‘Şoreşa Başûr şoreşa jin e’

- Berîtan ZAGROS
264 views
Li Başûrê Kurdistanê çawa têkoşîna netewî ya Kurd ji rê hatiye derxistin û bi pênaseyên neteweperest û çewt ji naveroka wê hatiye dûrxistin, têkoşîna jin jî heman çarenûsê dijî. Li beramber têkoşîna dijwar a jinan di asta cîhanê û Kurdistanê de, li Başûrê Kurdistanê têkoşîna ji bo azadiya jin ji ber eqliyeta sîstema sermayedar û modernîteyê rûberûyê metirsiyeke mezin de ye. Li dewsa têkoşîneke radîkal a ji bo azadiya jin û civakê, lêgerînên azadiyeke ferdî ya lîberal, şeklî û hwd. her diçe pêşdikeve.

Ev jî bandorê li têkoşîna azadiya jin dike û rê nade pirsgirêkên azadiyê yên civakê çareser bibin. Helbet hemû feraset û çemk di deriyekî re derkevin jî, di civakê de xwe bi şêwazên cûda dide der. Beşeke jinan ji ber fêrbûnên civaka serdest ji halê xwe razîne û rastiya heyî weke çarenûsê qebûl dike. Di beşeke zêde ya civakê de jin ji ber desthilatdariya heyî dinale û çareyê di xwekuştinê de dibînin. Lê ya herî xeter jî li bajarên mezin beşeke diyar a jinan jî azadiyê bi xwe gihandina asta mêr û bûyîna desthilatdarek weke mêr re wekhev destdigrin. Ji ber vê dema berpirsiyariyekî digire jî gelek caran jî di xirabiyê de mêr li paş xwe dihêlin anjî ti ferqek di navbera wan de namîne. Ev jî dibe sedem ku di civakê de têgihiştina, ‘ti ferqek navbera rêveberên jin û zilam de nîne’ pêş bikeve. Beşeke din a jinan jî azadiyê bi jiyaneke madî û serbestiyeke sînordar û vekirîbûnê de dibînin. Ev jî hiştiye ku lêgerîna wan a ji bo jiyaneke azad ne di rêyeke rast de, di rêyeke metirsîdar û çewt de biçe.

Qurbanên yekemîn ên vê sîstemê jinin

Em pênaseya sîstema desthilatdar ya ji bo ‘azadiyê’ red dikin û jê re dibêjin ‘lîberalîzm’. Azadiyê weke şêwazeke jiyanê, azadiya fikir, enerjiyeke herikbar a ji desthilatdariyê dûr, lê ya xwebe û xwedî îrade û hêza xwe rêveberinê û hwd pênase dikin. Weke pênaseyeke din ji azadiyê re dibêjin, ‘xwebûn’. Lê di vê serdema sîstema sermayedarî de ‘xwebûn’ hema bêje nameye û dibin  navê azadiyê de herî zêde êrîşê ‘xwebûnê’ tê kirin û civakeke yek reng û yek tîp a robotwarî ava dikin. Qurbanên herî mezin û yekemîn ên vê sîstemê jî jinin. Sîstema sermayedar xwe li ser bedena jinê fînanse dike û dihilberîne. Eger jin bibe xwediyê fikreke rastîn a azadiyê wê derbeya herî mezin li sîstema sermayedarî bixe. Ji ber vê rastiyê herî zêde sîstema xwe li ser bedena jinê û manîpûlekirina fikrê wê saz dike û wê bi berhemên xwe bêhiş dike.  Li beramber vê rastiyê li hemû parçeyên Kurdistanê têkoşîna azadiya jin heye. Herku têkoşîna azadiya jin bihêz dibe û berbelav dibe, êrîşên li ser jinan jî ewqas berbelav û pir alî dibin. Li beramber dijwarbûna têkoşîna azadiya jin sîstem jî bi gelek cûreyan êrîşên xwe yên nerm ên bêhiş dike, zêde dike. Asta êrîşên dijwar ên sîstema sermayedar herî zêde xwe li Başûr dide nîşan. Weke tê zanîn Iraq bi sîstemeke nîv federal tê rêvebirin. Kurd jî weke herêmeke federal xwedî hinek mafanin. Lê ev mafên ku ji bo Kurdan hatine naskirin ji aliyê hêzên cîhanî ve di oxira berjewendiyan de hatine naskirin. Ev rewş jî hem di warê qanûnî de hem jî di warê madî de derfet ji bo civakê avakiriye. Ev derfetên madî yên sîstema sermayedar pêşkêş kiriye, hiştiye ku fikrê netewî û azadî bikeve jêr metirsiyê û jiyaneke navenda xwe madiyat pêşbikeve. Ev têrbûna madî li ser hemû pêwîstiyên din ên civakê de girtiye û dewlemendiyê weke azadiyê dibînin. Ev şêwazê fikirandin û jiyankirin astengiya herî mezin a li pêşiya azadiya jin de ye.

