Pirtûka afirînerên şoreşê

- Şervîn NUDEM
146 görüntüleme
Pirtûka “Bingehê Dîrokî û Siberoja Şoreşa Jinê” yek ji berhemên xebatên Akademiya Jineolojiyê ye. Çapa yekem a pirtûkê di zivistana 2021’an de derket. Di pirtûkê de encamên lêkolîn û analîzên sosyolojîk a li ser jin û civaka Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di navbera salên 2017 û 2020’an de cîh digire.

Ev pirtûk di heman demê de sazîbûna xebatên Akademiya Jineolojiyê ku bi serdema Şoreşa Rojava re destpêkiriye jî radixe pêş çavan. Bi têkoşîn û ruhê şoreşê re xebatên Jineolojiyê hîn zêde pêş ket, lê belê yek ji armanca Jineolojiyê jî ew e ku weke zanista jin, jiyan û civakê bi erkên xwe rabe da ku karibe bibe zanista şoreşa jinê jî. Ji bo ev armanc pêk were hewcedarî bi berhevkirina çavkaniyên zanînê yên ku heqîqata dîroka jinê û civaka li Rojava rave dikin heye. Ji ber ku berî şoreşa Rojava, pirtûkên der barê dîrok û civaka vê erdnîgariyê de, piranî bi nêrînên zilamê serdest û mêtingerên oryantalîst hatine nivîsandin. Di van pirtûkan de hebûna jinê, rastiya şoreşa neolîtîk û çanda resen a gelên herêmê nehatiye nirxandin. Li hemberî vê yeke me hewl da ku çavkanî û daneyên derbare dîroka jin û gelên herêmê de ku heta niha di tariyê de veşartî mane ango hatine berovajîkirin ronî bikin. Ji ber ku rast zanîna dîrokê, pêşî li qabiliyeta mirov û hewldanên avakirina siberojê jî vedike.

Şoreş divê bi her alî were parastin

Di vê çarçoveyê de me xwest fehmbikin ku gelo Şoreşa Rojava ya ku weke şoreşa jinê jî tê binavkirin di mijara pêkanîna azadiya jin û civakê de xwe gihandiye çi astê. Lewma me pêwîst dît ku tevî pêşveçûn û gavên di dema şoreşê de hatine avêtin,  pirsgirêkên jin û civakê yên heyî jî nas bikin. Bi beşdarbûna jinên ji hemû pêkhate û beşên civaka Rojava, di pêşxistina xebat, nîqaş û analîzên sosyolojîk de me xwest di heman demê de ji bo peydakirina rêyên çareseriyê, girîngiya aqilê kolektîf ê jinan destnîşan bikin. Ji ber ku li hemberî êrîşên piralî yên pergala desthilatdar a li ser jin, ax û civaka Rojava divê hişyariyekî mezin hebe da ku em karibin destkeftiyên şoreşê biparêzin. Di heman demê de divê em karibin van bi çanda jiyana komînal û têgihiştina civaka azad re bikin yek. Li gorî vê armancê me hewl da ku rêbazên xwe yên lêkolînê diyar bikin û van bicêribînin.

380 hevpeyvîn hene

Di vê pirtûkê de ji Efrînê heta Dêrikê, ji Kobanê heta Minbic û Reqayê zêdetirî 380 hevpeyvînên takekesî û nîqaşên komî yên li mal, sazî, tax û gundan bi jinan re hatine kirin hene. Ev hevpeyvîn bi jinên Kurd, Keldanî, Aşûrî, Sûryanî, Ereb, Çeçen, Çerkes û Tirkmen re hatine kirin û jinên Misilman, Êzîdî, Elewî û Mesîhî stran, çîrok, serpêhatî û nêrînên xwe vegotine. Jinên ji nifşên cûda zanîn, êş û dilşadiyên xwe parvekirine û bandora şoreşê ya li ser jiyana xwe nirxandine. Bi vê xebatê re berpirsyariya xebat û analîzên Jineolojiyê jî berbiçav bûye û em bi van xalan qane bûne:  Her çîrok û tecrubeya jiyanê ku jinan bi me re parve kir, ji bo me bû weke kevireke mozaîka rengîn a heqîqeta jin û civaka Rojava. Me hewl da ku em van kevirên giranbiha bi pêhesîn û watedayînekê rast deynin cem hev. Di heman demê de me dît ku ji bo em karibin dîmenekî li gorî rastiya heyî xêz bikin, pêwîstî bi hişyarî û berpirsyariyeke mezin heye. Ji ber ku armanca me diyarkirina heqîqetê ye.

