Derhêner Dersim Zêrevan: sînemaya jinê civakê diguhere

- Omedya WELAT
680 views
Ji dîrokê heya niha sînema her xwedî girîngiyeke mezin bûye. Lê belê peyva sînema ji bo Kurdan hem trajediya sînemaya Amûdê ye, hem jî bi çavê Xelîl Dag dîtina heqîqet û bedewiyên jiyanê ye. Xelîlê Çiyê bi bengî û hezkirina xwe ya jiyanê, kir ku Kurd careke din deriyên xwe li sînemê vekin. Her wiha Xelîl ji ber vê bengiya xwe bi dehan heval û hogirên xwe jî bandor kiribû. Yek ji wan hevrêyên wî jî Dersim Zêrevan e (Jihan Asaad Sheikhmous).

Dersim Zêrevan ya îro derhênereke xwedî rol û bandor e mohra xwe li binê gelek xebatên hêja û serkeftî daniye. Derhêner Dersim Zêrevan ya li dû rêç û şopa Xelîlê Çiyê ye, di nava şer û cenga giran û dagirkeriyê de derhêneriyeke ji nava jiyanê dike. Ew di nava derfetên gelekî kêm de berhemên welê diafîrîne ku mirov ezîm û eşqa wê ya ji bo pêşxistina sînemaya Kurdî ya bi çavê jinê bi her awayî dibîne. Gelo ev jina jêhatî ya remz û îlhama xwe ji Xelîlê Çiyê digre çawa berê xwe da qada sînemê û rêwîtiya wê bi çi awayî dest pê kir? Eynî weke we me jî mereq kir û me pirs kir ew jî bersivand. Bêyî ku em gotinê li we dirêj bikin, fermo rêwîtiya sînemaya Kurdî ya Dersim Zêrevan di hevpeyvîna ku me kirî de bixwînin.

Elaqeya we ya bi sînemayê re kengî dest pê kir, gelo xeyala we ya zaroktiyê bû?
Ez pêşî bersivê bidim pirsa we ya dawî. Ne xeyala minî zarokatiyê bû, sînema. Li Kurdistanê hê însan dema zarok e, bi serhatiya welat, bêwelatî, dagirkerî û êşê mezin dibe. Ji ber vê yekê, dema tu behsa xeyalên zarokatiyê bikî, heke tu zarok bî li Kurdistanê, tu ji xeyalkirinê ditirsî. Ji ber ku tirsa mirov heye ku xeyalên mirov nîvco bimînin. Ev jî ji ber rastiya li Kurdistanê ye. Berevajî vê yekê, sînema li Rojavayê Kurdistanê ji bo Kurdên li vê derê sehwek, tirsek bû. Mînak sînemeya Amûdê ye ku bi sedan zarokên Kurd tê de şewitandin di bin navê temaşekirina sînemayê de. Ji ber vê yekê, bi taybetî li Rojava, lê belkî li tevahiya Kurdistanê, temaşekirin û elaqeya ji bo sînemayê zêde nîne. Filmê yekemîn ê Kurdan ê bi navê Zerê, piştî derketina sînemayê bi 20 salan hatiye çêkirin. Ji ber rewşa Kurdan, qirkirinê û rastiya li Kurdistanê Kurd di vê qadê de bi pêş neketine. Bi taybetî ji ber vê yekê, tirseke bi vî rengî heye. Her çiqasî kêm bin jî li vir salonên sînemayê hebûn, lê Kurdan zarokên xwe nedibirin wan. Ew bi xwe jî nediçûn, xwe jî û zarokên xwe jî diparastin. Ji ber ku ditirsiyan bi awayekî komî komkujiyekê bînin serê wan. Sînemaya Amûdê jî tirsek afirand ku Kurd xwe ji sînemayê dûr bigirin. Di van salên dawî de min pirtûkek xwend ku qala bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî dike. Yan cihê sînema yan jî cihê şanoyê ye, ku Şêx Seîd û hevalên wî lê tên bidarvekirin. Dema mirov li wê rojê û wê derê vedigere, dibîne ku her wext ji bo me kirine cihê komkujiyê. Heke îro em dixwazin nû xeyal bikin vê rastiyê, divê em qirkirina li ser me hatî meşandin bi rêya sînemayê bidin nîşandan. Dema min dest pê kir, 2004’an bi naskirina Xelîl Dax (Çiya) min dest pê kir. Li wê derê nîqaşa li ser sînemayê hebû. Dîsa çend filmên li ser gerîla hatibûn çêkirin. Ev ji aliyê gerîla ve û gel ve dihatin hezkirin. Ew daxwaza kar û xebata ji bo sînemayê li wê derê bi min re çêbû. Rast e, di aliyê dîtbarî, xeyalî, çîrokî de xwestek û hezkirina min ji bo sînemayê heye. Lê herî zêde li çiyayên Kurdistanê di wan deman de çêbû. Hin tişt hene, di jiyanê de ne tesaduf in. Li malê wêneyekî Yilmaz Guney hebû. Min ew nas dikir û digot, “çi karê wêneyê vî kesê biyanî di nava albuma malbatê de ye?” Paşê min li filmên wî temaşe kir û min fêm kir, ku mirovekî sînemager e û Kurd e, ji ber vê yekê Kurd jê hez dikin. Di wê astê de ye ew hezkirin, ku fotografên wî di albumên malbatî de veşêrin. Ez jî ji bo xwe vê yekê weke tesaduf nabînim. Ji ber ku min kesekî din weke Yilmaz Guney, Xelîl Dax nas kir û pê re xebitîm.

