‘Mêtîngeha pêşî jin e’

Beşa -II-

- Elif Ronahî
249 views
Dîrokeke wisa datînin holê weke ku civaka xwezayî nehatiye jiyîn, xweza û civak qet di nava hev de ne jiyan e. Dîroka desthilatdariyê weke dîrok datînin holê. Berevajî vê, niha têkoşîna me ji dîroka ku pergala 5 hezar salî ya desthilatdariya mêr afirandî re mudaxeleyek e. Vê dîrokê civak, jin û hemû nirxên ku mirov afirandiye tine kirine. Em jî li dijî vê di nava têkoşîneke mezin de ne û bi rastî me di vê pergala 5 hezar salî ya desthilatdariya mêr de qewarek vekir.

Ji bo mezinkirin û pêşxistina vê qewarê em di nava têkoşîneke pir mezin de ne. Ez bawerim em ê vê bi ser bixin. Lewma li gorî me, li gorî zihniyeta me nirxên civakî yên civakê diafirînin di nava yekparebûnê de ne. Û bêyî ku rastiya civakê ji hev qut bike, ne tenê weke pirsgirêka aborî bibîne û yên din bihelê, an jî ev civak feqîr e, an di warê leşkerî de lawaz e, wisa ne, na. Em di nava yekparebûnê de digirin dest. Nirxên ku civakê dike civak, dînamîkên hebûnê çi ne, ev yek eşkerekirin, eşkere bikin ku ev rastiya mirovahî dijî li ku derê destpêkir, li ku derê civakê qirkirinek jiya. Eger tu rastiya dîrokî dernexî holê, tu nikarî dîroka xwe jî rast biafirînî. Tu nikarî bi vîna xwe ya azad dîrokeke azad ava bikî û bijî. Lewra afirandina kesayeta azad, avakirina civaka azad, pêşxistin û pêşvebirina civaka exlaqî û polîtîk û wateya afirandina xwe di nava wê de, sedema hebûna me û sedema bingehîn a jiyana me ye.

Dînamîkên heq yên civakê

Rûyê wê yê nayê dîtin, rûyê wê ya nehatiye nivîsandin… Ji ber ku dîrok wisa rast pêşneketiye. Dîsa civak, di nava civakê de jin û hemû bindestan, li hemberî dîroka serweran, berxwedanî, têkoşîneke pir mezin û têkoşîna xwe afirandinê dan e. Niha berî ev yekdestî pêş bikevin, em li dîroka mirovahiyê û li dîroka civakan binêrin, heta tu bibêjî dîrokeke kolektîv heye. Dema em li civaka neolîtîk dinêrin, civakeke xwe disipêre jinê heye. Jiyaneke pêşxistina çandiniyê, pêşxistina sewalkariyê, avakirina hevpar a hemû qadên jiyanê, rêgezên jiyanê yên çanda xwedawendan afirandî û civakeke xwe disipêre xwedawenda dayîk heye. Ji vê re mudaxaleyeke pir mezin heye. Lewra, dema em dîrokê digirin dest, bi rastî divê hebûnê bigirin dest. Hebûnê xwe çawa domand? Ji vê hebûnê re çawa mudaxale kirin? Dînamîkên heq yên civakê çawa hatin tinekirin? Dema civaka exlaqî û polîtîk bi milyonan salan jiyayî li ser ti kesî desthilatdarî ava nekir. Ev ew deme ku desthilatdariya mêran li ser jinan a jinan jî li ser mêran tineye, jiyaneke hevpar heye. Lê yê mudaxeleyê vê kir, îtifaqa mêran bû. Ev di rastiyê de têgehiştina mêran a desthilatdariyê ye. Edî bi pêşxistina yekdestiya li ser daneheva berheman civak ji dînamîkên xwe yên mafdar hatiye dûrxistin. Niha eger em bi çavê jinê li dîrokê binêrin, bi tiştên di dîrokê de jiyaye jin di rastiyê de tê tinekirin, jin di hikmê tine de tê hesibandin û dibe pêvekeke mêr.

