Puduhepa: Şahbanûya aştî û wekheviyê

- Berjin TEKOŞER
88 views
Pudupepa, keça rahîp Bentîp-Şar ê ji bajarê Lawazantiya (Elbistan) ye. Ew ê van gotinan di cejna biharê de ku 30 rojan wek cejna Purîlî tê pîrozkirin, li rûyê Venusê de bigota, ku weke stêrka Îştar tê zanîn.  “Ez Puduhepa, dema ku kesek nizane ez ê bixwînim.  Wek insanên aqilmend ez ê binivîsim.  Ez ê wek insanên mezin bifikirim. Ez ê astengiyên ku derdikevin ser rêya min, bibuhirim.  Stêrk şahidên min in, soza min soz e.”

Warê Xwedawenda Rojê

Di wan deman de çanda Xwedawendiyê pir bi hêz e. Hepat jî Xwendawenda rojê ya Huriyan e, Xwedawenda “dayîk a hemû zindiyan” û “Xwedavenda Xwedawendan” e. Puduhepa, şahbanûya Hîtît a bi eslê xwe Hurrî, bi bîr û baweriya vê çanda Xwedawendiyê mezin dibe. Bavê wê Bentîp-Şar keşîşê Lawazantiyayê ye. Bentip-Şar li Kîzûwatna (Çûkûrova) û Lawazantiyayê (Elbistan) keşîşê Xwedawenda ÎŞTAR-Sauşka’yê ye. Îştar-Sauşka Xwedawenda Lawazantiyê, ku ew keşîşê wê bû; Xwedawenda ku III. Hatuşîlî herî zêde jê hez dikir, Samuha bi Xwedawenda bijarte ya Îştar-Sauşka re girêdayî bû. Ji hêla teorîk ve heman Xwedawend bûn; lê di pratîkê de tam wisa nedihat hesibandin. Sedema vê yekê jî ew bû ku di nav Hîtîtan de her bajarek Xwedayên xwe hebûn û her wiha di rewşa Xwedawendên Îştar-Sauşka de jî wek em dibînin, bi versiyonên cuda tên dîtin.  Gotinên jêr îdeolojiya Xwedawenda Hepat a belavkirin, parastin, mezinkirin û wekhevkirina îdeolojiya xwe bi Arînna re bi zelalî radixe ber çav an: “Ey Xwedawenda Rojê Arînna, şahbanûya tevahiya welatan! Li welatê Hattî ji te re dibêjin Xwedawenda Rojê Arînna, lê li vî welatî navê te Hepat e.”

