Şoreşa jinê ya bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê li herêmê û cîhanê serdemeke nû ya jinê daye destpêkirin, her diçe gerdûnî dibe. Şoreşa ku tovê xwe li çiyayên Kurdistanê avêt li cîhanê belav bû û bi Şoreşa Rojava re kete qonaxeke nû. Şoreş, bi pêngava ‘Jin Jiyan Azadî’ re parzemînan derbas kir. Şoreşa jinên Kurd ya bi fikrê Rêber Apo pêşket encamên weke ‘bandora perperîkê’ ya fîzîka kuantumê derxist holê. Bi gotineke din jî em dikarin bêjin ku ´pêleke ji binî ve tê´ û kûr e. Lewma tevî ku li cîhanê gelek îdeolojî û ekolên jinên femînîst û şoreşger hene jî, heta niha Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê bi van encamên ku derxistine holê bê hempa û bê hevrike.
Rêber Apo ku jinên Kurd û jinên şoreşger li dora Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê rêxistin kir, bi pêşxistina zanista jin ‘Jineolojî’ re aliyê wê yê zanistî, fikrî û felsefî jî saz kir. Jineolojî di asta gerdûnî de pêşketineke mezin derxist holê û bala her kesî dikişîne. Lê tevî ku navenda Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê çiyayên Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê ye û weke mekan jî cihê ku herî zêde dikare xwe lê rêxistin bike evder e, li Başûr asta ku tê xwestin pêş neket. Bi qasî ku karibû xwe bigihîne Tehranê nekarî xwe bigihîne Hewlêrê. Ev bixwe tişteke ‘balkêşe’ û bê guman gelek sedemên vê hene. Çima li pêşiya Tevgera Azadiya Jinên Kurd bend tê danîn û kî van astengiyan derdixe? Li Afganîstan ku li ser jinan zêxtên herî dijwar hene jî bi tevgera jinên Kurd re peywendiyeke xurt a rêxistinên jinan heye, lê çima li Başûr ev tam pêk nayê?
Eger em mesele tenê bi zextên dewleta Tirk re sînordar bikin, wê ev kêm bimîne. Rast e, biryara girtina rêxistinên jinan û ragihandinê li ser talîmata dewleta Tirk bû, lê yên ku ev pêkanîn desthilata Başûr bû.
Desthilatdarên Başûr ku rê nadin demokrasî û azadî pêşbikeve, bi sîstemeke dîkdatoryal a nûjen herêmê rêve dibin. Destûrê nadin ji derveyî fikrê îslama tundrew û îdeolojiya sîstema kapîtalîst ango lîberalîzmê ti sîstemeke din a alternatîf pêşbikeve. Bi taybet eger paradîgmayek azadî, wekhevî û demokrasiyê pêşbikeve, bi hemû hêza xwe li ber radibe, asteng dike û heta ceza dike. Bi taybet jî li dijî pêşketina fikrê jina azad radibe. Her hewldanek ji bo pêşxistin û rêxistinkirina jinan ku ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Kurd ve pêşdikeve, ji aliyê desthilata Başûr ve tê astengkirin, teşhîrkirin, girtin û qetilkirin. Mînak û belgeyên van pêkanînan gelek in.
Fikrê Rêber Apo tê qedexekirin
Li Başûrê Kurdistanê bi awayeke rasterast an jî veşartî sansûrek mezin li ser belavbûna fikrê Rêber Apo heye. Heta niha jî çapkirina pirtûkek Rêber Apo, bi awayekî eşkere tê astengkirin. Destûr nadin ku akademiyên bi fikrê Rêber Apo werin vekirin û ev têne girtin. Kesên hewl didin vî fikrî belav bikin bi rêbazên cuda û bi gefan ji tevgera azadiyê tên dûrxistin. Bi van qedexeyan rê nadin ku fikrê Rêber li Başûrê Kurdistanê belav bibe. Pirtûkên Rêber Apo zû bi zû nagihijin herêma Behdînanê. Ji ber li ser kî/kê were girtin, wê cezayên giran lê were birrîn. Ji ber vê eger hebe jî, bi awayekî veşartî tê belavkirin.
