Sala 2022’an sala berxwedana jinan

- Çîmen ARAS
322 views
Ji destpêka salê heya niha ku şoreşa gelan bi pêşengiya jinan geş bûye, salek tijî berxwedan, serhildan û têkoşîn bû. Li gel hemû zext û êrişên rejîma dagirker a Îranê, dîsa jî jin bi çand û kevneşopiya şoreşê ku di vê erdnîgariyê de kok daye, dev ji doz û mafê xwe bernedan û diyare ku di berdewamkirina xwepêşandanan de heya gihiştina encamê bi biryarin.

Jin êdî naxwazin weke kole, pîrek û cinsê lawaz werin nasîn; belkû dixwazin nasnameya xwe ya rastî ku xwedî enerjiyek herikbar, edaletxwaz û civakiye bidest bixin. Bêgûman ger di welatekê de tekoşîn bibe kevneşopî, ne gengaze dijmin bikare wê têkoşînê têk bibe. Jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê di dîroka hemdem a Îranê de çi bi awayek ferdî û çi jî bi rêxistinî, her tim li hemberî pergala xanedanî û piştî şoreşa îslamî jî li hemberî pergala hikûmeta vîlayetê Feqîh û totalîtarîzma mezhebî bi her awayî li ber xwe dane. Weke her salê îsal jî em dibînin li hemû deverên dinyayê li kêleka têkoşîna jinan, zilm û şîddeta dewletê ku weke qanûn, bav, mêr û bira tê dîtin, kuştina jinan jî di astek bilind de bû. Ji zîndanan heya kolanan jin bi şîddet û serkutkirinê re rûbirû bûn.

Li dijî pergala Îranê hevparbûna têkoşîna jinan û gelan
Gelên Îranê û taybet jin bi salane li hemberî hikûmeta despotîk a Îranê şer dikin û pir bedel jî dane. Di sala derbasbûyî de nûser û çalakên siyasî di zîndanan de ji ber dermannekirina nexweşî û girevê jiyana xwe ji dest dane. Nêzikatyên rêjîmê wisa nîşan dide ku her kesê li dijî vê hikûmetê be, divê nejî. Siyaseta rejîma Îranê li hemberî gelan qirkirina çandî û fîzîkiye. Darvekirina bi dehan kesî ji gelên Belûç û Kurd vê rastiyê piştrast dike. Ev hovîtiya hikûmetê ya salan, qelîştokek mezin di navbera gel û hikûmetê ava kiriye. Êdî civaka Îranê baweriya xwe bi vê dewletê nîne û rûyê xapînok ê rejîmê derketiye holê. Dizî, talan, kuştin û bêmafî karaktera hikûmeta Îranê ye û ti car hewl nedaye pirsgirêkên gel çareser bike. Hemû hewldanên wê ewe ku hegemoniya xwe di herêmê de xurt bike. Lewma pişta xwe daye civakê û derdê gel nabîne. Lê weke caran hatiye ziman di Îranê de jinbûyîn bixwe weke sûcek tê dîtin û jin her tim, ji destpêka avabûnê heya niha bi zilma hikûmetê rûbirû bûne. Yekem astengiya li hemberê jinan li Rojhilata navîn û welatên Îslamî qanûnên Şer’ê ne. Qanûna ku bi destên zilaman hatiye nivîsîn û  pêkanîn wek emrek xudayî tê dîtin ku nayê guhertin, ezelî û ebediye û divê her kes serî li ber bitewîne. Yek ji faktorên sereke ku dibe amûrek şîddeta li dijî jinan jî, qanûne. Qanûn di dirêjahiya dîrokê de her tim bûye amûrê desthilata zilam da bi rêka wê bikare xwe li ser civak û taybetî jinan ferz bike. Mînaka vê ya dîrokî qanûna Hemûrabî ye. Ger em li qanûna rejîma Îranê binêrin di gotin de jin û mêr li hemberî qanûnê wekhevin, lê dema em li navarok û piratîkê binêrin em rewşek berovajî dibînin. Mînak li gorî qanûna îslamî jin nikarin daxwaza telaq bikin yan jî bê destûra hevjînên xwe nikarin derkevin derweyî welat û bi dehan mînakên bi vî rengî. Mijara din saziya malbatê ye ku li gorî nêrîna ola îslamê pîroz hatiye dîtin û li gorî wê jinek baş ew e kû xizmetek baş ji bo zarok û mêr bike û nirxê jinê di astek jor de hatiyê daxistin. Li Îranê şîddeta herî asta jor ya di nava malê de ye. Lê sala borî şîddeta herî berbiçav weke caran şîddeta dewletê bû. Dewletê bi hemû saziyên xwe dijminatiyek eşkere ji bo jinan nîşan da. Her çend ev dijminatiya hovane xwedî milên dîrokî û îdeolojîk in lê bi bilindbûna asta zanebûna jinan ev dijminatî jî dijwartir dibe. Sîstema zilamsalar naxwaze pergala koletiya jinan ji dest bide. Ji ber hîmê wê li ser esasê koletiya jinê hatiye avakirin û bi vî awayî xwe berdewam dike. Qanûna hîcabê ku piştî şoreşa Îslamî hatiye nivîsîn, heya îro yek ji nakokiyên serekeye di navbera jinan û hikûmetê de. Lê jinên Îranê ti carî ev qanûn li gorî daxwaza dewletê pêk neanîne.  Lê bi caran ji aliyê polîsan ve hatine girtin û îşkencekirin. Rejîma Îranê di mijara mafên jinan de bi taybetî ti carî tawîz nade. Ger hicaba jinan jî nebe tiştekî ku hikûmeta îranê di milê îdeolojîk de xwe lê bispêre namîne. Diyare ev tekoşîna jinan ya li dijî hicabê û zordariya ‘polîsê exlaq’ destpê kir, dê rêya şoreşek din veke.

