Têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê çawa bandor li tevahî jinên Îranê kir û bû sedema, ‘Şoreşa Jin Jiyan Azadî’, li Iraqê bi vî awayî nebe jî hêdî hedî bandora xwe dide nîşan, jinan li dijî zêhniyeta mêrsalar û dijmin, tîne ba hev, wan di çarçoveya paradîgmaya Rêber Apo de rasterast an jî ne rasterast perwerde û zana dike. Bêgûman eger îro, li Iraqê jinên Kurd, Ereb û Êzidî li gel komên din ên etnîk û baweriyan di bin banekê de tên ba hev ev pêşketinek mezin e. Li Iraqê qurbaniyên herî mezin ên êrişên DAIŞ’ê bêguman jin bûn. Tevî ku 10 sal li ser êrişên DAIŞ’ê, komkujî û hovîtiyên wê re derbas bûye, hîn jî bêhna DAIŞ’ê ji gelek deverên Iraqê tê. Yek ji wan bajarên ku herî zêde bêhna DAIŞ’ê jê tê Mûsil e.
Lê Mûsil yek ji bajarên kevintirîn, otantîk û mozaîk a gelan e. Jinên vî bajarê bedew û qedîm, hîn jî dibin tirs û xofa DAIŞ’ê de jiyana xwe debar dikin. Bi taybet jinên Kurd, Şîe, Êzidî, Mesîhî, Feylî, Şebek û neteweyên din ev tirs hîn ji ser xwe ne avêtine û dibin siya vê tirsê de lingek wan li Mûsilê lingek jî li derveye. Gelek herêmên dikevin parelela 140 de jî di heman rewşê de dijîn. Li gelek bajarên Iraq û Kurdistanê, jin nikarin bêyî hevjîn, bira an babê xwe derkevin derve. Bazar û cihên qelebalix tenê ji bo çend saetan jinan qebûl dikin, bazar piranî mêr û leşker in. Lê helbet li Kurdistanê û bi taybet jî li Şengalê rewş cudaye. Li van bajarên ku bi taybet DAIŞ lê ji aliyê gerîlayên Apoyî ve hat têkbirin, rengê jinê geş e. Bi saya Tevgera Azadiyê jin îro bi azadî dikarin li her qadê bigerin. Lê heman tişt hîn jî nikare ji bo bajarên Kurdistanê yên Başûr ên wekî Xûrmatû, Celewla, Kerkûk, Mûsil û Xaneqînê bê gotin. Bi hinceta DAIŞ’ê niha ev bajar dibin siya çek û mêran de ye. Ne tenê di warê leşkerî de ji aliyê mêran ve jî hatine dagirkirin. 10 sal e rewşa bajarên Iraqê û ev herêmên nakokî li ser hene wisa ye.
Têkoşîna hevbeş xurt bû
Piştî salan 2024 saleke tijî têkoşîn û xebatên hevbeşbû. Li aliyekî tundiya li dijî jinan, “zewaca di temenê zarok de” û ji mafên sereke bêpar hiştina jinan, li aliyê din têkoşîneke hevpar a bi pêşengiya jinên Êzidî û Kurd li Iraqê hebû. Xebatên bi 8’ê Adarê dest pê kir, heya dawiya salê dewam kir. Têkoşîna jinên Êzidî ya ji bo azadiya Rêber Apo û Xweseriya Şengalê, têkoşîna jinên Başûr ya li dijî tundiya li ser jinê, aktîvbûna di nava siyasetê de, têkoşîna jinên Iraqî ya li dijî hewldanên ‘Guhertina Qanûna Rewşa Kesî’ bûn çend mijarên sereke yên derketin pêş. Bi şêwazekê ev têkoşîna jinên Kurd, Êzidî û Ereb li xalekê gihişt hev. Çemên cuda diherikîn di sala 2024’an de gihiştin hev. Ev hevgihiştinê karî rê li derxistina zagonên li dijî jinan were girtin. Bi komxebat, daxuyaniyên hevpar, semîner û çalakiyan di gelek mijaran de hevparî çêbû û karîn giraniya xwe bidin nîşan.
