Semra Guzel serî netewand

- Roza METÎNA
273 views
Îktidara heyî ya li Tirkiyeyê ya ku dixwaze perspektîfa jina azad ji holê rake û wêneyê jina maqûl di bin hişê civakê de xêz bike, bi ferman û talîmatê êriş, tundî û heqaret li Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel kir û ew kir girtîgehê. Bi vê yekê jinên têkoşer, jinên ji samîmiyet û mekanîzmaya dewletê ya dualî ne bawer in, bûn hedef.

Îktidara dixwaze hevsengiya civakê li gor şerê xwe yê taybet dizayn bike û polîtîkayên tirkkirinê ferz dike, dîsa wekî ku serfiraziyeke mezin bi dest xistibe, girtina Semra Guzel di medyaya xwe ya hawiz de bi aweyekî ne etîk anî rojevê. Bi vî rengî ji aliyekî jî dixwaze li ser tarza jiyanê ya civakê hegemonyayekê ava bike. Lê belê li dijî vê hegemonyayê, binpêkirina mafên jiyan, demokrasî, azadî û aştiyê Semra Guzel li ber xwe da û peyama “Ez serî natewînim” da.

Di şexsê Semrayê de xwestin serê jinên kurd bitewînin

Semra Guzel a di hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an de bi dengên gel, wekî parlamentera HDP’ê ya Amedê hatibû hilbijartin, di 3’yê Îlona 2022’yan de bi îşkenceyek dermirovî hat girtin. Demildest derbarê Semrayê de bi iddiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn hatibû destpêkirin û parêzbendiya wê hatibû rakirin. Li Tirkiyeyê kesên  bertîlan digirin, kesên mafya ne, berpirsên nelirêtî, talan û rantê bi rêya daraza ne adîl ve tên parastin, tên xelatkirin. Lê belê Semra Guzel a îradeya gel e bi îşkenceyê, muameleya ne baş hat girtin. Îktidara li ber çûyinê ye jî ev wekî serkeftinekê di medyaya xwe ya hawiz de nîşan da. Gelek buxtan jî li ser zêde kirin. Her wiha Serokê Meclisê Mûstafa Şentop, pêşniyazpirsa têkildarî girtina parlamenter Semra Guzel a bi îşkence û mûameleya xerab hatiye dayîn jî dîsa bi hinceteke pûç û vala îade kir. Diyar e ku ev êrişeke sîstematîk a li dijî mafê jiyanê û îradeya Gelê Kurd e. Em dikarin vê helwestê wekî dijbertî û tasfiyekirina siyaseta aştiyane, azad û demokartîk jî pênase bikin. Di şexsê Semrayê de hat xwestin serê jinên kurd jî bên tewandin. Lê belê tiştekî ku ji ber çavên vê îktidarê dihere heye. Ew jî ev e ku jinên kurd ji dîrokê heta niha li berxwe dane û tu carî serî netewandine.

Nîşaneya nenaskirina îrade û axa Gelê Kurd

Jinên kurd ji bo parastina hebûna xwe ya ku mijara bingehîn a felsefeyê ye her tim li berxwe dane û serê xwe netewandine. Çimkî hebûn, hişmedî ye, hebûn mertala herî xwirt a wateya jiyanê ye. Bi kîna li dijî vê yekê sîstema heyî ya li vî welatî loma her tim êrişî deskeftiyên  jinên kurd dike. Loma bi zihniyeteke qirêj êrişî Semrayê hat kirin û bi heman hişmendiyê têkildarî pirtûka Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a bi navê “Wê Dîwar Hilweşin” bi iddiaya “Propagandaya rêxistinkirî ya bi rêya weşan û çapemeniyê” biryara komkirinê hat dayin. Ji ber helwesta zihniyeta ku xwe bi rêya nîjadperestiyê xwedî dike, li ser piyan dihêle gefa tecawizê li Aydinê li jineke kurd hat xwarin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Rojnameger Sadiye Eser hat birîn. Ji ber helwesta vê zihniyetê ye ku di dosyaya Sadiyeyê de strana kurmancî wekî delîl hat nîşandan û wergera kurdî ya Leyla Guven şaş hat kirin. Her wiha di Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê de parastina bi zaravayê Kirmanckî hat astengkirin û parastina bi zimanê tirkî li siyasetmedar Sîbel Akdeniz hat ferzkirin. Ev nîşaneya nenaskirina îrade, azadî û axa Gelê Kurd e.

Peyama Semra Guzel a li dijî tundiyê

Îktidara niha li Tirkiyeyê her qeyranê dixwaze veguherîna fersendê hemû tevger û saziyên di bin hîmayeya xwe de li gor pergala şerê xwe yê taybet bi teşe kiriye. Kesên li dijî vê pergala şer derdikevin jî dikin girtîgehan, wekî “sûcdar” û “terorîst” dide nîşandan. Semra Guzel ji ber ku li dijî vê pergalê derket îro di girtîgehê de ye. Loma Semra di odeya yekesî, di bin tecrîdê de hat hiştin. Lê belê li dijî îktidara yek ji bingeha qeyrana hegemonîk e peyama Semrayê ya “Li dijî polîtîkayên tecrîd, tundî û îşkenceyê moralê min baş e, ez silavên xwe ji bo her kesên têkoşer dişînim”gelekî bi wate bû. Ji ber vê yekê ye ku hem teşhîrkirina polîtîkayên şer ên taybet hem jî sekin û têkoşîna li dijî polîtîkayên şer ên taybet girîng e. Encax mirov dikare bi vî rengî serî bi lîstikên îktidar û siyasetmedarên dijminatiya kurdan dikin, derxe.

