Mafê tayinkirina çarenûsa xwe û têkoşîna kurdan

- Nîlufer Koç
308 views
Di dîrokê de cara pêşî têgîna mafê çarenûsî (MÇ) di sala 1913’an de ji hêla Lenîn ve hat bikaranîn. Lenîn di gotara xwe ya bi navê “Mafê Çarenûsî ya Gelan” de wiha nivîsîbû: “Mafê neteweyan ên çarenûsê tenê tê wateya mafê serxwebûnê. Ango di wateya siyasî de tê wateya mafê veqetîna azad a siyasî ji neteweya serdest.“

Li gorî Lenîn, gelekî bindest heger bixwaze dikare bi gelên din re jî bijî, lê heger nexwaze mafê wê heye ku dewleta xwe ya serbixwe ava bike û bi vê re mafe xwe yê çarenivîse îlan bike. Ji lewra pêwîstî heye ku em sedemên dîrokî yên vê fikra Lenîn bizanibin. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, wê demê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Woodrow Wilson pîvanên mafê çarenûsî dinivîse û dike rojeva Netewen Yekbûyî. Piştî hilweşandina rejîma Çar, weke Lenîn dixwaze yekîtî li gel netewên din yên weke Ermenî, Azerî, Moxol, Çeçen hwd… ava bike, da ku dewletên emperyalîst dest neavêjin pergala sovyetê.Yanî pergala xweseriyan pek tinê.

Mafê çarênûsê

Wilson jî piştî tekçûyîna Osmaniyan û împaratorîya Awûsturya-Macaristan, ji bo ku neteweyên di bin destên wan împaratorîyan de nebin dostên Sovyete di bin navê «mafê çarenûsê » de destûra avakirina netew dewletan dide wan. Manîfestoya PKK ya bi navê Rêya Şoreşa Kurdistanê ya ku Rêber Apo 1978 nivîsandî bû jî li ser bingeha mafê çarenivîse hatiye destgirtin. Hem Wilson û hem jî Lenîn mafê çarenûsê weke avakirina netew dewletê dibînin. Piştî salên 2000’î, Rêber Apo jî hêdî hêdî ji vê fikrê dûr dikeve û dibêje ku netewe weke civakê cîhêreng e û divê ji aliyê organîzmaya dewletê ve neyê dîl girtin. Ji ber ku dewlet bi xwe organa kapîtalîzmê ya kontrolkirinê û metîngeriya li ser neteweyê ye. Weke tê zanîn PKK jî mîna gelek tevgerên rizgariya neteweyî di salên 70’î de, stratejiya têkoşîna xwe ya rizgariyê di çarçoveya fikra mafê çarenûsê yê Lenînî de diyar kiribû. PKK stratejiya Kurdistana Serbixwe, Yekgirtî û demokratîk” pejirandi bû. Yanî mafê diyarkirina çarenûsê weke mafê avakirina dewletê destgirti bû. Lê piştî guhertina paradîgmayê ango redkirina hemû pergal û rêxistinên ku xwe dispêrin desthilatdariyê, Rêbertî di sala 2005’an de pergala konfederalîzma demokratîk ragihand û wiha got : “Li şûna dewleta netewe, modela gel a li ser bingeha demokrasiyê pêşniyar dikim.“ Rêber Apo li şûna neteweya dewletparêz, modela neteweya demokratîk pêşniyar kir. Bi vê guherîna bingehîn re êdî pîvanên mafê çarenûsê ku Lenîn, Wîlson û her wiha yên sedan car di neteweyên yekbûyî de hatin guhertin di siyaseta Kurd de bi çavê rexneyê lê tê nêrîn.

Di sedsala bihûrî de şêweyê ku mafê çarenûsî pêk hat, sîstemên netew-dewlet û federal ên bi navê demokrasiya herêmî dihatin binavkirin bûn. Îro ew model hemû bûne dijminê netewa xwe. Şoreşgerên ku mafê çarenûsê dixwestin, ji bo wê mafê xwe feda dikirin îro bûne dîktator, diz û despotên herî mezin. Ji bo vê hewceye mirov rewşa Angola, Mozambîk, Afrîka Başûr hwd… ji nêz ve analîz bike. Her wiha li aliyê din, di çerçova Neteweyên Yekbûyî de beşek mafê çarenûsê ji bo gelê Filîstin hatiye tayin kirin. Lê binêrin, heremên ku di bin kontrola hezên Filîstînî de ne jî îro bûne pirsgirêkên mezin. Gelê Filîstînê di nava lepên rayederên xwe de edî bêzar bûne. Ji bo me Kurdan jî Başûrê Kurdistane weke mînaka mafê çarenûsê ya bi awayekî fiîlî pêk tê pir girîng e. Başûr bi navê herêma Kurdistanê, li gorî zagona Iraqê hema hema serbixwe ye. Lê ne azadî, ne demokrasî, ne wekhevî, ne jî pekve jiyan lê gengaz e. Berê Saddam êşkence bi Erebî dikir îro rayedarên siyaseta Hewlerê jî bi Kurdî êşkence dikin.