Rêgeza min a bingehîn, bi we re jiyaneke efsûnî ye!

- Abdullah Öcalan
58 views
Ez di ferqa vê yekê de me ku, li ser xaka xwebûna jin avakiriye, hûn rastiya miroviyê bi her awayî dijîn. Min ti carî dev ji nirxa efsûnî ya jiyana bi we re berneda. Ev jiyana bi vî halî, bû rista bingehîn ku min li ser piyan digre. Lê, cara yekemîn ew rastiya bi heybet û azad, herî kêm weke yên din, wê bibe gaveke pêşîn ya Mezopotamyayê. Ji xwe ev bûye jî. Heta ku serdema nû, çanda serdestiya mêr a di kûrahiya civakê de hatiye veşartin ji holê raneke, wekî Marksîzm jî îspat dike, serkeftina sosyalîzmê ne mimkun e.

Beyî azadiya jinê sosyalîzm nabe

Sosyalîzm bi azadiya jinan pêk tê. Bêyî azadiya jinan kes nikare bibe sosyalîst, sosyalîzm pêk nayê. Sosyalîzm bêyî demokrasiyê nikare pêk were. Azmûna min a yekem a bi sosyalîzmê re, fêhmkirina axaftina bi jinekê re bû. Mirovek nizanibe ka wê bi jinekê re çawa biaxive, nikare bibe sosyalîst. Sosyalîstbûna mêrekî girêdayî têkiliya wî ya bi jinekê re ye.

Pîrozî ya jinê ye. Jin gerdûn bi xwe ye, zilam jî gerstêrkeke ji rêderketî ya li derdora vê gerdûnê ye. Ya ji bo bi zarok re biaxive cara yekem ziman afirandiye jin e. Afirînera çandê jî jin e. Afirînera civakê jî jin e. Pîrozî û xwedawendî jî ya jinê ye.

Çanda jina pêşeng

Ji bo jinan min bîrdoziya rizgariya jinan a ku ji çar qadan pêk tê, pêş xist. Ev teoriyek e. Çanda jina pêşeng, serdema xwedawendiyê di navbera B.Z. 10 hezar sal û 4 hezar salan de ye. Olên yekxwedayî bi Babîlê destpê dikin. Destana Babîlê destana kolekirina jinê ye. Destana Afirandina Babîlê, yek ji hîmên bingehîn a mîtolojiya Mezopotamyayê ye. Di navbera salên B.Z. 4 hezar û 2 hezar salan de jin û çanda jinê êdî dest bi têkçûyînê dike. Piştî ku çanda jina pêşeng hilweşiya, bi Mîtanîyan re jinên qesrê derketin holê. Nefertîtî jî jineke ji qesrê ye. Jinên qesrê yên wê serdemê di pêvajoya dîrokî de veguherîn jinên malê yên vê serdemê. Wekî ku hûn jî dizanin, çand û kevneşpiya Satî heye. Di çanda Satiyan de jin diavêtin nava êgir û dişewitandin. Herî dawî di salên 1832´an de ev yek pêk dihat. Piştre, Îngilîzan dawî li vê çandê anîn.

Evîn ne ev e 

Vejîn gelekî girîng e. Divê jin ne di warê biyolojîk de, divê di warê çandî, civakî û dîrokî de bê nirxandin. Wekî ku Simone De Beauvoir jî dibêje; jinbûn ne ji zayînê ye, ji hebûnê ye. Ez ne dijberî evîn û zewacê me, lê belê her roj li ser navê evînê kuştinên gelekî hov pêk tên. Evîndarek çawa dikare evîna xwe bikuje? Ev ne evîn e. Weke tê zanîn, heta niha gelek jin ji ber têkiliyên bi vî rengî dawî li jiyana xwe anîn. Her wiha, çanda jina azad jî heye. Niha hûn nêzî vê çandê ne. Jin hewl didin ku sînorên dayikbûn û hevjînbûnê derbas bikin. Lê belê hê jî hûn qîma xwe bi sedî 10´ê çanda jina azad tînin.
Ya esas ew e ku, divê bi hişmendiyê re şer bê kirin. Pergala civakî ya li gorî serdestiya mêr ji bo jinan gelek pirsgirêkan diafirîne. Tundî heye, mêtîngerî heye, ensestî heye, destdirêjiya zayendî heye, keçik tên kuştin. Sibê dusibe zarok bên kuştin hûn ê çi bikin? Dema ez behsa çanda Satî dikim, ez balê dikşînim ser vê rastiyê. Divê hûn bi vê çand û hişmendiyê re şer bikin. Di vî warî de kêmasî û nakokiyên we hene. Divê hûn xwe ji van kêmasî û nakokiyan rizgar bikin.

