Payîzokên Botanê: Fatma, Sevê, Pakîze

- Deniz Nûdem
43 views
Botan dilê welatparêziyê ye. Di heman demê de dilê herî berxwedêr ê Kurdistanê ye. Mazovaniya gelek şeran kiriye. Li vê xaka dergûşa dîrokê gelek destan hatin nivîsandin. Botan cihê ku serhildan, raperîn, Kurdbûn û azadîxwazî dibin mijara efsaneyan û dayik ji zarokên xwe re  bi “payizokan” dilorînin.

Bîra civakî bi vegotina dîroka devkî weke mîrateyekê derbasî nifşên nû tê kirin. Her nifşek bi van vegotinan teşe digire û kesayetiyê bi dest dixe. Her guhdarek dibe hilgirê dîrokê. Ev hişmendî rê nîşanî wan dide. Ev destan berdewamî û temamkirina hev in, di nava wan de dibe hebûn û ji xwe re cih digire. 

Kevneşopî ji nifşekê derbasî ya din dibe

Vê kevneşopiyê hişt ku jinên Botanê di salên 90’î de li dijî mêtingeran serî rakin. Hişmendiya vê kevneşopiyê hişt ku di bin gulebaranê de govendê bigerînin. Zarokên 5 salî yên ku hêrsa xwe di dilê xwe yê biçûk de dihewandin kevir avêtin panzêrê; dapîra 70 salî di bin guleyan de li dijî mirinê derdiketin; sekna bab û kalên 80 salî yên ku di bin êşkenceyê ne dinaliyan, tirs xistibû nava dagirkeran. 

Botan li ser koka xwe jinûve çêdibe

Salên 90’î ji bo Botanê, bi taybetî ji bo jinên Botanê serdemek bû ku li ser koka xwe şîn dibûn û hebûna xwe nîşan didan. Li ser şopa Binevş Agal û pêşengên jin ên weke wê, kevneşopiya berxwedanê serî netewand, xwe neda dest û ji nû ve zindî bû. Binevş Agal di temenê ciwaniyê de ketibû her malê û her sohbeta ku dikir bandorek mezin li ser gel çêdikir. Di hişê gelek ciwan û heta zarokan de cih girt û tovê azadiyê di dilê wan de çand. Kevneşopî, daraz û rol hatin lêpirsîn û guherîn; veguherîn pêşengiya civakî. Ji bo Kurdîtî û nasnameya jinbûnê pêvajoyeke hebûn û ‘xwebûnê’ bû. Li vir tovên azadiyê yên di hiş û dilê wan zarokên bi kevneşopiya kevnar a Botanê mezin bûn de hatî çandin, şîn bûn. Di dilê Botanê de bûn pêşengên nû. 

Fatmayê ji axa lê mezin bû re xwe bexşand

Fatma Ûyar jî yek ji wan bû. Bi dengên payîzokan nivist, bi dengê êriş û serdegirtinan şiyar bû. Di temenê xwe yê biçûk de rastiya Kurdistanê û rastiya dijmin nas kiribû. Kolan belkî ji bo zarokên li welatên din ên di temenê wê de qada lîstikê bû. Lê ji bo wê û zarokên Kurd ên weke wê cihê berxwedanê bû. Fatma wisa mezin bû. Dema ku ew jinek ciwan bû, ji bo ku ew kolan ji zarok, jin û mirovan re bin, zend û bendên xwe bada. Li taxê di nava meclîsê de cih girt. Di her nîqaşê de got, “Botan cihê welatparêzî û berxwedanê ye.” Serbilindbûna vî ruhî di çavên wê de bû çirûskek ji agir. Jin û ciwanên ku di pêşengtiya Binevş Agal û Berîvanan de li ber xwe dan, li hemberî dijmin serî netewandin, bi berxwedanê azad û bedew bûn, bûn çavkaniya kêfxweşiyê. Berxwedana xwerêveberiyê weke hevdîtina dîrokê û îro bû. Berxwedana ku li her taxên dorpêçkirî û li her kolanên bend lêkirî, hêmana welatparêziya Botanê bû. Di nava vê berxwedanê de xwe jinûve diafirand û mezin dikir. 