Şahbanû Puduhepa

Puduhepa Beriya Zayinê di sedsala 13’an de jiya ye. Ew Şahbanûya împaratoriya Hîtît û hevjîna hikumdarê Hîtît III. Hattuşîlî ye. Di derbarê wê de pir kêm tişt tên zanîn, lê ji bo cara ewil di tabletekê de, di axaftina Hattuşîlî ya di derbarê zewaca wî de (Apologie) behs lê tê kirin. Navê Puduhepa û bavê wê bi Hurî ye. Jixwe Puduhepa xwe wek xizmetkara Xwedawenda Hurî, Hepatê dibîne; lê di heman demê de xwe wek kesa ku Xwedawenda Rojê ya Arînnayê jê hez dikir jî ditît. Ji ber wê fikra ku Puduhepa di ciwantiya xwe de di xizmeta Hepat de bûye ji aliyê gelek dîroknasan ve hatiye pejirandin.
Navê Îştar a ji bajarê Lawazantiya ku di belgeyên III. Hatûşîlî de hatine tomarkirin, Xwedawenda parazvan a Şahbanû Puduhepayê ye. Li gor dîroknasan ev çanda Xwedawend Îştar a ku li gel Hurriyan Sauşka tê bi nav kirin, bi rêya Hurriyan derbasî çanda Hîtîtan dibe. Her wiha ev Xwedawenda bajarê Lawazantiyayê ne Xwedawenda evînê, belku Xwedawendek bi xisleta şervan e. Ev jî tam bi kesayeta Şahbanû Puduhepa re digunce; her wiha bi rastiya Hurriyan re. Şahbanûya Hîtîtan piştî qiral yek ji kesên herî bi bandor e, heta bi qiral re di heman astê de xwedî rol e. Puduhepa wek jin xwedî desthilatiyek berfireh bû û ew bi awayê herî baş bi kar dianî. Ji xwe, ji bo kesên ku di wê demê de dixwastin bên ser desthilatdariyê diviya bû xwe bispêrin vê hêzê, nexwe ew ê di pêvajoyên herî zehmet de, ji bilî vê hêzê bi tu wayî çareserî nebaya. Her wiha ew ê şerê Kadeş ê di navbera Misir û Hîtît de ku 17 salan dom kir, bi vî rengî çareser nebaya.  Puduhepa ku di nav şahbanûyên Hîtîtan de xwedî ciheke girîng e, ji jiyana rojaneyî bigirin heya karên olî, ji têkiliyên dîplomatîk bigirin heya polîtîkayê, ew di her mijarê de xwedî gotin bû. Bandora Puduhepayê ya di kar û barên birêvebirinê de ne tenê di dema III. Hatûşîlî de, belku piştî wî, di dema IV. Tuthaliya de jî dewam dike û di dema III. Hatûşîlî û kurê wê IV. Tuthaliya de, mohra wê hema bêje di bin her belgeyekê ku hatiye amadekirin de hebû.   

Peymana aştiyê ya Kadeş û Puduhepa 

Peymana Kadeş di destpêka sedsala 13’an a Beriya Zayinê ji aliyê II. Fîrawinê Misrî Ramses û qiralê Hîtît III. Hatuşîlî ve ji bo bidawîkirina şer; li gor hin çavakaniyan di sala 1285 Beriya Zayinê de û li gor hin çavkaniyan jî 1280’î Beriya Zayinê hatiye îmzekirin. Hîtît demek dirêj li Anatolyayê li erdnîgariyeke berfireh desthilatdar in. Ji bo birêvebirina dewletek wiha mezin jî her tim pêdivî bi têkilî danîna bi dewletên din re hewce dikir. Îro, em van têkiliyan bi saya tabletên bi nivîsa mîxî (cuneiform) de dibînin. Peymana Kadeş jî yek ji wan belgeyên herî bi qîmet ê dîrokê ye. Peyman di navbera du hêzên şaristaniyê yên herî bi hêz Hîtît û Misrê de hatiye îmzekirin. Bêguman tişta herî girîng a vê belgeya dîrokî jî ew e ku ev belge di serdema kevnar de ji aliyê Şahbanûya Hîtît Puduhepayê ve hatiye mohrkirin. Di wê demê de gelek mohr ne tenê bi navê qiral belku bi navê Puduhepa jî hebûne. Bi peymana Kadeş re têkiliyên Hîtît û Misrê li ser aştî û biratiyê tê avakirin. Puduhepa ji hêla dîplomasiyê de jêhatiye, bi gelek dewletên biyanî, qiral û şahbanûyên wan re bi rêya nameyan di nav danûstandinê de ye, îmze avêtiye binê peymanan û berhevkirina belgeyên olî û hwd. Ev jî nîşan dide ku wê perwerdeyek baş dîtiye û xwedî çandek dewlemend e. Her wiha Puduhepa di gelek dozan de erka dadwer jî digire. Ev rewş jî nîşan dide ku ka di dema kevnar de, bi saya Puduhepa jin çendî bi bandor bûne; kêm be jî peyam û fikrekî di derbarê rola jinê ya wê serdemê radixe ber çav.
Her wiha di navbera her du dewletan de, çi di dema şerê Kadeş û çi jî piştî şer bi rêya nameyan hin danûstandinên dîplomatîk pêk hatine. Di van danûstandinan de Firewnê Misrê II. Ramses bi qasî ku III. Hatûşîlî, danûstandina wê ya bi Puduhepa re jî pir baş e; wê pir digire diqetê. Ji hêla naverok de nameyên ku ji Puduhepa re dişîne bi yên III. Hatûşîlî re wek hev in, ev jî nîşan dide ku qiralê Misrê girîngiyek mezin dide Şahbanû Puduhepayê.
Di metnên Beriya Zayinê sedsala XIII. de, li ser zinarên royef ên Fraktîn û Perestgeha Yazılıkaya ya vekirî de, Xwedayên Hurrî li cihê herî bilind ên panteonên Hîtîtan cih digire, ku tê payîn ev di dema Puduhepa de pêk hatibe. Bi vî rengî jî, Xwedawenda sereke ya Hurriyan Hepat bi Xwedawenda Rojê ya Arînnayê re di heman astê de hatiye dîtin û derbasî çanda Hîtît bûye. Bi Puduhepayê re çanda xwedawend a Hurriyan yekser li ser bawerî û ola Hîtîtan bandorê dike. Yanî êdî Xwedawenda Rojê Arînna, Xwedawenda Hurriyan Hepat re bi yek dibe: “Ey Xwedawenda Rojê Arînna, şahbanûya hemû welatan. Li welatê Hattî ji te re ‘Xwedawenda Rojê Arînna’ tê gotin, lê belê li welatê ku te avakiriye, navê te Hepat e.” 