Kesayetek weke Rêber Apo ku di asta navnetewî de azadiya wî tê xwestin û li zankoyên bi nav û deng behsa fikrê wî têkirin, feylesofên demê fikrê wî referans digirin li zankoyekî Başûrê Kurdistanê rê nayê dayîn dezgehek ji bo pirtûkên Rêber Apo were danîn, li pêşengeheke pirtûkan a Hewlêr û Dihokê were nîşandan û li pirtûkxaneyan bi awayekî eşkere bêne firotin. Bi zanabûn Rêber Apo û fikrê wî tê krîmînalîzekirin. Ev qedexeya zêde ya li ser fikrê Rêber Apo bêgûman tirsa mezin a ji paradîgma û felsefeya wî ya jiyana azad e. Ji ber vê ne tenê PDK, li herêma Silêmaniyê jî bi qasî herêmên din nebe jî di nav civakê de astengî li pêşiya belavbûna fikrê Rêber Apo heye. Ji ber vê yekê destûrê nadin ku li Başûrê Kurdistanê di vî çarçoveyê de xebateke fikrî, akademîk û rewşenbîrî pêşbikeve. Yên derketine jî bi bahaneyên pûç û bi hevkariya dagirkeran û hikûmeta federal qedexe dikin. Ji siyaseta demokratîk bigire, heta karên fikrî û akademîk hemû li Başûrê Kurdistanê têne krîmînalîzekirin û tecrîdkirin. Eger nekarin bi zagonan qedexe bikin jî, bi rêbazên cûda yên şerê taybet hewl didin bingeh û cewherê wê pûç bikin.
Xebatên azadiya jinê hedef digirin
Bi taybet jî ji bo Tevgera Azadiya Jinên Kurd li Başûrê Kurdistanê pêş nekeve astengiyên cidî heye. Hem çalakiyên wê asteng dikin, rê nadin li ti devereke Hewlêr û Dihokê xebatek bimeşîne, hem jî destûrê didin li Silêmaniyê bi awayekî azad kar û xebat bike, xwe rêxistin bike û ji bo mafê jinan têbikoşe. Hem astengî heye, hem jî bi rêxistinên lîberal polîtîkayên dijber dixe dewre. Hevala Nagihan Akarsel û komek jinên pêre, di sala 2019’an de ji bo bi hişmendiya sîstema sermayedar re têbikoşe, li Başûrê Kurdistanê hîmê Akademiya Jineolojiyê danîn. Ji bo akademî çêbibe, derbarê jineolojiyê de bi dehan perwerde, semîner da û lêkolîn kir. Ji bo berhevkirina arşîveke xurt a jinên Kurd ya dîrokî jî xebat meşand. Li Başûrê Kurdistanê tevî hemû astengiyan bi sebreke mezin ji bo li bajarê Silêmaniyê navenda pirtûkxane, lêkolîn û arşîvê ya jinên Kurd were vekirin hewldaneke mezin da. Heta astekî kadroyên vê xebatê jî ava kir û karekî bi ziravî meşand. Êdî ji bo hemû jinan dibû çavkaniya hêz û hêviyê. Lê balkêşe, hîn di dema avabûnê de bû hedefa êrîşa dewleta Tirk û hevkerên vê êrîşê desthilata Başûr bû. Xwestin bi şehîdxistina heval Nagîhan xebata ku pêşxistibû, hîn destpê nekiribû bi dawî bikin. Lê ew xebata ku hevala Nagîhan Akarsel û şagirtên wê pêşxistibûn, piştî şehadetê jî nesekinî. Piştî vê êrîşê li Başûr şêhîdxistina jina şoreşger Zelal Zagros û rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jî her girêdayî vê hişmendiyê bû. Rast e dewleta Tirk êrişan pêk tîne, lê bi hevkarî û erêkirina hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê van kiryaran dike.
