Zagona Sansurê li dijî hemû civakê ye

- Roza METÎNA
276 görüntüleme
Di 8’ê Hezîranê de li dijî kedkarên çapemeniya azad a kurd operasyonek pêk hat û 20 jê rojnameger 22  kes hatin binçavkirin. Di 16’ê Hezîranê de jî 16 rojnamegerên kurd hatin girtin. Piştî hatin girtin û şûnde, hîn meheke rojnamegeran neqediyabû cihên wan hatin guhertin. Her wiha nameyên wan hatin desteserkirin û lêgerîna tazî li malbatên wan hat ferzkirin.

Destdirêjiya darazê ya li dijî çapemeniya azad û di eslê xwe de li dijî rêxistinbûyin, piştevanî, xebatên hevpar, hevkarî û destkeftiyên gelê kurd bi van mînakên sosret dewam kir. Li gel vê destdirêjiyê li Tirkiyeya ku di NATO’yê de qerta dijminatî û dijberbûna kurdan bi kar anî Zagona Dezenformasyon yanî ‘Zagona Sansurê’ jî di rojevê de ye. Diyar e li Tirkiyeya ku hemû tevger li ser bingeha parastina yek zihniyetê tê birêvebirin, tê xwestin bi vê zagonê mafê ragihandina gel bi temamî bê desteserkirin.

Tê xwestin hêz û baweriya çareseriyê têk biçe

Jixwe dema em li rewşa Tirkiyeyê dinêrin bi mafê ragihandinê re gelek mafên jiyanî yên gelê kurd ji destên wan tên girtin. Bi tecrîda li girtîgehan tê ferzkirin, mirinên bi guman ên li girtîgehan, daxwaznameyên bê bersiv tên hiştin û bi polîtîkayên bêcezahiştinê desthilata heyî dixwaze îdeolojiya xwe ferz bike. Ev sepandinên li girtîgehan jî eynika siyaseta destpot a desthilata heyî ye. Bi vê siyasetê tê xwestin hêz û baweriya çareseriyê û xeta berxwedanê têk biçe. Bi taybet jî bi hedefgirtina jinê tê xwestin armancên zihniyeta mêr bi ser bikeve. Rapora ATK’ê ya cara sêyem ji bo Aysel Tugluk hat dayîn û hat gotin dikare di girtîgehê de bimîne nîşaneya vê zihniyetê ye. Bi girtin, êşkence û çewisandina rojnamegeran jî tê xwestin qirêjiya ev zihniyet pêk tîne, neyê xuyakirin û ji civakê bê veşartin.

76 rojnameger di girtîgehan de ne

Li gor daxuyaniya ÎHD’ê di sala 2021’ê de 52 girtiyan û ji serê sala 2022’yan vir ve jî 35 girtiyan li girtîgehên cuda jiyana xwe ji dest dane û gelek ji van girtiyan bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane. Rastiyên bi vêya mîna û nayê xwestin di çapemeniyê de cih bigire gelek in. Di serdema li Amedê 16 rojnamegerên kurd hatin girtin de li rojnameger Abdurrahman Gok ceza hat birîn. Abdurrahman Gok ji ber nûçeya Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, çêkir ceza lê hat birîn. Bi girtina 16 rojnamegeran li gor daneyên meha Hezîrana 2022’yan a Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi tevahî niha li Tirkiyeyê 76 rojnameger di girtîgehan de ne. Ev rojnameger ji ber ku nûçe û bernameyên televizyonê çêkirine hatin girtin. Ji ber faliyetên xwe yên rojnamegeriyê pêk anîne hatine girtin. Hinek nameyên wan jî bi hinceta “Hîn faliyetên xwe yên rojnamegeriyê didomînin” hatin desteserkirin. Tenê em ji van mînakana derkevin ser rê em ê baş fêm bikin ku çima îro li Tirkiyeyê mafê fikir û ramana azad tê çewisandin. Çima hewldana girtina mafê ragihandinê ya ji destê gel her diçe zêdetir dibe. Diyar e desthilata heyî bi van kiryaran dixwaze amadekariyên ji bo dirêjkirina emrê xwe ya bi kaosê mezintir bike.

