Dîroka ku li dibistanên dewletê tê dayîn, pirranî dîroka nivîskî ya civaka çînayetî ya 5 hezar salên dawî ye. Lê dîroka rastîn ji çêbûna gerdûnê destpêdike û bi qasî însan, tê de hemû zindî û hebûnên din hene. Parçeyek ji vê dîrokê jî şerê mirovan yê li dijî xweza û ajalan e. Lê behsa vê beşa ku sûcên mezin dihewîne naye kirin.
Ji ber nêçîr û êrîşên bê dawî yê li dijî xwezayê heta niha nifşê bi hezaran cureyê ajalan tine bûye. Tevî yên kovî, yên kedikirî jî rastî êrîşên dijwar hatin. Ev kiryar hem veşartî, hem jî bi navê kevneşopî, pêdivî, bawerî an jî qanûnan pêk hatin û hîn dewam dikin. Qanûna komkujiyê ya dewleta Tirk ya di dawiya Tirmehê de li parlamenê biryara wê girt jî yek ji van e. Bi vê qanûna sosret a qirker plan dike ku tevahî ajalên li kolanan bikuje. Bingeha vê hişmendiyê kûr e û bi çend kiryaran jî sînordar nîne. Ev biyanîbûna însan a ji xwezayê jî eşkere dike. Ji ber pêşketina aqil û tekonolojiyê ji bo serdestiya xwe zêde bike bikaranî, bi demê re xwe weke xwediyê xwezayê dît. Civaka çînayetî, olên yek xweda, zanista pozîtîvîst û modernîteya kapîtalîst jî ji vê hişmendiyê re bingeheke xurt danîn û rewa nîşandan.
Bê gûman însan xeleka dawî ya peresanê ye û zindiyê ku civakbûn ava kiriye tenê ew e. Lê ew jî di koma ajalan a bi navê “anîmalîa” de cîh digire. Tevî vê yekê ji ber her xwe mezin dibîne naxwaze vê rastiyê qebûl bike û tim ji bo ferqa xwe ya ji ajalan nîşan bide di nav lêgerînê de ye. Lewma xwe bi têgehên weke “ajalê ku difikire” û hwd. penase dike. Lê ev jî rastiyek e ku heta niha ti ajal bi qasî vî ajalê ku difikire nekuştiye, tûndî nekiriye û ziyan nedaye xwezayê. Her weha tevî ku xwe ewqas girîng dibîne, di werçarxa ekosîstemê de tenê zindiyekî serfkar, tinekar e. Ango di ekosîstemê de însan nebe jî jiyan dewam bike, lê belê nebat an bakteriyên piçûk yên organîzmayan parçe dikin nebe, ev jiyan nabe.
Hemû zindî bi nirx in
Ji ber di ferqa vê heqiqatê de ne, civakên ku cewherê xwe, nirxên civaka xwezayî parastine qîmet didin hemû zindiyan û wan weke endamekî jiyana xwe dibînin. Di civaka Kurdan, çanda qedîm ya Zerdeştî de jî weha ye. Di baweriya Zerdeştî de tê gotin ku ajal emanetê mirovan in, divê werin parastin û ziyanê nebînin. Her weha di baweriya Alewîtiyê de jî însan zindiyek ji zindiyan e. Hiyerarşiya di navbera însan û ajalan de nîne, dewrkirina rih heye. Yeqîn dikin ku piştî mirinê rih di bedena zindiyekî din de tê dinê. Di ola Îslamê de ji ber însan weke “eşrefî mahlûkat” ango zindiyê herî baş hatiye penasekirin ev bi xwe re hîyerarşiyekê tîne, lê di Qûranê de sûreyên ku balê dikşînin ser xwezayê û ajalan jî hene. Weke mînak di sûreya En’am a Qûran’ê de tê gotin, “Heywanên ku li ser rûye erdê dimeşin û çûkên bi perên xwe difirin jî weke we kom in”. Li welatên Rojava jî, nêzîkahî û hûrmeta ji ajalan re encex di pêvajoya Yunana Antîk de, tê nîqaşkirin. Ji fîlozofên wê demê Arîstoteles îdîa dike ku xweza ji bo mirovan hatiye afirandin. Di beşa afirandinê ya di pirtûka Încilê de jî tê gotin, “Stûyê ser rûyê erdê (dinyayê) û yê ajalên wê bitewînin”. Ev paşê mîna ku serweriya li ser xwezayê mafê însan e hate şîrovekirin û encamên dijwar bi xwe re anî. Ev zîhniyeta serdest di dema Ronesansê de hinek guherî. Nivîskar Montaîgne bi gotinên “dostên me”, “xwişk û birayên me” behsa ajalan dike. Lê di dema Ronakbûnê de kesên weke Descartes, Bacon û Newton ku bi navê zanistê tevdigerin xweza zindî nedîtin û wan jî serweriya însan parastin. Bi vê yekê ji bo ajal tine werin hesibandin û di ceribandinên zanistê de werin bikaranîn rê vekirin.