Saziyên jinan hatin girtin
Herî dawî jî di encama lihevkirina Bexda û Hewlêrê de biryara girtina sazî û rêxistinên jin ên Kurd hate dayîn. 31’ê Kanûnê bi şêwazeke ne qanûnî li ser navendên Kompanyaya Gizîngî Berbeyan (Ragihandinî jin), Rêkxirawî Merziye (hunerî) û Rêkxirawî Jinanî Azadî Kurdistanê (RJAK) de hate girtin û mifte li deriyê van saziyan hate xistin. Ev biryar li Enqere hate girtin û li Silêmaniyê hate pêkanîn! Lê belê tê zanîn ku ev xebat hemû xebatên sivîl û civakî bûn û ji bo pêşxistina jinan, çand û hûnerê û rêxistinkirina jinan hatibûn damezrandin. Li Başûrê Kurdistanê jî heta astekî bandorê çêkiribûn, jinan li dora xwe kom dikir û rengê xwe diyarkiribû. Lê ev saziyên hatin behskirin sîstema desthilatdariyê ya Başûrê Kurdistanê, hişmendiya zayendîperest, olperest, netewerest û sermayedarî rexne dikir. Her weha ji bo jin bi rengê xwe di sîstema Başûrê Kurdistanê de cih bigirin, di mekanîzmayên biryarê, rêveberiyê, siyaset û dîplomasiyê de cih bigirin û helwesta wan li dijî dagirkeriyê pêşbikeve, careke din rihê welatparêz ê Başûrê Kurdistanê were zindîkirin xebat dihatin meşandin. Ango ji bo sîstema mêrsalar û jinê dikûje, biguherînin bi felsefeya, ‘Jin Jiyan Azadî’ kar dikirin.
Pêdivî bi têkoşîneke dijwar heye
Jin, ji hemû parçeyên din ên Kurdistanê, herî zêde li Başûrê Kurdistanê dibin navê selefiyet, îslama ‘nerm’, modernîte û azadiya sexte de tên helandin û bi polîtîkayên şerê taybet ji cewherê xwe tê dûrxistin. Tevî van êrişan jî ya herî kêm ketiye ferqa pêwîstiya azadiya xwe jî ew e! Weke ku jiyana jê re rewa hatiye dîtin, qebûl dike û vê weke azadiyê dibîne. Ev xwe xapandin e, lê mixabin di beşeke mezin a jinên Başûrê Kurdistanê de serwer e. Ji ber ev zêhniyeta ku hatiye avakirin, welat ji aliyê mêran ve tê rêvebirin, rojane jin têne qetilkirin, neçarî xwekuştinê têne kirin û bi tundiya mêr a derûnî, hestî û fizîkî re rû bi rû dîmînin. Destpêkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkerekirina amarên tundî û hovîtiya mêr li sazî û rêxistinên jinan qedexe kir û agahiyan xist bin kontrola destdariya xwe. Paşê bi xwe jî bi bahaneya ku eşkerekirina amaran kuştin û xwekuştinê zêdetir dike, ji saziya girêdayî Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê Rêveberiya Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinê re jî qedexe kir! Ev qedexekirin û veşartin ji bo çiye? Mijareke cidî ya lêpirsînê ye ku divê were analîzkirin.
Li Başûrê Kurdistanê bixwe jî bizaveke cidî ya azadiya jinê, hesap pirsînê û zanakirina jinê nîne. Ji derveyî ev saziyên jinan ku hewl didan zemînê saziyekê çêbikin, ti xebateke din a cidî çênebû. Gelek bûyerên ji qetilkirina Jîna Emînî hîn dijwartir li Herêma Kurdistanê rûdan, lê weke Rojhilat ti helwest pêş neket. Dîsa pêla şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ku li her derê belav bû, tevî çanda pir jinî, zewaca di temenê biçûk de, tundiya dijî jinê, çanda destdirêjiyê û zilma li ser jinê jî jinên li Hewlêr, Dihok û heta Silêmaniyê ranebûn ser piyan. Helbet sedemên vê yên kur ku divê werin tehlîlkirin û destgirtin hene. Eger desthilata Başûr heta niha dibe sedema parçebûna Kurdan, rê ji dagirkeran re vedike ku werin nava Kurdistanê, destê wan ji destê dagirker û mêtîngeran dernakeve, sîstemeke dij demokratîk a azadiyan tune dike û ber bi pergaleke yekperestî, malbatî ve dibe, çavkaniya xwe ji çewisandina zêde ya jinê tê. Ji ber vê yekê demokratîkbûna Başûrê Kurdistanê ji azadiya jinê derbas dibe. Divê di rastiyê de pêla duyemîn a şoreşa, ‘Jin Jiyan Azadî’ li Iraqê û Başûrê Kurdistanê pêş bikeve.