Rêwîtiya jinê ya hunerî

- Devrim Demir
408 views
Jin û huner, du tiştên ku di hemû pêvajoya dîrokî de bi hev re hebûne û  hevdu temam kirine. Mirov ne jinê bêyî hunerê dikare bigire dest ne jî hunerê bêyî rengê jinê. Huner ger ku ji nêrîn, hişmendî, hest û estetîka fikrên jinê bêpar bimîne, kêm dimîne, qels dimîne. Jin jî heke ku jiyana wê ji hunerê xalî be, ew jiyan rijî ye û ne jiyanek li gorî xwezaya jinê ye.

Dema em li rêwîtiya jinê ya hunerî dinêrin, em dibînin ku di dîrokê de jinê her tim hilberandiye. Tu carî nesekinîye. Straye, xêz kiriye, nivîsandiye, leyîstiye. Lê keda wê her tim hatiye desteserkirin û ew li derveyî qada hunerê hatiye hiştin. Li gel ku xwediya hilberîneke zêde ye jî, di bin rolên civakî yên ku lê hatine barkirin de hatiye fetisandin û qada hunerê lê hatiye girtin.

Gelek hunermendên jin li dijî zilmê têkoşîyane

Jiyana jinên Kurd jî di nava civakek feodal de teşe girtibû. Wê hişmendiya zayendperest li hemberî eleqeya jinê ya ji hunerê re her tim şer kiriye. Lê gelek hunermendên jin hene ku li dijî vê zilmê têkoşîyane û xwedî serkeftinên cidî ne. Sûsika Simo, Meryemxan, Ayşe Şan, Zeynikê, Gulê, Fatma Îsa, Zadîna Şakir çend ji wan e. Her çiqas ne di asta ku tê xwestin de be jî, di her qada hunerî de ji bo jinan guhertinên erênî derdikevin holê. Di qada hunerê ya ku mêr tê de serdest e, tevî hemû faktorên astengkirinê, hejmareke zêde ya jinên Kurd ên hunermend ên jêhatî jî heye û pêş dikevin. Lê divê bê gotin ku hîn rêyeke dûr û dirêj heye.

Serdestiya mêr a di hunerê de

 Dema em hinekî din li paş vedigerin, em dibînin dîroka hunerê di mijara jinê de çiqas tarî ye. Di demên berê yên dîroka hunerê de, jin ne di hunerê de, lê wek mijara hilberînên hunerî tê xwiyakirin. Dema em piçekî paşde vedigerin hunermend, berhem û dîroka hunera wan dinirxînin, em rastî cîhanek hunerî ya xwedî serdestiya mêr, tên. Di wê cîhana hunerê ya ku mêr serdest e de, em di berhemên ku hatine çêkirin de rastî rewşên wekî hestên jinê û îlhama jinê tên. Her çiqas di pêvajoya dîrokî de tevlîbûna jinan a hunerê çê bûbe jî, pir zehmet bû ku di wê cîhana hunerê de cihê xwe saxlem bikin.

Cihê jinê yê di hunerê de

Di hunerê de cudabûneke berbiçav di navbera jin û mêr de hebû. Di vê yekê de helwesta hunermendan, nêzîkatiya dibistanên hunerê, bandora perwerdehiyê û hawirdora civakî-çandî xwedî rol in, lê kesî qala vê cudahiyê nekiriye. Ji ber ku heta salên 1970’ê cihê jinê di hunerê de tu carî nebû mijara nîqaş û nirxandinê. Di salên 1970’ê de jinan cara yekem mijara li ser cudahiya di navbera jin û mêr a di hunerê de kirin rojev û nîqaşan dest pê kir.

Jin di her serdemê de bûye parçeyekî hunerê

Bi sedsalan, jinê hem hilberandîye, hem jî pêşengtiya şêweyên nû yên îfadeya hunerî kiriye; Ew bi hewldanên xwe yên girîng, wek piştevanên hunerê, berhevkar û îlham, dîroknas û her wiha rexnegirên hunerê beşdarî çalakiyên hunerî bûne. Jin di her serdemê de, di her şert û mercî de bûye parçeyekî hunerê û hebûna xwe berdewam kiriye û dikin.  Weke ku tê zanîn Dêra Xiristiyanan di Serdema Navîn de xwedî hêzeke serdest bû û wê hêzê teşe dida hemû jiyana civakî. Rêxistinbûna hiyerarşîk a di dêrê de, di civakê de jî dubendiyên çînî afirand û dogmaya wê ya baviksalarî “biçûkhesibandin” a jinê, ku “xwezayî” dihat dîtin û bingeha wê diçe heta serdema antîk, radixe ber çavan. Bi vî awayî pozîsyona jinê ya civakî ji aliyê Dêr û pêkhateya feodal ve hatiye diyarkirin.