Mafê ajalan nayê parastin
Tevî ku xwedî girîngiyeke mezin in, ji ajalan re nirxê ku heq kirine nehatiye dayîn. Însan; piştî ku wan kedî kir, hîn zêde xist bin xizmeta xwe. Di çandiniyê, veguhestinê, ewlekariyê, di karên agahî dayînê, zanistê û hwd. de tim cîh girtin û ji bo jiyana mirovan piştgiriyeke mezin dan. Di encama nêzîkatiyên berjewendîperest de hêjmara ajalên kovî di asta rekorê de her kêm bûn, yên hatine kedîkirin jî zêde bûn. Di pergala kapîtalîst de jî ne nirxê mirov, ne jî yê ajalan ma. Bi zîhniyeta “her tişt ji bo însan e” mafê xwe dibînin ku bi hemû rêbazan tûndiyê li xwezayê bikin û ji zindiyên din re derfetê jiyanê nehêlin. Ajal jî tenê weke “heywanên şîr û goşt” an “mal” tên dîtin. Îro di wan çewlikên şîrketên mezin de mîna ku bê rih û bê can in her eşkenceyê dibînin. Hiqûqa qaşo demokratîk a pergala kapîtalîst jî van kiryarên hovane asayî qebûl dike.
Ji ber ev hişmendî serdest e, zû bi zû behsa maf û azadiyan naye kirin. Lewma Danezana Mafê Ajalan heta sala 1978’an di rojeva Neteweyên Yekbûyî de cih negirt. Ev danezan encex di sala 1990’an de pêşkeşî NY hate kirin. Lê tevî ku ji aliyê UNESCO’yê ve hatiye eşkerekirin, weke şert li ser welatan nehatiye ferzkirin. Her weha tevî ku ev danezan derbarê mafan de ye, di dewsa ku mafê jiyanê yê ajalan were parastin, di naverokê de tê gotin, “dema pêwîst kir divê bêyî ku êş bikşînin werin kuştin”.
