Dewleta Tirk a dagirker ku ji 1983’an ve bi bahaneya Tevgera Azadiyê bost bi bost axa Kurdistanê dagir dike, bi sedan baregehên biçûk û mezin çêdike, xwezayê talan dike, ciwanên Kurd dikuje. Lê li gel van hemûyan jî nekariye bigihe armanca xwe. Her sal dibêje, çendek man e, em ê wan jî tine bikin û dibe payîz careke din diçe serî. Beşek ji civaka Tirkiye ya bûye kerî jî ji van derewên dewleta Tirk bawer dikin. Dewleta Tirk herçend behsa pîşesaziya xwe ya ‘Parastinê’ û çek û teknolojiya xwe ya modern bike jî, ti teknolojiyeke wê ya saf xwemalî, bi gotina wan ‘Millî’ nîne. Hemû welatên Ewropa û Rojava yên îdîaya demokrasiyê dikin didin wan!
Li gel evqas çekên modern yên NATO’yê jî îsal di hevdîtinan de li xwe mikûr hatin ku wê nekarin bi desteka heyî ya hêzên derve, dîsa desteka PDK’ê, Sûne û Tirkmenan bikarin PKK’ê biqedînin. Ji ber vê careke din bi erêrkirin û piştgiriya NATO û bi taybet jî Amerîkayê Iraq tevlî konsepta qirkirina Kurd kir. Artêşa Tirk a nekarî bi rêya şerê hewayî û bejahî bikeve Herêmên Parastinê yên Medyayê û xwe mayînde bike, bi erêkirina Iraq, Amerîkayê û îqnakirina beşeke giring a Şîeyên Iraqê (nêzî Îranê) di deriyê Îbrahîm Xelîl re derbasî Başûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Bêgûman eger artêşa Tirk li beramber berxwedana bêhempa ya gerîla serketîba, dê li Iraq û Başûr parsekî nekiriba. Erdogan ku piştî salan hate Iraqê li hemû deriyan da û rica kir, piştgiriyê bidin wan. Herî kêm li gel wan êrişî PKK’ê nekin jî, li pêşiya planên wan nebin kelem.
Ji ber van tawîzên hêzên Iraqî û hikûmeta Sûdanî didin dewleta Tirk, êdî artêşa Tirk rojane di deriyê Îbrahîm Xelîl re hêz û sewqiyeta leşkerî ji bo Başûrê Kurdistanê, Iraq û Herêmên Parastinê yên Medyayê vediguhêze. Bost bi bost axa ku gerîla diparêze, PDK di carekî de pêşkêşî dewleta Tirk dike. Heya niha nerazîbûnên cidî li beramber vê nîne. Jixwe Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî di civîneke xwe ya li gel melayan de îtîraf dike ku wan Behdînan ji artêşa Tirk re vekiriye û dibê, ‘Kêm mabû PKK hemû herêma Behdînanê bixe bin kontrola xwe, lewma me rê ji Tirkiye re vekir û got werin çi dikarin bikin, bikin!’. PDK ne tenê di warê eskerî de, di qada siyasî de jî pişta xwe dide Kurdan û bi dijminên Kurdan re tifaqê dike.
Parlemenê mûtabaqat erê nekiriye
Mûtabaqata ku Iraq, dewleta Tirk û PDK’ê li Enqereyê îmze kirin, ji aliyê parlementoya Iraqê ve ne hatiye erêkirin. Her wiha ev mûtabaqat ji aliyê Serokwezîr ve jî ne hatiy îmzekirin û dema wê heya salekî ye. Kîjan alî bixwaze betal bike, divê 6 meh berê aliyê din agahdar bike, eger na wê dewam bike. Di mûtabaqatê de çiqas rê dabin dagirkeriya Tirk, du qatê wê di pratîkê de pêk tînin. Pîlana dewleta Tirk bi giştî Başûrê Kurdistanê Kerkûk û Mûsil jî di navê de dagirkirin e. Vê dagirkeriyê ne tenê bi rêya eskerî, her wiha aborî, siyasî, îdarî û civakî dike. Weke leşkerî cihên ku berê û niha digire, îlhak dike û dagirkeriyê berfireh dike.
