Sîstema xweparastinê ya jinan şert e

- Berîtan ZAGROS
142 views
Xweparastin refleksa herî xurt û ya herî seretayî ya hemû zindiyan e. Ji bo her zindiyek karibe bijî, her zindiyek xwedî behremendî an jî taybetmendiyeke xweparastinê ye. Her xweparastinek bi şêwazên cuda jî be, ti zindiyek bêparastin nîne. Her wiha di nava xwezaya zindiyan de her zindiyek bi xwe parastina xwe dike, ti zindiyekî din parastina wê nake.

Ji ber vê, ji zindiyeke herî biçûk a yek şaneyî heya zindiyên herî bi hişmend di ber parastina xwe de berpirsyarin. Di nava xwezayê de nêr û mêbûyîna her zindiyekî heye. Hemû zindî jî bêyî ferqa cinsiyetê parastina xwe dike û ji parastina xwe berpirsyar e. Ji ber vê jî belasebep nimûneya gula bi strî nayê dayîn. Gul çiqas xweşik be, striyên wê jî ewqasî tuj in. Ji bo parastina wê xweşîkbûnê aqlê xwezayê ew bi strî kiriye. Nexwe ti hebûnek an jî zindiyek nabe mekanîzmaya xwe ya xweparastinê ji dest bide an jî radestî hinekî din bike. Dema parastina xwe teslîm kir, mehkûmê windakirinê ye. Mirov jî xwe bi aqil û zekaya xwe diparêze. Çeka wê/wî ya herî bi hêz a xweparastinê aqlê wê/wî ye. 

Jin bêparastin hatiye hiştin

Lê yekane hebûna ku herî zêde pêwîstiya xwe bi xweparastinê heye jin e. Hebûna herî zêde bêparastin hatiye hiştin jî jin e. Jin li her devera cîhanê bêparastin hatiye hiştin. Parastina xwe bi temamî teslîmî mêr kiriye ku bi xwe metirsiye li ser ewlekarî û jiyana wê! Ev nakokî her diçe kurtir dibe. Mêr sedema şer û qetilkirina jinan e. Lewma çawa dibe ku jin xwe teslîmî kujerê xwe bike?
Li cîhanê rêjeya tundiya li dijî jinê her zêde dibe. Rojane li seranserê cîhanê bi sedan jin bi sedemên cûda têne qetilkirin. Bi sedan jin ji ber sedemên şer ku çavkaniya xwe siyaseta mêrsalar e,  jiyana xwe û zarokên xwe ji dest didin, koç dikin, destdirêjî li wan tê kirin. Herî zêde jî sûcê şer li dijî jinan tê kirin. Yên şer derdixin mêr in, lê qurbaniyên herî mezin ên vî şerî jî jin in. Di vê rewşê de ya herî zêde pêwîstiya xwe bi xweparastinê heye jin in.

Li Iraqê rewş çawaye?

Iraq yek ji wan welatan e ku timî dibe qada şerê cîhanî û herêmî. Ji şerê Iraq-Îranê ku di salên 1980’an de qewimî heya niha, şer û tundî lê kêm nebûye. Li beramber ewqas şer û aloziyên li Iraqê, Iraq yek ji welatê kêmtirîn rêjeya jinan di nava hêzên serbazî de ye. Li gorî agahiyên Wezareta Parastinê û Desteya Ewlekariyê ya Parlamenta Iraqê hejmara jinên leşker ên di nava artêşa Iraqê de ne 200’î derbas nake. Hejmara jinan di nava artêşan de hebe jî, di nava yekîneyên şer ên çalak de cih nagirin.

Jinê di nava hêzên paralîmeter de bi cih dikin

Li Herêma Kurdistanê jî di nava hêzên pêşmerge de fewcên jinan hene. Di nava asayîş, polîs û polîsên trafîkê de jî hene. Beşeke zêdetir a jinan di bin sîwana Wezareta Karên Navxweyî de li beşên serbazî cih digirin. Her wiha jin di ‘Rêveberiya têkoşîna li dijî tundiya li jinê’ jî cih digirin. Lê piranî di nivîsgehên van rêveberiya de di beşên pasîf de ne. Her wiha di nava hêzên ‘Dijî Terora Herêma Kurdistanê’ de jî bi hejmareke kêm jî be jin hene. PDK ji bo bikaranîna hêza jinê û rakirina li ber têkoşîna hêzên Kurd jî hêza jinên bi kar tîne û di nava hêzên paramîlîter ên bi çek kiriye de jî bi cîh kiriye û wan bi kar tîne. Ji ber vê hem di nava hêzên pêşmerge yên Êzidî de hem jî di nava çeteyên Roj û çekdarên paramilîter ên ji Rojhilatê Kurdistanê (PAK û hwd.) jî bicîh kiriye. 