Kar û xebata te ya bi Xelîl Dax re, tecrûbeyeke çawa bû?
Rast e, ez weke sînemagereke çiya têm naskirin. Jiyana min a ji zarokatiyê ber bi sînemayê ve li çiya dest pê kir. Hê dema zarok bûm, min li Qamişlo şervanên Kurdistanê nas kirin. Min çawa çavên xwe vekir, min ew dîtin li kêleka xwe. Ji ber vê yekê, min berê xwe da çiyayên Kurdistanê û li wê derê min Xelîl Dax nas kir. Kesayetiya wî beriya karê ku dike, bandor li min kiribû. Ji aliyê welatparêzî, hezkirina mirovan, civaka gerîlatiyê, jiyana çiya û xwezayê ve insanî bû û hewl dida tiştekî xweşik ava bike. Dema ku derfeta xebatê pê re çêbû, min ev yek ji bo xwe weke şensekî dît. Ji ber ku min ji kesayetiya wî [Xelîl Dax] hez dikir, min qebûl kir ku di vê xebatê de cih bigirim. Ji ber vê yekê bi daxwaza xwe beşdarî vî karî bûm. Xebata pêşî ew bû, ku weke lîstikvan di filma Firmêskê Ava Zê de min cih girt. Ew xebat weke danîna bingehê filma Şehîd Bêrîtan bû. Di aliyê lîstikvaniyê de tecrûbeya min tine bû û li ser daxwaza heval Xelîl beşdarî xebatê bûm. Ev ji bo min bû tecrûbeyeke mezin. Bi rêya wê xebatê min hezkirina gerîla, hevaltiya wan baştir nas kir. Ji ber vê yekê, ji bo min weke şensekî bû ku di wî filmî de min cih girt. Derfet kêm bû û di aliyê afrîneriyê de ev xebat derket holê. Vê yekê nîşanî me da ku ev xebat tenê ji aliyê teknîkî ve nayên kirin. Ji aliyê ruhî, fikrî û xeyalî ve tu çiqasî dewlemend bî, tu dikarî afirîner bî. Di rastiya çiya de tenê di destên te de kamerayek heye, lê tu dikarî ji her alî ve bi afrîneriyê xebateke xweşik û bedew derxî holê. Dixwazim vê yekê bêjim, hin cih hebûn, tav nedigihanê. Li çiya ji me re çayê dihat, ambalajên wê, aliyekî wan reş aliyê din diberiqîn. Heval Xelîl bi wê ambalajê berê tavê yê ronahiyê dida nava şikeftê. Wî çaxî me ev yek fêm kir ku ji rastiya jiyanê mirov dikarê tiştên xweşik ên di xeyalên xwe de biafirîne. Piştre em li ser xebatên senaryoyê weke ekîbekê kom bûbûn. 3 hevalên jin û heval Xelîl bû. Me dest bi nivîsandina senaryoya filmê Bêrîtanê kir. Heke ez îro kar û xebata sînemayê dikarim bikim, ev bi saya tecrûbeya filmê Bêrîtan e. Me hem perwerde didît, em hem jî beşdarî xebata film dibûn. Ew film bi jiyaneke komunal a şoreşgerî hat çêkirin û her kesî xwe berpirsiyar didît. Heval Xelîl ji min re digot “heke dixwazî tu bibî sînemagereke baş, divê tu çavdêriyeke xurt bikî. Divê tu bikarî her tiştekî bi ziravî bişopînî.” Ji ber vê kesayetiya wî, tiştek ji ber çavê heval Xelîl nediçû. Ji ber ku min heval Xelîl dişopand, di wî wextî de serwextî û zanebûna min çêbû.