Jinên Şengalî xebat berbelavî Başûr û Iraqê kirin
Jinên Êzidî yên bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) xebatên xwe berfireh dikin, îsal karîn bi komxebatên hevpar û kampanyayan têkoşîna xwe derxin derveyî sînorên Şengalê û Iraqê.TAJÊ bi boneya 15’ê Sibatê li Şengalê bi tevlîbûna jinên Ereb û pêkhateyên din ên Iraqê komxebatek bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ li dar xist. Vê komxebatê pêşî li gelek xebatên hevpar ên nava salê jî vekir. Her wiha kampanyaya ‘Serok mêvanê mala me ye’ li Şengalê ji aliyê TAJÊ ve hate rêvebirin. Her wiha di 8’ê Adarê de kampanyaya ‘Li dijî qirkirina jinê, bibe dengê xweparastinê’ li Şengal, Iraq ûdi asta navnetewî de da destpêkirin. Kampanyayê piştgiriyeke herêmî, netewî û navnetewî girt. Bi vê xwest Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) weke hêzên parastina civak û jinên Êzidî were nasîn û qebûlkirin. Di nava salê de gelek zarokên keç û jin ên Êzidî bi rêya YPJ’ê û QSD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin rizgarkirin. Kesên hatin rizgarkirin ji aliyê TAJÊ-YJŞ’ê ve radestî malbatên wan hatin kirin.
Li parlementoya Ewropayê Konferansa Jinên Êzidî pêkhat. Konferans bi dirûşma, ‘Jinûve avakirina civaka Êzidî ya di bin gefa qirkirinê de’ birêve çû û nûnerên TAJÊ û YJŞ’ê jî tevlî bûn. Jinên Êzidî di vê konferansê de rojevên xwe hevpar kirin, helwesta xwedî derketina li Şengalê derkete pêş û karîn dengê jinên Êzidî bigihînin qada navnetewî.
Yek ji xebata herî biqîmet û bi bandor 3’emîn konferansa jinên Êzidî û Ereb ya bi pêşengiya TAJÊ li Bexdayê hate lidarxistin bû. Konferans bi dirûşmeya, ‘Bi têkoşîna hevpar li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparstinê’ li dar ket. Di serî de jinên Ereb, jinên Kurd û jinên ji komên din ên etnîk û baweriyan jî beşdarî komxebatê bûn. Rojevên hevpar ên jinên Iraqê û Êzidî hatin gotûbêjkirin û giringiya têkoşîna hevpar derkete pêş. Jinên Êzidî li dijî hewldana guhertina ‘Qanûna Rewşa Kesî’ jî bi jinên Iraqî re hevpar helwest nîşan dan. Di vê çarçoveyê de gelek serdan ji bo Mûsil û Bexda’yê pêk hatin. Jinan li dijî êrişên li ser Şengalê hişyarî pêş xist û pêşengiya çalakiyan kir. Bi taybet di salvegera fermanê de bi roleke pêşeng rabûn û ji bo xweseriya Şengalê, xebateke hevpar meşand.
Li Şengalê xebatên Jineolojiyê
Cara yekem li Şengalê xebatên Jineolojiyê hate nasandin. Jinên Ereb yên Şengalê hem Însiyatîfa Xwe ava kirin û hem jî keçên wan tevlî nava refên YJŞ’ê bûn. Tevlîbûna keçên Ereb ji nava refên YJŞ’ê re rastî bertekên cidî yên dewlet û hêzên Iraqî, eşîrî û malbatî hatibe jî, tevlîbûna jinên ciwan ên Iraqê ji bo Tevgera Azadiyê ne gavek ji rêzê bû. Ev di heman demê de dibe deriyeke giring ji bo ketina nava jinên Iraqî û beşdarîkirina ji têkoşîna azadiyê re. Bi taybet helwesta jinên ciwan ya li beramber artêşa Iraqê, eşîret û malbatê ne tişteke wisa ji rêzê bû û karî bikeve rojeva hêzên siyasî yên Iraqê jî. Ji ber ew tevlîbûna jinên ciwan ji YJŞ’ê re ji bo xwe weke destwerdaneke îdeolojîk dibînin û bi vî awayî bertek nîşan dan.
Jinên Iraqî tevlî têkoşîna hevpar bûn!
