Jin mertala li dijî bişaftinê ye

- Berfîn DEMÎR
221 views
Her neteweyek bi ziman, çand û hunera xwe tê nasîn. Ji ber ku netewa Kurd di dîrokê de erdnîgariya lê jiyaye neguheriye xwe gihandiye asta pêşketineke mezin û ji bo mirovahiyê jî bingeheke qewîm ava kiriye. Lê ev hiştiye ku di her demên dîrokê de jî rastî êrîşên dagirkeran were. Gelê Kurd qasî ku ji bo axa xwe têkoşîn daye, ewqas jî ji bo çand, huner û zimanê xwe têkoşiyaye. Ev têkoşîn bi sed hezaran salan dewam dike û îro di encama vê de em dikarin bi vî zimanê qedim biaxivin.

Her weha bi vê têkoşînê çand û hunera Kurdî xwe gihandiye asteke bilind. Gelê Kurd, tevî ewqas qirkirin û asîmilasyonên dewletên nîjaperest ti carî ev ziman, çand û hunera xwe ya resen winda nekiriye. Berovajî vê hewl daye ku xwedî lê derkeve û biparêze. Di nava van êrîşên dijwar û şert û mercên giran de (komkujî, qirkirin, zext, koçkirina bi darê zorê û hwd.) gelê Kurd herdem hewl daye ku çanda xwe biparêze û jê dûr nekeve. Di encama vê de hebûna xwe jî misoger kiriye. Ji ber vê yekê tevî van êrîşên dijwar em îro jî dikarin berhemên dengbêjî, çîrok û mîtolojiya Kurdî bibînin. Lê belê di dawiyê de ji aliyê netewên serdest ve gelek nirxên çand, hunera Kurdî hatine zeftkirin û ev mîras û dewlemendiya Kurdewarî kirine ya xwe. Qirkirina herî mezin jî ev e.

Jin afirînêra dengbêjiyê ye

Di çanda Kurd de yek ji xala herî girîng ku rol lîstiye jî dengbêjî ye. Bi taybet di civaka Kurdan de ji ber zextên dagirkeran pêşî li dîrok û wêjeya nivîskî hatiye girtin û dengbêjî weke çavkaniyeke devkî ya dîrokî jî cihekî girîng lîstiye. Tevî evîn, hezkirin û lehengiya gelê Kurd, rastiya gelek bûyerên dîrokî yên bi êş, komkujî û zilma li ser gelê Kurd hatiye meşandin jî bi rêya dengbêjiyê di dîrokê de cîh girtine. Dengbêjî li hemberî înkarê bûye çek û mertalekî qewîm. Herî zêde jî jin xwediyê vê bûn. Di çanda dengbêjiyê de jî diyar dibe ku jin çawa ji bo ziman, çand û hunera Kurdî bûye çavkaniyek. Di afirandin û dewlemendiya dengbêjiyê de jin xwedî misyonek mezin e, lê mixabin herî zêde mêr derketiye pêş. Tevî ku jin ev berhem afirandine, yê ku dibêje mêr e. Weke berê îro jî jin bi hêzbûna xwe ji bo xwedîderketin û pêşxistina çanda Kurd bibê stûneke mezin. Eger jin xwe perwerde bike, bi rêxisin bibe û li pey şopa azadiyê bimeşe, bi pêşketina jinê wê civak jî biguhere. Bê guman weke her qadê jiyanê ev pêşketin wê li ser çandê jî bandoreke mezin bike. Ji sînemayê bigire, heta şano û muzîkê, ji wêje heta wênesaziyê di her aliyê huner de wê berhemên hêja werin afirandin. Çawa ku dengbêjî di parastina çanda Kurd de bûbe stûnek, ev berhem jî îro dikarin rolekî weha bilîzîn û ji bo dûhatiya gelê Kurd û nivşê nû bibin mîrasekî mezin.