Rojane jin têne qetilkirin

Li cihekî ku ewqas mêr radihêjin çekê, girêdayî her girseyeke siyasî ya fermî an jî ne fermî, girêdayî dewletên dagirker ên cîranê Iraqê komên çekdar xwe rêxistin kirine û kolan bi kolanên Iraqê di bin navê ‘ewlekarî û parastin’ê de milîtarîze kirine û bi rengê mêr pêçane, jin tê de ne bi ewle berovajî di bin metirsiyeke mezin a hêzên dagirker û çekdar de ne. Rojane li Iraq û Herêma Kurdistanê jin tên qetilkirin, destdirêjî li wan tê kirin û di bin tundiya derûnî de xwe dikujin. Jin rûberûyê hem şîdeta mêr a nava malê hem jî şîdeta mêr a rêxistinkirî ya dewletên dagirker tê. Di êrîşên dagirkeran de birîndar dibin, parçeyek ji canê xwe ji dest didin, zarokên xwe ji dest didin. Li Herêma Kurdistanê û Iraqê tundiya li jinê her roj hîn dijwar dibe û li cihê çareserî jê re were peydakirin, desthilata Başûr dinixumîne. Her wiha destûrê nade fikrê Apoyî li seranserê Başûr belav bibe. Ji ber li cihên ku ev fikir belav bûye ne tundiya dijî jinê di asteke metirsîdar de ye, ne xwekuştinên jinan heye. Jin li van herêman bi rengekî ewle dijîn.
Êzidiyên Şengalê ku di fermanê re derbas bûn, bi saya fikrê Rêber Apo û têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd careke din karî xwe ji fermanê xilas bikin û xwe ji xweliya xwe jinûve zindî bikin. Jinên Êzidî yên di dema fermanê de nerevîn û xwe li çiya girtin, mil dan milê gerîlayên YJA-Starê û li dijî êrîşan rahiştin çekan. Ev jinên wêrek ên rojperest li dijî êrîşên rêxistinkirî yên li dijî jinên Êzidî xwe birêxistin kirin. Destpêkê di nava YBŞ’ê de xwe weke Yekîneyên Jinên Êzidî (YJÊ), paşê jî xwe weke Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi rêxistin kirin. 

Yekîneyên Jinên Şengalê

YJŞ’ê di heman demê de deriyê xwe ji jinên Iraqî (Ereb) re jî vekir ku di navê de kêm jî be hêdî hêdî cih digirin. Ev pêşketineke gelekî girîng e. Her çend hêzên leşkerî li Herêma Kurdistanê hebin jî di nava yekîneyên çalak ên şer de cih nagirin. Lê şervanên YJŞ’ê ku ji aliyê gerîlayên YJA-Starê û şervanên YPJ’ê ve hate perwerdekirin karî weke model jî weke fikir jî xwe xweser û nîv serbixwe bi rêxistin bike. Di rewşa heyî de hejmareke diyar a YJŞ’ê neyê zanîn jî, xwedî bi sedan şervan e. Ev şervan hem di nava hêzên taybet ên Êzidiyan de cih digirin hem jî weke YJŞ’ê xwe cûda rêxistin dikin û li gorî her rewşeke şer weke hêzeke şerker a çalak di amadebaşiyê de ye. Xwedî fermandariyeke xwe ya taybet e û xwe li ser esasê parastina jinên Êzidî, Êzdayetî û hemû pêkhateyên Şengalê bi rêxistin kiriye. Bi taybetî ev hêz li dijî Feminicide xwe gurçûpêç dikin û di perwerdeyên pisporiyê re derbas dibin. Her şervaneke YJŞ’ê li gel bicîhanîna erkên xwe yên fikrî û xwe perwerdekirina îdeolojîk, xwe di warê hunera şer, teknolojî û çekên nûjen de jî pirspor dikin.
YJŞ di heman demê de piştgirî dide asayîşa Êzidxanê û hinek rêyên sereke jî kontrol dike. Li gorî biryara Asayîşa Êzidxanê, TAJÊ û YJŞ’ê wê hêzên jin di nava asayîşê de werin çalakkirin. Ev jî weke yek ji hedefên 2024’ê hatiye diyarkirin. Yek ji armanca avakirina vê hêzê jî çalakkirina hêzên jin di nava ewlekariya navxweyî ya Şengalê de û zêdetir danûstandinên bi jinan re ye. Ev hêz wê zêdetir li dijî êrîş û tundiya mêr a li dijî jinan têbikoşin. 