Serdema xwedawendan û destwerdana zilam

Heke em dîrokê di nava rastiyê de bigrin dest, em dikarin rewşa jinê di nava sê serdeman de bigirin dest. An go ji serdema neolîtîkê bigirin heta Babîliyan, ji Asuriyan heta roja me ya îro jin di sê qonaxên dîrokî re derbas dibe. Qonaxa yekemîn berî zayînê 10 hezar heta 4 hezar sal e. Ev dîrok di heman demê de serdema neolîtîk e. Serdema neolîtîkê di heman demê de serdema xwedawendan e. Serdema ku çanda xwedawendan bi bandor e. Pêvajoya pêkanîna wekheviyê ye. Pêvajoyeke ku kes li ser kesî zordestiyê nake. Herikîna jiyana xwezayî hebûna xwe pir watedar dike, her tişt tê parvekirin, têkiliya jinê bi zaroka xwe re çi be têkiliya xweza û civakê jî ew e. Têkiliya wê bi jiyanê re jî ew e. Di hemû qadên jiyanê de her tişt xwezayî, rêxistinkirî û kolektîv e. Dema em derbasî qonaxa duyemîn dibin, di warê jinê de, divê qonaxê de di rastiyê de çanda xwedawendan nîşana sereke ye.Dema em tên qonaxa duyemîn, beriya zayînê di navbera salên 4000 û 2000 de pêvajoyeke giran a pevçûnê heye. Di pêvajoya pêşkeştina civaka patrîerkal û malbata patrîerkal de, keşfên jinê yên weke Me tên zanîn di rakêşiya di navbera Înanna û Enkî de ji aliyê Enkî ve tên dizîn. Di rastiyê de di kesayeta Înannayê de ya pêk tê desteserkirina hilberînên civakî û yên jinan e. Li vir di kesayeta Enkî de ji feraseta civakî re mudaxaleyek heye. Di heman demê de di nava salên 4 hezar û 2 hezaran de li gel çanda xwedawendiyê, çanda xwedayan jî pêş dikeve. Pêvajoye ku têgîna xweda pêşdikeve ev e. Di pêvajoya çanda xweda pêşketî de, ji hilberînên jinê re mudaxaleyeke pir mezin çêdibe. Di vê mudaxeleyê de pevçûnek pir mezin heye. Li gel vê malbata baviksalar weke modela malbatê tê pêşxistin. Li vir her ku diçe jin winda dike û lawaz dibe. Şerê di şexsê Mardûk û Tîamatê de sembolîze bûyî heye. Li vir şerekî mezin heye. Di vî şerî de dixwazin dest deynin ser tevahî îcadên jinan. Têkoşîna jinê ya li hemberî vê dide heye. Dema em berê xwe didin vê serdemê, çanda xwedawendî her ku diçe lawaz dibe, li dijî wê xweda pêş dikeve û tevahî bandora jinê di qadên civakî, jiyan, siyaset, exlaqî de lawaz dibe û çanda xweda derdikeve pêş. Lê dema vê yekê dike, bi lawazkirina zayenda jinê û çanda xwedawendiyê dike. Ji ber dizane heta asta bandora jinê û çanda xwedawandiya di civakê de lawaz nebe nikare desthilatdariya xwe serwer bike.

