Rejîma Îranê bi darvekirinan temenê xwe dirêj dike

- Nûjiyan Amed
176 views
Şoreşa jinê ya jiyanê, ji bo xwebûna xwe pêkbîne çokên rejîma Îranê dilerizîne. Jinên Kurd, Belûc, Fars, Azerî tevî civakên xwe, bi rêbazên têkoşînê, bi armaca bidestxistina mafên xwe yên gerdûnî, ji hişmendiya zayendgerayî ya 6 hezar salî ku perçeyeke wê jî rejîma Îranê ye, hesabê paşeroj û pêşerojê dipirse. Lê rejîma Îranê ji bo parastina desthilatdariya xwe bi çavkorî li beramberî zarokên dayîka pîroz, jin, ciwan û civaka azadîxwaz bi rêbaza darvekirinê dixwaze xwe li ser piyan bigire. Vê desthilatê jina xwediyê jiyanê, zarok û ciwanên wê daye ber destê rayedar û fermandarên dewletê yên xwînrêj û kujer.

Weke tê zanîn, şoreşa jinê û civakê 4 mehan li pey xwe dihêle. Jin û ciwan bi dilekî ji pola bi armanca ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi berxwedaneke bê navber daxwazên xwe li kolan, zanîngeh, mizgeft û di girtîgehan de, di bin êrişên zalim de tînin ziman. Ji bo qedera xwe û jiyana civakê bi hişmendiya pergala jiyaneke bi rûmet, bi dil û fikrên xwe bihûnin girtin, îşkence û mirinê didin ber çavan. Lewra di her henaseyê de, di meş û xwepêşandanên li kolanan de, di girtîgehan de bê dudilî dibêjin “An azadî an azadî’. Kodê sereke yê banga ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jî di cewherê xwe de biryardariya ‘An azadî an azadî’ dihewîne.

Tekoşîna jinê têkoşîna jiyanê ye

Mejî û dilên bi ava şêlo hatine avdan, di demeke kurt de nakevin ferqa daxwazên jiyana azad a jin û ciwanan. Ev kesên ku bi rejîmên li ser rehê zihniyeta zîgoratan ava bûne xwe ji dengê azadiyê diparêzin. Dil û mejiyên wan ji nûbûnan re ne vekirî ne. Ew xwediyê dîrokeke kujer ya kevnar in. Guhê wan ker, dilê wan cemidî, çavên wan bi perdeyên desthilatdariyê tenê rengekê dibînin. Ji ber vê jî li dijî van nexweşiyên rejîmên kevneperest helwestên şoreşgerî raberkirin erka li ser milê her kesekî civakê ye. Hilweşandina vê zihniyeta zeng-girtî ku ber bi rizandin û têkçûnê ve dikişkişe, enceq bi derbên fikir, zikir û çalakiyên şoreşa wijdanî ya şerê gelê şoreşgerî pêkan e.

Eniya wijdanî ya cîhana jin û civakê

Di çar mehên borî de her kesê civakê yê xwedî wijdan, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi çalakiyên dewlemend dengê xwe gihandin eniya wijdanî ya cîhana jinan û civakê. Li gorî tempoya destpêkê niha her çiqas ne pir girseyî be jî, lê şoreşa civakî ya jin û ciwanan mohra xwe li rehê dîroka zêrîn a sedsala 21’ê da. Helbet berdêlê vê mohra dîrokî giran bû. Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li gorî daneyên saziyên mafê mirovan derdora 550 kes di şoreşa Jin Jiyan Azadî de şehîd bûn. Ji van şehîdên civakê yên temen biçûk jî hene ku ji ber tevlî meşa azadiyê bûn li kolanan ji milê çeteyên rejîma sêdarê ve hatin kuştin. Ev şehîd cangoriyên şoreşa rûmeta jin û jiyana azad in.  Li gorî amarên rêkxistinên mafên mirovan, di 4 mehan de zêdetirî 20 hezar kes hatine girtin û gelek kes jî bi îdîayên cûr bi cûr, bi tawanên darvekirinê hatine mehkûmkirin. 21 kes jî bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne. Rejîma Komara Îslamî, 17’ê Kanûnê ciwanê 23 salî Mohsen Şekarî li girtîgeha Êvînê darve kir. Rejîma Îranê wisa lê hatiye ji siya xwe ditirse. Gelek ciwan bi îşkenceyên cûr bi cûr hatin seqetkirin. Li gorî dîtina min şêwazê îşkenceyê yê herî mezin ji xwe şêwazê darvekirinê ye.