Pirtûk ji çar beşan pêk te

Bi vê armancê, pirsên lêkolînê û mijarên pirtûkê weke çar beşên bingehîn hatine diyar kirin: Di beşa yekemîn de pirsa, “Bingehê dîrokî ya şoreşa jinê ya duyemîn a li ser axa Kevana Zerîn çi ye” tê nirxandin. Di heman demê de bi xalên sereke tê destnîşankirin ku dîroka 12 hezar salan a mirovahiyê di bin 14 hezar girên herêma Bakurê Sûriyê de veşartî ye. Bingehê vê dîrokê ji remz û nirxên çanda dayika xwedawend ya ku civakbûn afirandiye pêk te. Bermahiyên vê şoreşa yekem a jinê di gelek rêûresmên civakê de, di rêbazên çandiniyê û karê destan de, di xeml, çîrok û zanînên dayîkan de hîn jî zindî ne. Lê belê piraniya nirxên çanda jinê yên xwe dispêrin pîvanên edaletê, exlaqê azadiyê û lêgerîna jiyaneke xweş bi zordestî hatine şikandin û li bin kavilên dagirkeran û zebala şaristaniyê hatiye veşartin. Zanyar û leşkerên dewletên serdest jî li vê herêmê gelek peykerên xwedavendan revandine û bi vê yekê daneyên arkeolojîk talan kirine. Lê daneyên 5 hezar salan û berxwedana gelan ku  ji bo jiyaneke bi rûmet li hemberî şerên dagirkeriyê dane, hem di jêrzemîna girên li Rojava, hem jî di çanda vê erdnîgariyê û stranên evîn û janê yên dayikan de xuya dibin. Wêneyên di pirtûkê de jî li gorî vê yekê hatine bicîhkirin.

Mozaîka gelan

Rastiya Bakurê Sûriyê dikare weke mozaîka gel û baweriyan were pênasekirin. Em dikarin di vê beşa pirtûkê de xalên hevbeş û cuda yên dîrok, bawerî û çanda gelên Bakurê Sûriyê jî nas bikin. Bi hezaran salan netew û qewmên cuda li ser heman axê jiyaneke hevbeş afirandine. Lê belê şovenîzma dewletê û hêzên dagirker xwestine ev jiyana hevpar a gelan parçe bikin. Lê li hemberî vê yekê di rêûresmên jiyana komînal a pêkhateyên Kurd, Êzîdî, Aşûrî-Suryanî-Keldanî û Ermenî, Ereb, Tirkmen, Çeçen, Çerkes, Mitirb û Mehelmî‘yan de her tim çanda neteweya demokratîk hebûna xwe parastiye. Ev jî gelek caran di yekîtiya gelan a li dijî zordestiyê û di berxwedana hevbeş a li dijî mêtingeran de eşkere bûye. Çîrokên lehengan qala lêgerîna hezkirin, heqîqat û edaletê dikin. Ew di kesayeta jinan û bîra civaka Rojava de şopên xwe hiştine û bûne palpişteke dîrokî ya şoreşa jinê ya hemdem.