Tecrûbeya ya yekemîn a di aliyê derhêneriyê de çibû?
Dema ketim nav xebatên sînemayê, hezkirina min a zêde ji bo kamera hebû. Min dixwest ji vî alî ve xwe bi pêş bixim. Ji ber vê yekê, ez weke kameraman beşdarî xebatan bûm. Di filmê Bêrîtan de ez alîkarê kameraman bûm. Li ser esasê kameramantiyê min karê xwe kir. Jixwe, piştî demekê ez bûm kameramaneke jiyana gerîla. Timî min gerîla dişopand. Min dixwest ez ji her alî ve gerîla qeyd bikim. Derhênerî ji bo min ne tercîh bû. Piştî şehadeta heval Xelîl, hewldanên min ên ji bo derhêneriyê çêbûn. Ji ber ku me sînemaya çiya heta deverekê bi pêşengiya heval Xelîl anîbû. Di kesayetiya heval Xelîl de bi wan kêmderfetan çêkirina sînemayê mumkun bû. Ji ber vê yekê ev bû wesiyetek ji bo me. Dema heval Xelîl dest bi rêwîtiya xwe ya ji bo filmê ji Cûdî heya Agirî kir got, “Dema ez ji çêkirina vê belgefilma Bakur vegerim, dixwazim li filmên we jî temaşe bikim.” Jixwe tê zanîn hê di destpêka rêwîtiya xwe de heval Xelîl şehîd bû. Ji ber wê yekê, pêwîst bû hin kes vê xeyalê û vî karî dewam bikin. Xeyala heval Xelîl ew bû, ku sînemeya Kurd a li hemberî pergala kapîtalîst bibe alternatîfek û bibe sînemayeke şoreşgerî. Dixwest êriş û dagirkeriya li ser Kurdistanê hemûyî bixe film û dengê Kurdan li cîhanê belav bike. Ev ji me re digotin. Divê em jî xebatên dîrokî bikin. Ji ber ku ev berpirsiyariya me ye. Filmê Bêrîtan bandoreke mezin li Kurdan kiribû. Divê ev xebat piştî heval Xelîl nehatiba rawestandin. Ji ber ku li çiyayên Kurdistanê, pirr zêde hevalên ku vê xebatê bikin nebûn, min dest bi rêwîtiya derhênerî, sînemageriyê kir.

Derhêneriya we ya pêşî ji bo kîjan filmî bû?
Min derhêneriya pêşî ji bo belgefilma Sakîne Cansiz (Sara) “Jiyana min her şer bû” kir. Ji 2014’an heya 2015’an me amadekariya vê belgefilmê kir. Di vê xebatê de min hêza xwe jî ceriband. Ev tecrûbeya min a destpêkê bû. Projeyeke pirr giran bû, tirsa min jê hebû. Kesayeteke weke heval Sara wêrekiyeke mezin dixwest ku derhêneriya belgefilma wê bê kirin. Di aliyê naskirin, hunerî, xebat û rastiya wê de ji ber wê me weke ekîbeke jin xwe xist bin vî barî.Û bi piştgriya jinan me ev xebat bi ser xist.

We derhêneriya Rûpela Sor kir a ku Nûjiyan Erhan tê de lîstikvana sereke bû. Hûn dikarin qala vê projeyê bikin?