Di her qadekê de xwedî rol û mîsyon e

A rast Puduhepa di dîroka Hîtît de yek ji kesayeta jin a herî girîng e ku hêza jê re hatiye dayîn bi awayekî herî baş bi kar tîne û di warê siyasî, hiqûqî, kar û barên olî de jî, li cem qiral xwedî erkên wekhev û serbixwe ye. Mirov dikare di belgeya Peymana Aştiyê ya Kadeş de ku di navbera Hîtît û Misrê de, ya ku piştî şerê 17 salan ê di navbera van her du hêzan de hate kirin, rol û bandora Puduhepa ya li ser siyaseta derve û dewletê bibîne ka çendî girîng bûye. Her wiha Firewnê Misrî II. Ramses, piştî peymana hatiye çêkirin û şûnde ji III. Hatuşîlî re bîst û şeş û ji Puduhepayê re jî sêzdeh nameyan dişîne. Her wiha li gel van, Puduhepa bi Şahbanûya Misrê Naptera re jî bi rêya nameyan di nav danûstandinê de ye. Dîsa danûstandina wê ya bi rêya nameyan a bi hêzên desthilatdar ên welatên din re; her wiha bi rêya zewacên bi welatên din re kariye polîtîkayên aştiyane bimeşîne. Ev jî nîşan dide ku Şahbanûya Hîtît li gel qiral hema bêje di gelek waran de wekhev e, li welatê xwe xwedî desthilatdariyê ye, bi siyaseta derve re eleqedar e û birêve dibe, di hiqûq de xwedî gotin e, di perwerdekirina zarokên qesrê de jî bi qasî van hemû tiştan bi bandor bûye. Jina Hurî bi welatê jê dayîkbûye dilsoz dimîne û kevneşopiya li welatê xwe jî li cihê ku çûyê bi hêz dike. Li gel nasnava Şahbanûtiyê, wek “Keça welatê Kîzûwatna” jî tê nasîn. Taybetmendiya herî girîng a Puduhepayê ya di pêvajoya siyasî de, peydakirina mohra wê ya aştiyê ye ku piştî şerê Kadeşê yê 17 salan, li Misrê tê îmzekirin. Wergera mohra tomarkirî ya li pişt tabloya zîv ku peymana aştiyê tê de hatiye nivîsandin wiha ye: “Mohra Şahbanûya welatê Hatûşa, hezkiriya Arînna Xwedawenda Rojê, xizmetkara rûyê erdê, keça welatê Kîzûwatna Puduhepa.”
Ev serketina dîplomatîk ku di Misriyan de rê li heyraniyê vekiriye, bi van gotinan tê vegotin; “Rûyê wê bi qasî Xwedayê jin bedew bû.”
Di gelek belgeyan de navê Puduhepa derbas dibe; nexasim di belgeyên tomarkirî yên Hîtît de ku navê wê derbas dibe, hin belgeyên fermî, name, danûstandinên fermî yên nivîskî, qeydên nezir û belgeyên olî hene. Her wiha li gorî belgeyên Hîtît, di gelek belgeyan de navê Puduhepa bi navê III. Hatûşîlî re bi hev re tê bibîranîn. 