Dagirkerî û çavkaniya pirsgirêkan

Beşa duyemîn jî çavkanî û cûreyên pirsgirêkên civakê û jinan yên li Rojavayê Kurdistanê rave dike. Di vê beşê de pirsgirêkên civakê, malbat û jinan ên girêdayî ferasetên zayendperestî, olperestî û malbatperestî ku herî zêde di têgihiştina namûsê de derdikevin holê tê nîqaş kirin. Ji aliyê din ve siyaseta dewleta Sûriyê û bi taybet jî pergala dewletê ya zindanê xwe dispêre hişmendî û tundiya zayendîperestiya civakî ku bûye bingeha dagirkerî û nijadperestiyê. Di mînakên serpêhatiyên jinan de diyar dibe ku desthilatdar çawa bi xêzkirina sînoran jin, jiyan û civakê ji hev qetandin. Jin di hevpeyvînan de destnîşan dikin ku bi vî rengî hem vîn, çand û ramanên jinan hem jî ya gelan hatine tepisandin. Her wiha jin girêdayî pirsgirêkên civakê yên siyaset, perwerde û hişmendiyê bandora vê yekê jî rave kirin. Pirsgirêkên ekolojîk û tenduristiyê jî eynîka heman hişmendî û siyasetên desthilatdar in.

Bandora şoreşê a li ser jinan

Di beşa sêyemîn de jinên Rojava ji gelek aliyan ve bandora Şoreşa Kurdistanê a li ser jiyana jinan û civakê dinirxînin. Jinên hemû herêmên Rojava destnîşan dikin ku bi hatina Abdullah Ocalan û mîlîtanên PKK ya Rojava, ji sala 1979’an û şûn ve bi taybet di jiyana jinan û civakê de guhertinên mezin çêbûne. Jin, salên destpêkê yên tevgera azadiyê ya li Rojava weke “şînbûna civaka Rojava a li ser koka xwe” pênase dikin. Bi bandora fikir û gotin, rabûn û rûniştinên mîlîtanên PKK têkiliyên dostanî û rêxistinî avabûne ku ev heta roja me ya îro berdewam dikin. Bi taybet tevlîbûna jinan a şoreşê di nav civakê de deng veda û gelek pîvanên kevneperest û zayendperest şikandin. Jinên Kurd behsa ezmûnên jiyana xwe dikin û diyar dikin ku heta destpêka Şoreşa Rojava, di sala 2011‘an de jî wan di gelek aliyan de li dijî zextên mêr û dewletê  têkoşiyan. Nexasim jin destnîşan dikin ku wan hêza xwe ya têkoşîn û jiyanê ji hevdîtin û nirxandinên Rêber Apo wergirtine. Lewma gelek jin derketina Rêber Apo ji axa Sûriyê û dîlgirtina wî ya di 15’ê Sibata 1999’an de weke dîlgirtina xwe pênase dikin. Jin, bi avakirina rêxistinbûna xweser a jinê ya Yekîtiya Star û pêşxistina pêngava Şoreşa Rojava jî azadiya Rêber Apo weke armanca sereke dîtine.

Jin deriyê azadiyê vekirin 

Sê nifşên jinan bi serbilindî diyar dikin ku jin weke hêza pêşeng di hemû qonax û qadên Şoreşa Rojava de cihê xwe girtine. Ji avakirina pergala Xweseriya Demokratîk heta şerên li dijî faşîzma DAIŞ’ê û dagirkeriya dewleta Tirk bê navber têkoşîna xwe meşandine. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewldanên xwe yê avakirina neteweya demokratîk bi rengê jinê destnîşan dikin. Bi bandora şoreşê re di jiyana wan a şexsî û malbatî de gelek guhertinên erênî jî çêbûne. Lê hîn jî gelek pirsgirêk û kêmasî hene ku li benda çareseriyê ne. Ev mijar di 8 beşan de di çarçova bergeha Jineolojî de tê şîrovekirin. Bi vî awayî hin encamên lêkolînê yên derbarê rewşa jin û civakê, di qadên polîtîka, aborî, perwerde û zanistê de tên parvekirin. Her weha heman encam di aliyê demografya, tenduristî û ekolojî, etîk û estetîk û her weha di jiyana hevjîn, malbat û civakê û girêdayî rewş û siberoja jinên ciwan de tên parvekirin. Di dawiya vê beşa pirtûkê de nirxandinên komxebatan a li ser pîvanên azadiyê û asta ku şoreşa jinê xwe gihandiye hatine berhevkirin. Tevî têgihîştinên cuda yên azadiyê jî, pirraniya jinên Bakur Rojhilatê Sûriyê destnîşan dikin ku bi Şoreşa Rojava re jin û civak ber bi azadiyê ve gavên mezin avêtine. Têgihiştin û nêrînên pergala baviksalarî û dewletê di hinek aliyan de hatine eşkerekirin. Lê belê daneyên çendanî û şiroveyên li ser bûyer û cûreyên tundiya li dijî jinê jî destnîşan dikin ku bandora têgihiştina desthilatdar hîn jî di avakirina têkiliyên demokratîk ên malbat û civakê de astengiyên mezin çêdike û rê li ber siberoja azad a jinên ciwan digire. Lewma jin diyar dikin ku şoreş û lêgerînên wan ên azadiyê didomin.