Kirasê ‘Geşepêdanê’ li dagirkeriyê kir
Dewleta Tirk ku ji ber siyaseta xwe ya dagirkeriyê ya ji Rojhilata Navîn bigire heta Asyayê di rojevê de ye, ji bo kiras li dagirkeriyê bike û weke siyaseta ‘Qezenc bike-Qezenc bike’ bide nîşan jî, li Iraqê derewa ‘Rêya Geşepêdanê’ derxist pêş. Iraqê li beramber çêkirina vê rêyê dagirkeriya Tirk erê kir û axa Kurdistanê bi temamî pêşkêşî dewleta Tirk a dagirker kir. Dewleta Tirk ku armanca wê ya sereke dagirkirina Kurdistanê ye, hedefa wê ya duyemîn rêxistinkirin û zindîkirina DAIŞ’ê ya dibin navê Sûneyan de ye. Dixwaze bi rêya Erebên Sûne, Tirkmen û PDK’ê di siyaseta Iraqê bihêz bibe û cihê lingê xwe çêbike. Heya niha nikare bêgotin, di qada siyasî ya Iraqê de cihê xwe çêkiriye. Di hemû hevdîtinên xwede dibêjin, em li gel Iraqê siyaseta ‘Qezenc bike-Qezenc bike’ esas digirin. Lê di rastiyê de ti qezenceke Iraqê di vê mijarê de nayê dîtin. Dewleta Tirk dibêje, ji bo ez rêya ‘Geşepêdanê’ ya ji Besrayê destpê dike, heya Ovakoy ya Bakurê Kurdistanê diçe û ji wir jî berbi Tirkiye û Ewropayê ve diçe çêbikim, hebûna PKK’ê ya li herêmê li pêşiya zindîbûna aboriyê ya li Iraqê û geşepêdanê asteng e. Ji bo vê astengiyê rakim û bikarim vê rêyê çêbikim, divê pêşî PKK ji holê bê rakirin. Ev rêya ku ji sînorê Rojavayê Kurdistanê destpê dike beşeke giring a Başûrê Kurdistanê digire nava xwe. Bi vî awayî bi Iraqê da qebûlkirin ku divê li beramber çêkirina rê PKK’ê û yên nêzî fikra PKK’ê ne li Iraqê bêne qedexekirin û terorîzekirin.
Her wiha dixwaze krîza xwe ya aborî bi dagirkerî û mêtîngeriya aborî ya li Iraqê bide derbaskirin. Eger gotin di cih de be, dixwaze bi kevirekî çend çûkan bikûje. Ji bo vê jî wê bi dehan şîrketên xwe seferber bike û ji vir jî ranteke mezin bidest bixe.
Her wiha bi rêya çêkirina vê rêyê dixwaze hebûna hêzên çekdar yên nêzî Îranê li herêmên nakokî li ser hene sînordar bike û nifûsa Îranê ya li herêmê lawaz bike. Ji bo vê jî heya dawiyê erêkirin ji Amerîka, Îsraîl û bi taybet jî NATO’yê girtiye.
Rêya mijara gotinê ku di sînorê Şengalê re derbas dibe, dikeve ciheke stratejîk. Îsraîl jî, Amerîka jî û Îran jî çavê wan li vê rêya stratejîk e ku Rojava û Şengalê bi hev girê dide. Dîsa eger li herêmê serwer bibe cihê herî stratejîk ê li herêmê Çil Mêranê digire. Kî Çilmêran kontrol bike, dikare rêya Iraq û Sûriye bi hev ve gire dide, bi temamî kontrol bike. Lewma Îran jî dixwaze vir bigire, Tirkiye jî bi bahaneya hêzên Êzidî dixwaze vir bigire û vê jî bi piştgiriya Îsraîl û Amerîkayê dike.
Başîka navenda çeteyan e
Barzanî û Erdogan ji bo careke din DAIŞ’ê li herêmê zindî bikin, li dijî hebûna Tevgera Azadiya Kurdistanê û komên çekdarên ên Şîe, komên faşîst ên Tirkmen, DAIŞ û komên paramilîter yên ser bi PDK’ê rêxistin dikin. Ji bo vê jî bi hîleyeke eşkere baregeha Başîkayê fermî kirin. Di fermiyetê de radestê Iraqê kiriye, lê di pratîkê de hebûna xwe ya li baregehê rewa û fermî kir! Ev xeteriyeke mezin e ji bo Kurd, Êzidî, Şebek, Şîe û Mesîhiyan. Hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî li beramber dayîna vîzeyeke sînordar ji bo xapandina Iraqiyan, qebûl kir Tirk li Başîkayê bimînin, herêmê îlhak bikin, çeteyan biçek û perwerde bikin. Başîka niha ji bo hemû Başûrê Kurdistanê û bi taybet jî Şengal û Mexmûrê metirsiyeke mezin çêdike.