Perwerdehiya hunerî û rewşenbîrî ya jinan

Her çiqas jin xwedî statuyeke wiha bin jî, tê zanîn ku di rêvebirina mal û milkê malbatê de, di jiyana aborî ya giştî de û her wiha di berhemên çandî yên weke çêkirina destnivîsan de roleke girîng lîstine. Piraniya hilberînên hunerî yên ku di vê serdemê de hatine çêkirin li keşîşxaneyan pêk hatine. Perwerdehiya hunerî û rewşenbîrî ya jinan bi rewşa wan a malbatî ve girêdayî bû. Heke ku ji malbateke “esilzade” bin encax dikarîbûn perwerdehiya hunerî û rewşenbîrîyê bigirin. Dîsa mamostetiya jinê qedexe bû, ji ber ku “jin tenê dikaribûn bibin guhdar”. Tê qebûlkirin ku di serdema ronesansê de hunermend ji bênasnametiyê xelas bûn û bi navê xwe sêwirandin, hilberandin. Heta wê demê hilberînên ku pêk dihatin bi navê xwediyên xwe nehidatin binavkirin û nasîn. Hemû hilberîn anonîm bûn.

Dîroka hunerê

Yekem car di wê heyamê de hunermend; wek kesek “zana”, “xelatkirî” ku dikare karekî hunerî biafirîne, di nivîsara Leon Battista Alberti ya li ser wêneyê de tê dîtin. Di nivîsê de, ev celebê hunermendên nû yê îdeal wekî mêr tên binavkirin. Ji vê dîrokê û vir ve dîroka hunera ku bi rûmetkirina hunera mêran û biçûkxistina jinan dewam kiriye, heta roja me ya îro jî hatîye. Û heta îro jî bandor li nirxên me  kiriye.

Hiyerarşîya heyî û serweriya mêr şans nedaye jinê

Xebatên hunermendên jin ji hêla teknîkî ve nebe jî, ji hêla nirxê wan ê aborî ve ji xebatên mêran erzantir dihat hesibandin û dîtin. Ji bo ku di civak û hunerê de cihê jinên hunermend baştir bê dîtin û fêhmkirin, divê mirov li destpêka dîroka hunerê ya sedsala 16’emîn vegere. Marietta Robusti hunermendeke jin e ku di sedsala 16’emîn de jiyaye. Ew keça Tintoretto ya mezin bû. Marietta bi bavê xwe û sê birayên xwe yên biçûk re pazdeh salan di atolyeya Tintoretto de xebitî. Wê demê atolyeyên malbatê yên ku kevneşopî û esnafiya malbatî bi wan dihat domandin pir zêde bûn û girîng dihatin dîtin.Wek ku di vir de jî tê dîtin, her çiqas berhemên Marietta navdar bûbin û bi qasî ku di roja me de jî bi berhemên Tintoretto re werin beramberkirin, serkeftî bên hesibandin jî, hiyerarşiya heyî û serweriya mêr şans nedaye Marietta ku reseniya xwe derxe holê û xwe pêş bixe. Rê li ber xweserîya wê ya ferdî hatiye girtin. Heta rê li ber “ferdî” bûyîna wê bi xwe jî hatiye girtin.

Têkoşîna jinê ya di qada hunerê de

Pêşîlêgirtin û mobînga ku di qada hunerê de li ser jinê hatiye meşandin heta roja me jî rastiya xwe diparêze. Îro belkî şêwazên cuda tên bikaranîn lê di bingehê de hişmendî, nêzîkatî, neqebûlkirin û bêtehemûliya li dijî hunera jinê – jina hunermend hîn jî pir zindî ye. Hîn jî jinek çiqas serkeftî be, di hunerê de ji hêla hempîşeyên xwe yên mêr ve di karê xwe de “ne temam” lê tê nêrîn. Di orkestrayekê de, di lîstikekê de û heta di pêkhateyên birêxistin de jî mêr mobîngê li ser jinan ferz dikin. Lê tiştê ku hatiye guhertin di pêvajoya dîrokî ew e ku jin êdî xwedî dîrokeke berxwedaniyê ne. Têkoşîna jinê ya cinsî bandor li ser hebûna wê ya di qada hunerê de jî kir û îro hişmendiya zilamsalarî nikare pir aşkere û rasterast êrîşî hunera jinê, hebûna jinê ya di hunerê de bike. Îca pergaleke ku bi xwe jî mêr e pişta mêran jî miz dide û bi şêweyên din êrîşî jina hunermend dike û dixwaze xweseriya ku di pêvajoya dîrokî de, di encama têkoşînek mezin de bi dest xistiye dîsa jê bistîne. Jixwe êrîş û qedexeyên li ser huner û hunermendên Kurd li aliyekî, îro êdî pergalê berê êrîşên xwe berfirehtir kiriye û jinên hunermend ên di nava xwe de jî dike hedef. Di van demên dawî de bi hinceta ku cil û bergên wan ne “guncav” in û bi rêk û pêkîtiya civakê “xera” dikin, li Tirkîyeyê gelek stranbêjên jin bûne hedef, êrişên zayendperest li wan hatine kirin û konserên wan hatine betalkirin. Îro jî pergal pişta kevneperestiyên civakê miz dide û bi vî awayî dixwaze jinê li derveyî qada hunerê bihêle. Yanî pergal hestên civakê yên feodal xwedî dike û di şerê xwe yê li dijî nasnameya jinê ya hunerî de bi kar tîne.

*Hunermend