Berê jî komkujî pêk hatin
Dewleta Tirk jî niha bi vê destûr û hişmendiyê plan dike komkujiya mezin ya li dijî ajalan bixe meriyetê. Lê ev komkujî ne ya destpêkê ye û sicîla dewleta Tirk a berê jî gelekî tarî ye. Berî komara Tirkiye were damezrandin jî di sala 1910’an de bi qasî 80 hezar kûçik bi fermana desthilatdariyê ji kolanan hatin kom kirin û ji bo werin kuştin wan şandin “Girava Bêxêr” (Hayırsız Ada) a nêzî Stenbolê. Li wir bê xwarin û bê av hatin hiştin û hemû bi vê eşkenceya demdirêj hatin kuştin. Komkujiya dûyemîn jî 1932’an di dema Ataturk de bi îdîaya ku kuçikên har zêde bûne dest pê kir û bi salan dewam kir. Paşê di sala 2002’an de bi giştînemaya ku Wezîrê Tendûristiyê yê MHP’yî weşandibû dîsa biryara komkujiya ajalên li kolanan hate dayîn. Li gorî vê fermanê kûçik û pisîkên li kolanan hatin komkirin û yên kes xwedî li wan derneket hatin kuştin. Daneyên van ti carî nehatin eşkerekirin, lê heta ku di 2004’an de “Qanûna Parastina Ajalan” a bi hêjmara 5199 hate qebûlkirin, ev komkujî dewam kirin. Ji ber mafê jiyanê yê ajalan li ber çavan digire û di vê çarçoveyê de Desteya Parastinê ya Ajalan a Bajêr erkdar dike, tevî kêmahiyên heyî ev qanûn di dîroka dewleta Tirk de ya herî baş bû. Ji ber di vê qanûnê de hatibû diyarkirin ku hemû ajal bi awayekî wekhev tên dinê û xwedî mafê jiyanê ne. Divê bi qasî mafê jiyanê yê ajalên bi xwedî, yên ajalên bê xwedî jî were naskirin. Her weha divê ji bo hewandinê şaredarî jî ji wan re cîh ava bikin. Piştî vê qanûnê di 9’ê Tirmeha 2021’an de dîsa gaveke erênî hate avêtin û binpêkirina mafê ajalan weke sûc hate qebûlkirin.
Biryara komkujiyê erê kirin
Lê belê desthilatdariya AKP/MHP ji bo komkujiyê pêk bîne Qanûna Parastina Ajalan guherand û tevî mafên jiyanê, mafên erênî yên di qanûnê de ji holê rakir. Qanûna AKP’ê ji bo qetilkirina ajalên li kolanan a ji 17 madeyan pêk tê û bi navê Qanûna Derbarê Guherîna Qanûna Parastina Ajalan hatiye amadekirin, di 30’ê tîrmehê de di Lijneya Giştî ya Meclisê de hatibû qebûlkirin. Tevî hemû îtîrazên civakê, qanûna dihat pêşniyazkirin bi dengê AKP û MHP’ê li parlamentoyê de hate qebûlkirin. Her çiqas navê “otenazî” lê qanûnê hatibe derxistin jî kûçikin ku li kolanan dibinin wê li cihekî komî bên kom kirin. Ew jî wê bi destê şaredarîya were kirin. Bi ketina meriyetê ya qanûnê, bangên “qanûnê paş de vekişîne” hatin kirin. Tevî hemû bangawaziyan biryar di Rojnameya Fermî de hate weşandin û Qanûna rê dide kuştina kûçikan kete meriyetê.
Xetereya mezin desthilatdariya AKP/MHP ye
Desthilatdariya AKP/MHP bi îdîaya ku kûçikên har zêde bûne û xetereya êrîşan zêde bûye biryara vê komkujiyê dide, lê rastî cuda ye. Ev di çalakiyên protestoyê de jî bi awayekî eşkere tê ziman. Daneyên salekê yên tûndiyê ku di pankartên van çalakiyan de cih digirin weha ne: Hêjmara êrîşên kûçikan; 182, hêjmara jinên bi destê zilam hatine kuştin 315, êrîşa cinsî ya li dijî zarokan 23 hezar, êrîşa cinsî ya li dijî jinan 29 hezar e. Li gorî van daneyan bi awayekî zelal xuya dike ku xetereya herî mezin ne êrîşên kûçikan, tûndiya zilam e. Her weha ev ne tenê salekê bi dehan salan weha ye û di desthilathilatdariya AKP’ê de qat bi qat zêde bûye. Ji aliyê din ve eger