Sedîqe Dolet Abadî derîyê siyasetê li jinan vekir

- Berjin TEKOŞER
239 views
Sedîqe Dewlet Abadî, yek ji çalakvana siyasî ya jin a despêkê ye. Di heman demê de di dîroka Îranê de weke yek ji aktîvîstên herî bi tecrûbe yên mafên jinan tê nasîn. Wê xebatên xwe di salên dawî yên qiraliyeta Qaçaran da destpêkirin û di dema Pehlewî de jî dewam kir.

Sedîqe li bajarê Îsfehanê ji dayîk bû. Ew zaroka heftan a Xatime Bîgem û Hac Mîrzahadî bû. Sedîqe Dewlet Abadî ji malbateke bi nav û deng bû. Di nav malê de fêrî xwendin û nivîsandinê bû. Di temenê 15 salî de hate zewicandin, lê piştî demeke pir kin ji hevjînê xwe veqetiya. Bêguman zewaca wê ya di temenê biçûk de û şikestina ku di vê zewacê de pê re rû bi rû ma hişt ku paşê helwesta wê ya li hemberî mêran biguhere.

Xebata ji bo pêşketina jinan

Sedîqe xwe dispêre vê dewlemendiya malbatê ku karîbû encûmeyek bi navê “Şîrketa Xatîn a Îsfehan” ava bike. Hin nivîskar di wê baweriyê de bûn ku wê “Şîrketa Xatîn a Îsfehanê” û piştî du salan jî “Ceribandinên Jinan” damezirand da ku rê li ber mijara sergirtina jinan bigre. Weke mînak tê gotin ku dema keçek di temenê biçûk de bizewiciya mafê wê tune bû ku êdî di şîrketa wê de kar bike. Zilamên malbata Sedîqe Dewlet Abad jî cil û bergên olî li xwe dikirin. Ji ber vê çendê jî hin nivîskar di vê baweriyê de ne ku Sedîqe di nav malbateke olî de perwerde dîtiye. Lê belê hin dîrokzan didin diyarkirin ku malbata Dewlet Abadî her ciqas cil û bergên meleyan li xwe kiribin jî ew “Babî” an “Behayî” bûne. Di eslê xwe de baweriya wan bi ola Şîe nebû ye û li gorî berjewendiyên xwe ev cil li xwe dikirin. Malbata Dewlet Abadî girêdayî mezheba Babî ye û li gorî nirxandinên Yehya Dewlet Abadî (Kurê Mîza Hadî), xelk bi girseyî li taxên Îsfehanê dimeşin û qesta kuştina malbata wî dikin.

Kar û xebata siyasî ya Sedîqe

Xebata siyasî û civakî ya Sedîqe Dewlet Abadî, di serdema makezagonê de destpê kir. Di vê demê de hêjmareke zêde ya komeleyên veşartî hebû. Gelek serokên destûrî yên azadîxwaz û modernîst endamên van derdorên veşartî bûn. Li gel zêdebûna komeleyên mêran ên veşartî, jinên modernîst û azadîxwaz jî civatên xwe avakirin. Her ku komîteyên nehênî yên mêran zêde dibûn, jinên modernîst û azadîxwaz jî komîte ava kirin. Bi gelemperî jin û keçên padîşah an jî xizmên siyasetmedaran beşdarî van bûn. Sedîqe Dewlet Abadî jî bi awayek weşartî beşdarî van komîteyan bû.

Komên birêxistinkirî yên jinan

Komek jinên modernîst, “Komeleya Moxederat a Welat” ava kirin. Seroka vê komeleyê keça Şêx Hadî Necemabadî ya bi navê Axa Bîgem bû. Hêjayî gotinê ye ku ev komele li Îranê cara yekemîn kombûnên saz û dîlanê jî li dar xist. Di van komcivînan de ji bilî axaftin û şanoyan, bi gelemperî ji aliyê Ermeniyan ve bernameyên şahî û kêfê jî dihatin pêşkêşkirin. Ji ber vê yekê, ew bi awayekî eşkere rastî dijberiya alim û komên olî hatin. Yek ji komeleyên din ku Sedîqe bi awayekî weşartî bû endam û beşdarî xebatên wê bû, Komeleya Azadiya Jinan (Encûmena Huriyet Zenan) bû. Her wiha hin jinên din ên bi navê Mohterem Eskenderî, Hema Mohemmedî, Şems Elmolok û Cevaher Elkelam jî endama vê komeleyê bûn. Ji bilî jinan mêr jî beştarî civînên vê komeleyê dibûn.

Avakirina dibistanên zarokên keç

Di sala 1916’an de, li Îsfehanê ji aliyê Sedîqe Dewlet Abadî ve bi awayekî hemwext du dibistanên zarokên keç hatin avakirin. Ev dibistana bi navê “Em El-Medaris” û dibistana seretayî ya bi navê “Dibistana Enas Gulbehar” bûn. Dibistana duyem ji aliyê Bîbî Xanûm ve tê birêve birin. Ev dibistanên hatine avakirin, ne li gorî nirx û pîvanên olî, li gorî pîvanên nû hatin birêxistinkirin û birêvebirin. Dibistana Sedîqe Dewlet Abadî ji aliyê jineke bi navê Bederoldecî Direxşan Pûran Feroxzad ku dibistana keçan a Emerîkî ya Tehranê qedandiye dihat birêvebirin. Dibistan ji ber nemeşandina ayînên olî û qanûnên perwerdeyê yên wê demê, hat girtin. Paşê Sedîqe dibistaneke din a seretayî ya keçan vekir. Lê dibistana bi navê “Mekteb Xaneyê Şereyat” a di bin rêveberiya Betûl Kawê de hatibû damezirandin jî weke yên din hate girtin. Sedîqe Dewlet Abadî jî li dijî kevneşopî û baweriyên olî serî hilda û di rojnameya “Zimanê Jinan” de li hemberî perwerdeya kevneşopî ya jinên Îranî, daxwaz ji hikûmet û wezareta perwerdeyê kir ku ji bo berfirehkirina perwerdeya jinan bi şêwaza Ewrûpayê îmkanên pêwîst bide û ev daxwaza xwe weha bilêv dikir: “Pêwîste em ji hikûmetê bixwazin ku li parêzgehan dibistanên keçan ava bike.”

