Pêşî li Ronesansa Kurd nayê girtin

- Havin GÜNEŞER
254 views
Ji berdevkên Înîsiyatîfa navnetewî ya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, li Kurdistanê Aştî” Havîn Guneşer, derbarê 24 salên tecrîda Îmralî, biryara Konseya Ewrûpa ya ‘mafê hêviyê’, pozîsyona siyaseta hegemon û saziyên wekî DMME/CPT, kampanyaya ‘Dem hatiye’, bandora doktrîna Şaristaniya Demokratîk di qada navnetewî de hizrên xwe bi rojnameya me re parve kir.

Pir zelal e li Tirkiyê di serî de Kurd, dozên li dijî Tirktiya çêkirî û berjwendiyên wê, dewlet ji jor ve mudaxele dike. Saziya darazê yek ji navendên faşîst a sereke ye. Xistina nava bendewariyeke wiha, weke ku ev sazî adîl in û darezîneke serbixwe pêk tînin, ji Kurdan re gotina ‘hûn mehkumî jiyaneke wiha ne’. Ji ber ku saziyên dewletê Kurdan û Kurdbûnê tine dihesibînin. Ji vê jî wêdetir gel û baweriyên cuda ji bo sazkirina Tirktiyê hatine tinekirin; civak li ser bingehê yekanebûn, yekbûn û serweriya Tirktiyê ji nûve hatiye avakirin. Kurdbûn bi xwe anîne rewşa sucdariyê. Ku li Tirkiyê ev rastiya darazê hebe kî çawa dikare bendewarê darazeke ‘adîl û serbixwe’ be?

DMME, Komîteya Wezîran û komploya navnetewî

Bi nêrîna ji vê çerçoveyê baştir fêmkirina rol û rista Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê pêkan e. Bi taybeetî ji salên 1990’an ve nîjadperestî-cihêkarî ya Kurd li Tirkiyê dijîn hewl dan e bi dozên gunehbariyên şer, dozên sucên li dijî mirovahiyê kêm be jî hiqûqa Tirkiyê ‘sererast’ bikin û veguherînin ‘çiqilekî xwe lê bigirin’. Her çend Tirkiye di van dozan de hatibe mehkumkirin jî, DMME di ti dozê de biryar nedaye ku li dijî Kurdan nîjadperesî û cihêkarî hatiye kirin. Dadgeh li dijî dewletên endam ‘serdanên takekesî’ dipejirîne. Doza Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di vê çerçoveyê de girtiye dest û bi vî rengî hemû aliyên dozê yên civakî û siyasî ji derveyî darezînê hatine girtin. Nêzîkatiyên dewleta Tirk ên li dijî civaka Kurd, nêzîkatiyên qirker ên derbarê hebûna gelê Kurd de bêy ku bike problem, wekî pêş-pejirandî girtiye dest. Ma kî dikare îdîa bike nêzîkatiyek wiha dikare darezîneke adîl derxe holê? Bêy ku ti tiştek ji vana bê kirin radibin dibêjin mafên takekesan heye: Kîjan maf û mafên ji bo çî? Dema em li pişt xwe vegerin û lê binêrin, em ê bibînin derxistina birêz Ocalan ji Ewrûpayê di rastiyê de derxistina wî ji derveyî hiqûqê Ewrûpayê bû. Di vê pêvajoya ku Kurdan mîna komplo bi nav kirî de, Kurdan nedizanî çi dê were serê wan an jî lîderê wan. Bi vî rengî Kurd avêtin nava pêşerojek tarî. Ku li Ewrûpayê bimaya wê di derbarê darezînê de encameke cuda derbiketa holê. Lê bi hezarûyek dekûdolabî şandina Kenyayê û ji wir jî revandina Tirkiyê encama berjewendî û hesabên qirêj e. Biryarên ku DMME bi taybetî derbarê revandin, îzolasyon, darezîna adîl de dane, rola pergala Ewrûpayê jî di revandina birêz Ocalan de ronî dike. Heke Ewrûpa qet nebe girêdayî norm û peymanên xwe maba, diviyabû vê bêhiqûqiyê red bike. Bi vî rengî neçar bû tespît bike ku darazîna li grava Îmraliyê, biryar û pêvajoya înfazê li dijî hiqûqa Ewrûpayê ye û divê pêk neyê. Di encamê de rewşê neguherîne jî dikarîbû bêdadiya li grava Îmraliyê red bike ku ji bo birêz Ocalan bikare li Ewrûpayê azad tevbigere ‘mafê wî yê takekesî’ venase. Lê di biryara DMME ya 2004’an a pir teknîk û bi armanca serînixamtina reaksyonan de me dît ku daraza “adîl û serbixwe” tine ye. Dema biryareke wiha gehişt ber Komîteya Wezîran jî herî zêde wekî warê berjewendiyên polîtîk û aborî bi şîroveyeke herî ji piştve û der-hiqûqî hat pêkanîn: Tirkiyê li ser maseyê dosya vekir û bi gotina ‘eger darezînim jî biryareke cuda dernakeve’ dosya girt. Dema ev anî ber Komîteya Wezîran jî Komîteyê bi şîroveya ‘Tirkiyê berpirsî û ya dikeve ser xwe pêk aniye’ derî li dozê girt. Bi vî awayî di rastiyê de dadgehê û Komîteya Wezîran her ku çû bi biryarên wergirtine danîn holê di vê komploya siyasî de ji bilî amorekê ne ti tişt in. Konseya Ewrûpayê di nava xwe de ji gelek organên serbixwe pêk tê; Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpayê jî ew binyat e ku Konseya Ewrûpayê li ser hatiye avakirin. DMME serlêdanên takekesî di çerçoveya vê peymanê de dinirxîne û digehe biryaran. Ev peyman CPTyê jî girê dide. DMME, raporên CPTyê yên fermî hatine weşandin li ber çavan digire; lê di vê mijarê de me dît ku DMME nêzîkatiyeke ji pêşniyarên CPTyê jî paşdetir pêş xist. Ku welatên endam jî pêşniyarên CPTyê piştguh bikin rastî ti astengî û pêkanînan nayên. CPT dikare welatê ku pêşniyarên wê piştguh dike bi daxuyaniyekê şermezar bike. Vê yekê pir kêm dike. Ya pêşî 1999’an, ya dawiyê jî Gulana 2019’an CPTyê 9 caran serdana Îmraliyê kir. Lê pêşniyarên di van raporan de yan nehatin pêkanîn, an jî tam dijberî wê hat kirin. CPT tevî şertên tecrîda giran a li ser birêz Ocalan ku dikeve sala 25’an û tevî raporên xwe ev mekanîzmaya teşhîrê bikar neanî. Wekî înîsiyatîfa navnetewî ji sala 2005’an ve derbarê van sernavan hemûyan de em li konseyê xebatan dimeşînin û em saziyeke wisa ne ku bi xebatên xwe nîşan didin mekanîzmayeke biryarên CPTyê dişopîne tine ye. 2019’an valatiya di pêkanîna van pêşniyarên CPTyê de hat dîtin û karê şopandina pêkanîna pêşniyarên CPTyê dan Meclîsa parlementeran a Konseya Ewrûpayê û Komîteya Karên Hiqûqê.