Yekem şikestina zayendî

Em dikarin mînaka herî baş a vê di dewleta Rahîp a Sumer de bibînin. Bi feraseta ku dewleta Rahîp a Sumer ava kirî li dijî civakê cudahiya di navbera jin û zilam de pêşketiye, jin weke zayend bûye ya dîtir. Di rastiyê de jinê tîne asta ku em dikarin jê re bêjin bûye ‘malê giştî’. Li ser vî bingehî rê ji mêtingehkirina civakê re vedike. Lewma Rêbertiya me got mêtingeha destpêke jin e. Ne netew e, ne mêr e, pêşi jin, zarok û piştre mêr e. Lewma dema em berê xwe didin navbera salên 4 hezar û 2 hezarî, pevçûnek pir mezin ya jinê heye. Pevçûna wê ya bi xwedayan re heye. Di dîrokê de dema weke qonaxa sêyemîn tê destgirtin, beriya zayinê 2 hezar heta roja me ya îro, pêvajoyeke 4 hezar salî ye. Ev rewşa jinê ya di pergala ku ji aliyê feraseta serwer a mêr ya 5 hezar salî ve hatiye avakirin e. Di rastiyê de pevçûnên dijwar ên jinê di navbera salên 4 hezar û 2 hezaran de, di warê jinê de li dijî şikestina yekemîn a zayendî ye. Di şerê di navbera Tîamat û Mardûk de, di encama serketina Mardûk de, yekem şikestina zayendî li dijî jinê pêk tê. Îcadên jinan tên desteserkirin. Lawazkirina jiyana xwe disipêre jinê pêş dikeve. Lewma jin li vir şikestineke pir cidî dijî. Di aliyê zayendî, civakî, exlaqî û siyasî de şikestineke pir cidî dijî. Lê li gel vê ji bo hebûna xwe û tiştên ku afirandîne bidomîne, di navbera her du ferasetan de têkoşînek pir mezin heye. An go dîroka serweran û dîroka jinên berxwedêr di van salan de bi rastî jî mezin dibe. Dema em li salên 2 hezar û piştî zayînê 2 hezaran dinêrin, di vir de jî têkoşîneke mezin a jinê heye. Bi taybetî di van salan de, bi pêşketina olên yekxwedayî re jin şikestina duyem a zayendî dijî. Bi pêşketina netew-dewletê, olperestî, pêşketina feresatek nû û feresata serwer, pêşketina zayendperestiyê re zextên li ser jinê pir zêde dibin. Lewma li ser jinê û li ser nasnameya jinê operasyonên pir mezin tên kirin.

Li dijî dorpêça pergala zilam rêxistinbûna jinê

Helbet di warê jinê de jî rêxistinbûn hene. Bi taybetî dema em di warê jinên cîhanê de digirin dest, an go di sedsala 18’an û 19’an de têkoşînên jinê ya tê dîtin heye. Dema em têkoşîna jinê digirin dest, helbet divê bê dîtin serweriya zilam a 5 hezar salî û pergala serdest a 500 salên dawî deshilatdariya dewlet-netewê bandora xwe li her çavikeke civakê kiriye. Di vê yekdestiya desthilatiyê û yekdestiya netew-dewletê de, ti qadeke civakê nemaye nahatî dagirkirin. Lewra ev dem li ser jiyana jinê, nêrîna wê ya li jiyanê û xwe weke hebûnekê di civakê de watedarkirina wê pir bandor kiriye. Di vê demê de li her welatekî, her netewekê, li gelek cihan gelek têkoşîn û berxwedanên jinê yên em dizanin û nizanin hene. Lê ew hîn zêdetir takekesî man e. Veneguheriyaye rewşeke birêxistinkirî. Lê dema em tên sedsala 18’an û 19’an bi pêşketina netew-dewletê re, mafên jinê ewqas hatine kêmkirin ku di sedsala 19’an de ji bo bidestxistina mafê hilbijartin û hilbijêrînê têkoşînên pir mezin daye. Berdêlan daye. Dîsa, ji bo bi mêran re mûçeyên wehhev bistîne, têkoşînên pir mezin daye. Dema em li van salan dinêrin an go sedsala 19’an pêşketina femînîzmê diyar dike. Di sala 1892’an de li Fransayê kongreyeke navnetewî ya jinan çêdibe. Di vê kongreyê de femînîzm mîna teoriya têkoşîna jinê tê diyarkirin.  