Kovara Zimanê Jinan

Kovara jinan a bi navê “Zimanê Jinan” (Roznameye Zeban Zenan), di sala 1919’an de hate avakirin. Kovar bi hewldanên Sidîqe Dewlet Abadî di sala 1919’an de hat derxistin û li Esfehan û Tehranê hat çap kirin. Ev kovar di demên destpêkê de hîn zêdetir li ser pirsgirêkên jinên li malan û mijarên weke paqijî, hevjiyanî û rêvebirina malê disekinî. Di rewşekê de ku heta derxistina rojnameyek siyasî ya mêran jî zehmet bû, wê gav bi gav rojnameya xwe veguherand navgîneke siyasî ya jinên Îran’ê. Heta tê gotin, ew derbarê zayenda mêr de ewqas hesas bûye ku israr dike di rojnameya xwe de tenê gotarên ku ji hêla jinan ve hatiye nivîsîn biweşîne. Heta gotarek ku ji aliyê mêran ve li ser mijarên jinan bihata nivîsîn jî, nedihat weşandin. Bi demê re naveroka kovara jinan hat guhertin û hîn zêdetir li ser mijarên din ên mina sosyalîzm û demokrasiya civakî sekinî. Ev rê li bertekên tund ên aliyên olî vekir. Her wiha di hin gotarên vê kovarê de ji siyaseta Yekîtiya Sovyetê re jî piştgirî tê dayîn. Jin li hin cihan jî şîarên weke “Her bijî azadiya cîhanî, her bijî azadiya Îran ê”, “her bijî Sosyalîzm” diqêriyan. Sedîqe Dewlet Abadî ku di nivîsên xwe de li ser rewşa jinan disekinî, rexne li rewşa jinên Îranê digirt. Wê bixwe jî wê demê ev deh sal bûn ku hîcab danîbû alî û bê destmala serî derdiket kolanan. Vê yekê jî gav bi gav nerazîbûnên raya giştî û bi taybetî derdorên olî zêde kir.

Gera wê ya welatên Ewrûpayê

Sedîqe Dewlet Abadî roj bi roj zêdetir rastî pirsgirêkan hat û hin alî bizanebûn ew dikirin hedef. Nifrîn lê dikirin û rojnameya ku derdixist li koçe û kolanan dihat dişewitandin. Ji xwe Sedîqe li Fransayê li kolejê di beşa ku ji bo jinan hatibû veqetandin de xwendibû û di vegera xwe ya Îranê de ku wê demê hikûmeta Riza Şah li ser desthilatiyê bû, tevî ku serê tevahiya jinan girtî bûn, ew serê xwe negirtibû. Ji wê demê ve, di nav civakê de bê hîcab digeriya. Ji ber vê yekê rastî nerazîbûnan dihat û gelek dijberî peyda kir. Di sala 1924’an de, bi hevkariya dewleta Fransayê di nivîseke xwe ya bi navê “Îran û Fransa” de plana reform û geşepêdana aborî ya Îranê pêşkêş kir. Mirov dikare bêje ku di rakirina hicabê de roleke wê ya girîng hebû. Ji bo vê jî gelek rê û rêbaz bikaranî. Weke mînak; lidarxistina civînên awarte, çapkirina rojname û avakirina dibistana zarokên keç hin ji wan bûn. Her wiha ew yekem jina Îranî bû ku wê demê serê xwe negirtibû û li dijî vê dest bi têkoşînê kiribû. Riza Şah destûra avakirina Komiteya Jinên Azadîxwaz a Tehranê dide. Paşê ev komîte xwe weke “Qanûna Banûwan” bi nav kir. Ev xebat jî hîn zêdetir li dijî hîcabê hatibû rêxistinkirin û di bin çavdêriya Şems Pehlewî de bû. Paşê birêvebirina vê komîteya jinan kete ser milê jina bi navê Hacer Terbiyet û piştre jî Sedîqe ev kar birêve bir.

Xebata ji bo azadiya civakî

Yek ji sedema ku ev kar dane Sedîqe Dewlet Abadî, xebata wê ya ji bo jinan bû ku ji xebata kovarê bigere heta gelek karên din dabû meşandin. Sedîqe Dewlet Abadî heta sala 1921’an di vê komîteya jinan de kar meşand. Di tevahiya jiyana xwe de ji bo rakirina hîcaba jinê têkoşîn da. Sedîqe Dewlet Abadî di rêya azadiyê de gelek gotin û nivîs nivîsandin. Di gelek civînên ku bi vî armancî hatin lidarxistin de cîh girt. Ji ber vê yekê komek nivîskar wê weke jineke modernîst û pêşenga xebatên siyasî û civakî didan nasîn. Ew bi dirûşmên germ helbest nivîsandin. Di Kovara Zimanê Jinê de bi sernivîsên weke “Maf bi azadiyê re ye”, “Bimre mêtîngerî” nivîs weşandin. Sedîqe Dewlet Abadî heta dawiya jiyana xwe ji bo maf û azadiya jinan têkoşiya û di 28 Tîrmeha 1961’an de, di temenê xwe yê 80 salî de, li Tehranê jiyana xwe jidest da.