Beşa herî mezin a dîroka mirovahiyê bi hevsengiya xwezayê re derbas bû. Ji ber zayîn û berhemên ku bexş dike, xweza weke dayîkeke pîroz hate dîtin. Însan bi xwezayê re yek bû; parastina ax û xwezayê parastina jiyanê bû. Tiştê ku ji bo ax û xwezayê baş bû, tim bi kêrî însan jî hat. Lewma heta berî çend hezar salan di dîrokê de ne xiyanet û êrîşa li dijî jinê, ne jî ya li dijî xwezayê rûda.
Danûstandina însan a bi xwezayê û axê re şêwazê jiyana mirovahiyê jî diyar kir. Bi çandiniyê re ev derbasî qonaxeke cuda bû. Ji ber vê weke “şoreşa çandiniyê” hate penasekirin. Ev şoreş destpêkê li Mezopotamyaya jorîn, li ser erdên Kurdistanê bi keda jinê pêş ket û li cîhanê belav bû. Bi xwe re jiyan û çandeke nû anî. Her karê li ser rûyê erdê bandorê li civakê jî kir û weke tovekî di nav civakê de were çandin, li wir jî berhemê xwe da.
Êrîşa herî dijwar a li dijî xwezayê
Şoreşa çandiniyê ku bingeha jiyana xwecihî danî, şêwazê jiyanê yê însan a bi milyonan salan guherand. Lê îro ev çand bi êrîşan re rû bi rû ye. Ev êrîş ewqas berfireh û xeter in ku weke “şoreşeke dijber” tên binavkirin. Êrîşên herî dijwar jî li hemberî zad, tov û çandiniyê pêk tên. Di bin navê xebatên “teknolojiya biyolojîk”, “teknolojiya gen” an “berhemên transgenîk” de dixwazin xwezayê ji cewherê xwe dûr bixin, zayîna xwezayê zad û tov ku mirovahî bi hezaran salan xwedî kiriye, bi temamî ji holê rakin. Weke Francîs Bacon ê ku ji bo van êrîşan rê nîşanî pergala kapîtalîst dabû, plan dikin ku xweza û çandinî bi temamî bikeve bin kontrola hêzên serdest. Bi vî awayî dixwazin bibin xwediyê xwezayê û li ser rûye erdê bê kîjan zad û kîjan tov bi çi şêwazî were çandin, kîjan dermanê çandiniyê were bikaranîn û bûhayê vê çiqas bê ew diyar bikin. Pirrcurebûnê û zayînê ji holê radikin û tovekî ku carek were çandin, êdî nikare xwe zêde bike. Bi vî awayî hişmendiya tinekirinê ya pergala kapîtalîst hewl dide çandinî, hilberîn û siberoja mirovahiyê jî tine bike. Eger pêşî li vê neye girtin, ew çandiniya xwezayî ya bi hezaran salan ku weke Rojava li hin herêmên cîhanê hin jî xwe li ser piyan digire, wê bi temamî ji holê rabe. Bi vê yekê ew çanda komûnal a civakê ku li ser çandiniyê mezin bû jî wê were tinekirin.
Şoreşa dijber a hêzên serdest
Ji ber van xetereyan Rêber Apo, ev êrîşên endûstrîyalîzmê weke dînîtiyek û şoreşeke dijber a herî mezin a li hemberî hebûna mirovahiyê bi nav dike vê hişyariyê dide: “Cotkariya ku hêmanê bingehîn ê civaka mirov û amûrê hebûna wê ye, li hemberî îndustriyê hildiweşe. Ev xebata pîroz a panzdeh hezar salan mirovatî li ser piyan girtiye, îro di halê xwe de hatiye hiştin. Xwe amade dikin wê ji serweriya îndustriyê re bihêlin. Dema îndustriya di bin fermana kar-sermayeyê de bikeve qada cotkariyê, weke yeqîn tê kirin, wê rê li ber hilberîna bi lez û berhemdar veneke. Bi lîstina bi genan, yekdestdariyên îndustriyê wê axê bixin rewşa dayikeke bi rêya sûnnî avis tê hiştin. Çawa ku bi spermeke xerîb ducanbûneke bi sihet û dayiktî mumkîn nîne, bi tovên bi genên wan hatiye lîstin jî ji axê ber nayê girtin, dayiktiyeke baş a zeviyan pêk nayê. Yekdestdariyên îndustriyê di warê cotkariyê de xwe ji vê dînîtiyê re amade dikin. Dîroka mirovatiyê belkî jî dijşoreşa herî mezin wê di cotkariyê de bibîne. Heta destpêkiriye û dibîne jî.“