Wek teoriya hemû jinan, teoriya têkoşînê tê diyarkirin û têkoşîneke ku li ser wê pêş dikeve tê pêşdîtin. Bi vê têkoşînê re, lê di nava pêvajoyê de di nerîna femînîzmê de û di vê teoriyê de guhertin û geşedanên mezin çêbûn. Di nava tevgerên femînîst ên jinan de nêrînên pir cuda û parçebûn çêbû û di nava her welatekê de tevgerên femînîst ên jinan pêşketin. Lê dema em tên sedsala 20’an, tevgerên rizgariya netewî yên ku di warê jinê de pêş ketine hebin jî, di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de ya herî zêde zirarê dibîne jin e. Bi taybetî di tevgerên rizgariya netewî yên pêşdikevin û di şoreşa sosyalîst a li Yekîtiya Sovyetê li Rûsyayê pêşdikeve de jin cihekî pir mezin digirin û têkoşîneke ku divê biçûk neyê dîtin raber dikin. Dema em li şoreşên li Vîetnamê, Kubayê û li Çînê pêşketine dinêrin, pêleke şoreşa sosyalîst ku bandor li tevahiya cîhanê dike heye. Gelek jin û tevgerên jinan ên di vê pêlê de cih digirin, hene. Lê li vir pirsgirêka bingehîn çiye? Di di nava stratejiya giştî ya şoreşê de ji bilî rêxistinên ku jin li gorî pêdiviyên xwe pêşdixînin, gelo nirxandina pêwîstî û pirsgirêkên jinan heye? Pirsgirêka sereke çiye, mînak di Yekîtiya Soviyetan de şer û têkoşînek mezin heye; afirandina dîktatoriya proleterya. Wekî nakokî û stratejiya bingehîn ev tê dîtin. Divê esas ev yek bê çareserkirin. Stratejî ew e, piştî ev çareser bibe, mafên jinan wê bi awayekî xwezayî pêşbikeve. Ji têkoşîneke pir mezin a jinan re pêşengiyê dike. Bi rastî jî têdikoşe û li dijî vê dibe sembol. Li dijî nêzîkatiyên zayendperest têdikoşe. Rêxistinbûna jinê ya xweser pêş dixe. Lê ji ber şoreş bi awayekî stratejîk li ser esasê berjewendiyên bingehîn e, jin piştî vê serketinê vedigere rewşa xwe ya berê. Bêlê, negehişt. Ji ber ku wekî ya stratejîk meseleya neteweyî sereke hat dîtin. Di nava vê de sazî û rêxîstinên jinê pêş neketin. Ev di rastiyê de, ji bo jinê windahiyeke giring e. Dîsa dema em li Vîetnamê û Kubayê dinêrin jî bi heman awayî ye. Jinan di vê pêvajoya şoreşê de pir mezin cih girtin e, lê piştî şoreş çêbûyî ketine valahiyekê. An go dibîne rêxistinbûnek û îdolojiyeke ya xwe û tişteke ku bikaribe pêwistî û pirsgirêkên xwe çareser bike, pêş neketiye. Dema dest bi têkoşîna vê dike jî, çareseriyê di pêngaveke şoreşger de dibîne. Jin her tim di nava wê têkoşînê de maye ku xwe biafirîne û birêxistin bike. Niha bi pêşketina tevgerên femînîst re, pirgirêka jinê di asteke pir giring de xwiya bûye. Lê di sê çar bingehan de winda kirine.

