Di 4’ê Mijdarê roja salvegera qirkirina siyasî de li şaredariyên bajarê mezin ên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiya Rihayê qeyûm hatin tayinkirin. Hilbijartina roja 4’ê Mijdarê ne tesaduf bû. Ji ber ku jixwe tayinkirina qeyûman jî darbeyeke siyasî ya li dijî îradeya gelê Kurd e. Îktidara AKP-MHP’ê ya ku di heman demê de mafê hilbijartinê yên gelê Kurd binpê dike, ji aliyekî destê aştiyê dirêj kir û qala hatina meclîsê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir, ji aliyekî jî êrişên xwe dewam dike. Îktidara AKP-MHP’ê teqîna
li Enqereyê wekî hincet nîşan da û êriş bir ser Rojavayê Kurdistanê, qeyûm tayin kir û ceza li hevşaredaran birî. Di heman demê de jî fezleke ji bo parlamenterên bi dengê gel hatine hilbijartin, amade kir. Ev dirûtiya sîstema faşîzmê ye. Ev sîstema faşîst dewsa ku kujerên Narîn Guran, Rojîn Kabaîş, Gulistan Dokû eşkere bike, qeyûman tayin dike û kesên mafê jinan dibarêzin, dike hedef.
Pergala hevserokatiyê dikin hedef
Jixwe berî qeyûm tayînî van her sê bajaran bibin, tayinî şaredariya Colemêrgê û piştre tayinî ya Esenyurta Stenbolê hatibûn kirin. Li Wanê jî hat xwestin qeyûm bê tayinkirin lê belê bi têkoşîna gel paşde gav hat avêtin. Dîsa di 22’yê Mijdarê de qeyûm tayînî Dêrsim û navçeya Dêrsimê Pulurê hat kirin. Li vir gotina hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan watedar bû. Bîrsen Orhan got:”Vana çawa di 1938’an de Dêrsim dagir kirin niha jî şaredariyên me dagir dikin. Temaşe nekin werim am bi hev re têbikoşin.” Îcrata ewil a qeyûm dîsa ew bû ku şaredarî bi bariyerên beton dorpêç kirin. Di eslê xwe de gelek sedemên tayinkirina qeyûman a ji aliyê desthilata yekperest ve hene. Yek jê hedefgirtina pergala hevserokatiyê ye. Ji ber ku ev sîstema tenê zihniyeta mêr diparêze, naxwaze wekhevî hebe. Pergala hevserokatiyê jî destketiyek jinan e û nîşaneya wekheviyê ye. Bi tayinkirina qeyûman re wekheviya jin û mêr û bi vê girêdayî ya civakê dikin hedef. Lê belê jin têkoşîna ji bo pergala hevserokatiyê bi dirûşma “Pergala hevserokatiyê xeta me ya xemrî ye” dewam dikin.
Qeyûm êrişî zimanê Kurdî dike
Bi tayinkirina qeyûman re ziman, çand û hunera Gelê Kurd jî dibe hedef. Dema qeyûm hat tayinkirin di destpêkê de gotina bi Kurdî ya li ser malpera fermî ya şaredariya Xelfetiyê hat rakirin. Jixwe di serdemên nû de dema qeyûm li Amedê hat tayikirin dîsa di destpêkê de Zarokîstanên ku zarokan lê bi zimanê dayikê perwerde didîtin kiribû hedefa xwe. Qeyûm her tim êrişî zimanê Kurdî dike. Qeyûm di xebatên çand û hunerê de ti carî cih nade ziman, çand û nasnameya gelê Kurd. Ji derve kesên eleqeya wan bi kurdîtiyê tine ye û ji çanda kurdan dûr tînin û bi ser de pere dide wan. Di heman demê de jî karkeran ji kar derdixin û ji derveyî Kurdistanê ji Tirkiyeyê karkeran tînin û di şaredariyan de bi cih dikin. Ev rêbaz jî ji mirovahiyê, hiqûq û edaletê dûr e. Em dikarin mînakek din ji bo vê rêbaza ji mirovahiyê dûr bidin. Li Xelfetiyê bi gotina qeyûman, dara ku çalakvanên li dijî xespkirina îradeyê lê rûdiniştên, hat birîn.
Qeyûm ji bo rantê tên tayinkirin
Me got gelek sedemên tayinkirina qeyûman heye û ev jî bi rêya darazê tê kirin. Ji ber ku daraz di bin kontrola AKP-MHP’ê de ye, loma jî wekî alavekê tê bikaranîn. Qeyûm bi milyonan deyn li dû xwe hişt û hemû cihên ku aîdî şaredariyan bûn, firotin an jî dewir kirin. Loma qeyûm şaredariyan ne wekî qada xizmeta ji bo gel wekî qada rantê dibîne û gelek pere bi vî rengî derbasî cihekî navendî dibe. Bi taybet piştî hilbijartinên rêveberiyên herêmî AKP-MHP’ê gelek deng winda kirin û têk çûn, loma jî dixwazin bi tayinkirina qeyûman ji aliyekî jî tola xwe hildin.
Çalakiyên li dijî qeyûman
Li dijî qeyûman têkoşîn û çalakî jî dewam dikin. Gelê Kurd li dijî vê darbeya ku li demokrasiyê ketiye bêdeng nema. Li kolanan bi pêşengiya jinan dirûşmên “Qeyûm bicehime”, “Tu nikarî îradeya ma desteser bikî” hatin berzkirin. Nobet hatin girtin û tevî hemû êriş û mudaxaleyên polîsan jî gel daket qadan. Çalakî û nerazîbûnên li dijî tayinkirina qeyûman li dijî xespkirina îradeya Gelê Kurd e.