Stratejiya nijadperest a Emerîkî
Zanista pozîtîvîst ku ji destpêkê ve xizmetî berjewendiyên pergala kapîtalîst kiriye û bombeya atomê ya li dijî mirovahiyê hilberandiye, di polîtîkayên teknolojiya biyolojîk de jî rê li ber xetereyên nû vedike. Di bin navê “lêkolîn û teknolojiya gen” de dijberî xwezayê kar dike. Bi hilberîna dermanên kîmyewî, tovên hîbrît yên bi jehr û stewr ku nikarin êdî xwe zêde bikin di kontrolkirina çandinî û qûtê cîhanê de bi her awayî piştgirî dide pergala kapîtalîst. Stratejiya vê dijminahiyê jî Emerîka diyar dike. Ev plana “kontrolkirina qût û xwarina cîhanê” weke stratejiyeke şer bi piştgiriya Pentagon, hemû rêveberên Emerîkî yên hatine ser kar, dewleta Îngilistanê û saziyên navneteweyî xistin dewre. Ew hewldanên dijberî xwezayê ku Emerîka di Şerê Vîetnamê de weke stratejiyekê pêk anîbû, li tevahî cîhanê belav dikin. Bi polîtîkayeke nijadperest, bi şertê ku ev dewlet rêjeya nifûsa xwe kêm bikin, li welatên xizan di bin navê alîkariyê de pêk anîn. Wezîrê Karê Derve yê Emerîkayê Henry Kîssînger ku yek ji sazkarê vê ye, ev stratejiya faşîzan weha penase kiribû: “Eger tu petrolê kontrol bike tê netewan kontrol bike, eger tu xwarinê kontrol bike tê însanan kontrol bike… Xwarin çek e û di çenteyê me yê hevdîtinan de yek ji amûrên me ye.” Piştî salên 1970’î siyaseta zad û çandiniyê li gorî vê stratejiyê hate rêvebirin. Di 1985’an de Weqfa Rockefeller a Emerîkî ku ji bo pêkanînên nijadperest piştgiriya maddî dabû Elmanyaya Naziyan dest bi lêkolîna herî mezin a teknolojiya gen kir. Şîrketa Monsanto jî ku di şerê Vîetnamê de ji bo dar û nebatan bikuje dermanê kîmyewî ya “pirteqalî” hilberandibû, di pêvajoya teknolojiya gen de bi heman awayî dîsa ji bo tinekirinê pêşengî kir. Di vî şerê nû yê li dijî mirovahî û ekolojiyê de Monsanto îro jî rola sereke dilîze. (1)
Diziya li dijî xweza û mirovahiyê
Ev qirkirina li dijî zad û çandiniyê ku weke çekekî tê bikaranîn ewqas berfireh e ku tenê di nivîsekê de em nikarin bi hûrguliyên wê dakevin. Lê tenê çend encamên vê stratejiyê ku em weke mînak bidin jî bê exlaqî, talan, dizî û dijberiya li dijî ekolojî û mirovahiyê tê meşandin eşkere bike. Şîrketên mezin yên weke Monsanto, Cargîl, Dow, DuPoint ku hêjmara wan dehan derbas nake, bi piştgiriya Emerîka li cîhanê hemû bazara zad û tovên genetîka wan hatiye guhertin rêvedibin. Ev şîrket ew tovên ku bi hezaran salan bi keda hemû mirovahiyê hatine hilberandin û xwe gihandina roja me ya îro, weke milkê xwe dibînin. Ji bo ev tov tenê bi destûra wan û di berdela pere de werin bikaranîn qanûnên çandiniyê derxistin. Li gorî hişmendiya ekolojiyê, bikaranîna ji pêdiviyê zêdetir weke dizî tê dîtin. Lê ev şîrket hilberîn, zayîn û xwe nûkirina xwezayê ya ku heta roja me ya îro hiştiye jiyan berdewam bike, weke “dizî” bi nav dikin. Li hemberî vê qanûnên nû derdixin. Li gelek welatan eger cotkar ji bo hesada xwe tov rakin, bi hev re tov biguherînin, an ji berhemên xwe yên hilberandine tov bifiroşin, ev weke “dizî”, “reqabeta neheq” û karê derveyî qanûnî tê binavkirin û bi berdelekî gelekî giran tên cezakirin.
Şoreşa dijberî kesk!