Siberoja jinên Rojava

Di beşa çaremîn a pirtûkê de jî bersiva pirsa, “Gelo nêrîn, daxwaz û xeyalên siberojê yên jinên Rojava çi ne?” tê dayîn. Pêşdîtina siberojê û bersivdayîna vê pirsê di bin şertên şer û aloziyên li Sûriyê de pirr zehmet e. Gef û êrîşên qirkirinê yên li ser jin û gelên herêmê didomin. Li aliyê din jî jin di pergala baviksalariyê de fêr nebûne ku bikaribin bibin xwediyê çarenûsa xwe. Lewma dema me ev pirs ji wan kir gelek jin bi rengekî heyirî li me meyze kirin û gotin: “Cara yekê ye ku kesek ji min  pirseke wiha dike! Heta niha ez li ser van tiştan nefikirîm…” Lê di van mijaran de daxwaza hemû dayikan yek e: “Hema bila şer û kuştin tine be! Bila malbat dîsa were cem hev û bi hev re bijî! Bila zarokên me bê tirs mezin bibin û perwerdeyeke baş bibînin!“

Gavek ji bo gavên nû

Bê guman di pirtûkê de gelek mijar kêm mane ango tenê bi xetên stûr hatine rave kirin. Lê belê dîmeneke giştî derketiye holê. Ev ji me re nîşan dide ku gelek pirs û mijar divê bi lêkolînên nû werin kûrkirin hene. Ji ber vê pêdiviyê Navendên Lêkolînê yên Jineolojî yên li herêmên Rojava/Bakur û Rojhilatê Suriyê jî rojevên xwe yên lêkolînan diyar kirine û li gorî vê xebatên xwe dimeşînin. Ji Kanûna 2021’an ve li Qamişlo, Şehba, Heleb û Kobanê danasîna pirtûkê hate kirin û bi rêya semîner û perwerdeyan li gelek navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev dewam dike. Gelek beşdarvanên van civînan parvekirina encamên lêkolînê bi dilşadî û eleqeyek mezin pêşwazî kirin. Bi taybet jî ji ber çavkaniyeke zanistî rasterast bi zimanê Kurdî hatiye nivîsandin ev bala gelek kesan dikşîne. Di dema pêş de bi zimanê Erebî û zimanên cuda jî wê wergera pirtûkê bê çêkirin. Di pirs û nîqaşên li ser naveroka pirtûkê de jî diyar dibe ku her jin di vê pirtûkê de awayekî serpêhatî, nêrîn û lêpirsînên xwe jî dibîne. Bi vî awayî gelek jin careke din bi qîmeta zanînên xwe, girîngiya karên xwe yên rojane, wateya xebatên xwe yê di nav komîn û saziyan de dihese. Êdî jin bi serbilindî û ji xwe bawer destnîşan dikin ku ew hem bûn çalakvan him jî nivîskarên dîrok û siberoja şoreşê.