Sêvê Demîr gav bi gav rêxistin dikir

Sêvê Demîr jî yek ji wan kesan bû ku bû Xwebûn. Wê, yekîtiya exlaqî û estetîkê weke pîvana “fikir, zikir, çalakî” bi awayê herî xwezayî di kesayeta xwe de ava kir.  Wê digot “niha dema şoreşgeriya avakirinê ye, ne şoreşgeriya gotinê ye.”  Wê her kêliya dema xwe ji bo pratîkkirina vê rastiya ku bi dilgermî pê ve girêdayî bû veqetand. Zanîbû ku civaka ne rêxistinkirî, civakek ji hemû êrişên dijmin re vekirî ye. Sêvê ji Amedê heta Botanê pêşengiya avakirina meclîsên gel û jinan kir. Bi hişmendiya ku rêxistinbûn di esasê xwe de xweparastin e tevdigeriya. Jin û meclîsên gel ên ku Sêvê li hemû bajar, tax û kolanên Botanê bi wan re xebitî, dihat wateya avakirina rastiya gel û jinan a rêxistinbûyî. Her meclîs dihat wateya bilindkirina asta rêxistinbûna civakî. Her tax û kolan bi dirûşma “Civaka rêxistinkirî, civaka berendamê azadiyê ye” di pêvajoya rêveberiya xweser de xwe bi rêxistin dikir. Kolanên Botanê bi cewhera xwe re digihişt hev. 

Pakîze Nayîr pêşenga wêrek bû

Û Pakîze Nayîr weke Hevberdevka Meclîsa Gel a Silopiyayê, nûnertiya pêşketina civaka rêxistinkirî ya li ser xeta azadiya jinê kir. Ev berpirsyariya dabû ser milê xwe ne tenê hevserokatiya meclîsê bû û erkeke rêveberiyê bû. Herî zêde jî nûnertiya modela ku di encama tekoşîna bi salan a ji bo guhertin û veguhertina civakê û bedelên mezin hatî afirandin bû. Ew şînbûna tovên ku ji bo modela nû ya civakî hatibûn çandin bû. Ji temsîliyetê wêdetir ew bû mînaka herî şênber a pêşengtiya gel û jinan. Di pêvajoya xwerêveberiyê de li hemberî hemû êriş û komkujiyan, li taxên dihatin bombebarankirin, di nava gel de, bi kurtî li her qadên ku dijmin êriş kir bi gel re li ber xwe da, di her kêliyê de bê hesab beşdarî vê berxwedanê bû. Fatma, Sêvê, Pakîze; Her yek ji wan bi sekna xwe ji kevneşopiya berxwedanê ya ku bi bedelên giran li Bakurê Kurdistanê derketibû holê xwedî dibûn. Di heman demê de, ew bûne xelek û domdariya wê. Wan nîşanî me dan ku azadî bê rêxistinî nabe, têkoşîn bê berxwedanê, xwebûn bê bedel nabe. Ya herî giring, wan nîşan dan ku divê pêşengiya civakî çawa be. 

Ne tesadûf bû

Di ser qetilkirina wan re 9 sal derbas bûn. Em têra xwe hatin ceribandin ku dîroka qetilkirina wan ne tesaduf bû. Çawa ku 3 jinên pêşeng ên Tevgera Jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez Çileyê, di zivistaneke tarî de li Parîsê hatin qetilkirin, li Bakur jî 3 pêşengên jin; Sêvê, Pakîze û Fatma di meha Çileyê de hedef hatin girtin. Ev peyam ji bo hemû jinên bi eşqa azadiyê têdikoşin bû. Xwestin peyama, “Li ber xwe nedin, weke koleyan jiyana xwe bidomînin” bidin. Hewl dan pêşengiya gel a ku Sêvê, Pakîze, Fatma, Asya, Mehmet Tûnç û Mehmet Yavûzer di jiyana xwe de pêk anîne, asteng bikin. Lê bêyhûde ye!
Jin li ser şopa Fatma Ûyar a ku got, “Botan cihê welatparêzî û berxwedanê ye”, dibêjin, “Em ê xwe û bajarê xwe bi rêve bibin.” Di vê pêvajoyê de ku polîtîkayên qirkirinê bi her cure rêbazên şerê taybet êrişî jiyana azad û nirxên welatparêziyê dikin, em ê bi hezkirina Sêvê têbikoşin. Jinên ciwan wê weke Fatmayê li azadiyê bigerin. Weke Pakîzeyê bûyîna pêşenga gel hem deynê me ye û hem jî tekane rêya me ya rizgariyê ye. Bi pêşengiya “Jin, Jiyan, Azadî”, di şopa afirînera wê Sakîne Cansiz, Sêvê, Fatma, Pakîze, Evîn Goyî û gelek pêşengên jin de, dem hatiye ku em bibin XWEBÛN û bi şoreşa jinê bersivê bidin.