Piştî destwerdana Amerîka ya 2003’an, bûyerên 16’ê Cotmehê yên dagirkirina Iraqê û êrişên DAIŞ’ê Iraq bi ser xwe ve nehat. Her tim bû qada şerên herêmî û cîhanî. Ji ber vê piraniya herêmên Iraqê û bi taybet jî herêmên nakokî li ser hene, hatin milîtarîzekirin û rengê mêr li ser serwer bû, jin dîsa ketin zîndana nava malê. Bêgûman yên herî zêde ji vê zirar dîtin jî jin bûn. Hîn jî tirsa DAIŞ’ê li ser gelek bajarên Iraqê û hinek bajarên Kurdistanê yên weke Mûsil û Kerkûkê heye. Ji ber vê têkoşîna saziyên sivîl, rêxistinên jin û tevgera azadiya jin li van herêman hatin sînodarkirin. Lê îsal ji hemû salan zêdetir jinên Iraqê aktîv bûn û tevlî têkoşîna jinên Kurd û Êzidî bûn. Hem komxebatên hevpar, hem çalakiyên hevpar ên li ser fikra Rêber Apo hatin meşandin û hem jî salvegera fermanê hişt ku ew di mijarên din de jî hevpar bibin. Bi taybet piştî hinek fraksyonên Şîe yên nêzî mezheba Cehferî xwestin guhertinê di ‘Qanûna Rewşa Kesî’ de çêbikin, jinên Iraqê ku Kurd û Êzidî jî di navê de ne, heman bertek nîşan dan û hiştin ku guhertin di qanûnê de çênebe. Ji ber di qanûnê de ‘zewaca bi zarokan re’ tê rewakirin, jin ji mafên xwe yên mîratê û dayîktiyê bêpar tên hiştin. Cara yekê rojevek bi pêşengiya jinan li Iraqê çêbû û piştgiriya saziyên navnetewî jî girt. Ji ber ev helwesta hevpar ya jinan bû, heya niha jî nekarîne vê qanûnê di parlementoyê de erê bikin.
Qetilkirina jinên rojnamevan û siyasetmendar
Li Başûrê Kurrdistanê li gel tevlîbûna jinan a ji hilbijartinên parlementoyê re û nerazîbûnên li dijî hewldanên guhertina ‘Qanûna Rewşa Kesî’ bi dehan çalakî hatin lidarxistin. Jinên mamoste û yên ji pîşeyên cuda li dijî hukûmeta yekperest û dijdemokratîk ya Mesrûr Barzanî pêşengî ji çalakiyan re kirin û daxwaza heqdestê xwe kirin. Her wiha jinan bi çalakiyan cihêkariya di qada kar de ya li dijî jinan jî rexnekirin.
Kuştinên jinan jî weke hersal dewam kir. Herçend hîn amara fermî ya 2024’an ne hatibe ragihandin jî li gorî nûçeyên medyaya Başûr, rojane bûyerên kuştin û xwekuştinê li Herêma Kurdistanê rû didin. Dewleta Tirk di nava salê de 3 jinên pêşeng ên ji 3 beşên Kurdistanê şehîd xist. Şoreşger û çalakvana jin Feryal Silêman (Zelal Zagros) a ji Rojavayê Kurdistanê li Kerkûkê ji aliyê tetîkkêşên MİT-Eniya Tirkmen ve hat qetilkirin. Li Şengalê jineke ciwan a Rojnamevan birîndar bû, rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn raste rast bi balafirên dewleta Tirk li nava axa Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin qetilkirin. Yên Nagîhan Akarsel (Zîlan Konya) hedef girtin jî heman kes bûn. Bi taybet hedefgirtina jinên şoreşger, çalakvan û pêşeng, nîşan dide ku tirseke wan a mezin ji jinên şoreşger heye. Destûrdayîna hikûmeta herêmê û Iraqê jî tirsa hevpar ya ji jinan nîşan dide. Şehîdbûna van jinên şoreşger û rojnamevan di asta netewî û navnetewî de jî bû sedema bertekên cidî û rojeveke mezin li herêmê çêkir. Vê jî hişt Tevgera Azadiya Jinên Êzidî zêdetir bikeve rojeva Iraqê.
Weke encam saleke germ û tijî bû, lê nîşaneyên têkoşîna hevpar û encamên têkoşîna hevpar jî bi xwere anî. Eger em bikarin bi du hevokan xulase bikin, têkoşîna gerîlayên YJA-Star a li dijî dagirkeriyê, xebatên di çarçoveya pêngava azadiya Rêber Apo de û belavkirina fikra wî di nava jinên Iraqê de, têkoşîna li dijî dagirkeriyê û hewldanên derxistina qanûnên li dijî jin û zarokan weke çend rojevên sereke yên salê bûn. Wisa xuyaye, wê ev hîmê têkoşîna hevpar di sala 2025’an de bikeve qonaxeke nû. Di rastiyê de têkoşîna jinên Iraqê dikare li dijî destwerdan û çanda şer ku qurbaniyên wê yên herî mezin jin û zarok in hevpar were meşandin û mezinkirin.