Çanda bi hêz a Xwendawendiyê

Bavê Puduhepa bi çand û felsefeya Xwedawend Îştarê girêdayî ye û ew civakîbûna bi hêz a dora vê çandê pêk dihat, pir girîng bû. Ji xwe qiralê Hîtît III. Hatûşîlî di şerê li hemberî Misrê de bi serketî nîne û dixwaze bi xwe sipartina vê hêzê serketinê bidest bixe. III. Hatûşîlî zewaca xwe ya bi Puduhepayê re wiha tîne ziman: “Dema ku ez ji Misrê vedigeriyam, ji bo ku ji Xwedawendê re nezir û diyarî pêşkêş bikim, li Lawazantiyayê sekinîm û min rêûresma xwe qedand… Û li ser daxwaza Xwendawend, ez bi keça keşe Pentîşarî, keşeyê Xwedawend Îştar a li bajarê Lawazantiyayê re zewicîm.” Li gor lêkolînên hatine kirin, ku dide nîşan zewaca III. Hatûşîlî ya bi keça Hurrî re rê li bawerî û îtîbara qiral jî vekiriye. III. Hatûşîlî dizane ku zewaca wî bi Puduhepayê re ne zewacek ji rêzê ye; ev zewac ji aliyê Xwedawend Îştar re hatiye erêkirin û xwedî wateyek mezin e û vê jî bi van gotinan tîne ziman: “Li ser daxwaza Xwendawend bi Puduhepa re zewicîm.”
Puduhepa jinek bi hêz e, hêza wê ya fikrî û bandora wê li tevahiya pêvajoyê xwe nîşan dide. Ew vê zewacê bi awayekî herî baş dinirxîne; bi aqlê xwe, nêzîkatiya xwe ya exlaqî û çanda ku lê hatibû ew ê roj bi roj bi pêş biketa û bida jiyîn.
Belê, jixwe jinek wiha bi aqil û bi hêz, xwedî exlaqek polîtîk û azad tenê ji çanda ku ew lê hatibû, bi çanda Xwedawenda Îştar dikaribû pêkan be. Di baweriyên kevnar ên Xwedawendan de şopên civaka polîtîk û exlaqî her tim tê dîtin. Ev jina bi eslê xwe Hurrî jî ew ê ev ruh û çanda xwezayî ya xwedawendiyê bida jiyîn û ji bo ku mayînde bibe her hewldanek bikira. Ji bo edalet, wekhevî pêk bê hewl bide û girîngî bide bi hevre jiyana gelan.
Puduhepa şopdarek çand û baweriya Xwendawendiyê bû ku di rastiya jiyanê de ji nû ve bi wate dibû û dixwest vê çanda bi hezar salî ku bi xwe re rê û rêbazek jiyanê ava kiriye, di kesayeta xwe de zîndî bihêle. Jiyana ku ji desthilatdariyê dûr, civakîbûnê esas digire, xwe li ser hîmê jiyana azad a li dora vê civakîbûnê hatiye avakirin, bi wate dike.