Her wiha li gorî amarên fermî yên Iraqê ji ber hişkesaliyê û bê aviyê salane 100 hezar zeviyên Iraqê hişk dibin û jiyan lê dimire. Sedema vê ya sereke jî dewleta Tirk a dagirkere. Li beramber avên Kurdistanê de Kurdistanê dagir dike, dewleta Iraqê terbiye dike û bi wêya tawîzan jê digire. Lê heya niha jî soza berdana avên Dîcle û Firatê ne daye. Dewleta Tirk a dagirker sedema sereke ya koça zêde ya ji Başûrê Iraqê ye. Ji ber kêm aviyê û hişkesaliyê koçeke mezin heye.
Îlhak, dagirkerî û sûcên şer
Êrişên dewleta Tirk li dijî xelkê Başûr, rojnamevanan û bi taybet jî herêmên sivîl rojeveke giring li Başûrê Kurdistanê çêkir. Di van êrişan de zarok, mirovên sivîl, rojnamevan bûn hedef. Li Şengal û Seyîdsadiqê rojnamevan, li Dûkan, Şarbajêr û Mexmûrê zarok û mirovên sivîl bûn hedef. Ev êrişên dewleta Tirk tev dikevin nava sûcên şer. Ji ber ne tenê sivîl kirin armanc, eger leşker jî be li herêmeke sivîl û niştecihên sivîl hebin êriş pêkanîn sûcê şer e. Lê ji ber Iraq, PDK, Amerîka û dewleta Tirk li hevkirine kes dengê xwe ji van komkujiyan re nake.
Di van demên dawî de komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ya li herêma Silêmaniyê bûye yek ji rojeva sereke ya medyaya Başûr. Bi taybet ji ber hevkarî û sîxûriya PDK’ê ya ji dewleta Tirk re, bûye rojeva sereke ya bangeşeya hilbijartinên Herêma Kurdistanê. Ev êriş û hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk, wê bandorê li encamên hilbijartineke dadwer bike. Piraniya partiyên Başûr hevkariya PDK’ê xistine rojeva xwe û bi vê li PDK’ê dixin. Ji ber vê PDK di hilbijartinê de ji ber vê sedemê û çend sedemên din panîkeke mezin dijî û niha bi hemû hêza xwe ketiye nava tevgerê. PDK ya ku li Kerkûk, Mûsil û Şengalê winda kir, niha dor hatiye li Herêma Kurdistanê jî winda bike. Eger ne Amerîka û dewleta Tirk li pişt bin, wê ji xwe bi ti awayî bi ser nekeve. PDK û dewleta Tirk xwestin Kerkûkê bigirin, Serokê Esayî Ehlî Heq Qeys Xezelî got, me Kerkûk ji dewleta Tirk rizgar kir!
Banga betalkirina mûtabaqatê
Herî dawî hêzên nêzî Îranê ku dibin sêwana Çarçoveya Hemahengî de kom bûne, mûtabaqata ji aliyê Sûdanî ve bi Tirkiyeyê re hatiye îmzekirin red kirin û banga betalkirinê kirin. Dagirkeriya Tirk parçebûna nava Iraqê zêdetir kir, nakokiyên Kurd bi Kurd re, Sûne bi Sûne re, Şîe bi Şîe re aloztir kir. Di rewşa heyî de li Iraqê li dijî Sûdanî nerazîbûnên cidî pêşdikevin. Ev jî wî neçar dike xwe careke din neke namzet û tevlî hilbijartinê nebe. Hêzên desthilatxwaz jî bihev ketine. Di van aloziyan de valahî jî çêdibin û derfetên nû jî çêdibin. Yên herî rêxistinkirî û amadebin wê bikarin bi qezenc ji vê pêvajoya şer û aloziyan derbikevin. Ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê ji van aloziyan bihêz dernekeve, hemû bihevre dijminahî dikin. destpêkê Rêber Apo bi tecrîdê hewl didin ji gel qut bikin, ji her alî ve êrişî gerîla dikin, bi êrişkirina ser ragihandina azad dixwazin rastiyê veşêrin. Êrişkirina ser ragihandinê nîşan dide wê şer, sûc, hovîtî zêdetir bibin. Ji bo ev neyên dîtin û ragihandina azad nebe wesîle ji şoreşên nû re bi taybet hedef digirin û hewl didin îradeya wê bişikînin.
Ji ber vê eger em têkoşîneke bihêz bikin, rêxistinkirîbin û li gorî pêşbîniyên xwe tevbigerin, em ê hemû hemleyên desthilatdaran zû bibînin û pêvajoyê serketî pêşwazî bikin.