Li Rojavayê Kurdistanê şoreşeke mezin a bala cîhanê dikişand ser xwe, hebû. Vê şoreşê li dijî dijminekî hov weke DAIŞ’ê şer dikir. Ne tenê DAIŞ’ê, li dijî hevkarên wê, ew dewletên ku DAIŞ afirandin û dewleta Tirk a berê vê komê dida Kurdistanê û xiyanetkaran şer hebû û ji ber vê yekê alozî hebû. Ji ber vê yekê hin çîrokên cihêreng û balkêş derketin holê. Şoreşeke civakî bû û tenê ji aliyê leşkerî ve nedihat naskirin. Ev şoreş ji aliyê civakî, hunerî, zanyarî û hwd. dihat naskirin. Ji ber ku di nava şer de vê şoreşê xwe mezin dikir. Me jî hewl da kar û xebateke ku qala şoreşê, şert û mercên Rojava dike, em filmekî bidin çêkirin. Ev filmê me ji ber wê yekê bû ku her kesî berê xwe dabû Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî ji her çar aliyên Kurdistanê Kurd hatin vê qada şer û têkoşiyan û şehîd bûn. Dîsa ji cîhanê giştî mirovan berê xwe dabû vê derê. Tenê ne ji bo şer, hema ji bo gelek kar û xebatan, mirovên xwedî hêz û bi rûmet berê xwe dan vê derê. Bi her awayî dixwestin piştgiriyê bidin Şoreşa Rojava. Me îlham ji jineke ji Bakurê Kurdistanê hatî û helbestvan bû, girt. Û me senaryo bi vî awayî nivîsî û me amadekariya filmê wê kir. Rast e, şer û têkoşîneke mezin hebû. Lê kar û xebatên bi vî rengî jî hebûn. Me jî bi ekîbeke pirr piçûk û derfetên kêm dest bi vê xebatê kir. Bi şoreşê re jiyana jineke helbestvan me hûnand û li ser vî esasî me ev film çêkir. Me xwest heval Nûjiyan bi rola sereke di vî filmî de cih bigire. Min û heval Nûjiyan li çiyayê Kurdistanê hev nas kir. Dîsa di belgefilma “Jiyana Min Her Şer Bû” de destekeke wê ya mezin çêbûbû. Nêrînên wê yên xweş ji bo sînemageriyê hebûn. Ji ber vê yekê got, ez dikarim bi vê rolê rabim. Jixwe em hemû bûyerên xwe kesên di rastiyê de di nava wan bûyeran de xwedî rol in, didin lîstandin. Wê demê ti lîstikvanên me yên profesyonel nebûn. Me jî xwest heval Nûjiyan di vî filmî de cih bigire. Lê tevlî nîqaşên senaryoyê, xebatên pratîkî bû û alîkarî da me. Em dikarin bêjin, heval Nûjiyan di gelek aliyan de ji bo me bû alîkar. Heta şehadeta xwe jî xwedî vê seknê bû.

Niha çi xebatên we yên qediyayî hene û gelo projeyên we yên ji bo siberojê hene?
Jixwe, berî wê me dest bi xebatekê kiribû derbarê Şengalê de. Ev xebat ji 2 filman pêk tê. Yanî çîrok her heman çîrok e lê versîyonên cuda ne. Yek jê bi navê Nameyên Şengalê ye. Xebatên vê projeyê xelas bûne. Û me şiyandiye festîvalan. Projeya din jî Siwarên Şengalê ye. Mijara van herdu filman nêzî hev e. Li ser serpêhatî û fermana li ser gelê me yê Êzîdî ye ku li Şengalê di fermana 2014an de qewimî bû. Em daketin bi serpêhatiyên jinên ji destê DAIŞê filitîn, hatin rizgarkirin û tevkujiya li wan bûyî, û dîsa gerîlla û Rojava çawa piştgiraya wan kirine; û azadiya Şengalê û me ew kiriye film. Xebatên em bi wan dadikevin zêdetir li ser mijara Şengalê ne. Ji ber ku ji bo me Şengal cihekî xwe yê girîng heye di dîroka şerê Rojava û şerê li dijî hovitiya DAIŞê de. Şengal ew cih e ku li wê derê fermaneke bi giştî hatiye kirin li ser bawerî, çand û aliyê fizikî jî li ser gelê Êzîdî. Lê belê li wir berxwedaneke muezem hate raberkirin. Bi hezaran insan hatin kuştin, bi hezeran jin hatin revandin li wê derê. Dîsa bi sedan zarok li ser wan çiyayan ji tîhna fetisîn. Ev trajediyeke vê sedsala me ye, esas ev rastiya Şengalê ye ku bi hovîtiya DAIŞê qewimî. Lewma me ev mijar girîng dît ku em li ser bisekinin û bikin film. Bi taybetî jî berxwedana gerîlla û bi taybetî berxwedana gerîlayên jin li hemberî DAIŞ û kiryarên xiyanetê yên li wir. Em bi van daketin. Nameyên Şengalê me xelas kirin û ji bo festîvalan me şiyand. Xebata Siwarên Şengalê jî dê di demeke kurt de temam bibe.