Pêşniyara DMMEyê skandal e

Biryarên DMMEyê welatên endam girê dide û pêkhatin an pêknehatina van biryaran ji aliyê Komîteya Wezîran ve tê şopandin, ku biryar bicih nehatibe rêze-cezayan dikare pêşniyar bike. DMMEyê bi biryarên ku dane, nimûne hîn bi biryara 2004’an dayî got ‘rewşa îzolasyonê tine ye’, bi vî rengî pir zû destê CPTyê lawaz kiribû. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê biryarên ku derbarê birêz Ocalan de dide destê dewleta Tirk xurt dike û di heman demê de hiqûqa Ewrûpayê jî paş dixe. Biryara li ser cezayê muebeta giran girîng e, lê pêşniyara ku DMME’yê li Tirkiyê kiriye skandal e. Yanî dibêje; ez te fêm dikim, biryara min nayê wateya ku berde. Tenê mafê hêviyê çêdike û rewşa wî li ber çavan derbas bike. Tevî vê yekê jî dewleta Tirk pêk nayîne. Çi bazarî di navbera wan de heye em nizanin. Serokê dadgeha mafê mirovan a Ewrûpayê ku li dozê dinêre çû Tirkiyê û ji wê derê xelatek ji zanîngehekê girt. Ev yek nekete rojevê jî. Lê dadgehê rewşa xwe ya xirab bi vî rengî nîşan da. Biryara DMME’yê li ser cezayê muebbeta giran a Nîsana 2014’an e. Ji wê demê û pêve gelek agahî gihiştin ber destê Komîteya Wezîran. Bi rayedarên wê re jî hevdîtin hatin kirin. Mînak; sala 2017’an hevdîtin pêkhat û ew kesên ji biryarê berpirsiyar diyar kirin; êdî rewşa birêz Ocalan lezgîn e, hem rewşa temenê wî, hem jî salên di girtîgehê de. Lê tevî vê jî pêşketinek çênebû. Her wiha cihê wan kesan jî hatin guhertin. Ekîba ku nû hat jî sala 2019’an hevdîtin bi wan re hat kirin. Lê wan jî got; dibe ku Tirkiye hin gavan bavêje, lewma anîna rojevê wê van gavan jî bide sekinandin. Yanî bi awayekî lezgîn li ser nesekinîn. Komîteya Wezîran di bingeha berjewendiyên aborî û siyasî de biryaran dide û gavan davêje. Ji ber ji wezîrên karê derve û burokratên dewletê pêk tê. Lewma meqamên bi vî rengî yên dewletê ji ber berjewendiyên xwe hatine rêxistinkirin. Bêguman mirovên baş û dirust jî hene, lê dîsa jî nikarin rê bidin pêşveçûnê.

Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê AKP’yê rewa dike

Eger civaka Kurd û derdorên demokrat di vê mijarê de bibin yek wê helwesteke cidî derkeve meydanê. Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê di pêvajoya berê de ji ber pirsgirêkên navxweyî û helwesta xwe ya rastgir paşde ket. Ji mafê jinê bigirin heta gelek mijarên din bi Tirkiyê, Spanya, Îtalya û dewletên din re tevgeriya. Ji bo AKP’ê ev sazî bûye cihê rewatiya wê. Meclîsa parlementeran li şûna ku berpirsiyariyê bigire ser milê xwe, ket ber lêpirsîna ku ma Konseya Ewrûpayê hewce dike an na ? Ev pirs jî ji aliyê Norwecê hatibû kirin. Meclîsê karê xwe nekir û hêzên paşverû destûra wê nedan. Li gelek deverên cîhanê desteserkirina mafan zêde bû. Ji ber vê yekê civaka Kurd qels didîtin û gelek mafên wan desteser kirin. Di vî warî de têkoşîna Kurdan di warê civakî, siyasî û hiqûqî de gelekî giring e. Ev têkoşîn dikare li komîteya wezîran û Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê hevsengiyekê peyda bike. Dikare wan kesan bibe ser berpirsiyariya wan. Ji bo ku ev biryar nebe qurbanê berjewendiyên polîtîk û peymanan, berpirsiyarî dikeve ser wan hêzan.

Dema yên li derveyî desthilatdariyê hatiye

Kampanyaya “Dema wê hatiye” di serî de ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û wekî din azadiya Kurdan jî di navê de têkoşîneke ku ji sala 1999’an ve tê meşandin. Kampanyayên “hûn nikarin roja me tarî bikin, “Êdî Bes e”, “Dema wê hatiye” ji aliyê felsefîk û polîtîk ve tempo û naveroka têkoşînê diyar dike. Kurd, gelên din, jin, karker, kedkar û yên li derveyî desthilatdariyê êdî dema wan hatiye. Rêber Ocalan bi felsefe, paradîgma, helwest û berxwedana xwe rêya ji derketina aloziyan nîşan dide. Nîşanî me dide ka ev derketin wê çawa pêk were û çawa were sazkirin. Li seranserê cîhanê zêdetirî deh milyon kesî daxwaza azadiya Rêber Ocalan kir. Ji Baskê heta Katalonya, Tamîl, Brezîlya, Arjantîn, ji Chîapas heta Brîtanya, Amerîka, Kanada, Fîlîpîn, Başûrê Efrîqa, Hindistan û Awûstûralyayê sazî, rêxistin û tevgeran tevlîbûna xwe ya kampanyaya “Dema wê hatiye” ragihandin. Ev pêngav li Brîtanyayê ji aliyê sendîkayên kampanyaya azadiya Ocalan û li Strasbûrgê sala 2017’an hat destpêkirin. Piştre jî sala 2018’an li Brukselê di civîneke çapemeniyê de bi tevlîbûna sendîka û lîderê Baskê Arnaldo Otegî kete qonaxeke din. Bi tevlîbûna partî, tevger û kesayetên navdar îro li cîhanê Rêber Apo, tevgera azadiyê ya Kurd û paradîgmaya wan gihiştiye astekê û tê naskirin. Yek ji xalên giring jî pêvajoya 2013-2015’an e. Wê demê Rêber Ocalan bi paradîgma û pêşbîniya xwe bi awayekî lez ket pratîkê. Qonaxa ku niha Rojava tê de ye, Êzidiyên bûne xwedî rêveberiyek xweser, pêkhatina HDP’ê, Jinên ku di şer û aştiyê de tevlîbûna xwe nîşan didin mînakên wê ne. Ji ber vê tevî ewqas êrişan jî Ronesansa Kurdan nayê sekinandin.