Bandora bişaftinê

Dewletên dagirker di her demê de van rêbazên xwe nûjen dikin û li dijî gelê Kurd dixin dewrê. Di roja îro de jî ev bi berfirehî tê meşandin. Dixwazin çanda gelê Kurd tine bikin. Qedexeya li ser zimanê Kurdî dewam dike, axaftina Kurdî, stranên Kurdî, şanoyên Kurdî weke sûc tê dîtin û tê qedexekirin. Lê tevî qedexekirinê li ser çanda Kurd polîtîkaya asîmîlasyonê jî bi dijwarî tê meşandin. Yek ji van rêbazan jî populîzm e. Ev herî zêde jî bandora xwe li ser muzîka Kurdî dike. Tevî ku ev qada hunerê di bin bandora kapîtalîzmê de dimîne, gelek berhemên weha ne, li ser navê Kurdewarî tên pêşkêşkirin. Di bin vê bandora pergalê de gotinên gelek stranên Kurdî yê resen ji rastiya xwe tên dûrxistin û pê dilizîn.

Pêngaveke çandî pêwîst e

Lê em çawa dikarin pêşî li vê bigirin? Em çawa dikarin xwedî li çanda xwe derbikevin û li dijî van êrîşên ku çanda me tine  dikin têbikoşin? Weke me destnîşan kir, çareseriya herî mezin xwe perwerdekirin, pêşketin û rêxistinkirina jinê ye. Ji ber dîroka me jî îspat dike ku jin civak e, ziman e, çand û huner e. Jin vejîn e. Pêşxistin û guhertina civakê bi jinê mimkûn e. Guhertin jî berî her tiştî bi perwerdeyê mimkûn e. Ji bo pêşî li asîmîlasyonê were girtin û çanda qadîm ya Kurdewarî were parastin, dikare pêngavek nû ya çandî were destpêkirin. Ji bo vê li her derî divê akademiyên çand û hunera Kurdî were avakirin. Divê hunermend, mamoste, pispor û rewşenbîrên Kurd jî piştgirî bidin van akademiyan. Li ser plansazî, naverok û perwerdeya van akademiyan bi berfirehî were rawestîn û bi vê yekê ev sazî karibin li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê bibin weke mertalek.  Divê ev sazî bibin qada têkoşînê ya çand, hunêr û zimanê Kurdî. Bingeha vê xebatê jî berî her tiştî dikare bi xurtkirina zimanê Kurdî were destpêkirin. Ji ber ku zimanekî xurt ji şûr tûjtir e, ji çek dijwartir e. Huner û çanda netewekî li ser hîmê ziman pêş dikeve û ziman jî girêdayî jinê ye. Eger em dibêjin asta pêşketin û azadiya jinê asta civakê diyar dike, bêguman ev berî herî tiştî ji bo ziman derbasdare. Ziman hebûna gelekî ye û ziman herî zêde bi keda jinê di civakê de mayînde dibe.

Serketin di destê jinê de ye

Lewma eger dewletek bixwaze li ser gelekî dagirkeriyê bi meşîne, di serî de bi dijwarî êrîşî ziman û jinê dike. Bi vê yekê dixwaze hemû nirxên netewekî têk bibe. Ji ber ku bişaftina herî mezin di têkçûna zanîstî, rûh û derûniyê de pêk tê. Lê belê jina Kurd her tim bi têkoşîna xwe, zanistî û rêxistinbûna xwe li dijî vê asimilasyonê li ber xwe daye. Her weha di sedsala ku em tê de ne, tevî jinên Kurd, jinên cîhanê jî bi têkoşîn û lêgerînên xwe yê azadiyê li pêş in û ji bo guherîna civakê hêvî didin. Lê ji aliyê din ve pergala serdest ya mêr, ji bo pêşî li vê bigire di nav hewldanan de ye. Jin li hemberî van polîtîkayên qirêj û asîmîlasyonê li ber xwe dide, serî natewîne û rêya çareseriyê ava dike. Ango mifteya pêşketin, rizgarî û guherînê di destê jinê de ye. Ev tevî qada civakî, heta qada çand, aborî, siyasî û hiqûqê ji bo hemû qadên jiyanê derbasdar e. Jina Kurd weke têkoşîna azadiyê divê di çand û hunerê de jî misyona xwe pêşengiyê bi awayekî xurt pêk bîne. Eger jin xwe pêş bixe, biafirene û parve bike wê encamên vê di her aliyên jiyanê de xwe bide der. Li cihekî zanistî, pêşketin, berhem û avakirin hebe, li wê derê têkçûyîn ne mimkûn e.