em li van daneyan encamên terora dewletê, zextên li ser civakê û qirkirina ekolojîk zêde bikin wê bi awayekî zelal derkeve holê ku ji bo siberojê xetereya herî mezin ev hişmendiya qirker a desthilatdariyê ye. Ji ber ku ev hişmendiya mêr a faşîzan û nijadperest ya AKP/MHP çavkaniya hemû tûndiyan e. Dîrok eşkere dike ku ev feraset di her firsendê de komkujiyên nû pêk tîne. Ji xwe ev desthilatdariya ku qaşo ji bo jiyana rayagiştî biparêze vê qanûna komkujiyê dixe meriyetê, Peymana Stenbolê ku pêşî li tûndiya zilam digire jî li gorî kêyfa Erdogan ji nişka ve betal kir. Her weha bi salane di bin navê “ewlekariyê” û “başiya rayagiştî” de komkujiya herî mezin a xwezayê jî pêk tîne. Ev qanûna komkujiyê çavkaniya xwe ji hişmendiya nijadperest a dewleta Tirk digire. Kenan Evren ku ji bo şoreşgeran gotibû “Ma em wan darvenekin û xwedî bikin?”, Erdogan ê yekperestiyê diparêzê û dibêje “Em ê nifşekî oldar û kîndar mezin bikin” û bê navber komkujiyan pêk tîne vê nijadperestiyê tundtir dikin. Yê olê xwe, nijada xwe ji yên din çêtir dibîne, wê cure însan jî ji yê din baştir bibîne û “cureperestiyê” pêş bixe. Faşîzm û terora dewletê tûndiya li hemberî jin, zarok, penaber, kemnetew, bindest muhalefetê û ajalan jî zêde dike. Ya ku îro civaka Tirkiye parça dike û exlaqê civakê dirizîne jî ev hişmendî ye.
Pêşketin, di nirxên civakbûnê de ye
Ji bo vê zîhniyeta xwe veşerê û qanûna komkujiyê bi civakê jî bide qebûlkirin, desthilatdariya AKP/MHP welatên din mînak nîşan dide û vê weke “pêşketinê” penase dike. Lê di bin navê “modernbûnê” de yê ku herî zêde nirxên civakê bin pê dike pergala kapîtalîst e. Gelên van axan tim bi pîr û kalên xwe, bi cîran û mêvanên xwe, bi ajalên xwe re jiyiyan. Xwedî li hev derketin û nanê xwe bi hev re parve kirin. Ji xwe pêşketina herî mezin jî di demokrasî, exlaq û van nirxên civakbûnê de ye. Ev komkujî li dijî pîvanên mirovahî, bawerî, çand û civakî ye.
Ji aliyê din ve çawa ku di sedsala 19’emin de kesên çîna jorîn weke moda li gorî daxwaza xwe cureyê kûçikan ji % 80’yî zêde kirin, îro jî bi armanca kar û berjewendiyê weke mal çêlîkên ajalan hildiberînin û bazirganiya van dikin. Yek ji sedema bingehîn a zêdebûna hêjmara ajalên li kolanan jî ev e. Eger armanc çareserkirina pirsgirêkê ba, di dewsa biryara komkujiyê de divê pêşî li vê bazirganiyê jî hatiba girtin.
Hişmendiya “cureperestiyê”
Desthilatdariya AKP/MHP bi vê biryara komkujiyê ku li parlamenê erê kir li sûc û şermên xwe yên mirovahiyê yeke din zêde kir. Ew nijadperestî, dijminahî û kîna mezin a li hemberî civakê gihandin heta ajalan. Li pey xwe mîrateyeke bi xwîn hiştin. Lê ev xweza ne malê ti kesî ye û ji bo hemû zindiyan; mafê jiyanê, azadî, edalet pîvanên bingehîn in. Lewma li hemberî vê “cureperestî” û kiryarên qirker ji bo parastina jîngehê, xwezayê, ajalan û hemû zindiyên din pêdivî bi tevna têkoşînê ya hevbeş heye. Her çend dewleta Tirk ji ber van komkujiyên bê serûber yên li dijî însan û ajalan şerm nake û van sûcan layîqî xwe dibîne jî weke însan ji ber em di vê heyamê de û li ser rûye vê erdê bi kesên xwedî vê hişmendiya qirker a dûrî pîvanên mirovahiyê ne dijîn, em pir şerm dikin û ji ber xetereyên diafirînin gelekî bi fikar in.