Jin şûna azadiyê, lîberalîzmê himbêz dikin

Di encama perwerde, bangeşe û aboriya sermayedar de jin li şûna azadiyê, lîberalîzmê himbêz dikin. Jineke yek tîp, texlîdî, şiklî û naveroka wê vala, azadiyeke sexte, xwe pêşkêşê mêr dike û bi bedena xwe, xwe dide qebûlkirin pêşxistiye. Li Başûrê Kurdistanê jin hem weke beden berbi yektîpbûnê ve diçe, hem jî weke fikir û şêwazê jiyanê. Eger cûdabûnek hebe jî di çarçoveya hizbî û berjewendiyên siyasî û aborî de ye. Weke din peyv, têgeh, şêwazê axaftin, reftarî û rengê wan jî hemû yek tîp dibe. Rêxistinên jin li Başûrê Kurdistanê ku di bin êrîşên pir alî û tund ên îdeolojîk de ne, xeta rast a azadiya jin û civakê nikare baş serwer bike û bibe navendeke cazîb ji bo jinan. Têkoşîna azadiya jin a ji salên 1970’an ve li herêmê hebûna xwe heye, nekariye xwe li gorî demê nû bikin, rêyên têkoşînê yên pir alî pêşbixin û li dijî êrîşên îdeolojîk ên lîberalîzmê û kevneşopiyê rawestin. Têkoşîna azadiya jin ya Başûrê Kurdistanê tevî rehên xwe yên xurt û raboriyeke xwe ya bihêz a têkoşînê jî di rewşa heyî de xetimandineke cidî jiyan dike û nikare ‘xwebûnê’ pêk bîne. Ji ber vê pêwîstiya wê bi vebûneke pir alî, têkoşîneke radîkal a îdeolojîk heye. Ev jî bi rêxistinkirin û perwerdekirina jinan gengaz e. Weke erka sereke ya li pêşiya tevger û rêxistinên jinan têkoşîna îdeolojîk e. Eger wê li Başûrê Kurdistanê şoreşek were kirin, weke Rêber Apo jî gotiye, divê ev şoreş ji jinê destpê bike û ‘Şoreşa Başûr şoreşa jin e’.

Xeteke têkoşer û şoreşger

Beriya her tiştî divê bi çemka azadiya çewt, sexte û lîberal re têkoşîneke zanistî û bingehîn were meşandin û pênaseyeke bihêz ji bo azadiyê were kirin. Eger xebateke zanistî, îdeolojîk û cewherî ya di çarçoveya azadiya rastîn a jinê de were pêşxistin, ji hewldanên şiklî û fêrbûnên berê dûr xebatek were meşandin, şansê encamgirtinê heye. Lê ev valahiya ku heye dîsa bi pêşengiya hinek mêran saziyên lîberal û oryantalîst tên vekirin. Li Başûrê Kurdistanê ku femînîzm nîne, çelexweriyeke wekî, ‘femînîzma rewşengerî’ bi pêşengiya Mela Bextiyar li Başûrê Kurdistanê tê pêşxistin. Ev jî weke metirsiyeke din li ser têkoşîna azadiya jin e. Lê weke xeteke têkoşer û şoreşger û zanistî Akademiya Jineolojiyê li Başûrê Kurdistanê hêdî hêdî gelek jinên rewşenbîr, xwendekar, çalakvan, mamosteyên zanko, hunermend li dora xwe kom dike, bi perwerdekirina vê beşa civakê re hewl dide pêl bi pêl hemû jinan û zilaman perwerde bike. Xebata jineolojiyê ya li Başûrê Kurdistanê ku zanista jinê bi civakê dide nasîn, giranî dide ser perwerdekirinê, xebatên hunerî, dîrokî û zanistî. Bi vekirina akademiyên jinan, pirtûkxane û dewreyên perwerdeyê re dikare bêgotin, gav bi gav xwe bi civakê dide nasîn û tê himbêzkirin.

Çavkaniya hemû pirsgirêkan zêhniyet e

Erkên mezin dikeve ser Akademiya Lêkolînên Jineolojiyê ya Başûr. Ev jî ewe ku beriya her tiştî pêwîstî heye ku feraset û çemkeke rast a azadiyê di jinên Başûrê Kurdistanê de û bi giştî jî di civakê de pêşbixe. Bi feraset, kod û têgihîştinên sîstema sermayedar û mêrsalar ên di jinê de pêşxistiye re têkoşîn bimeşîne û alternatîfa wê, rê û rêbazên derbaskirina çemka çewt peyda bike. Mijar bi mijar, qad biqad, pêwîstî heye ku Tevgera Azadiya Jinên Kurd û Jineolojî dest bidinê, binirxînin û ji nûve dest bigirin. Her wiha ji bo pêkanîna wê jî qadên têkoşînê û xebatê yên nû vekin. Li zankoyan jî hewl bê dayîn beşa jineolojiyê werin vekirin, lê eger nebe jî semîner werin rêxistin kirin. Ji ber çavkaniya hemû pirsgirêkan zêhniyet e, lewma pêwîstî heye ku ji zêhniyetê destpê bikin. Li Başûrê Kurdistanê wê Tevgera Jin a Kurd bi jineolojiyê bikare vebûnan bike û divê herî zêde li ser vê qadê razemenî were kirin û proje werin pêşxistin. Ev zemîneke girîng a têkoşînêye û dikare pêşengên nû ji bo têkoşîna jin li Başûrê Kurdistanê bigihîne û perspektîfa jina azad pêşbixe.