Paradîgmaya gerdûnî derketina ji aloziyan nîşan dide

Kurdên di pencên qirkirinê de tevî ewqas êrişên giran jî li ber xwe didin. Gelên din jî li wan dinêrin. Mînak; nûnerên wan gelên ku li Amerîkaya Latîn têdikoşin li têkoşîna Kurdan dinêrin. Tecrube û destkeftiyên Kurdan dişopînin û meraq dikin. Ev jî nîşan dide ka paradîgmaya têkoşîna azadiyê çiqasî gerdûnî bûye. Parêznameyên birêz Ocalan bi gelek zimanan wergerên wan heye. Ev yek ji aliyê înisiyatîfa navnetewî ve hat kirin an jî hat organîzekirin. Bi vî rengî têkiliya Rêber Ocalan bi gelên din re hat danîn. Gelên din û entellektuelên wan têkiliya wan çêbû. Akademîsyenên Kurd ên ciwan jî di nav de bûn. Bi pirtûkên Rêber Ocalan re têkilî bi van derdoran re hat danîn. Nakokiya çepgiran jî li ser wan nirxandinan hat çareserkirin. Bi wan re nîqaş û diyalog pêkhat. Ji mijara parastinê heta dewlet û desthilatdariyê, ji azadiya jinê heta gelek mijaran hat nîqaşkirin. Pirtûka “Ji bo azadiyê diyaloga bi Abdullah Ocalan re” bû sedem ku em nîqaşan bi wan rewşenbîr û pêşengên wan tevgeran re bikin. Hin rewşenbîran bi pêşgotinên xwe bal kişandin ser pirtûkê. Bi vî rengî me ew kes xistin nava nîqaşên li ser fikrên Rêber Apo. Dema ew mirov birêz Ocalan dixwînin dikevin bin bandorê. Herî dawî wergera bi zimanê Îngîlîzî ya pirtûka “Parastina Gelekî” qediya û ket ser riya çapê. Profesor Andrej Grubacîc pêşgotinek ji pirtûkê re nivîsand ku hêjayî xwendinê ye. Profesor Andrej Grubacîc wiha dibêje; Pirtûka “Parastina Gelekî” pirtûkek hêja ye. Pirtûkek ji nakokiyan pêk hatiye. Wekî mît û rastî, dema borî û niha, xewn û rastî. Abdullah Ocalan çavdêriya xwe ya awarte bi kar aniye û hezkirina xwe ya çiya û rengan nîşan daye. Dema min xwend wekî operayekê hat ber çavê min û Maupassant hat bîra min. Ev pirtûka ku li girtîgehê hatiye nivîsandin, sala 2004’an hat weşandin. Di pirtûkê de manîfestoyeke şoreşgerî, şîroveya xweser a dîroka cîhanê, otobiyografiyeke entellektuel, bernameyeke ji bo zanista civakî, analîza PKK’ê ya wêrek, lêkolînek li ser dîroka Kurdan û Rojhilata Navîn û renxekirina aboriya polîtîk heye.

Yê ku çareseriyê pêşniyar dike tenê Abdullah Ocalan e

Rêber Ocalan bi paradîgmaya xwe bû rojeva nîqaşa gelek derdoran. Sala 2012’an li Hambûrgê bi konferansekê bû çavkaniyeke mezin. Bi sedan ciwan ji welatên Ewrûpayê beşdarî konferansê bûn û eleqeyek zêde nîşanî paradîgmaya Ocalan dan. Fikrên Rêber Ocalan ên ji bo şaristaniya demokratîk û pêkanîna wan têkildarî tecrîdê ye. Ditirsin ev fikir di nava gelan de kok bide. Tirsa wan heye û ji ber vê yekê tecrîdê dimeşînin û PKK’ê wekî rêxistineke terorîst nîşan didin. Dixwazin tevgera azadiyê ya Kurdan marjînal bikin û piştgirên wan jî dûr bixin. Sala 2015’an piştî konferansa Hambûrgê em çûn Chîapasê. Li wê derê zanîngeha Otonom a Zapatîstan heye. Navê wê jî CIDECI ye. Konferansê 7 rojan dewm kir û ji gelek deveran tevger beşdar bûbûn. Rewşenbîrên wekî Wallerstein jî li wir bûn. Di axaftinê de ez li ser pirsgirêkan sekinîm û min bal kişand ser paradîgmaya Rêber Ocalan a ji bo çareseriyê. Piştî rojekê Subcomandante Marcos nîqaşên di nava xwe de parve kirin û wiha got; Em çend roj in li vê derê ne û li axaftinan guhdarî dikin. Di van axaftinan de yê ku tenê çareseriyê pêşniyar dike Abdullah Ocalan e. Ew li girtîgehê ye û rêza me jêre heye. Li aliyê din dîlgirtin û polîtîkaya tecrîdê divê me bêhêvî neke. Berevajî vê divê nirxê çareseriyê hê bêhtir were şopandin û pêkanîn. Ev yek nîşan dide ka pergala heyî çiqasî qels xuya dike. Bi vê yekê re em dibînin birêz Ocalan di şert û mercên giran de çiqasî li ber xwe dide, diafirîne û çareseriyê pêşniyar dike.