Darvekirin rastiya zihniyeta wan e

Darvekirin bi serê xwe ji bo mirovên têkoşer û giştî mirovahiyê şêwazeke îşkenceyê ye. Rejîmên xwedî zagonên darvekirinê di heman demê de xwediyê rastiya zihniyeta serdema navîn a dîroka tarî ne. Sîstemên desthilatdar bi kuştinan xwe li ser piyan digirin. Ev şêwaz ê dema navîn ê sîstemên zayendgerayî, nîjadgerayî, zanistgerayî û olperest in. Tê zanîn rejîma Îranê jî bi van fikrên ji serdema navîn xwe înşa kiriye. Di şêwazê xwe-meşandinê de her çiqas hinekê guherîn hebe jî lê cewher heman e. Bi operasyonên siyasî, bi cil û bergan ti aramî di nava jiyana jin û civakê de çênabe. Rejîma Îranê weke rejîmên cîran xwedî heman zihniyetê ye. Ya rast ji tirsa xwe serî li şêwazê darvekirinê dide. Darvekirina jin û ciwanan bi çavê dewletê mîna tişteke pir nomal tê dîtin. Lê ji bo civakê ev rêbaz tehdîdeke bi jehra mirinê dagirtiye; her dem li ser cîhana jin û civakê tê ragirtin. Ya jiyanê jehrî dike û nahêle jin bi jintiya xwe, zarok bi zaroktiya xwe, ciwan bi ciwantiya xwe, kal bi kaltiya xwe bijî ev zagonên derveyî exlaqê mirovahiyê ne. Welatê ku zagona darvekirinê lê hebe, li wî welatî her cûre îşkence jî heye. Welatê Îdam û muebbet lê hebe li wî welatî her cûre bê edaletî û bê wijdanî heye. Ev sîstema darvekirinê ji zagonên Hemorabî maye. Ti eleqeya vê zagonê bi Tewratê, Incîlê û Qur’anê tine ye. Ji ber di van pirtûkên pîroz de qala evd û xwedê tê kirin. Li gorî vê yê can dide evd û distîne xweda bi xwe ye. Wê demê çima hinek evd di bin navê serok-reyîs, wezîr, mele û saziyên dadê de xwe dixin şûna xwedê û di derbarê jiyana mirovan de biryara kuştinê didin? Ti kes an rayedar, fermandar bi derewên di bin navên îlahî an jî demokrasî û polîtîkayên modernîst de nikare kuştina mirovan rewa nîşan bide. Bi kurtî tişta îro li Îranê tê kirin sûcek dîrokiye ku li dijî rihê fikrên gerdûnî, hebûna azad a jin, zarok û ciwan pêk tê.