Daraz ne serbixwe û ne bêalî ye

Desthilatdariya ji aliyekî xwezaya Kurdistanê qetil dike û ji aliyekî jî kurdên ji bo doza xwe, li berxwe didin ji xwezayê qut dike, dixe nava çar dîwaran û bi vêya jî namîne di hucreyên yekesî de qetil dike, darazê ji bo parastina xwe tenê bi kar tîne. Ev desthilatdarî dibêje “em mafê jinê diparêze, em demokrasiyê û hiqûqa azad diparêzin” lê belê ji aliyekî jî Semra Guzel a ku îradeya Gelê Kurd e dike zindanê. Dawiyê jî Wezîrê Dadê Bekir Bozdag di peyama xwe ya sala edlî de dibêje “Rexnekirina daraza tirk neheqî ye, daraz serbixwe û bêalî ye”. Vê zihniyeta ku girtiyê siyasî Bariş Keve li Girtîgeha Tîpa T a Arganê ya Meletê qetil dike, vê zinhiyeta ku li Otogara Amedê dest dixe ser Rojnameya Xwebûnê ya bi kurdî ya wê ji Mêrsînê re bihata şandin, vê zihniyeta ku li rojnameger Hatice Şahin 6 sal û 3 mehan cezayê girtîgehê dibire, çawa dibe ku ji xwe re dibêje ez demokrat im û çawa dibe ku dibêje daraz serbixwe û bêalî ye? Ev zihniyeta ku ji têkoşîna jina kurd a ji dîrokê heta niha, ditirse, bi daraza ku wekî alavekê bi kar tîne, dixwaze tolê hilgire. Tiştê ku di dilê xwe de nikaribin bihebînin têkoşîna jina kurd a mohra xwe li dîrokê xistiye. Têkoşîna Leyla Qasim, Gurbeteli Ersoz, Sakîne Cansiz, Zarîfe, Arîn Mîrkan, Hevrîn Xelef û gelek jinên kurd ên din e.

Dixwazin jin li gor qalibên wan tev bigerin

Li Tirkiyeyê çawa tundî û êrişa li dijî jinê dewam dike li Îranê jî ev êriş û tundî dewam dike. Li Tehranê polîsên exlaqê tundî li jina kurd Mahsa Jîna Emînî kir û ew qetil kirin. Polîsên Exlaqê yên qaşo jin in jî bi hişmendiya baviksalarî ya rejîmê di heman rêyê de ne. Van kesên bi rejîmê ve girêdayîne di bin navê ‘exlaq’ de her tim li kuçeyan li jinan xistine, jin kirine bin çavan û avêtine zindanan. Çimkî Rejîma Îranê dixwaze jin li gor Îslama Siyasî ya li gor zihniyeta wan, tev bigere, dixwaza jin bibin kole. Lê belê jinan bi derxistina laçikên li serê xwe û bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bersiv dan vê yekê. Girtina Semra Guzel û qetilkirina Mahsa Jîna Emînî ji heman armancê xizmetê dike. Herdu pergal jî dixwazin jin li gor qalibên wan teşe û terzê jiyana xwe diyar bikin û li gor vê yekê bijîn. Jinên li dijî vêya li berxwe didin jî her tim dibin hedef.

Êriş û tundî ne munferît, sîstematîk in

Gelek tiştên li Tirkiyeyê diqewimin ne munferît, sîstematîk in. Lê belê rayedarên dewletê her tim hewl didin ku wekî munferît nîşan bidin. Herî dawî li Gundê Arpadereyê yê navçeya Efeler a Aydinê êrişeke nîjapest li dijî malbata kurd a Îdirî hat kirin. Di vê êrişê de gefa tecawizê li Semra Turkan hat xwarin. Lê belê dîsa ev êriş hat xwestin wekî êrişeke ji rêzê û munferît bê nîşandan. Ev êrişa nîjadperest, êriş û tundiya li ser Semra Guzel û xwezaya Kurdistanê jî ne munferît, sîstematîk in. Tevî êriş û tundiya li ser Semra Guzel û girtina wê, êrişa li dijî xwezaya Gelê Kurd û ranta ku bi rêya êrişa li ser xwezayê tê bidestxistin jî mijara gotinê ye. Loma peyama li meşa, ber bi Çiyayê Cûdiyê yê Şirnexê ve, hat dayin, xwedî wateyeke mezin e. Berteka girseya li meşê ya li dijî tecrîd, şer û talanê hêjayî dîtin û bihîstinê bû. Her wiha zext, tundî û muameleya ne baş a li girtîgehan jî ji vêya ne qut e. Heta girtiyê nexweş neyên asta mirinê nayên berdan an jî di girtîgehê de ji ber nexweşiya xwe jiyana xwe ji dest didin. Ev îktidar tenê kesên ji berjewendiyên wan re xizmetê dikin, berdide. Loma kesên mîna Mumtazer Torkone, Alaattin Çakici hatin berdan. Ev jî tê wê wateyê ku sepanên sîstemeke destpot di meriyetê de ye û heta ji hestiyê miriyên me jî aciz in. Çimkî vê sîstema destpot herî dawî di nava tûrikekî de hestiyên Hakan Aslan radestî bavê wî kir û bi ser de jî, ji ber Şîrîn Payzin teslîmkirina cenazeyê di hundurê tûrik de rexne kir, cezayê pere û sekinandina bernameyê ya 5 caran ji bo Halk TV’yê hat dayin. Loma serhildan, helwest, tevgera li dijî êrişên plankirî û bi zaneyî, divê ji bo kurdan bi qansî girtina hilmê girîng be. Loma Semra Guzel serî netewand û li berxwe da.