Têkoşîn wê encamê diyar bike

Yên ku komploya 15’ê Sibatê pêk anîn ji Kurdan re digotin wê serokê we dernekeve û bi qedera xwe razî bin. Ev zihniyet li civaka Kurd ferz dikirin. Her wiha dibêjin hûn nikarin vê paradîgmayê pêkbînin û nikarin azad bibin. Wekî din Ronesansa Kurdan ji bo veneguhere Ronesansa Rojhilata Navîn astengiyan derdixin. Bi vê yekê re aloziya modernîteya kapîtalîst wekî astengiyekê datînin pêşiya pergala demokratîk. Lê nikarin Ronesansa Kurdan asteng bikin. Helbet wê encamê jî têkoşîna wan diyar bike. Tevî ewqas êşên giran, hovîtî, sûcên şer, êrişên kîmyayî, dijminatiya li jinan jî Kurdan dev ji têkoşîna xwe berneda. Di encamê de ew têk çûn û qels bûn. Jinan serî netewand û Kurd jî têk neçûn. Rêber Ocalan jin wekî bingeha paradîgmaya xwe destnîşan kir. Rêber Ocalan dibêje “Mêrê azad ji Jina azad çêdibe.” Bi vî rengî gelek nirxandin û çareserî pêşkêş kirin.  Rêber Ocalan têkoşîna xwe bi mekanîzmayên teorîk û pratîkê nîşan da. Di vê mekanîzmayê de cihê jinê zêde ye. Mirov divê ji xwe dest pê bike û guhertinê pêk bîne. Yên li derveyî pergalê dimînin jî diperçiqin û cûda dibin.

Dem hatiye destûrên nû yên wateyê werin avakin

Di pêvajoya pêşiya me de em ê ji her demê bêhtir daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan bikin. Dîlgirtina Rêber Ocalan Rojhilata Navîn hê bêhtir tarî dike, azadiya wî ya fîzîkî jî azadiya jin û gelan nîşan dide. Her beşa civakê bi tena serê xwe nikare ji vê aloziyê rizgar bibe. Eger hûn bi koka wan pirsirêkan danekevin û têkoşîna hevpar nekin, hûn nikarin rizgar bibin. Ji ber vê yekê kes nikare ji berpirsiyariyê bireve. Ji bilî rêxistinbûyîna gelan ti wateya hikûmet û dewletan nema. Li gorî dilê xwe paqijiyê dikin ango eskeran dişînin welatan, bi talanê xwe azad hîs dikin. Wekî jiyanek azad, divê em bibin ew hêza ku wan dewletan bi prensîbên wan ve girê bidin. Rêber Ocalan jî dibêje; “Dema wê hatiye.” Qanûnên nû yên wateyê divê ji nûve werin avakirin. Zincîra zilm û zordariyê dikare were şikandin û ew dem jî niha ye. Kurd bi têkoşîna xwe mînaka vê ne. Ji ber vê kolan û qad giring in. Xebata bi tevgerên rêxistinbûyî re gelekî girîng e. Tenê hêza rêxistinkirî dikare berpirsiyariya saziyên navnetewî û dewletan bîne bîra wan. Bi vî rengî dikare hesab ji wan bixwaze. Ji ber vê yekê hevkariya xwecihî û piştevanî ji her demê bêtir girîng e. Ji her demê bêtir divê em tevna piştevaniyê mezin bikin. Wekî din ti rêya çareseriyê tineye. Em îro dibînin yên doza azadiya Rêber Ocalan dikin roj bi roj zêde dibin. Nerazîbûna xwe li dijî dîlgirtinê tînin ziman. Azadiya xwe û ya Kurdan yek dibînin û li tevahiya parzemînan ev piştgirî zêde bûye. Bi vê têgihiştinê rêxistinbûyîn û piştevanî xurt dibe.

Ev gotar di jimara Newaya Jin a Sibat 2022 de bi Tirkî hatiye weşandin.