengal, Efrîn, her wiha salên 90î valekirina gundan û koçberiya Kurdan peymana Lozanê heye.
Peymana Lozanê li Îmraliyê jî didome.
Rêber Apo peymana Lozanê wiha îfade dike: “Kurd miletek e ku ne di çarçoveya hiqûqa neteweyî û ne jî ya navneteweyî de tên destgirtin”. Yekîtiya Ewropayê jî bi israr doza Rêber Apo ya li dadgeha mafên mirovan a Ewropayê wekî dozeke takekesî digire dest. Di doza Rêber Apo de asta civakî û dîrokî ya ku diyar e ji nedîtî ve tê. Ev jî tê wateya ku ti pirsgirêkek nîne tu bikarî bi rêyên qanûnî çareser bikî. Hiqûq ji destên Kurdan girtin. Rêber Apo komploya navdewletî ya li dijî xwe jî wekî berdewama Lozanê pênase dike û wiha dibejê: “ Dewletan xwestin min tasfiye bikin. Ez îdîa dikim; Elmanya ku ji sala 1985an û vir ve xala pêncemîn a NATOyê li hemberî me sepandiye, di pêvajoya komployê de bi dûrketina ji berpirsyariya xwe ya hiqûqî û mirovî, rêya çiyê nîşanî min da. Rola Elmanyayê ya di komployê de ew bû ku em derbasî Ewropayê nebin. Dikare bê gotin ku Almanyayê deriyên Ewropayê ji min re girtin. Ji ber vê yekê çima ewqas hevkarî? Ji ber ku xwestin min tasfiye bikin. Dixwestin careke din me û Tirkan bixin nava şer. Ev lîstik bi rengekî nûkirina Lozanê bû. Lîstik û bandorên Ewropiyan (bi taybetî Îngilîz û Elmanan) li ser Ebdulhemîd û Komîteya Îttîhad û Terakkî jî tê zanîn. Koka dîrokî ya MHPê jî li vir e. Elmanan netewperestiyeke Tirk ku girêdayî xwe û di bin bandora Elmanan de bû, ava kirin. Heman Elman ji berê heta niha li ser Mezopotamyayê xwedî lîstik û planên wiha ne; ev bîst-sî sal in dixwazin li ser me bilîzin. Dixwestin me bixin bin kontrola xwe, lê dema ev yek pêk nehat, xwestin min tasfiye bikin. Di encamê de hemû cîhan, ango pergala cîhanê ya kapîtalîst ez girtim. Di nava wan de DYA heye, Brîtanya jî heye. Di şerê rizgariya netewî de li hemberî Îngilîzan û hevkarê wan ê dawî, sultanê dawî, li Lozanê firotina Mûsil-Kerkûkê, hewl didin tola piştgiriya Kurdan a di şerê rizgariya netewî de hilînin û îro jî bi vî awayî hewl didin ku bi dest bixin. “
Lozan sedema femînîsîdên li Kurdistanê yê
Mixabin dema bahsa komkujiyên li Kurdistanê tê kirin, komkujiya li ser jinan yanî femînîsîd tê jibîrkirin. Di dema nîqaşên li ser Lozanê de jî her tim behsa komkujiyên neteweyî hatin kirin. Lê, mêtingeran qet jenosîd bi awayekî homojen pêk neanîn. Polîtîkayên taybet li gorî beşên civakî û dînamîkên civakî pêşxistin. Ya yekem ji van tasfiyekirina jinan bi rêbazên taybet bû. Li Kurdistanê dîroka neteweyî ji aliyê jinan ve bi devkî dihat ragihandin. Parastina ziman, kevneşopî û adetan ji bo nifşan ji aliyê jinan ve pêk hat. Yekane hêza dilsoziya bi axê re jin bû. Bi taybetî jî ji bo ji holêrakirina çanda Kurdî polîtîkayên taybet ên li ser jinan hatine pêşxistin. Yanî li Kurdistanê komkujiya jinan ji bo ji holêrakirina nasnameya Kurdan bû. Jina Kurd bi vê rola xwe jî roleke mezin a dîrokî lîst. Armanca polîtîkayên li ser jinan ên dagirkeran ji holêrakirina çanda Kurd e. Xwedîderketina ziman ji aliyê jinan ve, di dîroka civaka Kurd de weke diyardeyeke xwezayî hatiye destgirtin, di rastiya xwe de rola jinê di parastina hebûna me de mixabin nehatiye dîtin. Lê dijmin ev dîtibû û ji ber vê jî siyaseta tinekirina taybet bikar anî. Di dema jenosîda Dersimê de keçên Kurd wekî ganîmet radestî leşkerên Tirk hatin kirin, jinên Kurd di enfalên rejîma Seddam de jî ji dewletên Ereban re hatin firotin. Li Şengalê li dijî jinên me yên Êzidî ev yek kirin. Li Efrînê ev hê jî didome. Pêwistî heye ku jinên Kurd ên akademîsyen û dîrokzan li ser vê meselê bi taybetî lêkolînan bikin.