Rastiya 8’ê Adarê

- Rotinda ENGİN
688 views

VAN 8 MART MITIN 033

 

Bi hatina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re, nirxandina vê roja watedar bi rojaneyîtî û rastiya xwe ya dîrokî-civakî re, watedarkirina wê, şopandina rêya jinên ji bo 8’ê Adarê berdêl dane, ku parçeyek ji berxwedêrên rastiya heta roja îro hatiye ne, tevî ku deynê mirovahiyê ye, di heman demê de berpirsyarî û pêwîstiya jiyaneke azad e.

Di her kêlî û li her cihî de em ê hay jê hebin; ku nirxên me yên manewî û madî yên civakî ku ji aliyê nasnameya cewhera me Staran, Kîbeleyan, Îştaran û Îsîsan ve hatine strandin, bi çi rengî bi dek û dolaban, bi rondikên çavan, bi xwîn û şîdetê ji aliyê zîhniyeta mêr a şopdarê Enkiyên qûrnaz, Mardûk, Zeûs û Dehakan ji me hatine dizîn, bi çi rengî çanda destavêtin û talanê hatiye afirandin. Ya ku hat dizîn ne tenê nirxên me yên cewherî ne; hebûn, nasname, civakîbûn, dîrokbûyîn , hişmendî, hest, raman, xweza û gerdûniya me ne. Em careke din fêm dikin, ku bi hezaran, bi mîlyonan şopdarên lêgerînerên rastiyê, ku ewqasî zêde ne nikarim navên wan li vir bijimêrim, dîroka azadiyê ya berxwedana bi rûmet a tevahiya mirovahiyê nivîsandine, bûne wijdanê bêdawî yê civaka polîtîk û exlaqî.

Jinan li dijî kîjan rastiyê şer kirin

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dema berî û piştî xwe re, parçeyek ji vê rastiya têkoşîna dîrokî ye. Pêwîste em rojanetiya 8’ê Adarê di nava vê rastiya dîrokî de biwate bikin. Jinên di sala 1910’an de li Şîkago li ber xwe dan, li dijî kê, çawa û li hemberî kîjan rastiya civakî-dîrokî şer kirin? Şopdarên kê bûn? Di roja îro de em ê roja 8’ê Adarê yan jî berxwedana bi rûmet a lêgerînerên rastiyê bi çi rengî watedar bikin? Di roja îro de em baştir fêm dikin ku di serdema modernîteya kapîtalîst de ya jê re jiyan tê gotin, hatiye tengavkirin, bê wate hatiye hiştin, pîrozmendiya jinê hatiye lanetkirin, jin weke ya bê firotin tê dîtin, pêşkêşî bazaran tên kirin û ti nirxê xwe ye cewherî nemaye. Di sedema modernîteya kapîtalîst de, jina ku weke ‘melîkeya metayan’ tê dîtin, ti hest, nêrîn û bedena wê nemaye ku parçe bi parçe nehatiye firotin, ji her awayî ve rastî destavêtinê tê û keda wê tê dizîn. Kêm be jî jinê li dijî vê rastiyê li ber xwe daye, hewl daye ewr û mijê li dora xwe belav bike û her tim xwestiye li cewhera xwe vegere.

 “Jin jiyan e” çawa hat kuştin?

