Parastina welat, jin û civakê

- Nurhaq Gulbahar
566 views
Li hemberî tevahiya pergala deshilatdariya ku bi zêhniyet û aqlê nêr ve bi rê ve diçe, berxwedana jinan dewam dike. Pergala ku bi taybetî bi xofa nexweşiya korona hewl da tevahiya civakên li ser rûyê erdê bixe nav zindaneke di nav malan de, nexasim jî li dijî jinan pergalek ava kir. Nexweşiya ku bi destê xwe, di encama azwerûya kara zêde de bi daxwaza beralîkirina dengê nerazî li ser tevahiya civakan ferz kir, herî zêde qefesa li derdora jinê teng kir.

Bi vê, xwestin ku ew ronahiya ku weke berbanga rojê, bi destê jina Kurd weke mizgîniyekê bû, ji tevahiya jinên cîhanê re bitemirînin. Ji ber wê bû ku di serdema tund a korona de li gorî amarên heyî asta tundûtûjî û kuştinên jinan zêde bû û jin bêhtir hejar bûn, bêhtir bûn qurbaniyên aqlê nêr ê şer. Lê ruxmî vê jî helwêst û hewldana jinan, dengê nerazî û berxwedana jinan di asta herî jor de bi pêş ket. Rê û rêbazên nû hatin ceribandin. Pêwîstiya yekgirtinê ji her demê zêdetir xwe da ferzkirin. Helbet sepandina vê li Kurdistanê jî hebû. Li Bakurê Kurdistanê, bi her awayî û bê navber lêdana jinan, hewldana qefeskirinê, bi taybetî ji bo têkbirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û ya jinan, birêvebirina şerê taybet, ji her demê zêdetir xeterek di nava xwe de dihewand. Lê li hemberî vê, bi taybetî di kesayeta jinan de helwêstên mînak ji hêla jinan ve hatin raberkirin. Li Rojavayê Kurdistanê jî hedefgirtina jinên pêşeng ji hêla dijmin û aqlê nêr ve careke din slogana ‘destpêkê li jinan bidin’, bi pratîkî nîşanî me da. Lê li hemberî vê jî di her hewldaneke nerazî de pêşengtiya jinên Kurd bi jinên neteweyên din re havênê şoreşa jinan nîşan da. Li Rojhilatê Kurdistanê jî ku weke siyaseteke kûr a dewletê di temenê piçûk de zewicandin, laşfiroşiya ku li gorî nîzama dewletê pêk tê, hejarkirina civakê û di rêgehên koçberiyê de bêhêz hiştina wê, girtin û gefa sêdarekirinê her weke şûrê bi tayekê girêdayî, li ser berstûka gel û bi taybetî ya jinan bû. Lê jin ruxmî şûrê li ser berstûkê jî her di nav çalakiyan de bûn.

Têkoşînan jinan di bin siyê de dimînê 

Li Başûrê Kurdistanê ji bo jinan saleke dijwar e. Weke tê zanîn, bi taybetî parçebûyîna Başûrê Kurdistanê di nav du aliyên siyasî de û hebûna gelek partiyên din, him di hêla yekrêziya Kurd de kelemeke herî mezin e û di heman demê de jî herî zêde zerareke mezin dide tevgera jinê ango têkoşîna jinan. Siyaseta parçeyî, jinan jî parçe dike, siyaseta ku bi aqlê nêr ê zilam ve birêve diçe têkoşîna jinê di bin siya xwe de dihêle, wa dike ku yan jin di bin wê siya siyasetê de bêreng û bêdeng bibin yan jî heke hebûneke wan hebe jî bi aqlê zilam, vê hebûnê bidin qebûlkirin. Her du rewş jî ji bo jinan xeter in. Siyaseta parçeyî dibe kelemek ji bo yekîtiya gelê Kurd û hebûna jinê ya di nav vê siyaseta parçeyî de dike ku jin bêhtir ji hev dûr bikevin, xwedî li hev dernekevin û di têkoşînê de lawaz bimînin. Rêdana jinan di nav siyaseta heyî de, li ser esasê berjewendiya siyaseta zilam pêk tê. Ji ber wê, heta dawiyê lawaz, heta dawiyê teng û bê bandor e. Ji ber vê ye ku siyaseta desthilatdar ku bi her şaneya xwe li gorî berjewendî û aqlê nêr bi rê ve diçe, welat û nîştimanê ji dagirker re bêparastin dihêle û di encama vê de her ku diçe têkoşîna jinê jî lawaz dibe û jinê li beramberî her cure êrişên zilam bêparastin dihêle. Ji ber wê ye ku bi awayên herî hov, bav keçên xwe bi destê xwe dikûje û vedişêre, mêr bi destê xwe dayika du zarokan dişewitîne, jinên ciwan ku hê di temenê 16-17 salî de ne, berê xwe didin werîsê darvekirinê, bira bi sosret xwîşkê dide ber guleyan û cendekê wê diavêje ser cadeyan.