Dozgeriya Îranê dîsa sûcê mirovahiyê dike

17’ê Kanûna 1401’an Komara Îslamî ya Îranê Muhsen Şekarî darve kir. Ew yekem kes bû ji ber beşdarbûna xwepêşandanên vê serhildana dawî hat darvekirin. Li gor nûçeyan Fehîme Kerîmî jî yek ji girtiyên xwepêşandanên 75 rojan ên vê dawiyê ye. Fehîme Kerîmî dayika 3 zarokan e. Li gorî agahiyan ji girtîgeha Êvînê bo girtîgeha Xorînê ya Pakdeştê hatiye veguhestin. Her wiha 25’ê Sermawezê 4 keçên ciwan Kîjan Kerîmî, Bîta Esedî, Ayda Lotfî ya 17 salî û Şenû Ehmediyan a temen 16 salî ji aliyê hêzên ‘ewlehiyê’ yên bajarê Dêhgolan ve hatine destgîrkirin û heta niha ti agahî derbarê wan de tine ye. Rayedarên komara Îranê ya bi navê ‘Îslamê’ tevdigere bi van kirinên xwe çawa dikare li çavê dayîk û babê zarokên vê civakê binêre. Şerma herî mezin ev mijara darvekirin û kuştina mirovan e. Li gel gotina darvekirinê gotina bi hîcab an bê hîcab jî mijareke pêkenokî ye. Rejîm bi siyaseta hîcabê serê destbixwîniya xwe dinixême. Hewl dide dest û zimanê xwe yê bixwîn bi hîcaba serê jinan û bi cilûbergên li jinan ferz dike binixême. Em weke jin ji vê bêziravî, newêrekî û bêşermiya rayedarên rejîma Îranê re dibêjin êdî bes e.

Ji girtîgehên rejîma Îranê bangên jinan

18 girtiyên jin ên siyasî bi nameyekê ev peyam dan “Bi qêrîna darvekirinê divê em li kolanên bajêr rawestin”. Jin grevên xwe bi hêz û berfirehtir didomînin. Jinên weke Golrokh Îraî, Sepîde Qalian, Saba Kordaafşarî, Nêrgês Mihemedî, Ferangis Mazlûm û Bahare Hedayat jî ew name mohr kirin e. Di beşeke daxuyaniyê de wiha gotine: “Li gorî peymana di dilê me de, li gorî destên germ ên ku me bi hev re girtine, li gorî qêrîna ji sînga me bilind dibe, li gorî hêrseke neşikestî ya di qirika me de ye, em wan tenê nehêlin û jiyana kesên bi zincîran li ber xwe didin rizgar bikin û çerxa kuştinê ya hikûmetê rawestînin.  Li ser vê peyamê tişta mirov pênase bike çiye? Rejîma îslamî ya dewleta Îranê bi kuştin û bi îşkenceyan nikare xwe li ser piyan bigire. Li dijî vê rejîmê jin û ciwan bi serbilindî têkoşîna xwe birêve dibin. Bêne kuştin jî ew dizanin çavên wan vekirî li dû wan namîne. Ji ber ji sedî sed karwanê wan bi rê xistiye dê di rêya azadiyê de bimeşe. Ala û çeka wan li dû xwe hiştiye li erdê namîne. Li deşt an li çiyan, tola wan ji rayedar û fermandarên rejîma Îranê zû an dereng wê bê standin.

Ew in şervan û şoreşgerên civaka xwe

Belê şoreşa jinê heta niha di pêşengiya jinan, kedkar,û xwendekaran de dimeşe. Li dijî rejîma Îranê di meha çaran de Rêxistina Xwendekarên Pêşeng, Yekîtiya Zankoya Teknolojiyê ya Îsfehanê, Yekîtiya Xwendekarên Şehr Kurd, Jinên Şoreşger ên Kurdistanê, Korbenda Ciwanên Şoreşger ên Zahedan, Ciwanên Saneh Mahallat, Ciwanên Şoreşger ên Mehalla Kamiyaran, Terbiat Modares Zanîngeh, Zanîngeha Îsfehanê, Zankoya Zanistên Bijîşkî ya Îsfehanê, Zanîngeha Azad a Flowercanê, Zanîngeha Azad a Îsfehanê, Şaxa Xorasganê, Zanîngeha Teknolojiyê ya Îsfehanê, Ciwanên Şoreşger ên Cavrûdê, Ciwanên Şoreşger ên Dezlî, Zanîngeha Azad a Necef Abadê û geleke din banga xwepêşndanên sîstematîk kirin. Jin û ciwan weke orkestraya şoreşa rêkxistî pir bi hostayî, bi hêza cewherî xwe dimeşînin. Ew in serkêşên rêxistina xwe, ew in şervan û şoreşgerên civaka xwe. Ew in şopdarên Şehîd û Rêberê JIN JIYAN AZADÎ.