Modernîteya kapîtalîst, bi lîstikên xwe yên li hemberî jinê re, her tim ji aliyê herî nebaş ve jin îstîsmar kiriye û li ser vê yekê sîstema xwe ava kiriye û li ser civakê sazîbûna xwe pêk aniye. Ji ber vê yekê, modernîteya kapîtalîst feraseta xwe ya ‘zayendîperestiyê’ weke navgîna bingehîn a îdeolojîk, li ser civakê bi taybetî jî jinê, daye birêvebirin. Zayendîperestiya civakî, bi qasî ku navgîneke îdeolojîk a dîrokî ye, di warê rojaneyî de jî ji aliyê sîstemê ve her tim hatiye hilberandin û zindî hatiye hiştin. Ji roja ji dayik bûnê, heta ji dema bicihbûna li malzarokiyê û pê ve, li gorî zayenda me hesap tên kirin. Eger em jin bin, wê demê weke kirde û amûra herî baş a ji bo berdewamiya sîstema kapîtalî, em tên nirxandin û perwerdekirin. Em van pêkanînên ku bi rêbazên herî namerdî me dixin vê rewşê, bi korbûyîna hest û ramanê me re, mîna ku taybetmendiyên nasname me ye, em dipejirînin. Bi hişmendiya xwe ya hatiye reşkirin re, em ji koledariya xwe ya di hemû hucreyên me de bicih bûne hez dikin û bi daxwaza xwe vê yekê di helwest û zîhniyetê de xwe nîşan didin. Em bi rastiya jiyan an jî rastiya xwe bihesin jî, mîna ku ev êşên mezin ên em di nav de ne çarenûsa me ye, em vê dijîn. Mîna ku neçareseriya jinê ya kevneşop çareserî ye, em xwe berdidin hembêza mirinê. Navê me ‘Jin Jiyan e’ lê di serdema modernîteya kapîtalîst de em êdî bi mirinê re tên bîranîn. Li her cihê jin lê heye, li mal, li kolanan, li dibistanê, li kargehan…hwd. êş, şîdet, îşkence, rondikên çavan, neçarî, qîrînên me yên bêdeng, her tim li gel me ne. Jiyana di nava me de ji hev belav bûye, rizandin û çikandina civakî, qirkirina civakê bi xwe re tîne. Mirovahî di nava me de kaosê dijî. Di kesayetiya me de civak, di serdema modernîteya kapîtalîst de bi belavbûnê re rû bi rû dimîne, lê lêgerîneriya rastiya xwe jî bi xwe re tîne.

8 MART ISTANBUL MITING 07

 8’ê Adarê û lêgerîna li rastiyê

Lêgerîna li rastiyê, herî zêde dema pirsgirêkên civakî xwe dan der, jiyan hat radeya êdî nayê meşandin, dema windabûna wateyê ji kûraniyê destpê dike û bandorê rojaneyiyê dike, hingî destpê dike. Di demên bi vî rengî de li ser navê rastiyê, li ser navê mirovên azad gotin û çalakî destpê dikin û cihê xwe di dîrokê de digirin. 8’ê Adarê jî, li dijî rastiya serdemê, li dijî rewşa jin lê tê ragirtin, qîrîna parastina bi rûmetdarî ya jiyana ewladên çanda cewherî ya xwedawendan hildigire ye. 8’ê Adarê ew roj ku bi çalakî û gotinên xwe re bi awayê herî bedew nîşanî dide, ku jinbûyîn cihêrengiya nîjad, etnîk, çîn, reng, erdnîgarî û demê nas nake. Di 8’ê Adarê de, em li ku dibin bila bibin, wateya vê rastiyê em dijîn.

8’ê Adarê rastiya me tîne bîra me

Li vê erdnîgariya qedîm a Rojhilata Navîn, li Mezopotamya, bi nasnameya jina azad a erdnîgariya Kurdistanê ku di dîrokê de weke ‘Heyva Zêrîn’ hat pênasekirin, em jî 8’ê Adarê bi coşeke cuda dijîn. Dema mirov girêdana bi mîrateya berxwedana dîrokî ya hemû jin û gelan a pênc hezar salan dibînin, dema mirov lêgerînerên rastiyê yên bi qasî ku nikarin bên jimartin zêde ne nas dikin, dema mirov berdêlên di oxira jiyana azad, demokratîk-komunal de hatine dayîn fêm dikin, dema mirov bi sekna xwe re xwedî li mîrateya wan derdikevin û vê têkoşînê didomînin, hingî reşbînî cihê xwe ji hêvî û baweriyê re dihêle. Ji ber vê yekê ye, 8’ê Adarê ew roj e ku rastiyekê careke din tîne bîra me. Daneheviya dîrokî ya 8’ê Adarê di encama berxwedanê de pêk hatiye û kevneşopiyeke dewam dike ye. Tevî ku sed sal di ser re derbasbûye jî, mîna Newrozê weke nirxekî hêja tê dîtin ku di nava mirovên azad de, di bîra jinê de cih bigire, bê bîranîn û pîrozkirin. Rojên bi vî rengî rojanîtiya ya dîrokî tîne bîra mirovan.