Desthilatdarî civakê bêhêvî dike 

Ev tenê mînak bin jî, ji ber ku rojane diqewimin, bi awayekî eşkere dikare bê gotin ku qirkirineke jinan li Başûrê Kurdistan pêk tê. Li hemberî vê, jiyaneke sexte, nepixandî, ji xwe nerazî, ji rastiya xwe dûr û revok li derdora jinê hatiye honandin. Yê ku qebûl nake yan tê zindanîkirin yan jî di nav lêgerîna derketina ji welat de ye. Ji bo yê dimînin jî du seriyên ji hev dûr tên pêşniyazkirin. Yan weke keçên model ên ku bi çavekî gelekî xirab lê tê meyzandin yan jî rol modela jina ku serê xwe digire û xwe di qefesê de dihêle, li ser tê erzkirin. Du seriyên ji hev cuda, weke bijarde ji bo jinan tên avakirin. Di nav van her du seriyan de bijardeya rêya azadiyê ji bo ku neyê dîtin, her cureyê şerê taybet bi rê ve dibin. Bi taybetî ji serdema destpêkirina nexweûiya ji ber vîrusa korona û vir ve, rewşa jinan li Başûrê Kurdistan gelekî xirab e û têkoşîna azadiya jinê jî her diçe lawaz dibe. Têgînên weke azadî, têkoşîn, yekgirtina jinan, welatparêzî weke têgehên ku modeya wan nemaye, dibînin, weke ku ew têgehên paşketinê bin, bi wan dadikevin. Helbet ji bo rewşa heyî baştir bê dîtin, tenê rêjeya kuştin û xwekuştin, şewitandin û xweşewitandina jinan a çar mehên sala 2022´yê û tevahiya sala 2021´ê bînin beramberî hev, wê di sarbûna hejmaran de jî xetera rewşê bê ber çavan. Ji ber ku di tevahiya sala 2021´ê de li gorî amarên fermî yên eşkerekirî 24 jin hatine kuştin û xwe kuştine. Lê tenê di navbera 4 mehên destpêka sala 2022an de 25 jin hatine kuştin û xwe kuştine. Lê li dijî vê rewşê ne şopandineke bi israr bi pêş ketiye û ne jî xebateke rêxistinên jinan pêk hatiye da ku civak di vê mijarê de hişyar be. Ji ber wê ye ku rêxistinên jinan baweriya civakê û bi taybetî ya jinan ji dest dane, weke organekî bêkêr û tenê ji bo berjewendiya partiyên siyasî hatine dîtin. Ev rewşa ku jin tê de ne, helbet ji rewşa giştî ya civakê jî dûr nîne. Niha li Başûrê Kurdistanê hema bêje tevahiya civakê ji rewşa heyî nerazî ye. Rojane li ser civakê şerekî taybet tê meşandin da ku ev nerazîbûn xwe birêxistin neke. Ji ber ku serketina deshilatdariyê ango şerê taybet, avakirina bêhêvîbûneke mezin di nav civakê de ye. Ji bo tevahiya civaka nerazî, tenê xeyala derketina ji welat hatiye afirandin da ku bi serweta xwe hemûyî bide ser rêyên mirinê lê ji daxwaza rizgarkirin û azadkirina welat dûr e. Civakê bi taybetî jî ciwan û jinan bi hejariyê, bi qemçiya mûçeyekî nediyar, dixwaze terbiye bike. Hewl dide wan refleksên nerazî, bitevizîne; ji wateya xeterê derxîne û bixe bin xizmeta xwe. Ev rewş di nav xwe de zemînekî xurt ê birêxistinkirin û şoreşê dihewîne. Jixwe, deshilatdariya heyî ji ber ku hay ji vê yekê heye, her daîm bi fişareke kontrolkirî hewl dide civakê di destê xwe de bihêle.

Pewîstî bi aqilekî rêxistinkirî heye

Di heman demê de dikare bê gotin, çawa ku aqlê siyaseta li Başûr ev kiriye, wê tevahiya parçeyê Başûr li hemberî êrişên dagirker bêparastin hiştiye û hevkariyê dike, wê jin jî li hemberî her cure êrişên aqlê nêr bêparastin hiştiye. Ji ber wê ye ku hişyarî û rêxistinkirina jînê wê bibe mertalê herî xurt ê li hemberî êrişên dijmin. Him ji bo tevahiya civakê û him jî ji bo têkoşîna jinan pêwîstî bi aqlekî rêxistinkirî heye yê ku karibe pêşengtiya civakê bike. Ji ber ku ev rewş herî zêde zirarê li jinan dike, a grîng ew e ku li derdora têkoşîna jinan a hevpar mirov jinan bîne ba hev. Zemînên hevpar divê bên peydakirin. Mirov dikare bi têkoşîna jinê xitimandina siyaseta li Başûr li pey xwe bihêle. Yan na, di kesayeta jinê de rûxiyana mezin a civakê wê pêk were.