Senaryoyên we yên ji bo demên pêş û hedefên we yên di demên kurt de çi ne?
Ez dixwazim di serî de vê jî bêjim, em weke ekîbekê û kevana zêrîn ya sînemaya jin, dixwazin bi çavê jinê, şekirê xwe jî di ber re bixwin û wisa bi çav û ruhê jinê bi meyzandin û fikr û felsefeya jinê, em dixwazin vebêjin ka em jiyaneke çawa dixwazin xeyal û hêviyên me çi ne! Em vê cîhanê veguherînin cihekî çawa ji aliyê wê yê mirovayî ji aliyê wekhevî, azadî ji aliyê xwezayî û ekolojîk ve em dixwazin di vê cîhanê de bi aramî bijîn û bidin jiyîn. Sînema cihekî xwe yê girîng heye. Hunerek û rêbazek e ku em pê dikarin bandorê li civakê bikin. Wek jin jî em di nava hewldanan de ne. Di serî de birêxistinkirina wê, em niha weke jin di nav tevgerê de ne ji bo avakirina produksiyona jinê. Em bi giştî xebatên jinan dikin li Kurdistanê û li qada navneteweyî, ji ber ku çav û berê herkesî li ser têkoşîna jinên Kurd e. Di şoreşa Rojava de ev îsbat bû. Her kesî xwest ku keda wî jî di vê şoreşê de hebe. Rojava weke ax cihekî pirr piçûk e. Lê weke wate û rastiya lê, cîhaneke mezin  û rengorengo ye. Û tiştên pirr xweşik tê de ava bûn. Çîrok û serpêhatiyên pirr bi wate û mezin lê qewimîn. Bi taybetî jî bi pêşengiya jinan bi berxwedana wan, ew çi dayîk bin çi jinên ciwan bin, li vê derê ji bo têkoşîneke azadiyê, ji bo jiyaneke wekhev, ji bo modeleke jiyanê ku çawa dê were meşandin, li vê derê her kesî bi taybetî jî jin seferber bûn û şoreşa xwe hêmbêz kirin.
Li tevahiya Kurdistanê gava em dinihêrin cihekî girîng ê jinê lê heye. Herwiha êrişeke li ser jinê jî heye. Em dixwazin bi rêya produksîyona xwe û xebatên wê, di vir de zêdetir vê têkoşînê bidine pêş û serpêhatiyên wê raber bikin. Yanî xebatên me yên organîzekirina vê xebatê hene di serî de. Cuda cuda proje hene yanî. Têkilîdanîna bi jinên sînemager re bi giştî yek ji van xebatan e. Wekî din projeyeke me ya din heye bi navê Serzûrê ku di şerê Kobanê de têkoşîna 13 ciwanên qehreman ên Kurd ku berî şerê mezin ê Serzûrê, esas şerê Kobanê bi berxwedana wan dest pê kir. Esas berxwedana ku li wir hate meşandin di şexsê wan her 13 hevalan de li dibistana ser gund û li dibistana Serzûrê de peyama xwe ya serî ya roja destpêkê ji şerê Kobanê re dan ku em ê li vir li ber xwe bidin hûn jî bi me re peymanê deynin da ku Kobanê nekeve. Ji ber vê yekê, esas temînata li ser serketina Kobanê, mirov dikare bi Serzûre re girê bide. Rastiyeke wê ya bi vî rengî heye. Ji ber wê weke mijarek em bi wê daketine. Da ku em ji bo rojên pêş filmê wê çêkin, wekî senaryo me nivîsandiye jî.

Gava mirov li dîroka sînemageriya Kurdî dinihêre, ne xwedî pêşerojeke demdirêj e. Li gorî te çiqasî bi pêş ve çûye? Çi motîvasyonê dide sînemaya Kurdî?