Sedemên windakirina jinê

Sedema pêşî ya windakirina jinê pêşneketina zanîsta jinê û îdeolojiyeke girêdayî vê zanîstê, avanebûna feraseteke aîdî jinê, nerêxistinkirina rêxistin û sazîbûnên aîdê jinê, dîsa zêde derneketina pêş ya milîtanên jin ên rastî vê rêxistinê bi rê ve bibin û kesên ku jiyana xwe ji bo azadiya jinê feda dikin. Ya din jî guherîn û veguherînên pêwistiyên jinê û serdemê di dema xwe de pêkneanîn, sedemên herî mezinin ku bi jinê dane windakirin. Ev hem di warê têkoşîna pêşketina tevgera jinan û hem jî di warê pêşketina tevgerên femînîst ên jinan de wiha ye. Lê di vê qonaxê de, rewşeke ku em pê kêfxweş bibin heye. Bi taybetî di salên dawî de hem li Amerîkaya Latîn, hem li Ewropayê û hem jî li Amerîkayê jinan dest bi lêpirsîna gelek tiştan kirin. Niha ji bo vê tenê berpirsdîtina jinê pir şaş e. Aliyên dikevin para jinê jî hene, lê feresata desthilatdariyê li ber xweafirandina jinê, avakirina rêxistineke li gorî pêdiviyên xwe bi nasnameyeke azad bijî, bûye astengeke mezin. Niha tirsa herî mezin ya mêrê desthilatdar ew e jin  di qada civakî, siyasî û di qada polîtîkayê de bi bandor be. Ji bo ku jin di van qadan de bi bandor nebe, li ser jinê operasyonên pir mezin tên kirin. Yanî jinê tîne asteke wisa ji bo berdewama deshilatdariyê. Divê em li dîroka xanedaniyê meyze bikin. Ji bo berdewamiyê jinê wekî malzaroka pergalê dibîne. Di warê pêşxistina pergalê de ti qadek nemaye ku jin nehatiye pêşkêşkirin. Jin mîna objeyeke zayendî tê dîtin. Yanî operasyonên li ser jinê hatine kirin ew ewqas aniye rewşa metayê ku dema em li pergala desthilatdariya mêr û bi taybetî pergala 500 salên dawî dinêrin rewş pir cuda ye. Li pêşiya jinê ewqas astengî hatine danîn ku… Ji bo mayîndekirina pergala xwe eger pêwistî bi derxistina pêş a jinê hebe derdixe pêş û pêwistî bikaranîna wê hebe bi kar tîne. Ger hewce bike wek amûra reklamê bi kar bîne, ew ê bike amûra reklamê. Dema jin jî li dijî vê bi rêxistin nebe kêmasiya hêrî bingehîn jî di vir de ye, her kes li dijî vê pergalê wekî takekes dikeve nava têkoşînekê. Eger ew têkoşîna takekesî ne li ser gelek bingehan, ne li ser lêgerîna rast a azadiya jinê be, helbet têkoşîna her jinekê encam nagire. Lê ya kêfxweş dike çiye? Wekî min diyar kir, di salên dawî de jin û bi taybet jî yên femînîst û tevgerên femînîst di ferqa vê yekê de ne. Ji ber pergalê wisa kiriye, ji jinê re ev rê hiştiye, eger tu bixwazî bi bandor bibî û di pergalê de cih bigirî tu yê karyereke takekesî bikî. Tu yê kariyera takekesî bikî û werî cihê ku tu dixwazî.  Eger em mînakekê bidin, di hilbijartinên beriya niha yên Emerîkayê de li beramberî Trump, Hîllary Clînton hebû. Tişta di propagandaya xwe ya hilbijartinê de ji hemû jinan re soz da çi bû, ‘ez derfetê ku her jin di hundurê wê de kariyera xwe ya takekesî bike, pêşkêş dikim’. Girtina jinê ya nava pergalê û nehiştina pergalê ji kûr ve lêpirsîn bike… Lê bi dayîna hinek mafên hiqûqî yên jinan û sererastkirinan ne pêkane pirsgirêka jinê bê çareserkirin. An go ne pêkane ku bi reforman pirsgirêka jinê bê çareserkirin. Di qonaxa niha de pêwistî bi têkoşîneke pir radîkal heye. Têkoşîneke pir rêxistinkirî divê. Heta hinek jinên femînîst vê yekê raber dikin. An go hinek jin an jî jinên femînîst hene şîrove dikin û dinirxînin, ‘eger jin di nava pergalê de kariyera takekesî bike, di nava dewletê de were hin cihan û wek jin di her qada dewletê de cih bigire, ev di warê jinê de serkeftinek e’.