Xwe ji fermanê biparêze

Ji dema fermanê heya niha hêzên parastinê yên Êzidî bi taybetî girîngiyê didin perwerdeya xweparastinê ya jinên Êzidî. Ev jî weke derseke ji fermanê hatiye girtin. Di van perwerdeyan de û weke encama ku ji fermanê û ji perwerdeyan derxistine gihîştine wê qenaetê ku nabe parastina xwe teslîmî ti kesî bikin. Heta eger ev bav, bira, kur anjî hevjîn jî be! Jinan dîtin, di dema fermanê de ji ber çekên ku mêr rakiribûn, ji bo parastina wan ne hate bikaranîn û ti sûdek nedaye wan. Ji dema fermanê heya niha perwerdeyên bi navê, ‘Xwe ji fermanê (qirkirin) biparêze’ tên dayîn. Di perwerdeyan de tevlîbûna jinên zaroşîr û bi temen wê hêviyê dide ku wê êdî Şengal parastî be û jin ji derveyî xwe, pişta xwe nespêrin ti kesî.
Kampanya 8’ê Adarê hate ragihandin, wê heya 10’emîn salvegera fermana 74’an bidome. TAJÊ bi vê kampanyayê dixwaze sûcên di dema fermanê de li dijî jinên Êzidî hatiye kirin ku weke sûcên şer tên binavkirin weke, ‘Feminicide’ were qebûlkirin. YJŞ’ê weke hêzên parastina jinên Êzidî bi awayekî fermî were qebûlkirin û ji bo ferman dubare nebin jî hêzên parastina Êzidxanê û Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî ji aliyê hemû dewletan ve were nasîn. Ev pêngav li Iraqê jî rastî piştgiriyê tê. Heya niha gelek rêxistinên jin ên Iraqî piştgirî didin vê kampanyayê û rastî eleqeya jinan tê. Li asta navneteweyî jî xwedîderketinek heye, lê ji bo encamgirtinê kar û çalakiyên cûda cûda têne lidarxistin. Ev kampanya wê hem jinan ji şîdeta mêr a nava malbatê û di civakê de, hem jî ji şîdeta mêr a rêxistinkirî ya dewletên dagirker biparêze û feraseta xweparastinê di hemû jinan de bi pêş bixe.
Şengal ku weke Kerkûk a duyemîn dikare bê binavkirin û her cûre komên çekdar tê de hene, tenê jin bi sîstema xwe ya parastinê û rêxistinkirinê dikare li hember wan bisekine. Li Kerkûkê û herêmên din ên nakokî li ser hene jin nikarin bi tenê derkevin derve, ji ber her der bi çekdaran tijî ye. Lê li Şengalê tevî ku gelek komên çekdar ên derveyî YBŞ û Asayîşa Êzidxanê hene jî ji ber hebûna YJŞ’ê û TAJÊ jin bi azadî digerin û rengê jinê bi awayekî berçav tê dîtin. Ev jî bandora têkoşîna azadiya jinên Êzidî û Tevgera Azadiya Jinên Kurd dide nîşan. Li hember ev kutleyên mezin ên mêran ên xwe her roj zêdetir bi çek dikin, jin neçarin xwe perwerde bikin, di her qadê de xwe bi rêxistin bikin û ji bo parastina van destketiyên xwe jî hêzên xwe yên parastinê mezin bikin. Li dijî çanda şer a mêr, jin dikarin bi hêzên xwe yên parastinê, li dijî vê çanda şerxwaz têbikoşin û aramiyê li herêmê û giştî cîhanê serwer bikin.