Sînemaya Kurd, esas wan salên ku sînemayê dest pê kir, Kurdan xwe li sînemayê qewimand. Lê serpêhatiyên dîrokî, êrişên qirrkirinê şerê ku li ser vê axê nesekiniye, dîsa pîlan û komployên ku li ser civaka Kurd hatine meşandin, di her alî de hiştiye ku Kurd li paş bimînin. Ev rastiyek e. Ev ne ji ber ku civaka Kurd ji hêla şarezayiyê ve ne xurt e yan jî ji aliyê dîroka xwe ve ne dewlemend e. Berovajî vê, esas ev êriş, êrişên çandî ne ku heya roja me ya îroj tên.
Em dizanin tenê heta roja îro bi muzîk û dengbêjiya xwe hatiye. Çi di dîroka gelê Kurd de hebe, hatiye mixandin, binpêkirin, tinekirin. Ev çi di aliyê hunerî çi di aliyê civakî de be, esas ev êriş li ser çanda wî ye, ji ber ku gelekî kevnar e li ser vê axê, gelek tişt ava kirine bi destê xwe, xwedî ax û çandeke dewlemend e û gelê Kurd bi vê çandê ve jî gelekî girêdayî ye. Ji ber wê yekê jî em dibînin ku êriş li ser tên meşandin û ev êriş di roja me ya îro de jî berdewam in bi giraniya xwe hemûyî. Lewma em dikarin bêjin, Kurdan çavê xwe venekiriye yan jî pêşiya xwe nedîtiye yan jî derfeta ku rastiya xwe bi xwe bi nav bike û bîne zimên, nexistiye destê xwe. Lewma di qada sînemayê de mirov dikare bêje, lawaz maye. Lê di demên dawiyê de mirov dikare bêje, berhemên pirr bi qîmet hatine afirandin. Mirovên pêşeng derketine holê. Lê ji ber ku em li welatekî qedexe û bi zimanekî qedexe sînemayê dikin; vê jî kiriye ku insanên wekî Yilmaz Güney ku mirov mînak bide, bi zimanê dijminê xwe yan jî bi zimanê dagirkeriyê sînemaya xwe çêkiriye. Dijmin derfet nedaye ku bi kurdî rastiya xwe bîne ziman. Her tişta wî qedexe kiriye. Yanî sînemaya me sînemayeke qedexekirî ye li welatê me. Lewma bi pêş neketiye. Her kesa Kurd ku îroj sînema çêdike, her tiştî dide ber çavên xwe û çêdike. Mirinê jî dide ber çavên xwe, weke mînak hevalê Xelîl ku wekî derhênerekî rastiya sînemageriyê çi ye, xwestiye bi pêş bixe û rastiya jiyana gerîlla bîne ziman, em dizanin ku jiyana wî hunerê wî bû. Dijmin êriş kir û şehîd xist. Lewma em dinihêrin çi mirovê me be, bêyî ku cuda bike, dijmin êrişê dibe ser û dixwaze qedexe û tine bike. Dinya li ber vê rastiyê kerr û kor û lal e. Her kes jî bi vê dizanê. Lê em dikarin bêjin, roja îroj, hewildaneke mezin heye. Yanî têkoşîneke wê heye her çendî takekesî jî be, hewldanên mezin û bi nirx hene ji bo bipêşxistina sînemaya Kurdî. Lê birêxistinkirina wê nehatiye avakirin. Ku mirov karibe bi hev re hem nîqaşa wê bike, hem rêxistinkirina wê bike, yanî vê xebatê çawa bi pêş bixe, bi rastî jî derfetên wisa bi dest neketine. Lewma her kes, takekesî hewl dide ku vê xebatê ji aliyê xwe ve bi pêş bixe. Û di rastiya vê civakê de berhemên sînemayê bide çêkirin. Di nav vanên bi giştî de qismekî mezin jî jin hene. Em dizanin ku hewldanên pêşîgirtina li jinê hene yan jî li gorî van karan, jin kêm û bêhêz tê dîtin. Lê jin di vê biwarê de xwedî hewldanên mezin in. û tevlîbûneke wê ya girîng heye di qada sînemayê de. Ev ne tenê ji hêla lîstikvaniyê ve ye. Ji aliyê fikrî, ruhî û derhênerî û senaryoyê ve hewldan û têkoşîneke pirr mezin heye. Mînakên wê jî derketine di demên dawî de. Em dikarin ji bo sînemaya Kurd bêjin, hîn lawaz e. Hîn bi awayekî xurt derfet nedîtiye ku pêşiya xwe bibîne. Em li qada Rojava dibînin ku xebateke mezin a ji bo bipêxistina sînemayê heye. Lê êrişên rojane pêşiya vê digirin. Lê sînamegerên vê derê xebata xwe didomînin. Li Bakur xebat didomin. Rojhilat di vî warî de pêşketineke girîng bi dest xistiye. Her wiha li Başûr jî hewleke girîng heye. Yanî mirov dikare bi gelemperî bêje, hewldaneke baş heye, lê bingehekî ji bo birêxistinkirinê lawaz e.