Bi navê “şoreşa kesk” a çandiniyê îdîa dikin ku qaşo wê çareserî ji pêdiviyên nifûsa zêde ya cîhanê re bînin, berhemên zêde biafirînîn û pêşî li birçîbûna cîhanê bigirin. Lê ya rastîn rêbaza ku herî zêde birçîbûnê ava dike, heta mirovahiyê ber bi xelayê ve dibe û xwezayê tine dike ev teknolojî bi xwe ye. Ev talana herî mezin a li dijî xwezayê û gelên xizan e û heqê wan, keda wan didize. Weke mînak bi rêbaza pirrcure (polîculture) a çandiniyê ya xwezayî û klasîk di berdela 5 pîvanan de 100 hilberîn pêk tê, lê belê bi rêbaza yekcure (monoculture) a van şîrketan de di berdela 1 pîvanê de 3 hilberîn çêdibe. Ev bi awayekî eşkere nîşan dide ku ev şîrket di dewsa hilberînê de tinebûnê pêş dixin, birçîbûn, xela û xizaniyê diafirînin. Şoreşa wan a kesk, qirkirineke li dijî xwezayê ye. Berovajî îdîayan di vê rêbazê çandiniyê de hîn zêdetir maddeyên kîmyewî yên bi jehr, fosîl û av tê bikaranîn. Tovên genetîka wan guhertine hilberînê kêm dikin. Ji bo xweza û tendûristiya mirovan xetereya van tovan bi qasî çekên biyolojîk mezin e. Tevî vê bandora mezin, ev nebatên genetîka wan hatine guhertin, berî bikevin bazarê nayên kontrolkirin. Bi van rêbazan cotkar ziyanê dibînin. Cotkarên xizan ku van berhemên bi jehr bikartînin di her hesadê de hem pere didin tovan, hem jî didin dermanên kîmyewî. Ji ber vê yeke tiştekî bi dest naxin, tim wenda dikin û deyndar dibin. Weke mînak di sala 1997’an de li herêma Warangal 400 cotkarên ku bûn deyndarê van şîrketan, ev jehrên kîmyewî yê çandiniyê vexwarin û dawî li jiyana xwe anîn. Bi heman rengî di 1998’an de jî bi dehan cotkarên Hindî ji ber deynên van şîrketên çandiniyê dawî li jiyana xwe anîn. (2) Şîrketên hegemon, bi tinekirina cûreyên zad û nebatan jî qirkirineke mezin diafirînin. Li Çînê berê 10 hezar cûreyên genim dihatin hilberandin, lê belê 1970’î piştî “şoreşa kesk” a dijber kete meriyetê, ji van cûreyên genim tenê 1000 man. Her weha ji 7 hezar cûreyên sêvan yên berê li Emerîka hebûn, 6 hezar zêdetir tine bûn. Li Filîpînan jî tevî ku berê bi hezaran cûreyên birinc hebû, îro ji %98 zeviyan de tenê 2 cûreyên birinc yên genetîka wan hatiye guhertin tên çandin. (2)
Divê em tovên jiyanê biparêzin
Tenê di van çend mînakan de jî tê dîtin ku “şoreşa kesk” û teknolojiya gen a qaşo hilberînê zêde dike bi temamî derew e. Ev teknolojiya tinekirinê, dizî û talanê bi xwe ye. Hêzên kapîtalîst çav berdane keda hevpar a mirovahiyê û tovên zeviyan, pariyên di devê gelên xizan de didizin. Ev dîktatoriya li ser çandiniya cîhanê tê ferzkirin, yek ji êrîşa herî dijwar û faşîzan ya modernîteya kapîtalîst e. Weke Frankenstein’ê rastîn yê vê demê ye. Tov, zayîn û pirrcurebûn nîmetên herî pîroz ên xwezayê ne. Pirrcurebûna xwezayê, parastin û bikaranîna tov mafên me yê sereke ne. Ji bo ewlehiya zad û xwe xwedîkirinê, ev pêdiviyeke bingehîn e. Dewama pergala ekolojîk, mafê mirovahî û nifşên din jî encex bi demokrasiya zad û xwedîderketina vî mafî mimkûn e. Lewma têkoşîna mafê mirovan, demokrasî û ekolojîk teqez divê li hemberî vê dizî û talanê jî xwe rêxistin bike. Encex bi têkoşîneke girseyî ya ekolojîk em dikarin pêşî li vê talanê bigirin. Ji ber ew tovên ku dixwazin ji me bidizin tovên jiyanê bi xwe ne. Xezîneya me yê herî bi nirx, mîrateya me ya herî mezin a çanda dayîka xwedavend û şoreşa çandiniyê ya jinê bi xwe ye. Weke 104 MÊ’yên Înanna, Enkiyên serdema îro dîsa bi dekûdolaban dixwazin van ji me bidizin. Ji bo ew dîroka dijber careke din dûbare nebe, divê em van nirxên “yên Me” bi xwe ne biparêzin. Hebûna me encex bi ax, tov, çandinî û zayîna xwezayê mimkûn e.
1-Ev agahî ji pirtûka Tovên Mirinê (F.Wiliam Engdahl) hatine wergirtin.
2- Ev mînak û dane ji pirtûka Hesada Hatiye Dizîn (Vandana Shîva) hatine wergirtin.