Zagona sansurê, dewamiya hiqûqa darbeyê

Ji bo van amadekariyan hîn zûtir bibe jî formula fermandayînê dikeve meriyetê. Ger em bala xwe bidin ser, ji roja ewil heta niha ya binçavkirin û girtina rojnamegeran em ê bibînin ku formula fermandayînê ya desthilatdariyê çawa di meriyetê de ye. Bi vê re em dikarin bêjin hemû operasyonên li dijî siyasetmedarên kurd û hewldana girtina HDP’ê jî bi fermanan tên meşandin. Mînakek jî jê malbatên li ber avahiyên HDP’ê ne. Yek ji mînaka ku bi talîmatê pêk tê jî Zagona Dezenformasyon a hat rojeva meclîsê ye. Gelek alî vêya wekî zagona sansurê jî pênase dikin. Ji bo aliyê serhildêr ê gelê Kurd bê çewisandin her tim li rêyên wiha tê gerandin. Her wiha em dikarin vê zagonê wekî berdewamiya hiqûqa darbeyê jî şîrove bikin. Li welatekî ku herî kêm hezar û 517 girtiyên nexweş ên giran di girtîgehan de bin em nikarin pir zêde balê bikşînin ser şîroveyên ku dil hênik dikin. Tiştekî din jî em ji bîr nekin. Li vî welatî jinên jîr, zana, çalak jî her tim wekî ‘terorîst’ tên îlankirin û berê wan didin girtîgehan. Amadekariyên ji bo Zagona Dezenformasyonê ango Zagona Sansurê jî dîsa ji bo binpêkirina mafên jin û civakê ye. Her wiha temamî û dewamiya hedefgirtina kesên di bin navê ‘terorê’ de ye. Ji bo ev tabloya tirsnak ji holê bê rakirin jî têkoşîna hevpar xaleke jêneger e.

Zagona sansurê li dijî hemû civakê ye

Em dikarin bibêjin zagona sansurê jî wekî ferzkirina poşmaniyê polîtîkayên dewletê yên plankirî ne. Ev bi plan û proje tên kirin û ji aliyê endezyarên civakê jî tên amadekirin. Ev planên tên kirin jî di esasê xwe de civakê gişî dike hedef. Girtina rojnamegeran û ketina rojevê ya vê zagonê jixwe ne tesaduf e. Di xala 29’an a vê zagonê de ‘belavkirina agahiyên şaş’ heye. Rojnameger dikare ji ber vê xalê ji salekê heta sê salan ceza bigire. Loma nûçeyên li ser medyaya dîjîtal bên belavkirin jî dibe ku bibe sedema girtinê. Ger wiha be û li welatekî rojnameger ne azad bin li wê derê civak jî dê ne azad be. Ji ber rojnameger bingeha parastina civakê bi xwe ye. Loma em dikarin bi dilekî rehet bibêjin ku Zagona Sansurê li dijî hemû civakê ye. Ji ser vî hawî bêdengiya rayagiştî ya derbarê rojnamegeran de divê bi zimanekî tund bê rexnekirin û li hemberî vê yekê helwest bê nîşandan. Ev bêdengî dibe sedema hedefgirtina rojnamegerên kurd a ji aliyê medyaya alîgir ve jî.

Naxwazin rastî derkevin holê

Ji ber Zagona Sansurê ya ji 40 madeyan pêk tê, raste rast azadiya kesan û civakê dike hedefa xwe û ji bo kaosê sedemeke mezin e loma jî xwedîderketina raya giştî û kesên dibêjin em mafê ragihandina azad dixwazin gelekî girîng e. Her çiqas di bin navê “şayesandina ji nû de” hatibe taloqkirin jî ev nayê wê wateyê ku talûkeya li pêşiya civakê bi dawî bûye. Hiqûqnas bi taybet balê dikşînin ser xala 29’emîn û dibêjin; “Ev ne li gor qanûnîbûnê ye. “Bi vê yekê di heman demê de tê xwestin bertekên rewa yên gel ên li ser medyaya dîjîtal jî bên terorîzekirin. Jixwe berê jî gelek caran kesên di roportajên li kolanan bertek nîşanî îktidarê dabûn hatibûn binçavkirin. Mixabin gelek nûçegîhanên ku nûçeyên nelirêtiyê û qirêjiyên sîstemê derdixin holê, çêdikin bi vê zagonê bêtir dikevin binê talûkeyekê. Her wiha nayê xwestin gelek rastiyên di operasyonên li derveyî sînor de jî derkevin holê. Wekî her carê divê mirov dîsa balê bikşîne ser piştevaniya hevpar a di navbera rojnameger û gelan de. Mirov balê bikşîne ser xwedîderketina doza têkoşîna gelê kurd a bi salan.