Weke tê zanîn, hinek fraksyonên Şîe yên Iraqê hewl dan 4’ê Tebaxê di qanûna hêjmar 188’an a 1959’an a ‘Yasaya Rewşa Kesî’ de guhertinan çêbikin. Ji bo guhertinê bixin rojeva parlementoyê jî xwestin rûniştinekê pêkbînin, lê rûbirûyê nerazîbûnên ciddî yên jinên Iraqê hatin. Li ser nerazîbûnên zêde rûniştina derbarê mijarê de nehat betalkirin, lê ji bo demek ne diyar hat paşxistin. Mijar 12’ê Îlonê careke din hate rojeva parlementoyê û dîsa aliyan li hev nekir. Lê eger ji bo cara sêyemîn ev mijar bê rojeva parlementoya Iraqê wê bikeve meriyetê. Heya niha jî fraksyonên Şîe li ser nerazîbûnan ne gav paş de avêtine û ne jî tevger û rêxistinên jinan mijar ji rojeva xwe derxistine.
Ev guhertinên qanûnî ku ev fraksyon dixwazin bikin çine? Beriya her tiştî temenê ‘zewaca zarokên keç’ ji 18 salî dadixe 9 salî, mafê velayeta zarokan ji dayîkê tê standin û di rewşeke cûdabûnê de ji mîratê bêpar tê hiştin. Li gorî medyaya cîhanê û ya Iraqê ev guhertinên ku dixwazin di ‘Qanûna Medenî’ de çêbikin, li gorî mezheba Cehferî ya Şîeya ne. Hemû guhertinên ku tên xwestin jî li gorî îdeolojî û berjewendiyên ola îslamê ye. Li gorî vê qanûnê zarokên keç li gorî mezhebên îslamî (şîe-sune) dikarin di temenê 9 salî de bên ‘zewicandin’! Herçend ‘zewaca zarokan’ li Iraqê û cîhanê heye jî, lê niha dixwazin hem zêdetir bikin, hem jî ‘zewaca bi zarokan re’ rewa bikin ku ev dibe ‘destavêtina zarokan’. Li gel ku ev rewş zirarên mezin dide beden û derûniya zarokan, her wiha wan ji mafê xwendinê, vîna biryardayînê û diyarkirina çarenûsa xwe bêpar dihêle. Di temeneke biçûk de dibe dayîk ku bixwe jî hîn zarok e. Zarokek di vî temenî de bê ‘zewicandin’ bêgûman wê nekare ne xwe nas bike, ne parastina mafên xwe bike û ne jî ji bo azadiya xwe têbikoşe. Zarokên keç hîn ji biçûktiyê ve ji aliyê mêr û malbatê ve tên ‘terbiyekirin’ ango kolekirin! Ji malbatek bi vî awayî ne civakeke azad ne jî demokratîk mûmkîn e. Kolekirina hem zarokên kur hem jî keç bi vî awayî tê mîsogerkirin.
Ev hewldan li dijî têkoşîna azadiyê ya jinê êrişek e. Ji ber têkoşîna azadiya jinê li Kurdistanê, herêmê û Rojhilata Navîn di lûtkeyê de ye. Têkoşîna azadiyê ya jinan, ew xistine nava tirsekî mezin. Ji bo wê, dijberî vê rewşê dixwazin careke din civakê vegerînin dema berê.
Zêdebûna bûyerên tundî û tecawizê
Li Iraqê ji ber zêdebûna rêjeya tundiya nava malê û bi taybet jî ya li dijî jinan, rêjeya ji hev cûdabûnê jî zêde bûye. Li gorî daneyên fermî yên ‘Daîreya Bûyerên Cinsî ya Tiba Dadwerî ya Iraqê’ di nava 6 mehên destpêkê yên îsal de 421 êrişên cinsî û tundiyê pêk hatine. Li gorî heman raporê, ji serê salê heya 6’ê Hezîranê 421 bûyerên tecawizê û tundiyê hatine tomarkirin. Ji vana 327 li dijî jinan pêk hatine.
Li gorî daneyên Navenda Stratejîk a Mafê Mirovan ya Iraqê, di 6 mehên destpêkê yên van du salên dawî de, 53 hezar û 889 bûyerên tundiya nava malê li dadgehan hatiye tomarkirin. Her wiha zêdeyî 13 hezar gilî jî hatine tomarkirin. Ji ber zêdebûna tundiya nava malê ya li Iraqê û Kurdistanê di 6 mehên destpêkê ya 2024’an de, 45 hezar û 306 hevser ji hev cûda bûne.
Ji van daneyan fermî jî tê fêmkirin ku tundiyeke mezin li dijî jinan heye ku beşeke zêde jî nayê tomarkirin. Bi vê guhertina dixwazin di qanûnê de çêbikin, dixwazin cûdabûna jin a ji mêr zor û zehmet bikin, jinê neçarî hemû tundiya nava malê bikin. Ji ber eger astengî ji jinê re derbixe ku wekaleta zarok pê nedin, wê zehmet be jin ji mêr cûda bibe, xwe neçar hîs bike ji bo zarokê/a xwe, pêre bijî.
Di civakeke cinsiyetparêz de derfetên kar ji bo jinan kêmtir e. Lewma bi pêparhiştina jinê ji mafê mîratê jî jinê neçar dike, bi mêr re bijî û jê cûda nebe. Bi vê qanûnê bi temamî jinê neçar û mehkûmê her cûre tundiya mêr dike.
Yasa ne li gorî pir rengiya li Iraqê ye
Li Iraqê ne tenê Şîe; Kakeîyî, Êzidî, Mesîhî, Zerdeştî jî dijîn. Lê qanûn li gorî ol û mezhebên Îslamî û mêr tên guhertin. Guhertinên çêdibin jî bi ti awayî taybetmendiyên bawerî û olên cûda li ber çavan negirtiye. Ji ber vê, ji derveyî jinan ji van mezheban jî nerazîbûn hene ku van guhertinan red dikin. Ji ber mêr dikarin li gorî mezheba şîe û sûne bizewicin, cûda bibin û mîratê parve bikin. Bi vî awayî zewaca fermî ya li dadgehan jî bê wate dibe û bê sînor pêşî li mêr tê vekirin. Heya beriya vê rojeva ku çêbûye, rêxistin û tevgerên jinan yên li Iraq û Kurdistanê di rewşeke pir pasîf û bêbandor de bûn. Lê ev guhertina ku dixwazin bikin, weke hişyariya metirsiyeke mezin e ji bo hemû jinên Iraqê. Lewma yekem care hemû jinên Iraqê yên ji mezheb, ol û neteweyên cûda li dora heman rojevê kom bûne û bi yek dengî li dijî radiwestin. Ev hevgirtin û yek dengiya jinan li dijî van hewldanan, bêgûman zemînê têkoşîneke hevpar a li dijî tundiya mêr û dewletê pêş xistiye. Tundiya li dijî jinê, pirsgirêka wê ya azadiyê û cinsiyetperestiya di desthilata Iraqê de ketiye rojeva jinên Iraqê. Jin di çarçoveya vê rojevê de niha hewl didin mekanîzmayên têkoşîna hevpar ava bikin û ev dikare bibe wesîleyek ji bo mezinkirina zemîna têkoşîna azadiyê ya jinên Iraqê, herêma Kurdistanê û têkoşîneke yekgirtî ya jinan.