Jinan di gelek waran de cihê xwe girtine, di sînemayê de jî. Tu dikarî ji me re bêjî, zehmetiyên ku jin bi wan re di warê sînemayê de rû bi rû dimînin, çi ne?
Em di nava civakekê de dijîn ya ku zêhniyeta mêr lê serdest e û mohra xwe lê daye. Pirr derfetên heyî, ne tenê ji hêla hunerî ve, ji hêla zanistî, civakî fikrî ve bi çavekî piçûk lê tê mêzekirin, her çendî jin di asteke bilind de be jî. Lewma ji vê hêlê ve zordariyeke mezin helbet li jinê dibe. Çi derfetên maddî û çi yên manewî di vî warî de ji bo jinan kêm in lewma, zorayiyeke mezin ji bo wan heye. Helbet di vê biwarê de hewldanên jinan hene. Lê nêrîna civakê jî carinan bandorê li jinan dike ku bi xwe bawer nebin û werekiyê nîşan nedin, her çendî xeyal û xwestekên wan yên ji bo xebatên sînemayê hebin jî. Lewma mirov li hin cihan, ji aliyê jinan ve lawaziyekê dibîne. Me jî zehmetiyên mezin kişandin. Ne tiştekî hindik e ku tu xebateke bi vî rengî di civakekê de bimeşînî  ya ku aliyên wê yên feodal, baviksalar zêhniyeteke wê ya ku jinê bi hêz nebîne di xebatên wisa de hebin. Tim jin ji bo xebatê ne fikirîne ku civakê veguherîne heya cihekî şoreşê; têkoşîna azadiya jinê jin kiriye rastiya civaka Kurd. Lê em nikarin bêjin, bi temamî ew qad ew pêşîlêvekirin ji jinê re bûye ku karibe rehet di qada sînemayê de xebata xwe bike. Lewma bawerî namîne yan jî tê gotin ku vî karî esas zilam dikare baş bike.
Mînak carinan lîstikvanên mêr hene gava ku ew dizanin jin derhêner e, heya ku nekevin nav xebatê û hêza wê nebînin, baweriyê bi jinê naynin. Bûyerên bi vî rengî hatine serê me jî. Ev helbet di civaka me de li pêş e. Lê ez dibêjim, him bi têkoşîna xwe him bi jiyana xwe him jî bi kirinên xwe yên fikrî û xebatên xwe yên hunerî jinan ev yek li pey xwe hiştiye. Û cihekî xwe di vê civakê de bi dest xistiye. Di van demên dawîn de gelek jinan li derdora me xebatên sînemayê dikin û ev xebat bi serketî kirine jî. Mirov vê serketinê dibîne jî. Li aliyê din sînema xebateke wisa ye ku herî zêde li rastiya jinê tê. Ji ber ku xebateke civakî ye. Di civakê de jin herî zêde zimanê civakê ye. Ew zimanê zarokan e, yê xwezayê ye, yê mirovan e. Ji ber ku nêzî her tiştî ye. Aliyê wê yî hestî nazik e. Jin dost e, xwîşk e, heval e, dayik e. Lewma dikare rastiya civakê pirr baş analîz bike. Û estetîka xwe li xebatên sînemayê bar bike û baş bihûne. Xebatên sînemayê li gorî min herî zêde aîdî jinê ne. Ji ber ku sînema bixwe jî rastiya ku civakê biguherîne û veguherîne ava dike. Lewma sînema ji bo wê ye ku jin karibe xeyalên xwe, jiyana xwe, armancên xwe yên wekheviyê di jiyaneke xweş de pêk bîne. Sînema ji bo wan kesan şert e ku dixwazin civaka xwe ava bikin.