“SAPPHO” Helbestvana Yewnana antîk

- Avesta AYDIN
39 görüntüleme
“Ji xofa xwe ditirse
Digire 
Rûyên xwe yên rohnî
Stêrkên li dora heyvê dibin xelek
Dema heyv dibe heyveron
Û her alî rohnî dike…”

Di rêzikeke helbesteke xwe de wisa gazî dike Sappho ya berî zayînê, di qirneya 7. de jiyayî. Sappho  li girava Lesbos (Mîdîllî) li bajarê Mîtîlînî hatiye cîhanê û tê texmînkirin ku BZ. di 610-580î de jiyaye.  Em dikarin bibêjin ku yek ji helbestvanên jin ên nivîskî ya ji dem û dewrana xwe re pêşengtî kiriye ye ew. Wê helbestên xwe bi zaravayê Aiol yê di pêvajoya Romayê de êdî nedihat bi karanîn nivîsiye. Plato jî pesnê helbestvaniya wê daye. Tê gotin ku keça malbateke arîstokrat e û ji bo zarokên keç û jinên dest ji hevjînên xwe berdane, dibistanek li Lesbosê  vekiriye. Li vê dibistanê jinên ciwan perwerde kiriye. Ji ber ku tenê pêşketina jinan û pêşxistina zarokên keç, bingeh digire, ji aliyê feraseta mêr ve, navên xerab lê tê kirin û bi gelek zehmetiyan re rû bi rû maye. Helbestên lîrîk ên xîtabî cihana hundurîn a mirovan dike û mijarên wek hezkirin, evîn, êş, veqetandin, hestiyarî û hwd. di lûtkeya herî jor a kelecanê de tê ziman. Navê xwe ji enstrumana Yewnana kevin Lyra (lîr) digire ku teşeyê vê helbestê, di nava têlên wê de bi wate dibe. Ji bo Sappho’yê jî wisa bû. Dema ji helbestên Epîk, derbasî pêvajoya helbestên Lîrîk dibin, helbestvan Sappho dibe xwedî girîngiyeke mezin. Mirov dikare ji bo wê bibêje yek ji pêşengên helbestên Lîrîk ên Yewnana Antîk e Sappho û bi naveroka helbestên xwe, ji pêvajoyekê re pêşengtî kiriye. Bi navê “çarînên Sappho’yê” wê vezîna rêzikeke 5 tikeyî û 3 rêzikên 11 tikeyî pêk tê bi kar anî. Dibêjin dengê dilê wê ew dianî ser zimên, hezkirin û evîn, di helbestên wê yên lîrîk de li xwe dihisiyan û di rêzikên “Mirov ji kê hez bike dibêjim, ew e ya/yê herî xweşik” bi wate dibûn.

Nêrînên wê yên di derbarê evînê de wiha derdiçûn:

“Keda evînê jî heye
Di biriqandin
Û dilpakiya rojê de”

Mixabin dîroka fermî ji aliyê mêr ve hatiye nivîsîn, ji ber vê yekê, Soppha û jinên din ên mohra xwe li dîrokê dane, di nava rûpelên wê dîrokê de veşartî mane.  Em bi rêya helbestên wê yên ji mirinê filitî, wê hinekî nas dikin. Piştî helbestên Epîk ku lehengî, çelengî, welatparêzî, bi kelecaniyê tîne ser zimên ku pêve girêdayî mêrxasiya mêran vedibêje, Sappho yek parêzvana helbestên Lîrîk ku tevahiya mijarên mirovan eleqeder dike dihewîne ye. Yekbûna dil û ziman e, helbest ji bo wê.  Tiştên ji dilê wê tê, bi leza deng dibe tîp, kîte, peyv, hevok û vedigere helbestê. Di pêvajoya belavbûna xiristiyaniyê de, helbestên wê ji bo xiristiyaniyê wek xetere tên dîtin û tên qedexekirin.  Wê duayên xwe ji xwedayan re nedigot, ji xwedawendan re vedigot derdê xwe. Ji ber ku ew rahîbeyeke baweriya Afrodîtê bû. Di helbesta wê ya herî dirêj ku heta roja me ya îro hatiye ya bi nave “Derdê xwe ji Afrodîtê re gotin”ê de wiha derdiçe hestên wê.

“Hêy Afrodîta nemir a textê wê rohnî
Te di nava wan lêvên xwe yên nemir de dipirsî;
Dîsa çî te heye digot te?
Dîsa çi ye ya dilê te dizî…?”

Dibêjin ew bi bazirganekî dewlemend re zewiciye. Bi rêya helbesta wê ya bi navê “Razê dergûşa min” em dizanin ku keçeke wê ya bi navê Kleis hebû ye.

“Keçeke min heye
Biçûk e
Navê wê Kleis e
Wek kulîlkeke zêr e
Kroişo
Hemû qraltiya xwe bide
naguherînim bi wê re…”

Di asta herî jor de dijî her hestê, Sappho. Rast û rasteqîneke hestiyar e ji bo wê peyv û divê heqê wê were dayîn.  Bi helbesta

“Bi tenê hewa be jî,
nemir in
peyvên li ser zamanên min” vê dilpakiyê tîne ser zimên.
Dîsa bi peyvên nemir xatir ji jiyanê dixwaze û diçe. 

“Gazincan nakim
Xewnerojkek nîn bû
Dewlemendiya ferîşteyên eyanî

Ji bo min bexşandin: 

Ez bimirim jî
Navê min wê qet neyê jibîrkirin.”