Ji bo jinan ronesans e 

Pirsgirêka jinê ji pirsgirêka Kurd kûrtir e. Di holê de pirsgirêkek jinan a ji pirsgirêka Kurd wêdetir heye. Me di vê mijarê de tenê destpêkek piçûk ava kir. Çanda şer û pevçûnê herî zêde li dijî jinan dimeşe. Têkbirina vê çandê bingeha têkoşîna me ye.
Ruhê vê serdemê siyaseta demokratîk e, zimanê vê serdemê jî zimanê aştiyê ye. “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” di heman demê de ji bo jinan jî ronesansek e. Ez hemû jinên ku guh didin banga min, bawerî bi jiyana hevpar tînin, bi eşqa Mem û Zîn, bi eşqa Derwêşê Evdî ya nûjen silav dikim û 8´ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikim.

Bi silav û hezkirinên xwe yên bêdawî…
Abdullah Ocalan

————————-

PKK; di sedsala 20’an de, di sedsala herî tund a dîrokê de ava bû. Hîmê ku PKK tê de hat damezrandin, zemîna du şerên cîhanê, reel-sosyalîzm û dema şerê sar ê cîhanê bû. Di rewşeke weha de înkarkirina rastiya Kurdan, qedexekirina azadiyan, bi taybetî jî qedexekirina azadiya ramanê li dar bû.

Di warê teorî, bername, stratejî û taktîkan de di bin bandora rastiya pergala reel-sosyalîst a sedsalê de maye. Di salên 1990’î de, ji ber sedemên navxweyî hilweşîna reel-sosyalîzmê, li welat şikestina înkara nasnameyê û pêşketinên azadiya ramanê bû sedem ku PKK wateya xwe biborîne û xwe zêde dubare bike. Ji ber vê yekê ew jî wekî yên din hatiye dawiya jiyana xwe û pêwîstî bi fesihkirina wê heye. Di dîroka zêdetirî hezar salan de Tirkan û Kurdan di têkîliyên xwe de ji bo hebûna xwe bidomînin û li dijî hêzên hegemonîk li ser piyan bimînin, her tim pêwîstî pê dîtine ku bi dilxwazî di nava tifaqekê de bimînin.

Ji nû ve sereraskirina têkîliyan

200 salên dawî yên modernîteya kapîtalîst, şikandina vê tifaqê ji xwe re kiriye armanc. Hêzên ku ji vê bandor bûne, li gel bingehên xwe yên çînî, xizmeta ji vê re ji xwe re esas girtine. Ev pêvajo bi şîroveyên yekreng ên komarê leztir bûye. Erka sereke ew e ku têkiliya dîrokî ya îro şikestiye, bi ruhê biratiyê û yekitiyê, beyî ku em baweriyan jî paşguh bikin, ji nû ve bi rêxistin bikin. Pêwîstiya civaka demokratîk jêneger e. PKK, di dîroka komarê de tevgera serhildan û tundiyê ya herî dirêj û berfireh e. Ji ber ku rêya siyaseta demokratîk girtî bû, PKK bi hêz bû û destek girt.

Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e

Netewedewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên kulturalîst ku encama mecbûrî a neteweperestiya tund in, nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibin bersiv. Rêzgirtina li nasnameyan, azadiya ramanê, birêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan, tenê bi hebûna civak û qada siyasî ya demokratîk mimkun e. Sedsala duyemîn a komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekitî û berdewamiyeke mayînde. Ji demokrasiyê pê ve tu rêyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tune ye û ne mimkun e. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e.

PKK xwe fesih bike

 Divê zimanê serdema aştî û civaka demokratîk jî li gorî vê rastiyê bê pêşxistin. Banga ku birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku birêz Serokkomar nîşan da û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din ev pêvajo ava kir û ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê digirim ser xwe. Weke her civak û partiyên hemdem ku hebûna wan nikarîbû bi darê zorê were bidawîkirin, hûn jî ji bo bi dewlet û civakê re bibin yek bi dilxwazî kongreya xwe bicivînin û biryar bidin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike. Ez ji hemû kesên ku bi jiyana hevpar bawer dikin û guh didin banga min re silavên xwe dişînim.”

25 Sibat 2025
Abdullah Ocalan