Jîna Amînî bû Jin Jiyan Azadî
Piştî qetilkirina keça Kurd ya Seqizî Jîna Emînî ku ji aliyê ‘polîsê exlaq’ ve hate kuştin, careke din agirê berxwedan û şoreşê geş bû. Kuştina Jîna, nûbûn û yekîtî afirand û rihek da civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku dewletê bêhn lê çikandibû. Vê rastiyê her kes li dora banga ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kom kir. Jin û mêr bi hevre li dijî zilma dewletê anî gel hev û herkes daket kolanan. Ev bixwe şoreşek mezin e. Êdî mêr jî dizanin heya di civakêde jin azad nebe, mêr jî nikarin jiyanek birûmet û azad bijîn. Şoreşa li Kurdistanê destpê kirî belavî hemû Îranê bû. Sînorên Îranê jî derbas kir û cîhanî bû. Tevgera Jin, Jiyan, Azadî tiştên pir xweşik afirandin û destkeftiyên wê pir bûn. Niha dinya li ser felsefeya vê siloganê nîqaş dike. Jixwe zû yan derneg gelên Îranê bi pêşengiya jinan li dijî zilm û zordariyê serî hildan e. Lê Jîna bû çirûska vê şoreşê û vejîna jiyanek nû li ser bingehê wekhevî û azadiyê. Mirov dikare bêje salek tije têkoşîn û berxwedan ji bo jinên Îran û rojhilatê Kurdistanê derbas bû.

Duyemîn Şoreşa Jinê li ser kokên xwe pêk tê
Jin, Jiyan, Azadî bû hêzek efsûnî, xuliqkar û cîhanî bû. Heya niha ti nîşaneya sistbûna vê tevgerê nayê dîtin û her roj weke agirê meşaleyekê geştir dibe. Ne mumkûne desthilata dezgeha serkutkirinê bikare pêşengên vê tevgera şoreşgerî û jinan bi şîddeta di asta jorde jî bide sekinandin. Têgîna ‘şoreşê’ piştî salan dîsa vegeryaye rojeva gelên Îranê ku ev bixwe dikare desthilatdariya vê hikûmetê bin bixe. cNiha ku tovên şoreşa jinê li Kurdistan û Îranê zîl daye, şîddet û kuştin jî di asta jor deye. Şîddeta li ser jinê û her awa şîddet ancax bi perçekirina hişmendî û çanda baviksalar pêk bê. Ji bo pêkanîna vê pêwîstî bi şoreşa zanistî û zihniyetê ya bi pêşengiya jinan heye. Di sedsala 21’an de kodê hişmendiya zilam hatiye eşkerekirin û jin êdî çi di jiyan û çi di piratîkê de naxwazin serî li hemberî vê pergalê bitewînin. Mirov dikare bêje niha ev bûyerên şîddet û her wiha serhildanên ku ne tenê li Îran û Rojhilata Navîn çêdibe, esas jana zayînek nû ye. Zayîneke ku bi pêşengiya jinan nûbûnek din weke serdema Dayîk-Xwedawend bi xwe re bîne. Duyemîn Şoreşa Jinê dîsa li ser koka xwe pêk bîne û mirovahiyê ber bi azadiyê ve bibe. Lê diyare vê carê jinan her bedel dane ber çavên xwe da bikarin pêşerojek azad ava bikin.