Ber bi konfederalîzma jinê ya cîhanê ve

Di vê qonaxê de bi rastî jî pêşketinên mirovî pir kêyfxweş dikin hene. Bi taybetî dema em li destpêka sedsala 21an dinêrin, êdî jin rewşa heyî gelek lêdipirsin. Berê çarçove û çawaniya lêgerînên wan an jî nakokiyên dijîn, pir cuda bûn. Lê di salên dawî de lêgerîn û nakokiyên jin dijîn pir cuda ne. Di aliyê çawaniyê de gelek cudahî hene. Ev giring e. Hem femînîst, hem jî jinên bi rastî jî azadiya jinê ji xwe re dikin pirsgirêk, akademîsyenên ji bo azadiya jinê bi şêweyên cuda teorî pêşdixin û gelek pirtûkên li ser vana hatine nivîsandin hene. Eger bîrdoziyek aîdî jinê nebe, jin bîrdoziyeke xwe dispêre azadiyê pêş nexe, eger rêxistiniya xwe, sazîbûyîna xwe çêneke, ji bo vê 24 saetên jiyana xwe nede û vê domdar neke, dît ku wê îradeya wê ya azad dernekeve holê. Ya din eger tekoşîneke alternatîvê pergalê, ne ku di nava pergalê de lê bi derketina ji nava pergalê pêş bixe, bi rastî jî dît wê civakbûneke xwe disipêre wekheviya her du zayendan pêş bikeve, wê jin bi rastî jî di civaka exlaqî û polîtîk de roleke sereke bileyîze. Niha gelek jin û tevgerên femînîst tespît dikin ku rêya vê jî ji tekoşînê derbas dibe. Ev pir giring e. Ez dîsa vê bêjim; ev ne propagandayek e. Ji xwe em ê di beşên din de behs bikin. Bi rastî jî pêşketina tevgera jin a li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, ji tevgerên jin ên cîhanê re bû çavkaniyeke îlham, wêrekî, têkoşîn û azweriyê. Û amûrên wê jî pêş xistin. Ev pir giring e, ji ber têkiliyên me bi gelek tevgerên jinan re hene û bi van têkiliyê re jin û tevgerên jin ên bi dehan welatan di pêvajoya lêgerînê de têkoşîna me ji nêzîk ve nas kirin û pêwistî dîtin ku lêkolîn û vekolînan bikin. Mînak jinan li Spanyayê salên derbasbûyî ji bo mafên xwe li dijî dewletê 8’ê Adarê meş li dar xistin, mîtîng çêkirin. Bi hezaran jin tevlî bûn. 5 milyon jin ji bo sererastkirina şert û mercên aboriyê meşiyan. Jinên ji Şîlî, di bin navê dewlet berpirse ji pirsgirikên bi hezaran jin, mîtîng pêk anîn, dans kirin û ev pêl bi pêl li gelek welatan pêşket. Jinên ji Şîlî biryara avakirina partiya femînîst wergirtin. Ev pir giring e. Tekoşîna jin li Hîndîstanê didin, qonaxa ku niha xwe gihandinê ji aliyê jinan ve tekoşîn û lêgerîneke ku divê kêm neyê dîtin. Bi rastî jî têkoşîna tevgerên jinên sosyalîst ên li Emerîkaya Latîn pêşketinên giring jî  bidest xistine, gehiştine sazîbûnên giring. Niha azadiya jinê di nava pergala amade de nabe, jin bi nêrîna xwe xwe çawa digire dest, şêwazê jiyaneke çawa nîşan dide, çawa dixwaze bijî? Çiqas biryar û lêgerîna vê pêş bikeve, wê jin dîrok û desthilatdariya hê bi kok a 5 hezar salan, lêpirsîna hişmendî, bîrdozî û desthilatdariya hezar salan a mêrê serdest kûrtir bike. Bi rastî jî divê bê gotin tevgera jina azad a Kurd li vê derê roleke pêşiya rê vedike leyîst. Ez li vê derê dilnizmiyê nakim, rastî ev e. Di vê derê de rolek pir giring leyîst. Niha têkiliyeke me ya zêde bi gelek jinan, tevgerên jinan re heye û ma wê çima rêxistiniyeke hevpar a bi ser neteweyan re, ya hemû jinan; çima konfederasyoneke jinên cîhanê nebe? Niha qonaxa ku jin hatiyê vê pêwist dike. Her çiqas xwe li her welatî rêxistin  kiribe jî, eger em aliyên  rêgezên hevpar digihînin hev û jêparên hevpar ên gerdûnî dernexînin pêş, wê neyînî, nebesî bên kûrkirin, ev wê bandoreke neyînî li lêgerîna azadiyê ya pêşketina jinan bike. Ji ber vê wekî jin ewqas sedemên me yên hatina ba hev hene ku, ewqas zêde hincetên me hene ku, eger em wan bidin pêş, li derdora wan li derdora rêgezên bingehîn bên ba hev, li cîhanê avakirina konfederalîzma jinan pir pêkan e, ne gelek dûr e. Bi rastî jî em vê pir giring dibînin. Pir xebat û hewldanên me yên zêde di vê rêyê de hene.  Helbet li vê derê wekî tevgereke jinan a Rojhilata Navîn, rola jinên Rojhilata Navîn jî pir giring e.